کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,673
وێنە
  123,888
پەرتووک PDF
  22,080
فایلی پەیوەندیدار
  125,562
ڤیدیۆ
  2,192
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
31,939
شوێنەکان 
17,028
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
945
وێنە و پێناس 
9,461
کارە هونەرییەکان 
1,522
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,943
نەخشەکان 
277
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
747
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,045
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,658
کورتەباس 
22,137
شەهیدان 
11,890
کۆمەڵکوژی 
11,364
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,062
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
902
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
54
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   تێکڕا 
273,051
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Êrîş Bawer (Ferhat Abî)
پۆل: شەهیدان
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، مێژووی ڕۆژ بە ڕۆژی کوردستان و کورد دەنووسێتەوە..
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Êrîş Bawer (Ferhat Abî)
Êrîş Bawer (Ferhat Abî)
Nasnav: Êrîş Bawer
Nav paşnav: Ferhat Abî
Cihê jidayikbûnê: #Şirnex#
Dayik-Bav: Nîmet-Fûat
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Tebaxa 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
ÊRÎŞ BAWER
Hevrêyê me Êrîş li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Gewda ku yek ji eşîrên bi kok û dilsozê çanda xwe ya #Kurdistan#ê ye, li gundê Germavê yê Elkê ji dayik bû. Gundê Germavê ku bi welatparêziyê tê naskirin gelek ewladên xwe tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û tevkariyên girîng li têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Ji ber vê yekê jî dijmin timî zext li vî gundê me yê welatparêz kir. Malbata hevrêyê me Êrîş jî ji ber zextên dijmin neçar man ji gund koçî Wanê bike. Hevrêyê me Êrîş ji ber ku di demekî welê de bû ku van polîtîkayên dijmin fêhm bike, li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Bi neçûyîna dibistanên sîstemê ev hêrsa xwe nîşan da û di baweriya têkoşînê de bû. Hevrêyê me Êrîş demekê li nava karên ciwanan xebitî. Di heman demê de ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike çû metropolên Tirkiyeyê, li wir nêrîna dewleta Tirk a li gelê Kurd hîn bi eşkere dît. J ber vê yekê jî hêrsa wî ya li hemberî dijmin gelekî zêde bû û gihîşt wê baweriyê ku di têkoşînê de divê hîn kûrtir bibe. Ji ber ku ji derdora wî tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû û hinek şehîd ketin, hevrêyê me Êrîş biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe û wezîfeyên xwe yên welatparêzî û şoreşgerî bi cih bîne.
Hevrêyê me Êrîş li ser vê bingehê sala 2012'an beşdarî nava refên gerîla bû, perwerdeya destpêkê li qada Xakurkê dît. Ji ber şert û mercên giran ên şer, neçar ma ku perwerdeya şervanên nû nîvco bihêle û cihê xwe di nava Pêngava Şoreşgerî ya Şemzînanê de girt. Tevî ku wî dixwest biçe qada şerê giran, ji ber nebûna tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê û şer, li nava karên binesaziyê hate wezîfedarkirin. Hevrêyê me Êrîş bi bandora têkoşîna lehengî ya hevrêyên xwe gihîşt wê baweriyê ku divê hêjayî vê têkoşînê be û bi hemû hêza xwe ji hevrêyên xwe re bû alîkar, hewl da ku kêlî bi kêlî hevrêyê xwe hîs bike. Ji ber vê yekê di her karî de serketî bû û li nava hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Hevrêyê me Êrîş di Pêngava Şemzînanê de ji aliyê leşkerî ve bû xwedî tecrûbeyeke mezin û li ser vê bingehê xwe bêhtir kûr kir û xwest xwe xurtir bike. Ji bo vê jî derbasî Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî bû û li vir tevî perwerdeya li ser operasyona giştî her wiha tevlî perwerdeyên îdeolojîk bû. Hem ji aliye leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe bêhtir xurt kir, li dijî êrîşên DAÎŞ'ê û çeteyên mîna wan, xwest ku bi têkoşîna gelê me re be û weke şoreşgerekî Kurdistanê berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Li ser vê bingehê sala 2015'an tevlî şerê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû û cihê xwe di gelek pêngavan de girt. Di vê pêvajoya şer de bi tevlîbûna xwe ya fedaî bala hevrêyên xwe kişand û bû milîtanekî ji hevrêyên xwe hemûyan re bibe mînak. Di pêvajoya şerê giran de bi sekn û tevlîbûna xwe bû hevrêyekî li pêş. Hevrêyê me Êrîş di pêvajoya şer de kûrbûna xwe mezin kir û bi taybetî ji sekn û hevrêtiya ji fermandarên pêşeng ên Hêzên Taybet hevrê Şervan Varto û Şehîd Bawer Xebat bi bandor bû û xwest tevlî karên Hêzên Taybet bibe. Ji bo vê jî israr kir. Piştî ku pêşniyara wî ya ji bo Hêzên Taybet hate qebûlkirin, hevrêyê me Êrîş beşdarî pêvajoyeke berfireh a perwerdeyê bû û li vê derê xwe ji aliyê ruhî û manewî ve bêhtir kûr kir. Di kûrbûnê de jî şikandina tecrîda li ser Rêberê me û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberî ji xwe re kir esas, jiyaneke bêyî Rêbertî ji xwe re bêwate dît. Lewma li her qada jiyanê ji bo pêkanîna vê armancê têkoşiya. Hevrêyê me ev sekna xwe li her kêliya jiyanê nîşan da, bû xwedî nêzîkatiyeke kedkar. Bi hezkirina ji kedê xwedî li jiyana partiyê derket. Bi vê sekn û dilsoziya xwe ya li nava têkoşînê bû pirek ji bo xwegihandina sira heqîqetê, bû mifteya jiyana kûrbûna hevrêtiyê. Hevalê Êrîş di nava jiyanê de helwesteke welê nîşan da ku li ser xeta ji lehengên me yên nemir Zîlan. Hevrê Êrîş fedaîtî bi gotina 'jiyana bi wate ya li ser xeta Şehîd Zîlan' pênase kir û ev pênase li her kêliya jiyana xwe bi cih kir, bi vîr engî tevgeriya, tevlî bû.
Piştî ku dewleta Tirk a qirker 14'ê Nîsanê dest bi êrîşan kir, hevrêyê me Êrîş xwest biçe qada şerê giran û li gel hevrêyên xwe yên jiyan bi wan re prave kiribû. Hevrêyê me Êrîş di vê daxwaza xwe de bi ser ket û derbasî qada Zapê bû, cihê xwe di nava tîmên bi tevger ên gerîla de girt. Di her kêliyê de li ser wê yekê kûr bû ku derbên xurt li dijmin bixe. Li qada Girê FM'ê di çalakiyê de bi fedaîtî bi ser dijmin ve çû û derbeke giran li dijmin xist. Hevrêyê me Êrîş heta nefesa xwe ya dawî şer kir û bû yek ji şehîdên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê. Bû nûnerê dawî yê ruhê êrîşê yê bilind ê Apoyî ku Nalîn, Seren, Laşer, Ozgur û Hêzilan dan destpêkirin.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,587 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | https://hawarnews.com/
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 2
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی شەهیدبوون: 06-08-2022
شار و شارۆچکەکان (لەدایکبوون): شڕناخ
نەتەوە: کورد
وڵات - هەرێم (شەهیدبوون): باکووری کوردستان
وڵات - هەرێم (لەدایکبوون): باکووری کوردستان
ڕەگەزی کەس: نێر
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 02-11-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 02-11-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 02-11-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,587 جار بینراوە
QR Code
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.137 KB 02-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.25 چرکە!