کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,730
وێنە
  123,929
پەرتووک PDF
  22,081
فایلی پەیوەندیدار
  125,614
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,087
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
965
وێنە و پێناس 
9,463
کارە هونەرییەکان 
1,573
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,952
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
761
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,051
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,676
کورتەباس 
22,144
شەهیدان 
11,899
کۆمەڵکوژی 
11,366
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,063
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
735
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
906
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
55
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   تێکڕا 
273,542
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXXIV
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هاوکارانی کوردیپێدیا، لە هەموو بەشەکانی کوردستانەوە، زانیارییە گرنگەکان بۆ هاوزمانانیان ئەرشیڤدەکەن.
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXXIV
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXXIV
#ROJAVA# MOZAÎKEK RAMAN Û NASNAMEYAN E
Li Hemberî Metodên Hatine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna #Jina Azad#

Şerê taybet nava hewldana ku xwedî li nirxên xeta me ya azadiyê derxist holê derbikeve, wan bike perçeyek pergala modernîst. Pênaseya me ya azadiya jinê bi azadiya lîberalîzmê ve şilo bike, ji jiyana modernîst re xwezî pêanînê pêş bixîne, helwesta reş kirinê ya eniya paş, çavkaniya azadiya jinê mijara gotinê ye. Rêbertiya me nirxandina: “YPJ’ê vedixwînin qesra Elîze, lê YPJ, encama feraseta kîjan azadiyê ye vê nizanin, du rûne” dike. YPJ, hêza parastinê ya bîrdoziya azadiya jinane, pêngavek girîng a pergala rêxistiniya siyasî ya Şoreşa Rojeva, di çarçoveya parastina cewherî ya qadên siyaseta demokratîk a vê pergalê de ye. Ne dîtina çawaniya YPJ’ê, derxistina pêş a hêza şer, ji nirxên azadiya jin a çil salan qut kirin, bi serweriya zilam ve dest girtina YPJ’ê ye. Di dawiyê de ji cîhana modayê re pêşkêş kirina cil û bergên YPJ’ê, têkilî populîzmê re kirin, ji polîtîkaya ku wê xerab dike û siyastek plan kirî wêdatir ne tiştek din e. Heman Fransa ji qetil kirina hevala Sara, Rojbîn û Ronahî yên ku li Parîsê hatin şehîd kirin re şirîke, qatil veşartiye, şopên li pêy kesên qetil kirî, paqij kiriye, hetanî pêvajoyek ku berjewendiyên wî yên bi dewleta Tirk re nekeve nava nakokiyê bikar bîne; parastiye, jê re rê vekiriye. Ne tevî kirina îradeya gelê Rojava ya ji mekanîzmayên çareseriyê re; nekiriye pirsgirik, lê ji YPJ’ê re çepik lexistiye. Lê ketine nava peymanek qirêj a şehîd xistina heman endamên YPJ’ê li Efrînê. Ev hemû tevgera derûnî ne. Tu nêzîkatiya ku hebûn û çavkaniya Rêbertî daneyne holê niyetek baş nahewîne, jixwe di hevaynê dewlet û desthilatdariyê de niyeta baş tuneye. Şerê taybet li Rojava, awanî û mekanîzmaya Neteweya Demokratîk ji hêzên wê yên parastinê cuda digire dest, wekî ku mekanizmayên cuda bin tevdigere, bi rastî hewl dide wan bîne beramberî hev û Netew bûyîna Demokratîk bê bandor bike. Ev taktîkek şerê taybet e. Perçe bike, xwe ve girêbide, rêve bibe. Polîtîkaya klasîk a Îngîlîzan e. Mirov dikare bi sedan mînakan ve, bigire dest. Hebûna hêzên navnetewî ya li Rojava ne tenê di asta leşkerî de ye, esas êrîş û dagirkeriya wan bîrdozî- çandî ye. Hewl didin formata xwe ya şêweyê leşkerî bidin xebitandin, şibandina wek xwe bi pêşketinê ve pênase bikin, xwe wek modelekê pêşkêş kirin, bi vê armancê ye.

Hewl didin bi rêbaza şerê taybet a ku li dijî Şoreşa Rojava pêş dixînin jî, ji Kurdê çete- xayîn qad vekin, mixatabiyê jî li ser wan pêş bixînin. PDK projeyeke; ji roja destpêkê û hetanî niha rewş eve. PDK rêxistinek komplo ya ku li ser bingehê armanç û siyasetekê karakter pê dane qezenç kirin; Kurdîtî bi organîzasyonên wekî PDK’ê ve pênase kirin, di zemînên rewa yên şaristaniyê de cih dayîna wan li gorî pêwîstiya berjewendiya wan in. Çawa ku yekdestî di hemû qadan de hêz kom dike; desthilatdarî yekdestiya herî mezin e, ji xwe re bask çêdike, wekî cudahiyekê tê dîtin, lê hemû bask ji wî re xizmet dikin, ji ber ku aîdê wî ne. Rêxistinên çete- xayîn ên şêwazê PDK’ê baskên wî ne, ango ne Kurdên wî, ji ber ku Kurd bikaranînê îfade dike. Di şoreşa Rojeva de beşek ku bi pere hat standin û di hewza îxanetê de hat gêre kirin, destpêkê bi navê ENKS’ê ve hatin rêxistin kirin, ew li ser navê Kurdan tevlî civînên mixalîfan bûn. MÎT organîzatorê vê avaniyê ye. Bi navbeynkariya wan ve, xwest nirxên Şoreşê bidize. Dema îradeya azad a Rojava destûr neda vê, van çeteyan ji gel piştevanî negirt, hewldan bi senaryoyên cuda ve serweriya wan çêbikin. Peşmergeyên Roj, ên ku ji revokên Rojava ve hatine ava kirin; rêxistinek çeteye ku li qada Başûr hatiye amade kirin û perwerdeya wan ji aliyê MÎT’ê bi xwe ve hatiye dayîn, dixwazin bi cih kirina wan ve li hember deskeftiyên Rojava bikar bînin. Pirsgirik ne hebûn tunebûna fikrên cuda ne, li gel vê Rojava mozaîkek raman û nasnameyan e. Pirsgirik, anîna rojevê ya navendên çete-xayîn ên li ser bingehê projeyekê hatin amade kirin. Her dema li ser Rojava êrîş pêktên, DYA, PDK pêşmergeyên Roj tînîn rojevê. Amûrê şerê taybet e. Bî nîşandayîna mirinê ve ji, ji tayê re razî kirin eve. Ji aliyekê ve jî, ji rê derxistina bîrdoziye. Li hember nasnameya Kurdê Azad ferz kirina Kurdê xayîn êrîşek bîrdozî ye, di civakê de pêş xistina vê pêngavek ji rê derxistina bîrdozî ye. Xayîntî, amûrê şerê taybet ê herî xeter ku divê her tim bi tekoşînê ve bê bêbandor kirin. Dixwazin Şoreşa Rojava bi îxanetê ve rû bi rû bihêlin. Eger hêzek ji aliyê hêzên dewletparêz û desthilatparêz ve bê destek kirin û taybet bînin rojevê, ev tê wateya ku projeya wan e. Jixwe bi Kurdîtîyê ve nikare bê nirxandin. Divê bi begê xwe re bê dest girtin û bi şêwazê heman tekoşînê ve jî bersiv bê dayîn. Yek jî aliyek herî girîng a polîtîkayên şerê taybet a ku li ser Rojava dixînin mêriyetê, ji aliyê MÎT’ê ve tên amade kirin. Dewleta Tirk, Şoreşa Rojava ji bo xwe wek xeteriyekê dîbîne, li ser vî bingehî ji her aliyê ve êrîş dike. Divê li kêleka êrîşên leşkerî êrîşên ku li ser qada saloxgeriyê pêk tîne jî, di wateyek girîng de bê fahm kirin. Dewleta Tirk a Çete; ya di pêvajoya Bihara Ereban dihat pênase kirin de xwe bi erkdarê pêşeng ê herême ve digirte dest, li ser bingehê rûxandinê tevlî pêvajoyê bûye, hema bêje li her welatî ev rol girtiye ser xwe; Misir, Lîbya, Sûrî di vê çarçoveyê de ye. Dewleta Tirk, piştevanî daye rêxistinên çete yên tundraw ên ku xwe wek îslama radîkal binav dikir, di cewher de jî çanda Îslamiyetê ji holê radikirin, qetil kirina der mirovî ya Qedafî amade kiriye û çepik lêdaye; ev jî bi berteka gel a xwezayî, demokratîk ve binav kiriye, Beşar Esadê ku jê re digot; birayê mine, wek dijmin û xayînê herî mezin îlan kiriye û êrîş biriye ser. Dema encamên ku dewleta Tirk di asta herêmê de hesab dikir derneket holê, vê carê hemû giraniya xwe daye perçiqandina Kurdan û xwe xistiye parastinê. Di vê oxirê de tawîza ku nede û qada ku ne firoşe nemaye. Di dawîyê de digel ku dewleta Tirk qeyrana siyasî- aborî- civakî di asta jor de jiyan dike, şerê bi Kurdan re wek perde, siya wê ya hemû deriyên rantê bikar tîne. Naverasta her tim şer, her tim pêvçûn, naverasta herî baş a nixûmandina rastiyan e. Ji ber vê sedemê rastiya Kurd a ku çeteyê Erdogan her tim wek pirsgirika ‘man û nemanê’ tîne ziman, dûçare rastî êrîşên revdeya herî faşîzan a hevpar tê. Dewleta Tirk qirkirin li ser Kurdan ferz dike. Wek encama vê; ji serî ve berpirs, yê rêxistin dike, piştevanî dide û êrîşên li dijî Şoreşa Rojava pêş dixîne, ew bixwe ye. Hevkariya wî ya bi DAIŞ’ê re; hevkariya derûniyê ye, rastiya wê di çarçoveya wan armancan de pêk hatiye. DAIŞ di wateya karakter û çawaniya şer de dewleta Tirk model digire, ji wan perwerde dibîne.Taktîkên dewleta Titk ên; ser jêkirinê, li ser cesedan leyîstin, bisaxî şewitandin, tirs belav kirin, yên ku nekarin xwe biparêzin bi tundiyê ve perçiqandin, îro DAIŞ pêk tîne. Li Rojava taktîkên şer û rêbazên ku DAIŞ’ê bi tanqan ve rêve dibir, ji aliyê Rêbertî ve bi şêwazê: “ Ev taktîk û rêbaz ên rejîma şerê taybet a fermandariya giştî ya Tirk e. Nexwe ez Ereban nas dikim, wiha ezmûn û taybetmendiyên wan ên şer kirinê tunin”, nirxand. Rêbertî têkildarî êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê û nêzîk bûyînên desteser kirina zarokên keç, got: “Dema min nêzîk bûyînên desteser kirina zarokên keç ên DAIŞ’ê bihist, pêşiyê zarokên keçên Kurd ên di dema qetlîama Dersîmê de hatin desteser kirin û ji malbatên serbazan re hatin dayîn, hat bîra min. Heman rêbaz bû.” Ji ber vê yekê Rêbertî ji destpêkê ve diyardeya DAIŞ’ê; wek hêza lêdanê ya eniya Suniyên faşîst ê ku AKP’ê afirand nirxandiye û di pevxistin û pratîze kirina wê de jî diyar kiriye ku rolek diyar a rejîma şerê taybet a Tirk heye. Her kesê/a ku dikare rast analîz bike jî vêya dizane ku; rêxistinek ku xwediyê eqlek stratejîk be, dema li Sûrî û Iraqê sengerên girîng qezenç kiribe; cihê ku wan bihêz bike û rêxistiniya xwe kûr bike, wê çima yekser xwe beraliyê Kurdan bike û di vê de jî israr bike? Bi şertê ku wê xwe biqedîne jî israra dijmintiya Kurdan, taybetmendiyek rejîma şerê taybet a Tirkên nîjadperest e. Dema em rêbazên ku DAIŞ’ê pêk anîn dinêrîn jî, giranî bi şopên rejîma şerê taybet a Tirk re rû bi rû dimînin. Dewleta Tirk a çete DAIŞ di ser Kurdan de ajotiye û bi vî awayî xwestiye şoreşê bê bandor bike. Serbazên Tirk ji vê re serkêşî kirine, DAIŞ’ê her cûre piştevaniya lojîstîkê ji dewleta Tirk a çete standiye, wekî leşkerên wan ên kirêkirî xizmet kirine. Ji ber dewleta Tirk pirsgirika xwe ya bi Kurdan re wek pirsgirika man û nemanê digire dest, ji bo vê jî teqez tune kirinê ferz dike. Êrîşên li ser Şoreşa Rojava, çavkaniya xwe ji vê digire û tenê hebûna me ji bo êrîşên wî sedemek têrker e. Plana ‘Çongdanînê’ ya di Cotmeha 2014’an de amade kirî nîşaneya vê ya herî vekiriye. Li wê derê bi awayek pir vekirî gotine ku; ‘eger agirbest jî bê îlan kirin wê nas nekin.’ Ango çareserî li aliyekî ji bo yên bi xwînê xwedî dibin jiyan bikin di nava ferz kirina divê Kurd bimirin de ne. Di vê xalê de çavsor in, di dawiyê de dagirkeriya Efrînê vêya bi awayek herî zelal datîne holê.

Rejîm jî; bi çavê ku ji berjewendiyên wî re xizmet bike, li beşa bi navend Kurdistan a polîtîkayên şerê taybet a dewleta Tirk mêze dike; ji ber Kurdên ku lewaz ketin ji armancên xwe re guncav dibînin, lewma rewşek ku wan êrîşan kûr dike digirin. Di encamê de rejîm xebatên MÎT’ê dişopîne, lê destwerdanê nake, berevajî piştevanî dide. Gelek kesên ku ji Rojava tên rewandin, di deriyê sînor a Qamişlo ya wek fermî di destê rejîmê de ye, tên derbas kirin. Li kêleka wan li Rojava piştevanên yekemîn ên MÎT’ê, rêxistiniya PDK’ê ya ku di nava ENKS’ê de cih digire; ji her pêk anîna qirêj re milîstiyê dike, di karên wekî tevlîhev kirina hûndir, şilobûyîn, revandin, sabotaj de tê bikar anîn. Bi êrîş û reşkujiyên li ser gel û kadroyan, ên ku ji aliyê şaneyên veşartî yên MÎT’ê ve tên li dar xistin ve dixwazin di gel de tirs ava bikin û ji PKK’ê veqetînin. Li ser mijarên wekî propagandaya qirêj, şaş agahî belav kirin, rojev diyar kirin, feraset ava kirin, li dijî tevgerê bê bawerî hiştina civakê, belav kirina gotegotan, bêwate kirina ked, afirandina fikara pêşerojê, beralî kirinek ku bendewarî, hêrs û kîna xwe li hember hûndir diverişe; zêde dixebitin, bi taybet jî Kurdên ajan- xayîn li ser vî bingehî bikar tînin. Di serî de medyaya dijîtal de li her derê antî-propandaya PKK’ê tê rêve birin. Tevgera Azadiyê ya ji neteweya Demokratîk re pêşengtî dike, wek; zalim, yek tîp, bi rejîmê re di nava hevkarî de û di bin kontrola DYA’ê de tê nîşandayîn. Bi vê şêweyê xwe ve jî, hewl dide pêşengtiya derveyî Kurdan a Xeta Rêbertî asteng bike, wek bîrdozî jî xebatên reşkirinê dimeşîne. Ew derdorên ku di pêvajoya Şoreşê de tevlî YPG’ê bûn, lê piştre ji ber hincetên cuda qutbûn jî, di çarçoveya wan xebatên antî-propaganda de tên bikar anîn. Bi taybet jî bi pêngavên dawiyê ve; di serî de Ereb hinek derdorên ku ji gel û baweriyên cuda pêk tên li hember pergala Neteweya Demokratîk sor kirin jî, bi hevkariya MIT û rejîmê ve hat rêve birin. Di vê çarçoveyê de dixwazin bi serokêşîran re hevdîtin çêbikin û bi pere teklîf kirinê re li hember tevgerê bikar bînin. Di wateya rast de gel û komên baweriyê; Ereb, Ermenî, Asûrî, Sûryanî yên tevlî Netewbûyîna Demokratîk bûn, hêz û bingeha esas a mayînde kirina şoreşê ne. Perçe kirina vê yekitiyê hedefa herî mezin a şerê taybet e; sor kirin, proveke kirin, pêş xistina reşkujiyên kiryarên wan xumam, bi vê re tewanbar kirina tevgera Kurd, xebatên MÎT’ê ne. Li kêleka vê, bi rêve birina dezenformasyona ku li ser kadroyên çalak ên pêşengtiya Pergala Demokratîk dikin ve, hewl dide wan bê bandor bike. Bi taybet li ser kadroyan beralî kirinek cidî ya agahî girtinê mijara gotinê ye. Di pêş xistina rojev û beralî kirinên pelixandinê yên wekî; xweziya xwe bi jiyana madî anîn, şopandina teknîkî, kûr kirina lewaziyan, hewldana bêbawerî kirinê, eger bikare bide rewandin, ji bo vê ava kirina şebekeyên çete, bi her cûre sozên madî ve standina kesan, li ser wan têkiliya kadro ya bi rêxistinê re lewaz kirin, ber bi hundir ve zêde kirina gumanan, rewa kirina gotegotan, bi gotegotan ve girêdayî rojev ava kirin û tune kirina baweriya hundir a rêxistinî û mijarên din de çalak tevdigere.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,301 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 39
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 11-08-2022 (3 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: مافی مرۆڤ
پۆلێنی ناوەڕۆک: کۆمەڵایەتی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: ڕۆژاوای کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 18-09-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 20-09-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 18-09-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,301 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.297 چرکە!