Ew bajarê ku li rojavayê #Batman#a îro bûye û ku li ber lehiya ava Çemê Batmanê hilweşiyaye, niha kevirek jî li şûna wî bajarê mêjûyî nayê dîtin, navê xwe yê rastî AL#MED#ÎNa bûye. Ew nav ji peyva ALA û ya MEDê hatiye. Lê belê di nava xelkê de niha wek ELMEDÎN tê zanîn.
Îcar dema ku Ereban Kurdistanê vegirtine, gelek navên bajar û gundan, yê deşt û #çiyayên Kurdistanê#, herweha navê gelek rem (eşîr) û hozên Kurdan jî xasma yê kanî, çem û rûbaran jî guhertine û wek bilêvkirina erebî bi kar anîne, wek ELMEDÎNa, ELEZÎZ, EL CEZÎRE (Cezîret-ul Omer), Diyarê Bekir û gwd. Niha jî gelek ji wan navan her wisa têne gotin.
Mînakên vê yekê, li hin welatên Ewrûpayê jî têne dîtin ku min bi xwe li girava Mallorca ya Spanyayê peyvên erebî li ser lewheyên riyan dîtine. (di Zimanê Erebî de daçeka ELê ”me´rîfe” ye, yanî xuyanî ye. Dema EL dikeve ser peyvekê, wê peyvê dide naskirî û xuya diyar dike).
Niha gelek belgeyên mêjûyî, xasma yên wek stran û çîrokan hene ku navê cih û warên Kurdan wek orijinal têne dîtin. Yek ji wan jî ku ev demek e ez li ser Serpêhatiya ”Keya Ben û Mecê Xatûn”ê kar dikim, navê wî bajarî AL MEDîn hatiye bikaranîn. Nav ji du peyvan hatiye: ALA û Împeretoriya MAD/Medan.
Hêvîdar im ku lêkolînerên me yên ciwan li ser van babetan rawestin û rastiya navên wan deveran derxînin holê.
Her şad û bextewer bin.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,750 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!