Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê pêşangeheke şêwekariyê li Parka Xwendinê ya #Qamişlo# vekir.
Di nava çalakiyên bi boneya 25`ê Mijdarê de têne lidarxistin, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma “Li dijî hemû cureyên tundiya dewletên û zihniyeta baviksalarî Jin jiyan azadî”, pêşangeheke şêwekariyê li parka Xwendinê ya Qamişlo li dar xist. Gelek jin, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyan tev li pêşangehê bûn.
Li parkê, wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, Zeyneb Saroxan, Jîna Emînî hatin daliqandin. Di pêşengê de ku ji saet 10:00`an bi sibê, dest pê kir û heta 16:00`an berdewam kir, 50 berhemên şêwekaran; Tolîn Ecmo, Solîn Osê û Jînda Qeco li ser hêz û vîna jinan û tundiya li ser wê tê kirin hatin pêşandan.
Di dawiya çalakiyê de her sê hunermend ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ve, hatin xelatkirin.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,813 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!