Hûrnêrînek li Ser Naveroka Heyranokên Herêma Wanê.
mehmet yıldırımçakar.
Kovara Nûbihar Akademi, 2021.
(Heyranok) yek ji cureyên edebiyata Kurdî ya gelêrî ye. Di nav keresteyên edebiyata Kurdî ya gelêrî de heyranok li gorî taybetiyên xwe yên xweser hêjayî gelek vekolîn û analîzan in. Ev xebat li ser naveroka heyranokên li herêma Wanê hatine berhevkirin hûr dibe û hewl dide ku van heyranokan ji hêla naverokê ve analîz bike û mijar, tema, hêma, motîf û sembolên wan destnîşan bike. Di serî de qala unsurên naverokê hatin kirin. Paşê, heyranok di çarçoveyeke zanistî de, li gorî rêbazên zanista folklorê ji hêla naverokê ve hatin analîzkirin. Di encamê de hat dîtin ku mijara heyranokan evîn û evîndarî ye. Temaya bingehîn ku di naveroka heyranokan de derdikeve pêş evîn e û temayên xerîbî û mirinê jî di nav risteyên heyranokan de cî digirin. Û heyranok ji hêla hêma, motîf û sembolan ve jî gelekî dewlemend in. Bêjeyên Sereke: Folklor, edebiyata Kurdi ya gelerî, heyranok, naveroka heyranokan. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=440186&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: Hûrnêrînek li Ser Naveroka Heyranokên Herêma Wanê=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,102 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!