کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,856
وێنە
  123,951
پەرتووک PDF
  22,086
فایلی پەیوەندیدار
  125,743
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,111
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
971
وێنە و پێناس 
9,464
کارە هونەرییەکان 
1,634
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,956
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
765
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,052
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,152
شەهیدان 
11,899
کۆمەڵکوژی 
11,375
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
735
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
906
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   تێکڕا 
273,795
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Legel Ranj; Kêmbûna bikaranîna zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هاوکارانی کوردیپێدیا، لە هەموو بەشەکانی کوردستانەوە، زانیارییە گرنگەکان بۆ هاوزمانانیان ئەرشیڤدەکەن.
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Bernameya Ligel Renc nêzîkbûna kurdên li Tirkiyeyê ji zimanê dayikê re
Bernameya Ligel Renc nêzîkbûna kurdên li Tirkiyeyê ji zimanê dayikê re
Mijara vê hefteyê ya bernameya Ligel Renc nêzîkbûna kurdên li Tirkiyeyê ji #zimanê dayikê# û astengiyên li pêşiya kurdî bû. Welatî, hunermend, zimanzan û akademîsyen bûn mêvanê bernameyê ku li #Amed#ê hat amadekirin. Di bernameyê de bikaranîna #zimanê Kurdî# di hemû qadên jiyanê de, girîngiya zimanê zikmakî û zehmetiyên li ber bikaranîna zimanê Kurdî hatin nîqaşkirin.
Bernameya Ligel Renc a Tora Medyayî ya Rûdawê vê carê li Amed a #Bakurê Kurdistanê# hat tomarkirin. Bernameya ku ji aliyê pêşkêşkarê navdar ê Rûdawê Renc Sengawî ve tê pêşkêşkirin, behsa rewşa zimanê Kurdî li Amedê, bikaranîna Kurdî di jiyana rojane de, di nava malbatê, bazar û jiyana rojane de kir.
Nêrînên welatiyên Amedê li ser zimanê Kurdî
Di beşa ewil a bernameyê de Renc û ekîba pê re li bazar û qadên giştî yên Amedê geriyan û derbarê rewşa zimanê Kurdî û bikaranîna wê de nêrînên welatiyan pirsîn.
Piraniya kesên ku li Amedê ji Rûdawê re axivîn, gotin ku êdî nifşê nû bi Kurdî napeyive û zimanê dayikê di jiyana rojane de her ku diçe kêm tê bikaranîn.
Welatiyan bal kişandin ser xemsariya dê û bavan di vê mijarê de û gotin, ji ber xemsariya dayik û bavan bikaranîna zimanê Kurdî him di nav malbatan de û him jî di nav bazarê û cihên giştî de pir kêm û lawaz bûye.
Welatiyekî Amedî ji Rûdawê re diyar kir, “kesê zimanê xwe înkar bike, dînê xwe înkar dike, mirovahiya xwe înkar dike, hebûna xwe înkar dike.”
Dilbihar: Zimanê kurdî qet ji zimanên din ne kêmtir e
Nivîskarê ji Bakurê Kurdistanê Hamît Dilbahar di bernameyê de bang li dayik û bavên Kurd kir û got, “Em ji bîr nekin ku zimanê me rûmeta me ye, zimanê me hebûn û cewhera me ye. Ji ber vê yekê em bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin û wan fêrî zimanê dayikê bikin. Werin em zimanê Kurdî li kolanan û li her qadên jiyanê serdest bikin. Ger em vê nekin dê zimanê me ji holê rabe.”
Dilbahar got, “Zimanê dayikê bi qasî şîrê dayikê helal e. Ziman laş e, ziman ruh e, ziman em in. Divê nifşên nû jî bizanibin ku tu kêmasiya kurdî ji zimanên din tune ye. Kurdî çavkaniya hemû zimanên din e, zimanê herî kevin e.”
Welatiyê bi navê Abdullah Polat ê li Amedê dijî bang li ciwanan kir û got, “Şerm nekin, hûn li ku derê bin her tim bi zimanê dayikê biaxivin.”
Ciwana bi navê Zeynep Sultan jî got, “Em weke ciwan eybekî mezin e ku em zimanê xwe nezanin.”
Zeynep Sultan: Şermeke mezin e ku em zimanê xwe nizanibin
Muhammed Uçucu ku li terzîxaneyekê li nav bazara Amedê mijûlî cil û bergên neteweyî yên Kurdî bû, xwendina bi zimanê Tirkî sedem e ji bo ku ciwanên Bakurê Kurdistanê bi başî Kurdî nezanibin û got, zarokên me heta neçin dibistanê Tirkî nizanin.
Terzî Nîhat Alî jî got, “Ne heram e nezanîna zimanekî din, lê mixabin dema dewlet tunebe zimanê me li paş maye.”
Pispor û akademîsyenan nirxandin
Di beşa duyemîn a bernameyê de rewşa zimanê kurdî li bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarên ku Kurd lê dijîn, nêzîkbûna Kurdan a ji bo zimanê dayikê, zehmetiyên ku hatine jiyîn û astengiyên ku derketine ji hemû aliyan ve hatin nirxandin.
Mêvanên sereke yên bernameyê Rêvebera Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavioglu, Serokê Komeleya Nivîskaran a Duhokê Hesen Silêvanî, Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan, mamoste û mamosteyê Kurd ê teqawîtbûyî li Swêdê Amed Tîgrîs, Lêkolîner û Berhevkara Folklora Kurdî Zeynep Yaş û nivîskar û zimanzan Bahoz Baran bûn.
Reha Ruhavîoglu: Li bajarên mezin kêmtir bi kurdî tê axaftin
Rêvebera Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavioglu Reha Ruhavioglu sedemên dûrketina Kurdan ji zimanê xwe yê zikmakî rêz kir û got ku yek ji wan jî siyaseta asîmîlasyon û qedexekirinê ya sîstema dewleta Tirkiyê ya li dijî zimanê kurdî ye.
Ruhavioglu diyar kir ku her çendî îro weke 50 sal berê polîtîkayeke tund a asîmîlasyonê neyê kirin jî, bandora dema borî tê jiyîn û got: “Lê îro qada aborî, siyasî û perwerdehiyê ku Kurdî lê bê bikaranîn tune ye. Li bajarekî qedîm wek Amed, serdestiya dewletê kevintir e. Lê li bajarên ku piştre bûne bajar, ji ber ku ji gundan koçberî bûne, Kurdî zêdetir e. Her ku bajar mezin dibin, hejmara axêverên Kurdî kêm dibe.”
Ruhavioglu da zanîn ku niştecihên gundan baştir bi kurdî dizanin û li bajarên mezin kêmtir bi kurdî tê axaftin û encamên lêkolîna qadê ya ku li ser vê mijarê kirine parve kir.
Ruhavioglu diyar kir ku eşkere kir ku di encama lêkolîna wan a di nav mezinan de, wan pirsiye Tu bi dê û bavê xwe re bi çi zimanî diaxivî? û got: “Ji sedî 30 jî bersiv didin ku em bi dê û bavê xwe re ji sedî sed Kurdî diaxivin. Lê dema ji wan tê pirsîn ku hûn bi zarokên we re bi kîjan zimanî diaxivin, tenê ji sedî 9 dibêjin ew bi zarokên xwe re ji sedî sed Kurdî diaxivin. Yanî ji sedî 30 bi dê û bavê xwe re, ji sedî 9 bi zarokên xwe re bi Kurdî diaxivin.”
Rêvebera Navenda Lêkolînên Kurdî dibêje: “Kesên bi Kurdî nizanin axaftina bi zimanê xwe wek xemsariyê dibînin. Hinek dibêjin dê û bavên wan fêrî Kurdî nekirin. Dema ku ji wan tê pirsîn ku hûn dixwazin Kurdî bibe zimanê fermî, piraniya wan dibêjin erê. Dixwazin zimanê Kurdî di sîstema perwerdeyê de fermî be.”
Amed Tîgris: Berî 30 salî xelk bi kurdiyeke baştir diaxivîn
Mamostayê xanenişîn ê zimanê Kurdî li Swêdê Amed Tîgris dibêje qedexeya zimanê Kurdî di dibistanan de sedema kêmdîtina zimanê kurdî ye
Amed Tîgris ku li Swêdê ji mamostetiya kurdî xanenişîn bûye diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêkê ve zimanê Kurdî qedexe kiriye û wiha pê de çû: “Dewletê du rê pêşkêşî Kurdan kir; Yan dê zarokên xwe neşînin dibistanê û hînî xwendin û nivîsandinê nebin, yan jî dê bên asîmîlekirin û divê bi Tirkî biaxivin. Kurdan jî bi fikra dabînkirina paşerojê ji bo zarokên xwe rêya duyemîn hilbijart.”
Tîgris diyar kir ku malbat bi tirsa paşerojê zarokên xwe dişînin dibistanê û got: “Sedema duyemîn psîkolojîk e. Dema ji gund tên, bi awayê jiyana xwe dest bi guhertina her tiştî dikin. Lêbelê zimanê xwe jî diguherînin.”
Tîgris da zanîn ku ew berê li gundekî mamosta bû û wê demê Kurdî û lê niha li wê dema diçe wî gundî bi Tirkî bixêrhatina wî dikin û got: “Dema ez 30 sal berê çûm gundên ku min lê mamostetî dikir, bi tirkî pêşwaziya min kirin. Li Ewropayê jî wisa ye. Yên ku wek karker ji vir derketin, dest bi xwendina dibistanên biyanî kirin. Di destpêkê de xwestin zarokên wan zimanê welatê ku diçûn hîn bibin. Ev dibe sedema pirsgirêkan. Ji ber vê yekê ji zarokên wan welatan tê xwestin ku pêşî zimanê xwe û çanda xwe hîn bibin. Lê li vir ne wisa. Asîmîlasyon heye.”
Pedagog Tîgris, bi bîr xist ku wî li Stockholmê 30 sal mamostetî kiriye, diyar kir ku li Ewropayê nifşê sêyemîn Kurdî ji bîr kir, lê li Amedê nifşa duyemîn zimanê xwe yê zikmakî ji bîr kiriye.
Amed Tîgrs jî got jî, Hişmendiya her kesî bi kurdayetiyê nîne. Pêwîst e ev rewşa civakê normal bê dîtin. Berê keçên kurd neçûn dibistanê, bi tirkî nedizanîn. Lê niha dibistan vekirine. Niha dayîk bi zarokên xwe re bi kurdî napeyivin bi vê yekê hevkarê asîmîlasyonê dikin.
Zeynep Yaş: Zimanê dayikê zimanê jiyanê ye
Lêkolîner û Berhevkara Folklora Kurdî Zeynep Yaş jî diyar kir ku di pergala pederşahî ango zilam serdest de zext zêdetir in û got, “Zimanê dayikê ne tenê zimanê jinan e. Zimanê dayîk zimanê jiyanê ye.
Zeynep Yaş bal kişand li ser wê yekê lorîna Kurdî bo razandina zarok nemaye yan pir kêm bûye û got: “Mesele bi tevahî ne siyasî ye. Mesela, eger dayîkek bi zarokê xwe re bi Kurdî nepeyive û bi Kurdî ji zarokê xwe re lorînan nebêje, mesele mijareke civakî ye. Divê em berpirsyariya vê yekê ne tenê daynin ser milê dayîkê lê divê em danîn ser milê hemû civakê. Rast e zarok bi destê dayîka xwe mezin dibin, lê zarok ne tenê li bal dayikê mezin dibe, bandora civakê jî li ser heye.”
Bi gotina Yaş “Ziman ji me re wek şîrê dayikê pêwîst e. Divê em bi hev re bixebitin ji ber ku zimanê me di xetereyê de ye” û ew dibêje: “Ez li gund hatim dinyayê, paşê çûm Stenbolê. Kurdên li bajarên Tirkiyeyê dijîn dibêjin em nikarin bi Kurdî biaxivin. Eger em tenê bi siyasî, ne zanistî li meselê binerin, em nikarin encamekê bi dest bixin. Pirsgirêkeke neteweyî ye û ne tenê li ser axaftinê ye. Ew bi şert û mercên wekî erd, dem û mekan ve girêdayî ye. Heta salên 1970yî Suryanî li vê taxê dijiyan, lê axa Kurd bûn, her kes bi Kurdî diaxivî.”
Hesen Silêvanî: Dê û bav ji stema dewletê bihêztir in
Serokê Komeleya Nivîskaran a Duhokê Hesen Silêvanî anî ziman ku “Zimanê me hebûna me ye. Dijminên me her tim hewl dane ku bi rêya ziman, me wek netewe tune bikin.”
Hesen Silêvanî tekez kir ku roleke dayîkê ya giring heye ku zaroka wê bi Kurdî biaxive û got: “Mixabin piraniya xelkê me yên Amedê, mezin jî zêdetir bi Tirkî diaxivin. Min bala xwe dayê ku nivîskar û hunermend bi hev re bi Tirkî dipeyivin. Ev bi rastî pirsgirêkek mezin e ji ber ku nivîskar û hunermend in ku miletekî diafirînin û zindî dikin. Lewma divê bi zimanê xwe biaxivin.”
Silêvanî got: “Hinek difikirin ku axaftina bi Kurdî kêmasiyek e, ev xeyalek ji wan re hatiye afirandin, hinekan jî ew pêşxistiye. Erka rewşenbîran e ku vê xeyalê ji holê rakin.”
Silêvanî da zanîn ku qedexekirina zimanê Kurdî di dema borî de bandoreke neyînî kir û wiha domand: “Eeer wiha bidome, 60-70 sal şûnde li Amedê kesekî ku bi kurdî biaxive namîne. Ji ber vê yekê jî divê mirov li zimanê xwe xwedî derkeve, ji bo wî têbikoşe, piştgirî bide û gelê xwe hişyar bike.”
Serokê Komeleya Nivîskaran a Duhokê di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ev xeyal e eger tu wiha hest bikî ku tu bi tirkî biaxivî tu giring î. Zimanê me qet ji zimanên din ne kêmtir e. Divê dê û bav rêza zimanê xwe bigirin. Wêjeya kurdî pir dewlemend e. Dê û bav ji stema dewletê bihêztir in. Sîstemek wiha nikare Kurdan bindest bike.”
Di heman demê de Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd a Duhokê tekez kir ku saziyên çandî yên Kurd îro li Tirkiyê kar dikin di mijara zimanê zikmakî de karekî baş dikin.
Omer Fîdan: Tu li hin bajaran bi kurdî biaxivî êrîş li ser te tê kirin
Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan jî diyar kir ku ew li welatekî ku navê wî jî qedexe ye dijîn û zordestiyeke gelek mezin li ser Kurdan heye û got, 30 sal berê gundên Kurdan bi zanebûn hatin şewitandin û valakirin û berê Kurdan dan bajaran û jiyana kesên ku li bajaran bi cih bûne ji sedî 100 hatiye guhertin.
Omer Fîdan diyar kir ku guhertinên li hawirdora ku zarok lê mezin dibin bandor li zimanê wan ê zikmakî jî kiriye û got, Dema Kurd li gundekî bi hev re dijiyan, hemû hev nas dikirin û bi Kurdî diaxivîn. Lê niha dê û bav neçar in li bajaran bixebitin û dar dikin. Ji ber kar malbat divê zarokên xwe bişînin rewzeyan, zarok 8-10 saetan li derve di nav jiyaneke ji sedî sed bi Tirkiyê de dimînin. Li malê jî tenê 2- 3 saetan ligel malbatê derbas dikin.
Fîdan bal kişand ser astengiyên li pêşiya nêzîkatiyên Kurdî û nîjadperestiyê û got, Li piraniya bajarên Tirkiyeyê kesên bi kurdî diaxivin rastî êrîşan tên. Li hin bajaran jî eger hûn bi Kurdî biaxivin rastî êrîşan tên. Bi qasî ku bi kurdî diaxivin rastî êrîşan tên û tên kuştin.”
Bahoz Baran: Dewletê bi siyasetê nirxê zimanê Kurdî tine kiriye
Nivîskar û zimanzan Bahoz Baran bal kişand ser nêzîkatiya dewletê ya ji bilî Tirkî li zimanên din û got, Dewletê bi siyasetê nirxê zimanê kurdî tine kiriye. Kurdî bûye zimanê cehaletî û newekheviyê. Ji bo Kurdan bajarvanî, şaristanî, modernîzm bi tirkî diaxivin wek hev dane nîşandan. Dema tên bajaran bi tirkî diaxivin, li bajêr jî dema diçin karekî yan jî saziyên dewletê mecbûr in bi tirkî biaxivin.
Bahoz Baran amaje bi wê yekê kir ku li hemberî Kurdan dewletên serdest karê xwe dikin, siyaset û programek wan heye û 100 sal in dikin û got: “Îcar Kurdan li hemberî vê siyasetê çi kirin? Ez bawer nakim siyaset û planên wan hebin.”
Baran diyar kir ku axaftina bi kurdî di nav malan de ne karekî giran e û got: “Em behsa sala 2022an dikin. Dem û cih ne yên berê ne. Rast bû eger te 100 sal berê bigota divê malbat perwerde bibe. Lê niha ji sedî 1 derfeta Kurdan a ku li bajarên Tirkiyê zimanê xwe hîn bibin tune ye. Eger 30 milyon kurd hebin ji sedî 0,1ê wan nikarin bi zimanê xwe bixwînin.”
Baran tekez kir ku ziman tenê bi axaftinê tenê naçe pêş û wiha pê de çû: “Eger hûn ji bo zimanê xwe şer nekin, bername û materyalên xwe amade nekin û hûn nikarin zimanê xwe pêş bixin, ziman tenê bi axaftinê pêş nakeve.”
Mêvanê din ê bernameyê hunermendê navdarê Kurd Eyûb Elî yê ji Başûrê Kurdistanê bû û çend stran ligel hunermendên din gotin.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 3,406 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://hawarnews.com/- 14-11-2022
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 89
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 14-11-2022 (3 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: باکووری کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 14-11-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 16-11-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 16-11-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 3,406 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.266 چرکە!