کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,663
وێنە
  123,884
پەرتووک PDF
  22,079
فایلی پەیوەندیدار
  125,547
ڤیدیۆ
  2,192
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
31,939
شوێنەکان 
17,028
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
945
وێنە و پێناس 
9,461
کارە هونەرییەکان 
1,522
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,943
نەخشەکان 
277
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
747
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,045
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,658
کورتەباس 
22,137
شەهیدان 
11,890
کۆمەڵکوژی 
11,364
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,062
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
902
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
54
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   تێکڕا 
273,051
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXX
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
بە ڕێنووسێکی پوخت لە ماشێنی گەڕانەکەماندا بگەڕێ، بەدڵنیاییەوە ئەنجامێکی باش بەدەست دەهێنیت!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXX
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXX
Li Hemberî Metodên Hatine Rûpoşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna #Jina Azad#

Li serê pêkanînên bingehîn ên rojaneyî ya xwe di roja me de jî li ser jinan diparêze pergala Mutayê ye. Wateya vê pergalê fihûş, bi navê ol bi destê dewletê bi fermî tê birêve birin. Di vê pergalê de ev zewac wek demkî an jî bi zewaca spî tê binav kirin; zilam kîjan roj û çend demjimêr bixwaze bi mehra olî ve dikare li ser bedena jinekî sexberî bike, dema bêzar bû jî dîsa dikare bi pêkanînên olî ve dest jê berde. Her çiqas di destpêkê de ev pergal di nava Şîayan de belav kiribin jî, êdî hatiye wê astê ku di nava Sûniyan de jî tê belav kirin. Ji bo ev pêk anîn pratîze bibe jî bi destê dewletê qadên fermî hatine çêkirin. Jinên ku neçarî birçîtî û bêkariyê hatine kirin, tên li van deveran û bedena xwe pêşkêş dikin. Mela jî dibin pêkhênerên fermî yên vê bazara jinan. Mînak; xwestin bi destê melayên ku dewletê li Urmiyê û Mêrîwanê erkdar kirin, vê pêkanînê li #Kurdistanê# jî bixînin dewrê. Mela, destpêkê jinên ji bo xwe guncav dîbînin ji xwe re mehr dikin, piştre jî pêşkêşî zilaman dikin. Mela, tenê ji bo vî karî bikin ji dewletê mûçeyek cûda digirin. Her çiqas ev pergala paşverû bin navê olî hatibe cîla kirin jî, tê wateya ku fihûş fermî bûye.
Yek jî mijarên bingehîn ên ku pêwîste bê nirxandin, madeyên hişber ên bi destê amûrên şerê taybet tên belav kirin e. Qaşo di dîn de mey hatiye qedexe kirin, lê bikaranîna her cûre hişber, serbest kirin e. Di encama bikaranîna mey û hişbera zêde bi taybet jî nava jinên ciwan de, dibe sedema gelek xwe kuştinan. Di vê qadê de her cûre madeyên hişber (eroîn, kokaîn, krîstal û hwd.) pir zêde tên bikar anîn. Di paytexta rejîmê de kargehên ku wan madeyan hildibirînin hene. Bi taybet jî li Kurdistanê belav kirina wan madeyan bi destê polîsên xwecîhî ve tên kirin. Piranî bazirganiya hişberê jî bi jinan didin kirin. Asta bikar anîna wan ewqas zêde kirine ku hema di her malê de teqez bikarhênerek heye. Kurdê ku bi birçîbûyînê ve terbiye dikin, arasteyê bazirganiya hişberê tê kirin.

Di kêliya bazirganiyê de, her cûre îstîsmara zayendî wek maf tê dîtin. Hişbera ku bikar anîna wê li gorî zagonan qedexe ye, hema li Kurdistanê wek tiştek asayî tê dest girtin. Armanç ewe ku derdorek tewizî, bê îrade, ji fikr û maneviyatê qutbûyî û xwe têkil siyasetê neke biafirînin. Hema hema bi vê pêk anînê ve beşek mezin a civakê bûye bikarhêner. Kesayetê bikarhêner jî, ji bo pergalê tê wateya; girseya ku ji her cûre xizmetê re amade ye. Ji ber vê sedemê ev rêbaza ku wek taybet tê teşwîq kirin, ji bo rejîmê jêneger e. Ji sedema ku li Kurdistanê Ûrmiye navenda Kurmancane, Mêrîwan xeta sînore û Sîne jî navenda Soranane, ji bo pêkanîna polîtîkayên şerê taybet ji aliyê rejîmê ve wek qadên pîlot hatine diyar kirin. Ji ber ku li Sîneyê tevgera gel pêş dikeve, dîsa tevgera me jî li vê qadê bi bandor e, ji bo vê jî rejîm hê zêde giranî dide vê qadê û ev qad rolek girîng a pêşxistina van cûre polîtîkayan dileyîz e. Mêrîwan, qadeke ku eleqeya gel pir bi dewletê re nîn e, ji ber li ser sînorê Başûr e, tevgera me jî li wê derê çalak e. Ev jî dibe sedem ku vê arasteya dijmin bandor bike, arasteya wî ya taybet derxîne holê. Ji ber Ûrmiye nêzî Bakur e, ji Bakur bandor dibe. Gelê wê derê bi gelê Bakur a di nav hev de ne, bi vî awayî bandora tevgerê jî jiyan dikin; di vê wateyê de ji Bakur pir serbixwe nîn e. Ji bo dewlet vê pêwendiyê li gorî xwe binirxîne serî li her cûre rê dide. Piranî hewldanên hişber, fihûş, sixûrî, pişaftin û ji rê derxistin ên li ser navê teslîm girtina gel, li ser wan qadan dixînin mêriyetê. Dema di wan qadan de berxwedanek pêş dikeve jî, rêbazên; girtina gel û bi darve kirinan ve bêzar kirin dikeve dewrê. Bi wî awayî hema ji nivîya gel dixînin zîndanan, niviya ku li derve dimîne jî, bixwe ve girêdanê ve dixînin nava zîndana ser vekirî. Gelê Kurd li vê perçeyê jî bi birçîbûnê ve tê terbiye kirin û bi pêkanînên bende mayînê re,rû bi rû dîmine. Kaçaxçîtî, wek pişeyê rizgar kirina bingehîn tê dîtin. Lê di vê oxirê de gelek kes li ser sînor hatine qetil kirin.
Piranî ev kaçaxçiyên ku wek kolber jî tên zanîn, ew derdorên ku pergala ajantiya(besic) dewletê, qebûl nekirine, xwe ji hişberê diparêzin û li dijî jiyana rêderketî tekoşîn didin, ji ber vê jî di hedefa rejîmê de ne. Rejîm ji bo xwe bi wan mirovan bide qebûl kirin, li ser sînor qetlîaman pêk tîne. Polîtîkayek din a ku rejîm li vê derê birêve dibe jî, ewe ku midaxeleyî kolberan dike da ku derbasî aliyên din ê sînor nebin. Lê dema ji sînor dîkevin hûndir, ango dema mal ji derve dîxînin hûndirê Rojhilat şûnve, midaxele destpê dike. Kolberan bi vê rêbazê ve neçar dikin, da ku an malê derve anîn bi wan re parve bikin an hemûyê bidin wan an jî mirinê bidin ber çavê xwe. Dema ev hemû nebûn jî, wê carê fermandarê leşkeran bigotina; ‘wê kî herî baş gule bireşîne’ ve kolber hedef tên nîşandan. Vê carê jî dema leşker nexwaze gule bireşîne jî, tê wateya ku xwe ji ber van sedeman (li gorî fermanê tevne geriyaye, ji binpê kirina sînor re destûr daye û hwd.) ji mirinê re amade kiriye.

Pergala Îrana ku feraseta Şîatî serwer e, bi awayek dijwar cihêtiya Sunî û Şîa tê pêk anîn. Li hemû qadên jiyanê, bi taybet jî di pergala perwerdehiyê de derfet ji Suniyan re nayê pêşkêş kirin, lê ji Şîayan re hetanî dawî maf tê nas kirin. Di nava civakê de jî bi vî awayî tebeqe tê afirandin û Suniyan arasteyê Şîatiyê dikin. Ji ber vê nêzîkbûyînê gelek ciwan, li ser navê sûdwergirtina derfetên ku pergala heyî pêşkêş dike, ji malbatên xwe veşartî ji Sunitiyê derbasî Şîatiyê dibin. Bi vî awayî înkara nasname û çandê tê afirandin, hevşibandina pergalê tê pêşxistin. Bi çand dûrxistinê ve, di her fersendê de pêwîstiya pejirandina çanda ku jê biyaniyê rû bi rû dimîne. Rejîma Îranê, modela perwerdê jî bi temamî li ser mantiqê teslîm girtin û di nava pergalê de helandinê pêk tîne. Bi derpêş kirina mantiqa ol a harêmseraytî- koçk ve; hetanî dibistana amadeyî jin û zilam perwerdê biawayek xweser dibînin. Bi mantiqê Şerîatê perwerde tê dayîn. Lê bi pêvajoya zanîngehê re derbasî perwerdeya tevîhev dibin. Bi perwerdeya tevîhev re ajoyên zayendî derdixînin pêş û ji bo her cûre sexberî li ser bedena jinê bê bidest xistin, rêbazên cûr be cûr tên ceribandin. Digel ku di pergala perwerdeyê de Kurdî ne qedexeye jî, lê li ser wê jî di mufredatê de li ser navê Kurdîtiyê hema tiştek jî tune ye. Bi fêrkirina zimanê xwe ve helandina di nava pergalê de, bi vê rêyê ve tê afirandin. Zanîngeh, ji aliyê îstîxbarata Îranê ve her tim di bin venêrînê de tê hiştin, ji bo îstîxbaratê bûne mekanên ajan rêxistin kirinê. Dîsa bi armanca ji rêderxistina şagirtan, pêkanînên hişber û fihûşê zêde tên bikar anîn. Dema madeyên hişber didin jinan, zilaman jî arasteyê derziyên ku hêza têkiliya zayendî xurt dike, dikin. Wan dermanan tenê difiroşin ciwanên Kurd. Bedena jinên ciwan ên madeyên hişber bikar tînin jî, dikevin bin her cûre sexberiyê. Bi rêya tecawiz û fihûşê arasteyê sixûrtiyê dikin. Ji ber vê sedemê li ser navê ku ji rêderketina exlaqî çênebe; bi taybet jî di demên dawiyê de malbatên Kurdistanî, rêya ne xwendina jinên ciwan dihilbijêrin. Her wekî din wek rejîma şerê taybet a Tirk li van qadan jî dibistanên şeviniyê tên zêde kirin. Bi vî awayî ciwanên Kurd hîna di temenê zaroktiyê de, ji çanda xwe ya xweser û nirxan tên dûr xistin neçarî biyanî bûn û bêhafiza bûnê tên kirin.
Yek jî rêbazên bingehîn ên ku rejîma Îranê ji pergalên din ên mêtînger cihê dike, pergala “besic” a ku di mijara sîxûrtiyê de pêşxistî ye. Hema bi vê rêyê ve dixwaze li her malê sîxûrekî çêbike. Wekî ku dixwaze piştrast bike ku hêza dewletê naheje, ji bo vê jî hemû civakê her tim di bin venêrînê de dihêle, nêvengek bê bawer û tirsnak ava dike. Bi vê re civak aniye wê astê ku her kes ji her kesî/ê guman bike. Ji ber ku dixwaze hemû qadên jiyanê bixîne bin venêrîna xwe, ji bo vê jî pêdivî bi gelek ajanan dibîne. Ji bo pergala besîc pêşda bibe jî, amûrên wekî tecawiz, hişber, diyardeya namus a ku paşverûtiyên civakê nixaf dike û xizaniyê bikar tîne. Bi vê rêyê jî her kesî/ê tîne asta ku ji vê pergalê re xizmet bikin.
Bi taybet jî li Kurdistanê, li ser zarokên malbatên welatparêz polîtîkayên hê xwesertir dixîne mêriyetê. Bi vî awayî dixwaze hevkariyê pêş bixîne. Xwendewanên ku li derveyî Kurdistanê dixwînin dike hedef û wan neçarî besîciyê dike. Li hember jinan jî, mixabin li ser bedena wan rêbazên ku wan neçarî ajantiyê bike dixîne mêriyetê. Destpêkê rêbaza iqna kirinê bikar tîne, dema dît ku îqna nabe vê carê jî tecawîz dike û li ser paşverûtiyên civakê gef lê dixwe û neçarî vê pêkanînê dike. Îtlaeta Îranê ya li ser rêxistin kirina vê pergalê ve xwe li ser piyan digire, venêrîna civakê bi vê rêyê ve pêk tîne.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,542 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 40
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 25-04-2022 (3 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: مافی مرۆڤ
پۆلێنی ناوەڕۆک: کۆمەڵناسی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 18-09-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 19-09-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 18-09-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,542 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 1.343 چرکە!