Roja 7`an a Heştemîn Mîhrîcana #Rojava# bi pêşandana 3 fîlman li navenda HRRK`ê bi dawî bû.
Heştemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li hola Yekitiya Rewşenbîrên #Rojavayî Kurdistanê# (HRRK) a li taxa Siyahî ya Qamişlo dest pê kir. Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Luqman Ehmê, bi dehan nivîskar, mamoste, saziyên çandî, helbestvan, rewşenbîr û nûnerên Akademiya Îslama Demokratîk beşdar bûn.
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye Semîra Hac Elî û hevserokê Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Mustefa Ferhan û hevserokê nivîsgehên lêkolînên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Behcet Lawend semînereke berferh li ser Metaryalên perwerdeyê yên Rojava da.
Di semînerê de behsa rastiya perwerde, asta wê û pêşketinên wê piştî çirûska şoreşa Rojava dest pê kir, pêşketinên wê di van salan de, kêmasiyên ku derdikevin hat kirin û li ser çareseriya wan kêmasiyan nîqaş hat kirin.
Helbestvan Îbrahîm Cangîr, Can Îbrahîm, Ebdurehmen Silo, Xembar Gul, Mihemed Cûma, Narîn Metînî û Yusif Hacî (Ebû Ceger) helbestên bi zimanê kurdî pêşandam.
Roja 7'an a mîhrîcanê bi pêşandana 3 fîlman bi dawî bû ku li bajarê Mehbad ê Rojhilatê Kurdistanê hatine kişandin û behsa jiyana asayî li wê derê dike. Her wiha dirêjahiya her fîlmekî 3 heta 5 deqeyan e.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,557 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!