پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ڤیدیۆ
هاووڵاتییەک جەژنی ڕەمەزان و قوربان هی من نییە هی عەرەبە و جەژن ناکەم
22-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
فەرهاد پیرباڵ؛ میز بە هەموو شتێکی تورکیا داکەن
22-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
ئەشکەوتی بەکرێگیراوان
22-04-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
قەڵای هەولێر بە ئاڵای تورکی داگیرکەر و فاشیست داپۆشرا!
22-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
22-04-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
شێخی مەزن
21-04-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
عەبدولکەریم بەرزنجی
21-04-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
کوورتەیەک لە ژیانی هێمن موکریانی
20-04-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
لاواندنەوەی شێرکۆ بێکەس بۆ ئەنفال
20-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
بەسەرهاتی ڕزگاربوونی فاتیح سەنگاوی لە پڕۆسەی ئەنفالدا
20-04-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 516,955
وێنە 105,381
پەرتووک PDF 19,099
فایلی پەیوەندیدار 95,915
ڤیدیۆ 1,285
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی کۆیە
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنام...
ژین
وێنە و پێناس
ڕەفتارە دڕندانەکانی سووپای ...
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
پەرتووکخانە
کوورتەیەک لە ژیانی هێمن موک...
ÇEND DÎMENÊN XEMGÎN ÊN KURMANCIYA NIVÎSKÎ
بەرهەمەکانتان بە ڕێنووسێکی پوخت بۆ کوردیپێدیا بنێرن. ئێمە بۆتان ئەرشیڤ دەکەین و بۆ هەتاهەتا لە فەوتان دەیپارێزین!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Helbestvanê Kurd Ehmedê Huseyînî

Helbestvanê Kurd Ehmedê Huseyînî
Eger armanca weşangeriya #kurmancî# bi giştî, û bi taybetî, eger çapkirin û belavkirina pirtûk û kovarên #wêje# û #huner#ê, tenê, ji bo weşandin û reşkirina rûpelan, û bi navê parastin û nûjenkirina zimanê #kurdî#, xwepêşandaneke kawikane û qayîşkêşaneke gundiyane yî bêhavil bit. Û eger di vê serdema serberdayî de, prosesa weşanê nikaribe angoyên hebûna xwe, mebest û egerên peydabûn û birana(burhana) pêwistiya xwe, wisa ronak, eşkere û bi zimanekî rewşenbîraneyî têr aferandin, têr zanîn û raman, wergerîne qada hişyarî û hişmendî û peyivîn û ragihandinê, û nikaribe rêçên lêpirsîn û guftûgoyan di sînorên pêdivî û pirsgirêgên çanda kurdî de biqelêşe, wê çaxê pirsine giring û balkêş, û gelek caran tirsnak jî, di hişê mirovan de tên vejandin. Hemî pirsên ku tên vejandin jî, di serencama xwe ya dawîn de bi sewiyeta rewşenbîrê kurd ve girêdayîne û li ser rolên wî yên siyasî û civakî û şaristanî gumanên rehdaçikyayî pêşkêş dikin.
Di vê qonaxa hestdar de, piştî awqase sosretên ku bi serê kurmancî hatine û hêjî berdewam in, rewşenbîrê kurd hem wek goveyê(şahidê) wan sosretan û hem jî wek projeyeke kultûrî yî raperînxwaz ku dixwaze navroka zimanê xwe berbi hunerên derbirî de rakişîne, pêwiste tu carî ji asta gumanê danakeve; gumana li ser strûktûrên rasteqîn ên paydabûna wî; gumana li ser ronakî û paqijî û zelaliya hestên wî, gumana li ser gurmiçandin û lawazkirina kesayetiya wî ya dîrokî û gumana li ser raman û bîrûbawerî û nirx û stûnên nasnameya wî ya netewî. Ango gumana li dijberî bêgumaniya reha (mutleq). Çinkî tenê bi himbêzkirina tovên gumanê bizav dikare li hemberî rawestanê, rêjeyî li hemberî rehayiyî, pêşveçûn li hemberî bi çûndemayîne, rawestin. Û rewşenbîrê kurd jî di vê sewiyetê de dê bikaribe dest bi vejandina gencîneya ku di hinavên kurmancî de veşartiye, bike. Dê bikaribe li hemberî prosesa asîmîlasyonê erkên xwe yên dîrokî bi karbîne, ne tenê dê bi zimanê xwe binivîsîne lê dê xwîneke nû û hêrseke teze û angoyeke dolmend û nîşan û amjeke dahênane pêşkêşî zimanê xwe bike.Herwisa dê bikaribe di cîhana zimanê xwe de asoyên nûjen, dîdarî û awirên sersom jî veke.
Wexta ku nivîskarê kurd li zeviyên gumanê bigere û asoyên gumanê ji boyî firîna xwe hilbijêre; wê wextê dê ji bilî pirsan bi tu tiştî mijûl nebe. Û hemî bareyên mijgirtî yên cîhana peyva kurdî dê her û her sawa wî berfirehtir bikin, dê her û her jî wî dehf bidin, ku vê sawê, di çeşnê pirsine çarenûsane de biafirîne:
( dengê teqîna pirsekê dikare ji dengê teqîna sed bersivan xurttir be. G. Garder)
Dê pêşkêşkirina naveroka sawê û ji ser pêşenîka çanda kurdî daweşandina tozê, wek erk û berpirsyariyeke dîrokî û rewşenbîrîyî wijdanî bibîne. Bi heman bîrûbaweriyê, dê hewl dide, ku li kesayetiya windayî ya zimên bigere û di çarçewa hişmendiya netewî de, hestên beravêtî û lawaz, ji nû ve, bi laşê ziman ve girê bide.
Bi xwesipartina ser jîndarî û kûrahî û çalakiya zimanê netewî, hebûna rastîn û kesayetiya rehdaçikyayî ya mirovan, herwiha di dîrokê de berdewamî û heyîna civatan ji windabûnê tête parastin. Her kes wek endamê civateke netewî, dikare, eger û merc û sedemên berdewamiya hebûna xwe ji berdewamiya hebûna zimanê xwe yê netewî-zikmakî wergire. Dîsa, her kes, rastiya bûneweriya xwe ya civakî, siyasî, dîrokî, çandî û şaristanî ji rastiya hevgirtin û dolmandî û ji radeya çesipîn û berfirehî û şiyana guncîna zimanê xwe digel pêşveşûn û pêdiviyên serdeman, bi dest dixîne, û li bin perên vê bi destxistinê bi xwe, dikare, xewnên xwe, cîhana xwe ya giyanî û formên xweşik ên nasnameya xwe û di çarçewa mercên mirovatiyê de; mirovatiya xwe ya teybetî, bi karbîne.
Bi alîkariya zimên- ziman wek bûnewerekî bi laş û bi giyan û wek alava seretayî ya têgihiştin û derbirînê- bîr û baweriyên kevin û nuh ên civatê, rewişt û gerdîşe, vemayî, mîrat û kelepor, dîrok û ol û felsefe, raman û lojîk, tore û huner û pîşe û alav, gêwil û rengvedanên derûnî- psîkolojî, xwe nêzîkî hevdû dikin, û bi hev re, çand û rewşenî û kultûra wan xelkên ku bi (vî) zimanî yan bi (wî) zimanî dipeyivin, pêktîne, dadimezirîne.
Bi kurtî, ziman pencereya herî pîrozane ya hebûna mirov e, di wê pencereyê re mirov dikare li dorhêla xwe û li gerdûnê jî temaşe bike. Ziman (ez) a mirov e, (ez) ek e bilind û payedar e, bêyî vê (ezê) ne mirov dikare nêrînên xwe li ser tiştan durist bike û ne jî dikare bîr û baweriyên idyolojî damezirîne.
Wek ku Haydger(Martin Heidegger) dibêje: ziman xaniyê bûneweriyê ye.
Ji destpêka vê sedsala ku dagîrkirina Kurdistanê dîmenên xwe yên siyasî wergirtiye û hetanî vê kêlîkê, ti carî, proje û planên hewldana ji holê rakirina nasname û taybetmendiyên kesayetiya mirovê kurd ranawestiyane. Di vê hewldanê de, û di pêvajoya tevgera berxwedana gelê kurd ya ji bo bidestxistina mafê netewî de, renge, zimanê kurdî ji her tiştî bêtir hatibe pelçiqandin, herwisa renge ku zimanê me mezintirîn û payedartirîn şehîdê berxwedana gelê kurd be.
Digel ku gelê kurd, li beramberî êrîşên hovane yên ku dixwestin nasnameya wî talan bikin, di serencama dawîn de, şiya wê nasnameyê biparêze jî, lê dîsa hetanî radeyeke balkêş û tirsnak, zimanê serdestan bi alîkariya dibistan û alavên ragihandinê û pronameyên taybetî û dijwar, dikarîbûye ( mebesta min zimanê serdes e) cihê xwe di hest û nest û têkperîn û hêrs û jiyana giyanî ya mirovê kurd de çêbike. Bi gotineke dî, di şûna ku gerek zimanê kurdî wijdan û hiş û hişmendî û hizra mirovê kurd dameziranda, dibe zimanekî biyanî û mirovê kurd jî li hemberî zimanê dayika xwe di mişextî û namoyiyeke tundî dijawar de dijî.
Li vir, perwerdeyiya li jêr desthilatdariya dagîrkeran, rêbaz û çand û şaristanî û dibistanên veguheztina fermanên zimanên birêz û rêzdaran dest pê dikin. Zimanê kurdî jî dako piçekî ji rûmeta xwe biparêze, ta radeyekê, di peywendiyên rojane yên di navbera binemalê de bi cî dibe.
Sê şaristaniyên cihêreng, bi alîkariya sê zimanên cuda, berbi giyanê mirovê kurd de diherikin da ku birîna zimanê wî kûrtir bikin. Serencam, zimanekî nû ye. Dabirîna hebûna antolojî ya mirovê kurd e. Di civatê de Jihevxistin û lerizandina cîgehê zaroktiyê ye. Li kêleka lêş kuştina hest û giyan e.
Ji bo ronîkirina vê xalê bi xwe û ji bo berbiçavkirina çend pirsên pêwist ku dê bihingivin cîhana wêjeyî û rewşa kurmanciya nivîskî ya îro, ez dixwazim bi kurtî li ser çend dîmenên xemgîn ên ku bi rastiya derbirîna zimên ve girêdayîne rawestim.
Wek ku tê xuyanîkirin, roj bi roj, cîhana rewşenbîrî û çandeyî ya ku xwe bi zimanê dayikê derdibire, ji alîkî ve berfirehtir dibe û ji aliyê dî ve jî tevlihevtir û aloztir dibe.
Di avakirina vê cîhanê de, her kesê ku dikare bi kurdî bixwîne û binivîsîne, bi hêsanî beşdarî nîgarkirina dîmenên wê dibe. Di vê bareyê de, rê li ber berpirsyariya wijdanî û dîrokî, ast û sewiyeta têgihiştin û zanînê, pîvanên neskirî yên dahênan û afirandin û hunerê, bi navê vejandin û dolmendkirina kurmancî wek ziman û wek pirtûkxane, tê girtin. Bêguman, zimanê kurdî zimanê gelê kurd e, lewra mafê her kurdekî heye ku bi zimanê xwe bixwîne û pê jî binivîsîne, dikare ji bo bidestxistina vê erka pîroz hemî jiyana xwe terxan bike, lê dixwazim bidim xuyanîkirin ku daxwaz û arezû û xewn û xwezka tiştek in û realîteya ku îro li berdest û li berhest e tiştekî din e Mebesta min ew e, ku ne tenê bi nivîsandina kurmancî mirov dikare merc pransîbên welatperwerî û niştimanheziyê wergire.Eger wisa bit, pêwist e hemû gelê kurd nivîskarê kurmancî be. Ango mirov dikare cawfiroş û gulfiroş be lê di eynî wextê de mirovekî qenc û hêja, bi rûmet û dilovan, welatperwer û hest tenik be jî.
Piraniya kesên ku bi nivîsandina kurdî mijûl dibin, di hevpeyivîn û di gelek kovaran de didin xuyanîkirin ku nivîskariya wan ji bo parastina zimanê kurdî ye, ji bo vejandin û ji nû ve bikaranîna vî zimanê bi şûndemayî ye. Dêmek eger zimanê kurdî di sewiyeta zimanên dîtir de bûya dê xwe nêzî cîhana nivîsandinê nekiribana!?
Nivîskarên kurmancî (helbestvan, romanivîs, çîroknivîs, zimannas, rexnegir!) ên ku îro xwe wek xwedî û berpirsyar û xemxurên ziman û wêje û çanda kurdî dibînin, di zaroktiya xwe de, li dibistanê, bi zimanê xwe yê zikmakî nexwendine.
Ango, ti kes, bi rêk û pêkî û bi rêzanî, bi awakî zanistî û hişyariyane, hînî zimanê xwe yî ku îro pê dinivîsîne, nebûye.
Wek serencama vê nehînbûnê û di bin bandora wê de, valahiyeke bê ser û ber, kûr û berfireh, di navbera mêjî, hest û nest û alavên derbirînê de û di navbera rastiya nivîskariya bi kurmancî de, peyda bûye.
Herwisa vê bandorê bixwe xeleka bingehîn û seretayî û kilîta sewiyeta guftûgoyên pêwist yên li ser strûktûrên şaristanî û civakî û psîkolojî yên ku beşdarî damezirandina kesayetiya rewşenbîrê kurd bûne, bi xwe re winda kiriye. Ji ber ku, li ser rawestan û têramandin û ronîkirina vê bandorê ji hundir ve dikare bibe pileya yekemîn a pêşkêşkirina çend pirsên mezin û çarenûsane ku di dawiya dawî de dê bihingivin rastiya nasnameyê, kesayetî û dîrok û hestên netewî jî; ne tenê yên rewşenbîrên kurd lê yên mirovê kurd bi giştî (wek hebûn û şaristanî û projeyeke çandeyî) ku di çarçewa zimanê xwe de -mebesta min mirovê kurd e- mirovekî nexwendewar e.
Bi hînbûna zimên di dibistanê de yê zarok- şagirt dikare hêz û şiyana li ser peyvê rawestan û bi hûrbînî lêtemaşekirinê, wergire.
Di wan salên seretayî de, di wê dibistana pêşîn de, mêjiyê zarok hînî pirsan dibe, rastî û çewtiyê ji hevdû cihê dike û bi hiştûjî; bi alîkariya rêzimaneke rastîn, dest bi çêkirin û avakirina hevokan dike.
Di dibistanê de, ku pêngava seretayî ya hişyariya zimanî dest bi ji dayikbûn û fetiqandinê dibe, hest û nest û têkperîn û gêwlê zarok jî di çarçewa vî zimanî bi xwe de dest bi avabûn û geşbûyînê dikin; bi laşê zimên ve tên girêdan û di şaristanî, dîrok, çand û bîrûbawerî û kultûra vî zimanî de jî tên bistirîn û bişaftin.
Ji bilî hemî helbestvanên kurd ên ku ta aniha helbesta Cegerxwîn dûbare dikin, ku di çarçewa bar û doxên civakî û dîrokî de; xwedan hestine zelaltir in, û di berhemên wan de , şopa bandora hînbûna zimanê dagîrkeran, di warê derbirîna peyva resen û zikmakane de nîne, nivîskarê kurd (Kurmanc) zimanê xwe yê zikmakî ji malê û ji kolanê wergirtiye. Ev wergirtin bi awakî rimikî (xerîzî), ji ber xwe ve û hetanî radeyeke balkêş bêyî agadarî pêk hatiye. Wisa eger em li ser wan nivîskarên ku bi mezinahî (25-30 salî) hînî axavtina(ne nivîsandina!) kurmancî bûne, nepeyivin.
Rast e, ziman wergirtin mirov digihîne pileya fêrbûn û bikaranîna rojane ya zimên, lê dibistan û hînbûna di dibistanê de rewşeke dî diafirîne, ku mirovan digihîne asta zanîn û nasîna dirustî û rast bikaranînîna wergirtinê. Dîsa di dibistanê de, mirov hînî rêziman û rastnivîs û nermahiya danûstendina bi zimên re dibe, çinkî rêziman ne hema
alava derbirîna ramanan e, lê ew bi xwe_rêziman_ ramanan çêdike û bi gewde dike jî. Ji ber ku çêkirina ramanan ne prosesek serbixwe ye, na, ew bi xwe jî beşeke ji rêzimana zimên.
Kurmanciya nivîskî ya îro serencama xuristî ya vê bareyê(haletê) ye. Nivîskarê kurd jî eger nivîskarê zimanê kurdî be gerek serencam û derçûna herî ronak ê bareya wergirtina zimên be. Ji xwe pirsa serekî li vir dest pê dike: Ma nivîsandin, wek huner, bi zimanekî wergirtî çêdibe yan na? Ez vê pirsê hetanî ku xweşmêrekî nivîskar (nav di xwe de bide) û ji me re ta bi derziyê ve ke, vekirî dihêlim!!.
Jixwe eger em bixwazin vê bareya malkambax ji çarçewa nivîsandinê rakişînin realîteya dabeşkirina coegrafyayî û formên sînor û dorpêçkirina gelê kurd, dê rewşa çanda kurdî, kesayetiya resen û dîrokî ya mirovê kurd, awayên perwerdeyî û geşkirin û duristkirina hişmendyane ya rewşenbîrê kurd bi taybetî, hem zelaltir û hem jî xemgîtir, diyar bibin.
Li vir pirsên bingehîn ên hebûnê, û lixwemikurhatina rasteqîn a rewşenbîr û nivîskarê kurd, û asta balkêş û tirsnak a guftûgoya çarenûsane, dest pê dikin. Ango pirsên di çeşnê gurmînê de ku dê sergêjahiya melevanê peyva kurdî rawestîne, û dê bikaribin asoyên nû û teze li ber pirsgirêkên dîrokî û siyasî û rewşenbîrî jî vekin:
– Hetanî kîjan radeyê me li dijberî çanda tirk û ereb farisan çanda xwe ya netewî parastiye?
– Cihêwazî û nakokî û sê formên cihêreng ên danûstendin û rabûn û rûniştina kurdan ku ji xwarin û cillixwekirinê dest pê dikin û li cem têramandin û hişmendî û awayên derbirînê ranawestin, ji kûderê hatine?
– Kurdê ku çanda xwe, kultûr û zanîna xwe ji destê diwemîn wergirtiye, hetanî kîjan pileyê şiyaye hokar û regezên kurdewariya xwe û kultûra xwe ya neteweyî biparêze û jiyana xwe bi heman kultûrê berdewam bike û di çarçewa aferandinê de wê kultûrê derbibire?
Weşan, pirtûk, berhem û nivîskarê kurd ê ku bixwaze ji dil û can, di vê qonaxa hestdar û tirsnak de, ji xwe re, hem roleke dîrokî damezirîne û hem jî beşdarî avakirina dîmena giştî ya çand û peyva kurdî bibe, gerek berî her tiştî hewl bide ku li beramber û li dijberî zimanê êlê, zimanê kerî û zimanê jihevketî yê kolana ku di merc û barûdox û seqayên(etmosfer) sexte û qelp de hatiye perwerdekirin, raweste. Wî zimanî ji toz û bandora dîrokî daweşîne, bêjing bike, zelal bike, biparzinîne.
Nivîsandina wêjeyî, aferandina hunerî û statîkî, eger angoyeke zelaltir û mebesteke piralî û hokarên nû yî rehdaçikyayî û qublenameyeke jêpiştrast pêşkêşî zimên nekin, dê, ew nivîsandin û aferandin, wek serencamine bêguman, careke dî dûbarekirina zimanê berdest be, dê dûbarekirina realîteya naskirî ya dîrokî û civakî be, realîteya ku bi sedsalan dîmenên wê ji alî dagîrkeran ve hatine nîgarkirin û parastin.
Di çarçewa dîroka “kurmancî” de, dê ji nû ve ragihandina barûdoxên siyasî û bi bîranîna proje û planên sedsalane yên hovane û trajîdya qedexekirin û gemkirin û afsaneya berxwedan û xweparastina kurmancî bixwe be jî.
Wexta ku nivîsandin ziman zelal bike, naverokekê pêşkêşî ezmûneya nivîskarê kurd dike; berya ku ev naverok naverokeke navnetewî û mirovî be, dê naverokeke taybetî yakekesî û netewî bit. Ango wêje û nivîsandin, di vê sewiyetê de, dê formekê pêşkêşî jiyanê bikin, mebesta me jiyana mirovê kurd e. Bi alîkariya vî formî, em dê xwe, hest û nestên xwe û mebesta hebûna xwe, erk û pêdivî û berpirsiyariyên xwe yên wijdanî û şarestanî nasbikin.
Ev proses ne bi nivîsandina deqên hêsan û sade û ne jî bi xwesipartina têrm û hevokên wergirtî, û ne jî bi xwepêşandan û xwerepkirin û di zemîna peyvê de bi xwedûbarekirinê, pêk tê. Lê pêkhatina durist a vê prosesê bi kûrkirin û berfirehkirin û dolmendkirin û asovekirina amaje û xeyal û hizrên berz û sihr û aheng û harmoniyeke derûnî, dest pê dike. Bi kurtî, eger em di wê baweriyê de ne, ku êdî kurmancî dest bi xwenivîsandinê kiriye, gerek em bikaribin, bi vî zimanî, ezmûneyên xwe, hem wek mirovine rewşenbîr û hunermend û neynikên rengvedana qonaxên dîrokî yên gelê xwe, û hem jî wek mirovine giştî ku di cih û demeke taybetî de dijîn, bi şêweyekî ciwan û xweşik û giranbuha û hunerane pêşkêş bikin, çinkî mezintirîn tawanbarî li dijî civatê ew e ku em ezmûneya wê civatê bi alavine sexte û bi behreyên lawaz û riswa, bînin zimên.
( Eger tu binivîsînî, gerek berî her tiştî tu şoreşekê neko di civatê de lê di xwe de, di zimanê xwe de, di nêrîna xwe de, û di nivîsandina xwe de, çêbikî. Gerek tu agir bî hetanî ku çirîsk ji te biçin. Adonîs)
Kurmancî jî wek hemî zimanên dîtir xwedan bêje û peyvên giştî û naskirî û amadekirî ye.
Bi van bêje û peyvan, mirovê kurmancîaxêv dikare taybetmendiya jiyana xwe ya gelemper û takekesane, hem ragihîne û hem jî derbibire. Her kurmancîaxêvek- ku ne lal be- bi hêsanî dikare bibêje” ez birçî me “.. Rola wêjeyê ya payedar û giranbuha ew e ku bikaribe vê sewiyeta vebêjî û peyivînê derbas bike û zimanê nivîskî ji vê asta giştî ya bikaranîna zimên rizgar bike, ziman berbi asoyên teze de rakişîne, li dijî bikaranîna prîmîtîv û hevokên westiyayî û fermanên qels û lawaz ên zimanê normal raweste û sînorên nûjen li ber formên cihêreng ên derbirînê veke; ango derbirîn bixwe kûrtir û dijwartir û şarezatir bibe. Di vê çarçewê de, armanca wêjeyê, daxwaz û arezû û kefteleft û xebata nivîskarê wêjeyê jî, ne dûbarekirina peyv û hevok û wişeyên ku her kes- ji bilî lalan- dikare wan ligor sewiyeta xwe derbibire. Lê nivîskar, madam nivîskarê zimanekî taybetî ye û bi cihana hunerê re dan û stendinê dike, gerek bikaribe tiştên ku nayên bilêvkirin bi lêv bike, tiştên ku nayên bi gewdekirin bi gewde bike, tiştên ku nayên pesnkirin û wênekirin û saloxdan, bipesinîne, bi wêne bike û di zeviyên xeyala resen de serpereştê saloxdanê be. Ango peyvan û bêje û hevokan, rêxistina naskirî û berdest a zimên bigihîne wê asoya ku ziman bixwe nikarîbû xwe bigihandê, yan jî ziman bigihîne wê qonaxa ku tu carî di pêvajioya xwe de, ziman, ji xwe bawer nedikir, ku êdî dikare bihingivê.
” Gerek hergav em bixebitin û şaş bibin, hîn bibin û şaş bibin hetanî ku dawiya dawî em bigihêjin belkoyên (ihtîmalatên) vekirî yên deqekî ku bikaribe pêdarî û berxwedanê bike; ne berxwedana li dijî tang û topan û gulleyan, lêbelê ya li hemberî tiştên tirsnaktir: deqên hêsan, deqên yekalî yên ku ji boyî nixumandina tawanbariyên dîrokê hatine nivîsandin” Haydgar.
Ziman, çi ziman be bila bibe, di cîhana derbirîna hunerî de, wexta ku realîteyê wisa qeşartî û eşkere pêşkêş bike, tu nakokiyê di navbera xwe û zimanê rojane û devikî de nahêle. Çinkî di prosesa dahênan û aferandina deqên wêjeyî û hunerî de, gerek zimanê derbirînê hemî alavên spehî û bedew bi dest xîne da ku hebûnê bibêje, man û nemanê biguhêzîne, herdemî û berdewamiyê ragihîne, û di wê sewiyetê de jî bikaribe dîrok û çand û hişmendî û şaristaniya gelê xwe biçesipîne, biparêze, dolmendtir bike, û çend angoyên pîroz û balkêş û bi rûmet pêşkêşî herikîna hebûna wî bike. Neku wêje ji derveyî wêjeyê û li derveyî alavên wêjeyê bête nivîsandin. Neku nivîskarê wêjeyê zimanê xwe ji sewiyeta zimanê kolanê wergire yan jî ji zimanê yên berî xwe, û ji nû ve, ji bêçarî, careke dîtir, bi derbirîneke kambaxtir û bi behreyeke zuhatir û bi alavine bawî, li me vegerîne. Neku zimanê nivîskarê wêjeya kurdî bê ziman be, mebesta me bê zimanekî xweser û taybet û bê tevn û ristineke cihêwaz be. Ma îro ji bilî zimanekî ku hemî nivîskarên kurmancî di navbera xwe de ew dabeş kirine, heye?[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,175 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | http://rojava.net/
فایلی پەیوەندیدار: 1
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 7
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 07-10-2021 (3 ساڵ)
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: چاپکراو
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
وڵات - هەرێم: ڕۆژاوای کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئەڤین تەیفوور )ەوە لە: 21-09-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 21-09-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,175 جار بینراوە
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
ژیاننامە
سەفیەدینی ئورمی
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
پەرتووکخانە
دوو شاعێری ئوکراینی؛ تاراس شێڤچێنکۆ-لێسیا ئوکراینکا
کورتەباس
کوانوو
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
کورتەباس
سەعەشێت
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
وێنە و پێناس
پیاوێک بە جلوبەرگی کوردییەوە لە زاخۆ ساڵی 1927
کورتەباس
هەنگاو
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
مهناز کاوانی
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
ژیاننامە
بەناز عەلی
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
کورتەباس
کاری هەبوون
پەرتووکخانە
ئەشکەوتی بەکرێگیراوان
وێنە و پێناس
پۆڵا نانەوازادە ساڵی 1979
ژیاننامە
عەبدولکەریم بەرزنجی
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ژیاننامە
شەرمین وەلی
وێنە و پێناس
قەڵای هەولێر بە ئاڵای تورکی داگیرکەر و فاشیست داپۆشرا!
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
ژیاننامە
هومایۆن عەبدوڵڵا
پەرتووکخانە
نۆهەمین کابینەی حکومەتی هەرێمی کوردستان
کورتەباس
ئاواتی مرۆڤێک
وێنە و پێناس
چەند کەسایەتییەکی شاری مەهاباد ساڵی 1979
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
شێخی مەزن
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
پەرتووکخانە
کوورتەیەک لە ژیانی هێمن موکریانی

ڕۆژەڤ
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی کۆیە
16-12-2008
هاوڕێ باخەوان
قشڵەی کۆیە
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...)
ژین
25-06-2012
هاوڕێ باخەوان
ژین
وێنە و پێناس
ڕەفتارە دڕندانەکانی سووپای تورک
05-05-2013
هاوڕێ باخەوان
ڕەفتارە دڕندانەکانی سووپای تورک
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
فەیروز ئازاد
پەرتووکخانە
کوورتەیەک لە ژیانی هێمن موکریانی
20-04-2024
زریان سەرچناری
کوورتەیەک لە ژیانی هێمن موکریانی
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ڤیدیۆ
هاووڵاتییەک جەژنی ڕەمەزان و قوربان هی من نییە هی عەرەبە و جەژن ناکەم
22-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
فەرهاد پیرباڵ؛ میز بە هەموو شتێکی تورکیا داکەن
22-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
ئەشکەوتی بەکرێگیراوان
22-04-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
قەڵای هەولێر بە ئاڵای تورکی داگیرکەر و فاشیست داپۆشرا!
22-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
22-04-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
شێخی مەزن
21-04-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
عەبدولکەریم بەرزنجی
21-04-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
کوورتەیەک لە ژیانی هێمن موکریانی
20-04-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
لاواندنەوەی شێرکۆ بێکەس بۆ ئەنفال
20-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
بەسەرهاتی ڕزگاربوونی فاتیح سەنگاوی لە پڕۆسەی ئەنفالدا
20-04-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 516,955
وێنە 105,381
پەرتووک PDF 19,099
فایلی پەیوەندیدار 95,915
ڤیدیۆ 1,285
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
ژیاننامە
سەفیەدینی ئورمی
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
پەرتووکخانە
دوو شاعێری ئوکراینی؛ تاراس شێڤچێنکۆ-لێسیا ئوکراینکا
کورتەباس
کوانوو
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
کورتەباس
سەعەشێت
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
وێنە و پێناس
پیاوێک بە جلوبەرگی کوردییەوە لە زاخۆ ساڵی 1927
کورتەباس
هەنگاو
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
مهناز کاوانی
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
ژیاننامە
بەناز عەلی
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
کورتەباس
کاری هەبوون
پەرتووکخانە
ئەشکەوتی بەکرێگیراوان
وێنە و پێناس
پۆڵا نانەوازادە ساڵی 1979
ژیاننامە
عەبدولکەریم بەرزنجی
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ژیاننامە
شەرمین وەلی
وێنە و پێناس
قەڵای هەولێر بە ئاڵای تورکی داگیرکەر و فاشیست داپۆشرا!
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
ژیاننامە
هومایۆن عەبدوڵڵا
پەرتووکخانە
نۆهەمین کابینەی حکومەتی هەرێمی کوردستان
کورتەباس
ئاواتی مرۆڤێک
وێنە و پێناس
چەند کەسایەتییەکی شاری مەهاباد ساڵی 1979
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
شێخی مەزن
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
پەرتووکخانە
کوورتەیەک لە ژیانی هێمن موکریانی

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.36 چرکە!