Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî îro semînereke bi navnîşan Rola şîret û gotinên pêşiyan di jiyana gelan de da.
Di nava çalakî, xebatên fikrî û çandî ku Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî bi armanca pêşxistina zanabûna civakê, îro sermînerek bi navnîşan Rola şîret û gotinên pêşiyan di jiyana gelan de li navenda xwe ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar xist.
Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî sermînerê bûn. Endamê Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî Welîd Bekir wateya gotinên pêşiyan û şîret û rola wê di jiyana gelan de şîrov kir.
Bekir destnîşan kir ku şîret û gotinên pêşiyan bi lez ji nifşekî derbasî nifşekî din dibin ji ber ku kurt in, bilêvkirina wan xweş e û xwedî wateyên kûr in û dikarin wergerînin zimanên din.
Her wiha gotinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê, exlaq, kesayet, lehengî, hezkirin û Kurdistan, welat, gel û jiyanê de bi bîr xistin.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,494 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!