Di çarçoveya rêzeşêwirên ku komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk li dar dixe de, Komxebata Şêwirê ya #Qamişlo#yê di roja duyemîn de didome. Armanca wê li ser girîngiya nasnameya nîştimanî ya Sûriyê were nîqaşkiirin ku dê ji bo bersivdana êrîşên derve û amadekariyên destpêkirina diyalogeke giştî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê re bibin destpêk.
Di komxebatê de nêzî 80 siyasetmedar, rewşenbîr, diplomat, nivîskar û çalakvanên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî Sûriyê, her wiha nûnerên partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (#MSD#) beşdar bûn.
Li gorî komîteya amadekar, dê îro endamê Desteya Hevrêziya Nîştimanî ya Hêzên Guhartina Demokratîk Xelef Dawûd û çalakgera jin Nehle Elî belgeya navendîbûnê pêşkêş bikin. Dûre beşdar li ser nenavendîbûnê ya ji bo pêşeroja Sûriyê nîqaş bikin.
Piştî nîqaş bi dawî bin, dê rûniştinek çêbe da ku tiştên li ser lihevkirin çêbûne, werin nîqaşkirin. Tê payîn ku komxebat bi encamnameyekê bi dawî bibe.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,333 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!