کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,949
وێنە
  124,007
پەرتووک PDF
  22,090
فایلی پەیوەندیدار
  125,810
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,121
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
980
وێنە و پێناس 
9,464
کارە هونەرییەکان 
1,659
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,958
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
774
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,052
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,153
شەهیدان 
11,903
کۆمەڵکوژی 
11,388
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
735
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
906
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   تێکڕا 
273,933
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XIX
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، مێژووی ڕۆژ بە ڕۆژی کوردستان و کورد دەنووسێتەوە..
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XIX
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XIX
LI #KURDISTANÊ# PÊKANÎNÊN #12’Ê ÎLONÊ#
Li Hemberî Metodên Hatine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna Jina Azad

Şerê taybet li Tirkiyê di qadên birdozî, çekdarî, çandî û civakî de xwe bisazî dike. Dema ku di hemu qadan de xwe bisazî dike, xwe digihine hêzekî yekane ya nayê têk birin û hilweşandin. Ev rewşekî pir bi xeter e. Piştî 12’ê Îlonê ev li Tirkiyê hatiye pêkanîn. Ji bo kesên ku piştî 12’ê Îlonê jidayîk bûne an ji kesên ku piştî 12’ê Îlon’ê şêwe girtine tê gotin ‘Nifşê 12’ê Îlon’ê’. Nifşê ku di warê fikrî de hatiye gêjevekirin, ji siyasetê hatiye dûrxistin, li gor kêyfa xwe jiyankirinê esas digre, tu berpirsiyartiyê ranake, hîn bêhtir kêliyê û li ser bingehê ajoyên xwe jiyankirinê bingeh digre, bi giştî ji pergala nirxên hatiye dûrxistin pênase dike. Dema ku tê gotin ‘nifşê 12’ê Îlonê’, ev tê vegotin. Ev rastiya kesên ku di nêvengê 12’ê Îlon’ê de çêbûne û şêwe girtine, bandora xwe li ser tevgerên şoreşgerî jî kiriye. Lewra avahiya civakî ya mirov di nav de dijîn, taybetmendiya ku bi şikandina îradeyê fêrbûnên ne li gor civakê ava dike, di astekî girîng de ji aliyê rejîma şerê taybet jê re şêwe hatiye dayîn bidestxistiye. Ev jî bi xwe re xirabbûn û yozbûnê tîne. 12’ê Îlon’ê rêveberiya ku sepanên astengbûna însan a ji bo dewletê pratîk dike ye. Hîmên vê jî hene. Mînak; îşkenceyên ku tên pêkanîn hene. Civak ji tezgehên îşkence yên pêvajoyên çavderiyê ya digihe heyanî sê mehan, şeş mehan hatiye derbaskirin. Ji bo şikandina îrade û dîlgirtinê pêvajoyên çavderiyê ji sê mehan derxistine şeş mehan. Heta hîn kes ji salekî zêdetir bi îşkenceyan re rû bi rû hatine hiştin. Ev jî tarzekî ku 12’ê Îlonê derxistiye holê ye. Însanan darvekirine. Operasyonên pir belave û yên rojan ajotiye hatine pêkanîn. Kesên ku hatine girtin ji helîkopteran hatine şiqitandin. Li nav kolanan de bi panzeran hatine kaşkirin. Evana hewildanên şerê taybet ên pêkutî, tûnekirin û dîlgirtina muxalefeta şoreşgerî ye. Heyanî cihekî îşkence pêk tîne, heyanî cihekî bi te re dikeve nav pevçûnê an te dikuje an bi xwe dimire. Ev kêliyên demê pênase dike. Lê kêliyê di civakê de xwe vesazkirina şerê taybet na, pêvajoyekî vedibêje.
Tarîkatan, pêkutiyê, îstîxbaratê, hevkarî û sîxûrbûnê jî pêşxistiye. Li hîn cihan yozbûnê pêşxistiye. Ji bo tevlîbûna ciwanan a têkoşîna şoreşgerî asteng bike, bi awayekî zanebûn di van hemu qadan de yozbûnê pêşxistiye. Madeyên hişbir û fihûşê pêşxistiye. Vêya dewlet bi xwe kiriye. Gelek kesên ku di asta memurtiyê de di binye dewletê de statu girtine, li cihê ku çûne weke erkekî bingehîn vêya pêkanîne. Dewleta ku bi musakkadîmê fihûşa destpêkê pêkaniye, bi berdewamkirina vê çanda xwe fihûşê pêşxistine, pêşî li pêşketina araq, qûmar, yozbûn û her cûre ji rê derketinê vekirine.
Pêvajoya 12’ê Îlonê di warê şerê taybet de yek ji pêvajoyên herî girîng e. Weke ku me da diyarkirin 12’ê Îlonê navê pêvajoya ku şerê taybet di qada siyasî, aborî, çandî, civakbûn û di nav civakê de bi taybetî li ser jinê hatiye sazkirin e.
Îro li Tirkiyê hewil tê dayîn ku siyaset, civak, aborî û civaka jinê ji nû de were şêwandin. Hewildana ji nû de şêwandinê jî an dê wî red bike an jî bipêjirîne. Di bingehê mijarên xala red û pêjirandinê de 12’ê Îlonê cih digre. Dema ku 12’ê Îlonê pergala xwe bisazî dike, heya ku astengî li pêşiya wê çênebe karibiye wê bigihîne serkeftinê. Piştî ku li hemberî wî berxwedanî derdikevin holê him di nav pergala ku ew dixwaze ava bike de qeliştok çêdibin, him jî li hemberî şerê taybet bidestxistina eniyên nû yê berxwedanê, civakê kişandine nav lêgerînên cûda.
Têkoşîn û berxwedaniya ku pêşdikeve, bûye sedem ku li Kurdistanê şerê taybet xwe bi şêweyên cûda birêxistin bike. Ji aliyê şerê taybet ê Tirk ve bingeh û derfetên pêkanîna vê jî heye. Heta bi vê re xwe sipartinên dîrokî yên xwe li ser wê bide şêwandin mijara gotinê ye. Ev, di warê fêmkirina bingehên dîrokî ên şerê taybet ê Tirk li Kurdistanê xwe dispêre jî xwedî wateyek girîng e.
Pêkanînên destpêkê yên şerê taybet ku piştî vê li Kurdistanê xwe weke pergalek bisazî kir, ev pêvajoyê hatiye destpêkirin. Di tepisandina serhildanên Kurd ên hatiye jiyankirin de jî li hemberî Kurdan, Kurd hatine şixulandin. Di tepisandina Serhildana Mîr Bedîrxan de, şixulandina Yezdan Şer ê biraziyê wî mînakek ku di vê mijarê de hatiye jiyankirin e. Polîtîqayên Dewleta Osmaniyan a li hemberî Kurdan ku wê pêvajoyê hatiye meşandin, bi vê re jî sînordar nemaye. Koçberî, qetlîam hatine jiyankirin. Di pêvajoya Sultan Hamît de ji Kurdan Alayên Hamîdiye ku bi navê wî tên vegotin hatiye avakirin. Ev alay bingehê Cerdewanan ku piştî salên 1984’an hatiye avakirin, ava kiriye. Dîsa di heman pêvajoyê de avabûna Mektebên Eşîran mijara gotinê ye. Di van mekteban de zarokên reîsên eşîrên Kurda û kêsên pêş ên li civakê adeta hatine rehîngirtin û weke hevkarekî hatine perwerdekirin. Ji xwe piştî vê jî, kesên ku di mektebên eşîran ên li Îstenbolê hatiye vekirin de perwede dîtine li ser vê bingehê ji wan re erk hatine dayîn.
Di salên avabûn û piştî avabûna Komarê jî dîsa li Kurdistanê heman sepan hatine pêkanîn. Ev bi taybetî di tepisandina Serhildana Koçgîrî de rewşekî pir zelal digre. Dema serhildana Koçgîrî destpêkir, di erdnigariyekî bi sînormayîna wê de rîsta vê yekê çêbuye. Derbasbûna qadên din ên Kurdên Koçgîrî, ji aliyê eşîrên hevkar ên Kurd ve hatiye astengkirin, zorê li wan kirine da ku radest bibin. Di tepisandina serhildanê de tevî waad û gotinên ku teşvîk bike, wesfa hêzên ku hatine şixulandin jî ji bûyîna hêzekî ji rêzê yê leşkerî wêdetir e.
Sakallı Nurettîn Paşa û Topal Osman ên ku erkê tepisandina serhildana Koçgîrî ji wan re hatiye dayîn, nûnerên Teşkîlat-i Mahsûsa yê ji aliyê Îttîhat Terakî ve hatiye vekirin in. Hêzên ku di bin venêrîna van de ne, hêzên taybet ên xwedî erk û amade ne. Ji aliyê Topal Osman ve li Behra Reş fetisandina rêveberên Partiya Komunîst a Tirkiyê ku di pêvajoya îlankirina Komarê de ji Rusya vegeriyabûn, li kêleka vê di gelek karên qirêj û tarî de cih girtina wî, di warê fêmkirina wesfa hêzên ku di tepisandina Serhildana Koçgîrî de hatine şixulandin de daneyek girîng dide.
Di salên piştî îlankirina Komarê de, polîtîqayên weke vê yên li hemberî Kurdan hatine meşandin berdewam kiriye. Di serhildana Şêx Seîd de hatiye xwestin ku bi şixulandina cûdahiyên mezhebî Kurd li hemberî hev werin şikandin. Ji bo tenê di qadekî diyar de sînordar mayîna serhildanê, dorpêçkirin û tunekirina wê jî, derbasbûna wê ya qadên derdor hatiye astengkirin. Dema ku ev hatiye pêkanîn jî eşîrên Kurd ên li derdor hatiye şixulandin. Bi spartina qetlîamên hatine pêkanîn piştî tepisandina serhildanê jî, li Dadgehên Îstîklal ên di bingehê zagonên Takrîr-î Sûkun de hatiye avakirin û bi erkên derasayî ve hatiye arastin, darizandin çêbûne. Di ratsenhevê biryarên ku ev dadgeh girtine de, di serî de Şêx Seîd, kesên ku weke pêşengên serhildanê hatine qebûlkirin hatine darvekirin, gel jî bi koçberiyê re rû bi rû hatiye hiştin. Ji bo ev qetlîamên hatiye pêkanîn di qada navnetewî de neyê bihîstin jî, qadên ku qetlîam lê hatine jiyîn weke ‘qadên qedexekirî’ hatiye îlankirin. Li serhildanên Agirî û Dersîmê jî heman polîtîqa xistine meriyetê.
Rêbazên şerê taybet ên di tepisandina serhildanên ku ji salên 1925’an destpêkiriye û heyanî 1938’an jî hatiye jiyîn de hatiye pêkanîn, di salên piştî wî de jî bi ser zêdekirina rêbazên nû berdewam kiriye, plansaziyên nû yên tunekirin û tasfiyekirinê ketiye meriyetê. Mijokdariya sipî, bişaftin ango qirkirina ku di qada çandî de ketiye meriyetê dest bi pêkanînê hatiye kirin. Çand û zimana Kurd hatiye qedexekirin. Li dibistanên seretayî yên leylî de dest bi Tirkkirina zarokên Kurdan hatiye kirin. Kurdbûn weke tiştekî şerm hatiye dîtin, hewil hatiye dayîn ku zarokên Kurdan jî ji nasnameya xwe şerm bikin. Weke ku Mahmut Esat Bozkurt ê ji burokratên piştî Komarê jî dibêje ‘xizmetgeriya ku li Tirkiyê mafê kesên ku ne Tirk e’, hatiye xwestin ku piştî vê pêvajoyê bi Kurdan jî were qebûlkirin.
Ya rastî beriya 12’ê Îlon’ê hatiye xwestin ku Kurdistan ber bi nêvengek bi vê awayê re were kişandin. Beriya darbeyê li Kurdistanê hêzên faşîst û hevkarên heremî ji ber vê sedemê xistine tevgerê. Ev hêz di serî de Qetlîama Mereşê, provakasyonan pêkanîne. Di pişt van provakasyonan de jî li tevahiya Kurdistanê rêveberiya awarte hatiye îlankirin. Piştî vê rêveberiya awarte ya hatiye îlankirin jî, adeta ji nû de dest bi dagirkirina Kurdistan’ê hatiye kirin.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,843 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 40
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 22-07-2021 (4 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: مافی مرۆڤ
پۆلێنی ناوەڕۆک: کۆمەڵناسی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: باکووری کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 18-09-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 19-09-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,843 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.235 چرکە!