Navê pirtûkê: Folklora kurdî lîstikên zarokan
Navê nivîskar: Mihemedê Pîrê
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: Şilêr
Pêşgotin:
Folklor û vejandina gencîneyên çandî Zimanzan, folklorist û ronakbirê Kurd Mihemedê Pîrê, amadekar û berhevkarê mezintirîn ferhenga Kurdî - Kurdi heya niha . Em aniha cardi li pêşberî berhemeke wî ya dinin, piştî derketina pirtûka wî ya yekem, a li jêrnavê Xoce Simayil, dinê bîrewir, ku gelekî hat xwendin û çavên xwînerên Kurmancîyê bi ser kaniya folklorê di nava nivîsên mamoste M. Pîrê de vekirin Listikên Kurmancan, li herêmên Kurdên Rojavayê Kurdistanê, lîstikên ku berê bi pirranî ji aliyê zarokan, keç û xortan ve dihatin lîstin, lîstikên bênderan, ên gogê, listikên di hundirê malan de û her wekî din. Îcarê em ê di nava rûpelên vê pirtûka li ber destên me de ne tenê pêrgî serencamek û komekê ji navên lîstikan bên, belê ji wilo bêhtir. Li vir listik bi cûreyên xwe yên cuda û cêwaz bi awayekî gelekî xweş û herikbar hatine şirovekirin û di rêya gelek wêneyan re jî (ji her lîstikekê re hema em dikarin bibêjin: wêneyek hatiye kişandin ) bêhtir hatine zelalkirin. Şiroveyên van lîstikan, wan ji wendabûnê diparêze û rê li ber vejandina wan vedike, em bibêjin: wekû mînak, heger aniha ev listik cardî, lê bi awayê waneyan di hundirê çarçoveya diroka çanda Kurdî ya xwecihî de ji şagirtên dibistanan re (ji zarokan re bi taybet) û her wiha ji xwendekarên zanîngehan re (xwendekarên beşên sosyologiya, dîrok, çand û ziman) bên pêşkêşkirin.
[1]