Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta #Sûriye# keça bi navê Dana Selame ya 23ê salî, derçûya koleja Hunerên Ciwan a Zanîngeha Şamê, dixwaze bi rêya şêwekariyê ji bazneya şerê navxwe yê welatê xwe birev. Selame nema dizane dê bimîne yan welat bicîh bihêle.
Şêwekara Sûrî Dana Selame dibêje “Ez nizanim, gelo siberoja min dê li vî welatî be yan na. Ez nizanim gelo bikaribim bi rêya şêwekariyê berdewam bikim. Pêwîstî bi dahat heye, lewra tişta girêdayî bi dahat dê min bibe warekî din, dibe ku dûrî min be û peywendiya wî bi şêwekariyê nebe.”
Xewna Dana wek her şêwekarekî ew bû, projeyeke taybet bi xwe çêbike, tabloyeke kêmdîtî be yan pêşangeheke cîhanî be, lê şerê navxwe xewn û xeyalên Dana jinav birin, tenê dixwaze dûrî vî şerî bijî.
Dana Selame got jî “Mixabin, jiyan li welatekî li jêr van şertûmercên zehmet de tenê destkefteke. Divê tu her rojê rûbirûyê wan kesan bibe, ku şêwekariyê qebûlo nakin, û divê tu rûbirûyê astengiyên maddî û moralî bibe, lewra jiyana li vir tenê destkefteke.”
11 Sal di ser şerê navxwe yê Sûriye re derbas bûn û trajedya vî welatî berdewam e. 1 milyon kuştî û birîndar,15 milyon koçber û derbider, ji sedî 95ê xelkê vî welatî di bin hêla hejariyê de dijîn. Ji ber nebûna asoya çareseriyê, piraniya ciwanan jî dixwazin welat bicîh bihêlin.
[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,602 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!