Navenda Nûçeyan
HPG’ê diyar kir ku di şerê 7 mehan de 2544 dagirker hatin cezakirin û got, dagirkeran 2837 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîşî qadên Gerîla kirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi da xuyaniyekê bîlançoya 7 mehan a Pêngavên Şoreşgerî yên di navbera 14’ê Nîsanê û 14’ê Mijdarê de eşkere kir.
HPG`ê da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst xwe dispêre teknîka herî pêşketî ya NATO’yê û bi her cûre rêbazên qirêj ên şer êrîşî gerîlayên azadiyê dike û wiha got: “Dagirkeriya Tirk tevî derfetên li ber destê xwe jî li hemberî îradeya Apoyî ya #Gerîlayên Azadiyê# yên #Kurdistan#ê nekarî encamê bi dest bixe. Êrîşa dewleta Tirk a qirker ku ji bo dagirkeriyê li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê da destpêkirin, heft meh li pey xwe hişt. Di vê pêvajoya heft mehan a şerê giran de ku dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, lehengiyên ku afirîn, xeta berxwedanê û rêbaza şerê fedayî careke din bi şênberî raxist pêş çavan ku Gerîlayên Azadiyê têk naçin.”
HPG`ê da xuyakirin ku artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî îradeya qewîn a Gerîlayên Azadiyê bêçare maye, Qadên Berxwedanê yên hêzên me lê ne bi hezaran carî bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê, tank, obus û hawanan bombe kir û tevî vê jî nekarî bigihêje armanca xwe û got: “Gerîlayên Azadiyê her bihosteke xaka Kurdistanê bi ruhê fedayî diparêzin. Artêşa Tirk ku nikare li hemberî gerîla bi pêş ve biçe, rûyê xwe yê qirêj careke din nîşan da û bi hezaran carî bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî li ser tunelên şer bi kar anî. Li gel van êrîşên artêşa Tirk a mêtinger ku li pêş çavên cîhanê sûcên şer dike, hêzên me di nava şert û mercên herî zehmet de bi rengekî dîrokî li ber xwe didin.”
HPG`ê diyar kir ku di şerê 7 mehan de artêşa Tirk a dagirker 2837 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êrîş biriye ser tunel û çeperên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û sûcê şer kiriye. Herwiha diyar kir ku Grîlayên Azadiya Kurdistanê bi giştî 2553 çalakî li dar xistine û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dane. Di encama çalakiyên xurt ên gerîlayan de ku taktîkên dewlemend ên gerîla bi hev re hatin bikaranîn, 2544 dagirker hatin cezakirin û 366 dagirker jî birîndar bûne.
HPG`ê ragehand ku di şerê 7 mehan de 174 rêhevalên wan li eniyên herî pêş ên berxwedana herî birûmet a dîrokê cihê xwe girtin, derbên giran li dagirkeran dan, heta nefesa xwe ya dawî bi fedayî şer kirin û şehîd bûn.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,686 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!