Nivîskar û Rojnameger Mustefa Ebdo:
Nivîskarê Kurd Mustefa Ebdo di dîroka 1966'an de li gundê Doda ya ser bi navenda
QamişloQamişloyê ya
Rojavayê kurdistanêRojavayê kurdistanê ji dayîk bûye. Ew derçûyê peymangeha amadekirina mamosteyan e. ji salên piştî derçûna wî ya ji peymangeha amadekirina mamosteya bi pîşeya xwe dersdayîna li dibistanên gund û gundewarên Qamişloyê didomîne. Ev erka wî ya mamostetiyê derdora 30 salî berdewam dike.
Mustefa Ebdo di rewş û hewayeke wiha ya çandî û wêjeyî de mezin bûye, her wiha ew birayê biçûk a nivîskarê navdar kurd
Konê ReşKonê Reş e. Di nava malbatê de Konê Reş bandoreke bêhema li ser wî kiriye, çi di warê xwendinê û çi jî di warê xwendina pirtûkên dîrokî, wêjeyî, zanistî û cîhanî de.
Van xwendin û zanînên ku jê re bibûn paşxaneyekê hîştin ku behremendiya wî ya nivîskariyê bi pêş ve biçe û êdî bi awayekî nivîskarekî rasteqîne xwe di qada nivîskariyê de bibîne û berhemên bi kalîte ku dikevin xizmeta civaka kurd û kurdistanê bi pêş ve bibe.
Berhem:
Mustefa Ebdo ji salên 2014'an ve xwe ji bo kar û xebatên rojnamegeriyê re vala kir. Ji wan çaxa û şûn ve dest bi nivîsandina gotar û lêkolînên rojnamegeriyê kir. Her wiha derdora du salan di rojnameya Yeketiya Demokratîk de kar dikir û li rex wê yekê gelek nûçe edîtoriya wan kiriye. Paşê bi pênûsa xwe di gelek rojname û kovarên herêmî û malperên dijîtal de belav kirine.
Bi dehan gotar, teks û nivîsên wî di rojname û kovarên mîna
RonahîRonahî, Bûyer,
ŞermolaŞermola, Rojhilata navîn a Demokratîk û Sîwan de hatine belavkrin û weşandin.
Ew niha endamê desteya hevseroketiya hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe digire.
[1]