Berhemeke Biyografîk a Baqustanî: Siltan Şêxmûs
Zahir Ertekin
Kovara Nûbihar Akademî, Jimar 4 Sal 2 2016
Berhemên edebî yên klasîk ji bo dahatûya edebiyata neteweyan hîmên esasî ne. Heta ku dîmeneke giştî ya berhemên klasîk ên zimanekî li ber çavan neyête be-repêşkirin meriv bi asayî nikare biryareke xurt di pêşveçûn û dewlemendiya edebi-yata wî zimanî de bide. Berhemên klasîk ên kurdî jî kêm zêde têne weşandin, têne lêkolînkirin, lê ev xebatana heta niha negihşatine asta ku tête daxwazkirin. Di gelek celebên edebiyata klasîk de kurdî baş nayê zanîn. Yek ji wan cûreyan jî biyografî ye. Vê gotarê biyografiyeke/jînnameyeke menzûm daye ber xwe ku ji layê Mela 'Eliyê Baqustanî ve hatiye nivîsîn. Navê berhemê; Siltan Şêxmûs e. Di eslê xwe de ev berhem li ser şecereyeke pexşan a Şêx Mûsa ez-Zûlî hatiye amadekirin. Şecere li ser jiyana Şêx Mûsa ez-Zûlî ye û nayê zanîn ku kê nivîsîye. Baqustanî vê şecereya destxet a pexşan a ku bi 'erebî hatiye nivîsîn peyda dike û bi Kurmanciyeke men-zûm ji nû ve saz dike. Baqustanî di vê menzûmeyê de, bi agahiyên ku di şecereyê de derbas dibin qîma xwe neaniye. Helbestvaniya xwe û edebîyatvaniya xwe jî di vê berhema xwe de ceribandiye. Gelek mijarên din ên dîrokî jî li ser agahiyên şe-cereyê zêde kirine. Di vê gotarê de Siltan Şêxmûsa Baqustanî di çarçoveya sînorên gotarekê de, ji hêla şiklî û naverokî ve hatiye dahurandin. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=440330&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: Berhemeke Biyografîk a Baqustanî: Siltan Şêxmûs=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 748 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!