Saziya medyayî ya #Kurd#istan24ê wek rêzgirtinekê ji bo xizmeta 50 salî ya hunermend û #mûzîkjen#ê Kurd ê navdar Dilşad Mihemed Seîd, belgefîlmekî derbarê jiyana wî de berhem tîne.
Saziya medyayî ya Kurdistan24ê biryar daye, wek rêzgirtinekê ji bo xizmeta ku pêşkêşî hunera Kurdî kiriye, belgefîlmekî derbarê jiyana hunermend Dilşad Mihemed Seîd de berhem bîne ku ji dema zêdetir ji 50 salî ve li navxwe û derveyî Herêma #Kurdistanê# xizmeta hunera Kurdî dike û hunera Kurdî bi welatên derve nasandiye.
Hunermend Dilşad Mihemed Seîd roja 27ê Tebaxê bû mêvana geşta nûçeyan a K24ê û wî dilxweşiya xwe derbarê berhemanîna belgefîlmekê li ser kar û jiyana wî nîşan da û got: Spasiya saziya medyayî ya Kurdistan24ê dikin li ser hewla wê ya ji bo nasandina berhemên ku zêdetirî nîv sedsal e ez li ser kar dikim. Eger medya bi vî rengî giringiyê bide hunera Kurdî, helbet dê bibe sedema pêşveçûnên zêdetir.
Derbarê vegera wî ji bo Herêma Kurdistanê û serperiştîkirina hunera Kurdî li navxweya welat de, Dilşad Mihemed Seîd got: “Di kabîneya hikûmî ya borî de, min projeyek damezirandina akadimiyekê ji bo pêşxistin û xizmetkirina hunera Kurdî amade kiribû û min pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kiribû û cihek jî ji bo wê hate destnîşankirin, lê ji ber sedemeke nediyar ew kar nehate kirin. Ez her demê amade me vegerim Herêma Kurdistanê û xizmeta hunera Kurdî bikim.”
Dilşad Seîd di sala 1958an li Duhokê ji dayîk bû. Piştî ku wî xwendina xwe ya bilind di enstîtuta mûzîk li Bexda temam kir di orkestra têlêvîzyon û radyo ya Bexda de kar kiriye. Di SALA 1979an grûpa mûzîka Duhokê damezrandiye.
Dilşad Seîd ji sala 1984an heta 1988 li Zanîngeha Wales xwendina xwe ya bilind berdewam kir û bawernamya masterê wergirtiye, ji sala 1991an de li Nemsayê bi cih bûye û li zanîngehên wî welatî waneyên mûzîkê dide.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,665 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!