Mala Jinan a Kardelenê ya girêdayî Şaredariya Baglarê, bi xebatên xwe yên bi du mehan, di çarçoveya Pêşangeha Dawiya Salê ya Navenda Perwerdeya Gel a Baglarê de, li Parka TEGV'ê ya Amedê pêşangehek vekir.
Mala Jinan a Kardelenê, di pêşangeha Navenda Perwerdeya Gel a Baglarê de, berhemên xwe yên hunerên destkarî, xemlên bi makîneyê, trîkotaj û hinek beşên din ên xebata xwe ya bi 2 mehan di pêşangehekê de kom kir.
Di merasima vekirina pêşangehê de, mamosteya hunerên destkarî, Ayten Çetinerê got, 'Armanca me ew e, ku em Mala Jinan a Kardelenê bidin naskirin. Em dixwazin bidin nîşandan, ku her tim deriyê me ji jinan re vekirî ye'.
Çetiner wiha berdewam bû: Hemû dewreyên me yên perwerdeyê belaş in. Armanca me ne bi tenê perwerdekirin û ji stresê bidûrkirina jinan e, di heman demê de em dixwazin, kêm be jî, jin ji malê bi dûr bikevin û bikaribin hêza xwe bidin nîşandan. Em bang li hemû jinan dikin, ku ji malê derkevin, werin Kardelenê û em bi hev re kar bikîn.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,632 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!