کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,840
وێنە
  123,947
پەرتووک PDF
  22,085
فایلی پەیوەندیدار
  125,691
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,087
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
965
وێنە و پێناس 
9,463
کارە هونەرییەکان 
1,573
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,952
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
761
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,051
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,676
کورتەباس 
22,144
شەهیدان 
11,899
کۆمەڵکوژی 
11,366
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,063
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
735
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
906
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
55
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   تێکڕا 
273,542
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Sînema li ser asta cîhanê jî di qeyranekê de ye
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، دادگا نییە، داتاکان ئامادەدەکات بۆ توێژینەوە و دەرکەوتنی ڕاستییەکان.
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ardin Diren
Ardin Diren
Hevpeyvîn: Derhênerê Kurd #Ardin Diren#: Sînema li ser asta cîhanê jî di qeyranekê de ye

Hevpeyvîn: Idrîs Hisso- #Duhok#
Ardin Diren di sala 1988an de li Kurdsitanê, bajarê Batman jidayikbûye, Derin li zanîngeha Eskîşehir û Akdenîz, beşa Sînema xwendiye, pişt re vegeriyaye #Kurdistan#ê li bajarên mîna Amed, Batman û Wanê jiyana xwe derbas dike û karê sînema dike, herwiha ji hejmarek kovar û rojnameyan re gotaran derbarê sînema û rexneya huberî dinvîsîne û ji bo rêxistina festîvalan jî dixebite.

Ji bo me hatina wî bo bajarê Duhok û beşdarbûna wî di festîvalê de bi fîlmê Her Malek Dibistanek, derfet bû ku em vê hevpeyvînê pê re bikin.
Tu çawa heftemîn fîlmefestîvala Duhok a Navdewletî dinirxînî?
Festîvala Duhokê, herwiha hemû festîvalên ku li Kurdistanê û diyasporayê ku ji bo #sînema Kurdî# dibin, karekî gelekî baş e. lê şêweyê organîzkirina wê û dabeşkirina fîlman û hilbijartina wan ev behsekî dine. Lê em binerin bê çawa hunermend û sînemakarên Kurd li hev civiyane wê demê tê nasbike ku, ev festîval valahiyekê dadigre.
Rexneyek min heye derbarê paşguh kirina #Zimanê Kurdî# di festîvalê de, tevî ku raste zimanê Inglîzî zimanekî cîhanî ye, lê festîval li welatê me ye, û divê bayex bi zimanê me were dan.
Hemû miletên dinyayê sînema bi zimanê xwe çêdikin, ji ber dema tu sînema bi zimanê biyanî çêdikî, wê demê ew sînema dibe ji bo keltur û çanda miletê ku sînema bi zimanê wî hatiye çêkirin. Lewma divê em di fîlmên xwe de, di festîvalên xwe de, di poster û banghêşên xwe de Zimanê Kurdî bikarbînin û bayexê bi zimanê xwe bidin.
Di baweriya min de wê di salên bê de festîvala Duhokê van xalan berbiçav bigre û guhdanê bi vê yekê bike, ku hemû fîlmên beşdar jêr nivîsa wan bi Kurdî were çêkirin berî ku werin nimayişkirin.

Lo gorî te sînema Kurdî heye?
Tekez em dikarin bêjin sînema Kurdî heye, ev bêhtir ji 30 salî ye, Kurd sînema çêdikin, mirov kare bêje jî ku berî sed salî sînema li ser Kurdan hatiye çêkirin, ez behsa fîlmê Zarê ku derheqê Kurdan de hatiye çêkirin, lê Ermeniyan çêkiriye. Ji wî fîlmî heta ku dighê #Yelmaz Guney# valhiyek mezin çêbûye. Biherhalî em dikarin bêjin sînema Kurdî heye, lê bi çi awayî heye, ew pirsek dine, divê ji bo vê pirsê lêkolîn li seranserî Kurdistanê were kirin û li ser berhmên hemû derhêneran, ka çi ziman di sînema xwe de bikaranîne, ciqasî nêzîkî pirsgirêka neteweyî ya Kurd bûne û hin mijarên din.
Gelek mijar û babet girêdayî sînema Kurdî hene, derbarê akterên Kurd, sponserên Kurd, sînaryo û mûzîka sînema, divê li ser wan niqaş û lêkolîn were kirin, lê bigiştî ez dikarim bêjim sînema Kurdî heye, lê dibe ku di rewşek ne baş de be.

Tu çanda sînema di nav #civata Kurdî# de çawa dinirxînî, bitaybet li #Bakurê Kurdistanê#?
Ez dikarim bêjim niha heta asteke baş sînema di nav civata Kurdî de, bitaybet li Bakur belav bûye, çi bi rêya telvizyonanan be çi bi rêya holên sînema be, lê asta vê yekê nizme ne li gorî daxwaza me ye. Ji aliyekî din ve jî em bala xwe didin hejmarek baş ji xortên Kurdistanê diçin sînema dixwînin û dixwazin vê valahiya ku heye, bi fîlm, kurtefîlm û belgefîlman dagirin, lê ji ber sînema di nav me de nebûye wek pîşezaiyekê cîgir, kêşeyên darayî û abûrî herdemê derdikevin û yek carnana dibin rêgir.

Tu paşeroja Sînema li Kurdistanê çawa dibînî?
Di vê ez wê yekê bêjim ku li ser asta cîhanê jî sînema rastî qeyranekê tê, çîrok xelasbûye lê dûbarekirina çîrokê maye!
Welatên rojava ji nû ve berê xwe didin welatên rojhilat, ji ber çîrokên welatên rojhilat gelekî kûr in. û li ser wan baş nehatiye karkirin û zûbizû naqedin, Kurd jî beşek in ji rojhilat, lewma divê li ser vê xalê kar were kirin û em ji vê sûd werbigrin. Kurd jî xwedan hizr û ramanên baş in, lewma ez bi paşeroja sînema li Kurdistanê geşbîn im. Bi taybet dema em hejmareke baş ji derhênerên zîrek, festîvalên sînema û hejmarek alî û kes ku dixwazin piştevaniya karên sînema bikin. Ez geşbîn im lê bi mercê ku sînemakarên Kurd werin cem hev û rêxistinekê çêbikin, tê de hemû mijarên girêdayî sînema Kurdî niqaş bikin û têde pilanan ji pirojeyên xwe re danin.

Tu çi li ser Yelmaz Guney dibêjî?
Yelmaz Guney ew kes e ku rê ji bo hemû sînemakarên Kurd nişan dide. Em dikarin bêjin Yelmaz mîna stêrkekê ye ku di tariyê şevê de rê bo me ronî dike, ji bo sînemakarên Kurd Yelmaz ew stêrk e.

Bi te pencemora Guney li fîlmên ku niha di sînema Kurdî de em dibînin xuya dibe?
Belê heger ne wisa be jî, lê di her fîlmekî Kurdî de tu dikarî hest û henaseyên Yelmaz Guney bibîne, ji ber Guney bo me wek bavekî rohî yê sînema Kurdî ye.
Alavên di nav destên me de gelekî ji yên di nav destên Guney de pêşketîtirin, lewma divê em fîlmên bi kiwaliyeteke baştir ji Guney çêkin, lê herdemê hensae û hestê Guney dê di fîlmên Kurdî hebin û ev ji bo min girîng e.

Niha Kurd xwedan ragihandin in, bi dehan telvizyon, rojname , radiyo û saytên entirnêtê, tu rola ragihandina Kurdî di piştevanî û belavbûna sînema Kurdî de çawa dinrxînî? Herwisa heger fîlm ji aliyê xelkê ve nehat dîtin wê demê çi sûde ji çêkirina fîlm dimîne?
Ev behsek gelek gringe, heger fîlm ji aliyê milet ve neyê dîtin, ti sûde ji fîlm ji bo civatê namîne.
Kesek hunerê ji bo xwe tenê çênake, huner çêdibe ji bo ku mirov derd, êş, hêvî û hestên xwe bi xeynî xwe re parveke. Ez werim ser rola ragihandinê, ragihandin rola xwe wek pêwîst nalîze.

Li gorî te, çima ragihandin bi rola xwe ranabe?
Pêwendî di navbera ragihandin û sînemakaran de nîne, ji bo ku fîlm werin belavkirin bi rêya ragihandinê, pêwîste pêwendiyeke baş di navbera dezgehên ragihandinê, sînemakar, nivîskar û rojnamevanan de hebe. Dema ku yekîtiya neteweyî nebe, herwiha dê hevgirtin û yekîtiyek di nav hunermendan de jî tinebe, wê gavê ew pêwendiya ku ez behsa wê dikim jî dê tinebe, lê bi berdewamiya kar dibe ku ev rewş were guhertin.

Ez dixwazim derbarê çawaniya beşdarbûna fîlmê te (Her Malek Dibistanek)* di festîvala Duhkê de nasbikim?
Festîval kêm caran pêwendiyên bi hunermendekî, yan jî derhênerekî sînema dikin, ew li ser malpera xwe belav dikin, min jî bi rêka enternêtê, pêwendî bi festîvalê re kir û min fîlmê xwe bo wan şand bi vî awayî ez beşdarî festîvalê bûm.

Mamoste Ardin dema tu fîlmekî sînema li Bakurê Kurdistanê çêdike, rêgirî, astengî li berdem te çi ne?
Astengiyên ku li berdem Kurdekî ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dijî, ji wan astengiyên ku têne pêşiya Kurdekî ku li devereke din a Kurdistanê an jî li diyaspora dijî cuda ne.
Li Bakurê Kurdistanê, ji xwe hikûmeta Tirkiyê ti destûrekê nade, lê hemû imkanên xwe bikartînin ku karê te serkeftinê bidestnexe, çinku hemû sînema Kurdî, bi taybet belgefîlm, herdemê stemkarî, rûreşî û karên hikûmeta Tirkiyê yên xirab nîşan dide, vêja helbet wê hikûmet li dijî karê me be.
Rewş ji bo sînemakarekî Kurd li Bakurê Kurdistanê gelek xirabe, lê tevî wilo jî bi zehmetî be jî em derfetê bo xwe çêdikin.
Niha Komeleya Rojhilata Navîn ya Sînema, ku ev nêzîkî heft bo heşt salan li Bakurê Kurdistanê çalake, serbixwe ye û ti pêwendiya wê bi hikûmeta Tirkiyê ve nîne, û alîkariya me dike ku em hin fîlman çêbikin.
Derbarê zehmetiyan girînge ez vê yekê bînim ziman, çendî astengî hebin, çendî mirov xwedan abûriyek lawaz be û çendî astenkî û sitemkarî ji aliyê delwtê hebe jî, ev hemû li hêlekê, lê divê mirov di hiş û bîrweriya xwe de azad be, herwiha divê ji xwe bawer be û bi mafên xwe bawer be wê demê tevî hemû zehmetiyan dê karibe berheman bidestbixe.

Desthilata Tirkiyê li dijî çand, hebûn û keltûra Kurdî ye, lê ez dixwazim li vir ji te bipirsim aya fîlmê Kurdî di nav gelên Tirkiyê de tê nasîn?
Ez dikarim bêjim ku, Tirkên demokrat, bi mafên mirovan bawer, Tirkên çeb û yên ku dîroka Kurdan baş dizanin ew li cem Kurdan in û fîlm û çanda Kurdan jî heta redeyekê dinasin, rêjeya wan kesan hindik e, ji ber îdolojiya dewletê bi hemû rêyan di nav Tirkan de tê belav kirin, ew îdolojiya ku li dijî hebûna Kurd û Kurdistanê ye, bi tenê Tirkan wek mirov dinasin.
Ji ber van hemû rêgiriyan Tirk baş Kurdan û çanda wan nizanin û bi tenê bi çavê îdolojiya dewletê Kurdan dinasin.
Çendî sînema û çanda Kurdî belv be jî, lê heta ku Tirkiyê wek welatê TEK ALA, TEK MILET Û TEK ZIMAN be dê Kurd û hemû pêkhateyên din bindest bin û dê stemkarî berdewam be.

Di fîlmê te de (HER MALEK DIBISTANEK) tu dixwazî çi peyamê bighînî? Û tu dixwazî wê peyamê bighînî kê?
Pêşî peyama min ji bo gelê Kurd e, ez bi rêya fîlmê xwe dixwazim ji Kurdan re bêjim; çi şert û merc hebin, rewş çendî xirabe, kî dagîrkerê te be, tu li kîjan welatî be, çi dibe bila bibe, divê tu ji bîr nekî ku tu Kurd î, zimanê te Kurdî ye, her kêlîkekê tu dikarî zimanê xwe biparêzî û vejînî û berdewam bi zimanê xwe bipeyivî û bikarbînî, bi vê her malek dikare bibe dibistanek û rola xwe di parastina ziman û çanda xwe ya neteweyî bilîze.
Pişt re jî ez dixwazim peyama xwe bighînim serdest û dagîrkeran ku dixwazin Kurdan bi komkujiyan û kiryarên asîmîlasyonê tine bikin, û ji wan re bêjim ku, hûn dê nikaribin vî zimanî ji holê rakin, ev ne mijareke wisa hêsane ku zimanê me ji holê rabe, bi taybet dema ku her malaek me bibie dibistanek .
Ez dixwazim ji dagîrkeran re bêjim, em dê di her malekê de mûmeyekê pêxin, ji xwe wê zimanê me bi wan mûmeyan ronî bide û dê bibe agirekî mezin û dagîrkeran bişewitîne.

Çend fîlmên te hene? Û pirojeyên te ji paşerojê re çi ne?
Ev belgefîlma min a duyemîn e, ji xwe berî ku dewlet akadîmiyên sînema ku li bajarên Kurdistanê bi rezamendiya şaredariyan hatibûn vekirin bigre, li wir min waneyên sînema didan û li ser geşepêdana sînema, min xebat dikr, lê ew jî neman. Rêjîma Tirkiyê ew derfet jî me re nehişt.
Ji xwe çend babetên girîng hene ku li ser wan kar bikim, lê li gorî derfetên li ber dest, em dê binerin bê ka em dê çi karibin bikin.

Tu piştevaniya hêz û tevgerên Kurdî ji bo sînema û sînemakaran çawa dinirxînî?
Ez dikarim bêjim ku alîkariyeke wan ya berbiçav heye, ji wan jî em piştevaniya Hikûmeta Kurdistanê ji Festîvala Duhkê re Karin bînin ziman.
Lê tiştê girîng ew e ku, li Herêma Kurdistanê, divê kesên ku rêvberiay wezareta çand û hunerê birêvebibin, kesên têkldarî vî rengê xebatê bin, û ji karê hunerê bi hemû şaxên xwe têbighên. divê kesên wisa bin heta ku mirov karibe bi hêsanî pêwendiyê bi wan re bike û çepera ku têde xebata xwe dike fireh û dewlementir bike.
Bi kurtî ez dikarim bêjim alîkarî hene, lê ne di wê astê de ne ku sînamakar daxwaza wê dikin.

Di festîvala Duhokê de, min hejamrek mezin ji fîlm, kurtefîlm û belgefîlmên Kurdî dîtin, di wan fîlman de, zimanê Kurdî bi hemû şêwezar û devokên xwe hatibû bikaranîn, bêyî ku jêrnivîsa fîlman bi ti şêwezarekî din hatibe nivîsandin, tu vê yekê çawa dinirxînî?
Ev pirseke girîng û bersiva wê jî ne hêsan e, Zimanê Kurdî bi şêwezar û devokên xwe dewlemend e, li gorî min divê hemû devok û şêwezar di dirama, sînema, stran û komîdya de werin bikaranîn, da ku reseniyeta her deverekê were parastin, ji ber bi min standarbûn kuştin û qirkirina devok û şêwezaran bi xwe re tîne. Ev ji milekî lê ji milekî din ve jî pêwîstiya me bi standerbûnê jî heye jibo ku şêwezarek hebe em pê muxateba xelkê bikin, her wisa bi wî şêwezarî hemû Kurd ji hevudin têbighên.
Lewma ez dibêjim sînema kare hemû şêwezaran biparêze û herwiha şêwezarekî jî mîna stander belav bike.
Tiştekî wisa jî mirov dikare bibîne, ku êdî Kurmancî kêmzêde li seranserî Kurdistanê bi her çar pênc parçeyên xwe tê nivisandin û di fîlm û alavên ragihandinê de bi rêjeyeke baş tê bikaranîn.

Dawî pirsa min ew e, aya Sînema ji bo Ardin çi ye?
Sînema ji bo min ne tenê pîşe û kar e, lê belê ez bi çavekî felsefî, rûhî lê dinerim, sînema dikare bibe zimanê min. Hemû derd, hêvî û armancên xwe pê bînim ziman, da ku bighînim kesekî, komek an jî mieletekî din.
Ez bi sînema dijîm, bi sînema li civak, xweza û mirovan dinerim, ji bo min sînema pireke ku ez dikarim bi alîkariya wî xwe bighînim her dera ku ez dixwazim, herwiha derd û azarên gelê xwe jî bi sînema bighînim her dera ku pêwîste bighê.

Dawî gotina te çi ye?
Ez serkeftinê ji her sîemakarekî Kurd re dixwazim û spasya te dikim ku te xwest vê hevpeyvînê bi me re çêbike, û dengê me bighîne xwênerên Kurdî, ji bo te jî serkeftin. [1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,077 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | موقع http://www.welateme.net/ - 03-12-2022
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 26
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 03-12-2022 (3 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: سیناریۆ
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
شار و شارۆچکەکان: دهۆک
وڵات - هەرێم: باشووری کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 03-12-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 08-12-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 08-12-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,077 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.609 چرکە!