کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,546
وێنە
  123,861
پەرتووک PDF
  22,077
فایلی پەیوەندیدار
  125,502
ڤیدیۆ
  2,192
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
31,939
شوێنەکان 
17,028
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
945
وێنە و پێناس 
9,461
کارە هونەرییەکان 
1,522
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,943
نەخشەکان 
277
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
747
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,045
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,658
کورتەباس 
22,137
شەهیدان 
11,890
کۆمەڵکوژی 
11,364
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,062
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
902
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
54
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   تێکڕا 
273,051
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
'Felsefeya jiyana azad jinên ji 41 welatan li hev civandin'
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
مێگا-داتای کوردیپێدیا، یارمەتیدەرێکی باشە بۆ بڕیارە کۆمەڵایەتی، سیاسی و نەتەوەییەکان.. داتا بڕیاردەرە!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Duyemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî
Duyemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî
Koordînasyona Kongra Star li Ewropayê diyar kir ku lidarxistina 2`yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî pêwîstiyeke demê bû û got: “Felsefeya jiyana azad em anîn cem hev. Me yekitiya jinên cîhanê di konferansê de dît. Divê em felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bi jiyanê, civakê û xwezayê re bikin yek.”
Di 5 û 6`ê Mijdarê de li paytexta Almanya Berlînê 2`yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ji aliyê Tevna Jin Siberojê Dihûnin ve hat lidarxistin. Ji çar hêlên cîhanê, bi sedan jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî di bin dirûşma “Şoreşa me; Azadkirina Jiyanê” de hatin cem hev.
Koordînasyona Kongra Star li Ewropayê Rojîn Remo ku beşdarî konferansê bûbû, di bernameya taybet a ajansa me de qala girîngiya konferasnê kir.
Rojîn Remo lidarxistina konferansê li tevahî jinên kekdar, jinên şoreşger û li Rêber Apo pîroz kir û diyar kir ku lidarxistina konferasnê di vê demê de ku li Rojhilata Kurdistanê şoreşa jinan li dar e û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê meşandin, xwedî girîngiyeke dîrokî û ya demê ya gelekî bi qîmet û hêja bû.

'ŞOREŞEKE JINAN A CÎHANÎ LI DAR E'
Ji 41 welatên cîhanê jin beşdarî konferasnê bûbûn. Li ser vê yekê Rojîn dibêje: “Her jinek bi rengê xwe, bi dengê xwe, bi îradeya xwe li wir bû. Dema êş û azarên ku ji sîtsemên desthilatdar kişandine dianîne ziman, kîna mirov li hember wan sîsteman hîn zêdetir dibû û daxwazên azadiyê di hundirê her jinekê de bilindtir dibûn. Bi xwe re hêzeke jinan a hevbeş derdixist. Ji Hindistan, Somalya, Yemenê, ji tevahî welatên Ewropayê û ji her cihekî jin kom bûbûn û nêrînên xwe pêşkêş dikirin. Di nîqaşan de hat xuyakirin ku şoreşeke jinan a cîhanî li dar e û êdî jin bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li hemû kolanan li ber xwe didin û bi vê dirûşmê ji bo mafê xwe têdikoşin.”
'JI BO JINAN PÊWÎSTIYEKE DEMÊ BÛ'
Rojîn destnîşan kir ku her çiqasî çand û olên her jinekê ji hev cuda bin, lê belê pirsgirêkên wan yên hevbeş hene û ji bo azadiyê, ji bo sekinadina li hember sîstemên desthilatdar ên baviksalar êş û azarên wan yek in, armanca wan yek e, di têkoşînê de jî xalên hevbeş wan tînin cem hev û wiha pê de çû: “Konferans pir rengîn bû, gelek ziman hebûn, gelek çandên rengîn hebûn. Bernameya konferansê jî gelek rengîn bû. Tê de atolya, beşê mûzîk, perwerde bi rengê panel û nêrîn parvekirin jî hebû. Bi xwe re di hundir hola konferansê de coş û heycanek pir mezin da avakirin. Bawer im ev coş û ev heyecan wê bigihêje tevahî jinan û di vê dema ewqasî girîng de wê rolekê bide avakirin. Lidarxistina vê konferasnê tiştekî hevbeş bû ku me anî cem hev. Ji bo jinan pêwîstiyeke demê bû.”
Rojîn Remo di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd li hember zihniyeta êrişkar a li dijî jinan û got: “Li Rojhilatê Kurdistanê Jîna, li Silêmaniyê Nagîhan û li Rojava Zeyneb Saroxan, zihniyeta êrişkar yek e. Li welatê me êrişî jinan dikin, em vê rastiyê bi tevahî cîhanê didin naskirin. Em têkoşîna vê dikin û em soza tolhildana van jinan didin. Wek jinên Kurd em ji her demê xurttir in, tu têkoşîna wekî têkoşîna jina Kurd xwedî hêz, parastin, îdeolojî û xwedî felsefeyeke azadiyê tune ye. Îro tevahî jin ji vê sûd werdigirin. Li konferasnê jî mohra xwe lê da.”

'FELSEFEYA JIYANA AZAD EM ANÎN CEM HEV'
Rojîn diyar kir ku 'Jin, Jiyan, Azadî' felsefeyeke û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêber Apo ev felsefe pêşkêşî tevahî jinan kiriye û yên ku di serî de têkoşîna vê kirin jinên Kurd in, yên ku hiştiye ev deng li tevahî cîhanê jî belav bibe jinên Kurd in. Ji 41 welatan tiştên ku jin anîne cem hev felsefeya jiyana azad e, felsefeya ku êdî jin nema serê xwe ji koletiyê re ditewîne ye.”

TÊKOŞÎNA JINÊN KURD ROJEVEKE SEREKE YA KONFERANSÊ BÛ
Koordînasyona Kongra Star li Ewropayê Rojîn Remo daxuyand ku amadekariya konferasnê di asteke mezin de li ser milê jinên Kurd hat meşandin û wiha domand: “Ev ji bo me cihê serbilindiyê ye. Ev encama keda hevalên me ye, yên ku ji bo azadiyê her tişt feda kirin. Di konferansê de beşekî sereke jî jinên Kurd bûn, şoreşa, berxwedan, têkoşîn û xweparastina jinên Kurd bû. Jineolojî jî bi berfirehî hat nîqaşkirin. Ev encama şoreşa jin bû ku demeke dirêj ked û qehremaniya herî mezin ku di cîhanê de kirin. Li çiyayê Kurdistanê eger îro dijmin bi hovîtiyeke mezin êriş dike û çekên qedexekirî li ser gerîlayên Kurd, li ser jinên Kurd bi kar tîne, ev encama binkeftina van hêzên desthilatdar e. Ev yek di konferasnê de gelek hat nîqaşkirin, pêwîstî hat dîtin ku tevahî jin vê rastiyê bibînin û li hember wê xwedî helwest bin.”
Rojîn daxuyand ku dema rewşa jinên Kurd û rêxistina jina Kurd dihat şîrovekirin, bi xwe re coşeke pir cuda dida avakirin, germbûn û girêdaneke pir cuda di çavên jinan de xuya dikir û wiha pê de çû: “Di slogan û dengê wan re xuya dikir. Şoreşa jin, xweparastina wê, li hember DAIŞ`ê şerkirina jina Kurd ya ji bo parastina tevahî mirovahiyê, nîşaneyên serkeftinê, nîşaneyên dîrokî bûn. Her kesî ev rastî didît, her kesî jê hêz û moralekî pir cuda digirt. Her kesî xwest xwedî lê derkeve.”

'EM FELSEFEYA JIN, JIYAN, AZADÎ BI JIYANÊ RE BIKIN YEK'
Têkildarî erkên demê yên dikevin ser milên jinan, Rojîn ev tişt anîn ziman: “Yek ji sedemên hatina me ya cem hev, hêza ku şoreşa jinan li tevahî cîhanê xurt bibe û vê şoreşê bi pêş bixe ye. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' felsefeya jiyana azad e, felsefeya jinên azad e. Divê em li her cihî serê xwe rakin û şoreşa xwe ya jinan xurt bikin da ku em jiyaneke azad ava bikin. Divê em têkoşîneke xurt li hember van sîstemên deshilatdar bimeşînin. Mîna van konferansan ne her çar salan carekê, divê leztir em werin cem hev du. Divê li her derê em felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bi jiyanê re bikin yek, bi xwezayê re, bi civakê re bikin yek. Em xwe xurt bikin, giranî bidin ser parastina xwe. Wê jin bi îradeya xwe bi ser bikeve.”

'EM JI HER DEMÊ ZÊDETIR NÊZÎ AZADIYÊ NE'
Koordînasyona Kongra Star li Ewropayê Rojîn Remo di dawiya axaftina xwe de ev peyam da jinan: “Em bi hêvî ne ku tevahî jinên cîhanê li felsefeya azadiyê, li felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' xwedî derkevin, da ku em karibin di warê jiyanî de pêk bînin. Bi taybet jinên Kurd ji her kesî zêdetir divê li vê felsefeyê xwedî derkevin, li azadiya xwe û li azadiya Rêber Apo wedî derkevin. Yên ku ji bo vê felsefeya jiyana azad herî zêde xwîna daye, şehîd dane, jinên Kurd in. Wêneyên Nagîhan Akarsel, Jîna Emînî, Zeyneb Saroxan, Jiyan Tolhildan yên di hola konferansê de nîşaneya vê bûn. Bi îradeya jina azad dê civaka azad çêbibe, gavên li ser xaka me hatine avêtin dê li tevahî cîhanê jî bên avêtin. Em ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne. Me yekitiya jinên cîhanê bi çavê xwe di vê konferansê de dît. Bi baweriyeke hîn mezintir, ji her demê zêdetir em ê têkoşîna xwe xurt bikin.”[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,724 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | https://hawarnews.com/
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 13
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 09-11-2022 (3 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: مافی مرۆڤ
پۆلێنی ناوەڕۆک: ژنان
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: دەرەوە
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 09-11-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 09-11-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 10-11-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە 2,724 جار بینراوە
QR Code
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.199 KB 09-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.344 چرکە!