کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  586,498
وێنە
  124,462
پەرتووک PDF
  22,122
فایلی پەیوەندیدار
  126,612
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,180
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە، ماڵپەڕ و دەزگا میدیاییەکان و ...) 
1,041
وێنە و پێناس 
9,466
کارە هونەرییەکان 
1,725
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
16,019
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,820
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,191
شوێنەوار و کۆنینە 
783
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,063
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,692
کورتەباس 
22,210
شەهیدان 
12,030
کۆمەڵکوژی 
11,391
بەڵگەنامەکان 
8,741
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,631
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,639
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
912
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   تێکڕا 
274,973
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Operasyona Mirovahî û Ewlehî bi dawî bû: 226 DAIŞ’î hatin
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هەر وێنەیەک بەرامبەر سەدان وشەیە! تکایە پارێزگاری لە وێنە مێژووییەکان بکەن..
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Operasyona Mirovahî û Ewlehî bi dawî bû
Operasyona Mirovahî û Ewlehî bi dawî bû
Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (#HSD#), Yekîneyên Parastina Gel (#YPG#) û Yekîneyên Parastina Jin (#YPJ#) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hev civiyan û bi daxuyaniyekê ragihandin ku Qonaxa Duyemîn a “Operasyona Mirovahî û Ewlehî” ku di 25’ê tebaxê de hatibû destpêkirin bi dawî kirine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên beşdarî qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bûne, “Koma El Hesbê” û “Eşbal El Xîlafe” bê bandor kirine. Di daxuyaniyê de li ser têkiliyên xurt ên di navbera #DAIŞ#’ê û dewleta Tirk de jî hat rawestandin. Dîsa hat destnîşankirin ku karmendên hin rêxistinan “Bihar” çek dane şaneyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê.
Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sozdar Xelîl, daxuyaniya hatibû amadekirin xwend û ev tişt gotin: ʹʹDi destpêkê de em hevrêyên xwe yên şehîd Cesûr Xebat û Ûdey Cûneydiyê yên ku di Operasyona Mirovî û Ewlekahî ya kampa Holê de di pevçûnekê li dijî şaneyeke terorîst a çekdar ku girêdayî DAÎŞ’ê bû, xwe feda kirin û şehîd bûn bi bîr tînin.
Destpêkirina operasyonê
Di 25’ê Tebaxa borî de, hêzên me bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê, qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî li kampa Holê – rojhilatê Hesekê, da destpêkirin. Armanca operasyênê şopandina şaneyên veşartî yên rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê zuwa bikin, jîngeh û şert û mercên ku jê sûdê werdigirin di pêkanîna êrişên terorîstî de li dijî nişteciyên kampê, rêxistinên mirovî û hêzên ewlehiyê yên ser bi parastina kampê ne, operasyon 24 rojan berdewam kir û gelek encamên berbiçav hatin bidestxistin. Encamên operasyonê ev in:
Operasyon di demên dawê de ji ber gef û êrişên dewleta Tirk û mijûlbûna hêzên me bi parastina herêmê û niştecehên wê ji wan êrişan hat paşxistin. Ev yek bû sedema zêdebûna metirsiyên şaneyên DAÎŞ’ê.
Operasyon piştî zêdebûna kuştin û îşkenceyê ku şaneyên terorîst li dijî niştecihên kampê yên ku nexwestin tev li girseya rêxistina terorê bibin, dest pê kir. ji ber ku van şaneyan cezayê îdamê li şêniyan dabûn û di nav wan de teror û tirs belav kiribûn. Li ser wan dihat ferzkirin, yan ew ê tev li hucreyên wê bibin an jî wê bi îşkenceyên hovane û kuştinê re rû bi rû bimînin, ku digihêje tawanên li dijî mirovahiyê. Her wiha hejmara qurbaniyan tenê di vê salê de gihîştiye 44 kuştî ji niştîcehên bêguneh, karmendên rêxistinan û gelek bûyerên îşkenceyê. Şaneyên terorîst û bi taybet jinên rêxistinê di dema dawî de, bêbaweriya hejmareke mezin a nişticeh, jin û zarokên wan, ragihandin ku li lîsteya xwe ya tesfiyekirinê de bicih kiribûn û li ser wan hemû rêbazên zext, gefxwarin û tehdîd dihat meşandin. Bi mebesta an wê hukimê wan qebûl bikin an jî ji kampê derkevin û bê stargeh bimînin.
DAIŞ’ê xwest Kampa Holê kontrol bike
Kampa Holê jî beşek ji plana DAÎŞ’ê bû, ku dê wê kontrol bikin. Di heman dema ku êriş li ser zindana Sînaa pêk anîbûn. Şaneyên terorîst di wê demê de hewl didan ku derbasî nav kampê û derdora wê bibin, lê tevbîrên ewlehiyê yên bilez ji aliyê hêzên me ve û bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk, êrişa plankirî ya li hundir û derveyî kampê hat têkbirin. Lê şaneyên DAÎŞʹê ji bo bicihkirina planên xwe tevgerandina xwe berdewam kirin, bi taybet di dema êriş û gefên dawiyê ya dewleta Tirk, ev yek hevkariya di navbera her du aliyan de, eşkere dike.
Di operasyonê de û li hember vê yekê, hêzên me karîbûn yekser encaman bi dest bixin û gelek kesên ku destê wan di kuştin , îşkence û di belavkirina terorê de hene, hatin girtin. Jiyana gelek kesên ku navê wan di lîsteya tesfiye yê ya DAÎŞʹê de hebûn, ewle kir û ew veguheztin cihên ewletir, ji bilî têkbirina gelek plansazên êrişan, berpirsên danûstandina bi şaneyên terorîst yên li derve re dikirin, hatin girtin.
Îstismara zarokan
Rêxistinê rê li ber îstismarkirina zarokan, bi taybetî yên temenê wan jêrî heşt salî, di rolên muhtemel ên şer de vedikir û ji bo vê yekê jî gelek hewldan ji bo ji nû ve perwerdekirin û damezrandina rêxistina bi navê ‘Eşbal El Xilafê’ li gel dezgeha bi navê ‘Hesba Jinan’ kir da ku berpirsiyarê gelek kuştin û tirsandinê bû. Her wiha jinên rêxistinê asta peywendiya bi jinên din û zarokên wan re bilind kirin û bi gotinên hestiyar an jî bi gefên devkî hewl dan wan bikişînin nava xwe.
Hêzên me gelek nuqteyên ku ji aliyê rêxistinê ve ji bo îdeolojiya terorîzmê hatibûn veqetandin, rûxandin. Gelek jinên herî metirsîdar ên ku di demê dawê de erkên perwerdekirin û kişandina hêmanên li hundir û derveyî kampê girtin ser milên xwe. Her wiha hêzên me jî dezgeha ‘Hesba a jinan’ û berpirsên ‘Eşbal El Xîlafê’ têk birin.
Jinên rêxistina terorê çavkanî û berhemên pêşkêşkirî bi awayekî nebaş bi kar anîn, bi taybetî veguhestina pere û veguhestina agahiyan, teşwîqkirina şaneyan û girêdana wan bi hev re li hundir û derveyê kampê, bi taybet herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, wek wergirtina pilan û bernameyan ji bo belavkirina kaosê di kampê de û amadekirina êrişên terorîstî û hewildanên revê û wergirtina pereyên ku alîkariya wan dike ji bo kişandina ciwanan. Her wiha di lêkolînên destpêkê de hêzên me navnîşan û navên hin ji hêsankerên operasyonên fînansekirina şaneyên terorîst û veguhestina pereyan di kampê de bidestxistin. Di operasyonên hevbeş ên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya Navneteweyî de û 3 ji wan li Hesekê û bajarokê Holê hatin girtin
Çekên hatin desteserkirin
Di operasyonê de hêzên me dest danîn ser gelek çek, di nav wan de bombe, çekên navîn, çekên bê deng û guleyên ku şaneyên rêxistinê di operasyonên xwe yên terorîstî de bi kar anîne. Hêzên me gelek tunel û xendeqên neqediyayî jî dîtin, şaneyên ku çek û tiştan vedişêrin an jî hewl didin ku li kampê birêve bibin, hatin ruxandin.
Di lêpirsînan de, sê çavkaniyên çekên ku li kampê di destê şaneyên terorîstî de bûn, hatin piştrastkirin. Çavkaniya yekem ew e ku beşek ji karmendên rêxistinan bi taybet karmendên Rêxistina Behar, bi anîna çek, pereyan û qaçaxçîtiya jin û endamên rêxistina DAÎŞ’ê ve mijûl bûne. Çavkaniya duyem jî çek û bombeyên ferdî ne, ku jin û zarokên rêxistinê di dema veguhestina xwe ji Baxozê di nav tiştên xwe û cilên xwe de veşartibûn, weke teknîkên ewlekarî yên berdest, her wiha şert û mercên zehmet ên lojîstîkî û ewlekarî di wê demê de û hejmareke zêde ya jin û zarokan û hewcedariyên wan, di wê demê de alîkarî neda eşkerekirina wan. Her wiha çavkaniya sêyemîn jî, rêxistina terorîst ji hemû derfetên ku pêşkêşî niştîcehan dihat kirin, sûd werdigirtin da ku niştecihan bitirsînin û teslîmiyetê li wan ferz bikin.
Jinên êzidî yên hatibûn revandin
Di Operasyona Mirovî û Ewlehî de, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) du keçên Êzidî ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin û ew veguhestin hawirdoreke ewle, ku hejmareke jin û zarokên Êzidî yên hatin rizgarkirin, tê de dimînin. Di nava 4 salan de ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin zêdetirî 200 kesên êzidî li kampê, hatine rizgarkirin.
YPJ’ê ji bo ku bi lez xwe bigihînin van jinan û wan rizgar bike rastî gelek astengiyan hatin, ya herî girîng tirsa jinan ji eşkerekirina nasnameya xwe û nenaskirina nasnameyên biyanî ye, ku rê li ber asîmîlekirina şêwazê jiyana jinên DAÎŞ’ê vekir da ku jiyana xwe biparêzin. Jinên êzidî di bin zexta gefên jinên DAÎŞ’ê de ne, nebûna dane, wêneyan û şopa tiliyên van jinan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, nebûna hevkariyeke têr ji aliyê rayedarên iraqî ve di vî warî de, ji ber ku dizanin ku xebatên lêgerînê dê berdewam bin heta ku hemû jinên êzidî bên azadkirin.
Di heman der barê de, Yekîneyên Parastina Jin çar jinên ne êzidî yên ku bi zincîran hatibûn girêdan û rastî îşkenceyên hovane ji aliyê jinên DAÎŞ’ê ve hatibûn kirin, hatin xelaskirin. Ji ber ku heta niha lêpirsîn berdewam in ji bo eşkerekirina rastî û berpirsên wan bûyeran.
Em careke din sersaxiyê ji malbatên şehîdên operasyonê û hevrêyên wan re dixwazin û spasiya rêveberiya kampê jî dikin ku kar û xebatên xwe duqat kirine, berdewamiya xizmetguzarî û alîkariyan ji şêniyan re di dema operasyonê de, her wiha ji bo Yekîneyên Parastina Jin, Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo piştgirî û alîkariya wan ya bi bandor.
Em bidawîbûna qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî ya li kampa Holê radigihînin, ku hêzên me li gorî pêwîstiyê bi operasyonên ewlekarî yên demkî li ser şopandina şaneyên potansiyel û rûbirûbûna metirsiyan berdewam in.
226 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
Li jêr kurteya hejmara girtiyên DAÎŞ’ê û çekên desteserkirî di nava kampê de ye:
– Girtî: 226 kes ku di nav wan de 36 jinên ku beşdarî sûcên kuştin û tirsandinê bûne.
– Tesbîtkirina 25 xendek û tunelan.
– Çekên hatin desteserkirin:
3 çekên AK-47 .
2 Çekên RBG bi 2 rokêtan
2 demançe.
25 bombeyên destan
25 kg teqemeniya TNT
11 çekên bêdeng.
388 guleyên AK-47
10 jerjorên AK-47
9 rextên leşkerî.
Parçeyek cilê leşkerî ji bo artêşa Tirk.
Gelek çekên tûj (kêr – xencer ) û amûrên îşkenceyê.
Gelek amûrên ragihandinê.”[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,381 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | https://xwebun1.org/
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 24
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 17-09-2022 (4 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: تیرۆریزم
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
وڵات - هەرێم: ڕۆژاوای کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 17-09-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 17-09-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 17-09-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,381 جار بینراوە
QR Code
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.1103 KB 17-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.282 چرکە!