Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Mistefa Kenco li Goristana Şehîd Dîcle oxir kir.
Bi sedan şênî li Goristana Şehîd Dîcle ya başûrê bajarê Kobanê tev li merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mistefa Kenco, bûn.
Di destpêka merasîmê de endamê Rêveberiya Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ya Zarokên Şehîdan Silêman Silêman wiha axivî: “Me ciwanên xwe di ciwantiya wan de da. Ev rewşa me ye, dema ku welatê me dagirkirî be. Ji lew re emê heta pêkanîna azadiyê şehîdan bidin.
Her wiha, Lutfiye Mehmûd jî bi navê Kongra Star got: “Çer ku şoreşa me berdewam e em ê bêhtir şehîdan bidin, ji ber ku dijminê me hov e û wateya mirovahiyê û mafan nizane.”
Lutfiye wiha li gotina xwe zêde kir: “Dijmin dê ji ber berxwedana rojane ya hevrêyên me her tevlihev bimîne. Bi êrişkirina #gerîla#yên li çiyayên Kurdistanê re, dijmin destkeftiyên şoreşa me armanc digire.”
Piştre, Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 983 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!