کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,597
وێنە
  123,878
پەرتووک PDF
  22,079
فایلی پەیوەندیدار
  125,525
ڤیدیۆ
  2,192
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
31,939
شوێنەکان 
17,028
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
945
وێنە و پێناس 
9,461
کارە هونەرییەکان 
1,522
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,943
نەخشەکان 
277
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
747
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,045
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,658
کورتەباس 
22,137
شەهیدان 
11,890
کۆمەڵکوژی 
11,364
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,062
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
902
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
54
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   تێکڕا 
273,051
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Dîrok Berovajîkirina dîroka gelê Kurd ji hêla biyaniyan ve
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
بەداخین بۆ قەدەغەکردنی کوردیپێدیا لە باکوور و ڕۆژهەڵاتی وڵات لەلایەن داگیرکەرانی تورک و فارسەوە
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dîrok Berovajîkirina dîroka gelê Kurd
Dîrok Berovajîkirina dîroka gelê Kurd
Wek tê zanîn, dîroka #gelê kurd# dîrokeka qedîm û kevnar e. Ji demên nayên zanîn, heya dema me a îroyîn, gelê kurd li ser axa xwe a qedîm, anku li ser axa #Kurdistan#ê jiyaye, ber bi Kurdistanê va ji tu deverî koç nekirye, qet welatê xwe neterkandye, û tevî ku zordestî, dagirkirin û hewlên tinekirinê, ber xwe daye û zimanê xwe û çanda xwe, bi helwesteke birûmet, gihandîye van demên modern, ên ku em tê da ne. Helbet, sedemên taybet ên vê rewşê, parastina çand û zimên gelek hene. Him ji alîyê erdnigarîyê va, him jî ji alîyê zexmbûna wê zimanî û wê çandê va. Ji demên afrandina nivîsê, heya dema me, kurd wek “qewmê çiyê” tên nasîn. Sûmeran kurdan wek “Kur-tî” anku “Çiya-yî” bi nav kirine. Tu carî dagirker ji Kurdistanê kêm nebûne û dema ku kurd hesaba xwe kirine û hîs kirine ku hêza wan nagihîje dijminan, weke her tim kirine, berê xwe dane çiyayên xwe ên asê û xwe li wan çiyayan parastine, ên ku tim hevaltîya wan a rast kirine. Gelek qewmên talanker û dagirker ji Kurdistanê derbas bûne, û ew gelek qewmên cure cure xistine bin desthilatdarîya xwe û wan qewman, di nav çanda xwe da helandine. Mînakên vê rewşê , di dîroka mirovahîyê da gelek hene. Em dikarin bibêjin ku, gelê kurd bi saya wan çiyayên xwe ên asê û bilind , û her weha zimanê xwe ê qedîm û çanda xwe a kevnar ve, vê xetereyê asîmîlebûnê vale deranîye û, rewş û dema me a îroyîn jî, em dikarin bi hêsanî îdîa bikin ku, piştrastkirina vê têza me ye…. Her çi qas kêrhatîbûna çiyayên asê û bilind hebûye, her wiha zirarên wan jî gihîştye gelê kurd. Wiha;
Tevî hebûna van hêjayîyên kurdan, mixabin adetê tomarkirina nivîskî a bûyêr, qewimîn û dîrokê, li ba kurdan gelek kêm maye. Sedemên vê jî helbet hene. Dîsa erdnigarî sedemeke sereke ye. Wek tê zanîn, erdnigarîya Kurdistanê, ji gelek rûbaran, û ji gelek deşt û newalan, ên ku ji hêla wan rûbaran ve têne cûda kirin pêk hatye. Û ev erdnigarî nehiştye ku, gelê kurd bi hêsanî bighîje hev û bi hev ra hewl bide, da ku rêxistin an jî organîzasyoneka dewletî pêk bîne. Her wiha, ev rewş, mixabin şerên desthilatdarîyê di nav bera êl û eşîrên kurdan da afrandye û ev pêvajo li ber yekbûna kurdan bûye astengîyeke mezin. Her êl an jî eşîrê kurdan, di herêma xwe da serbixwe jiyîne û tu carî bindestî nepejrandine. Li vira rewşeka sosyolojîk a kurdan jî xwe bellî dike. Gelên din ên cînar, her tim li ba desthilatdaran cihê xwe girtine û bandora wan pejrandine. Ev jî bûye sedema cihgirtina wan a li qesr û sazîyên wan dewletên dagirker da. Her wiha bûye sedema tomarkirin û nivsandina wan a dîrokê jî. Û helbet, ew kesên elît, dîrokê anegorî xwe û anegorî berjewendîya gelê xwe û desthilatdarên biyanî nivsandine. Ma ne, gotinek heye, dibêje “ Dîrokê, ên serketî dinvîsin”. Ev jî sedemeke din e.
Kurd her tim di nav têkoşîn û berxwedanan da bûne, him bixwe bixwe, him jî li hemberî dagirkeran. Yek ji wan sedemên pêşveneçûna nivsandin û tomarkirina belgeyên dîrokî ev sedem bûye. Lewra, ji bo pêşveçûna nivsandina dîrokê û afrandina wêjeyê, helbet aramî û perwerde divê. Kurd, kengê hewl dabin ku dewletek an jî rêxistinek pêk bînin, hema di şûn da, belayek anku dagirkereke nû peyda bûye. Wek mînak em dikarin hin ji wan dagirkerên Kurdistanê rêz bikin; Di demên antîk da, pêşî Asûrî, piştî Persî, Helenî, Romî û Bîzans… Organîzasyona herî mezin û bihêz, -( ji bilî Mitanî û Xaltan –Ûrartû) em bi hesanî dikarin bibêjin ku wek orîjin û bê niqaş protokurd in- a ku vê yekbûna ku em behs dikin pêk anîbû û di dîrokê da jî wek “ Konfederasyona eşîran a Med” tê zanîn û ew eşîr bi tevahî kurd in, Împeretorîya Med (Mad) bû. Di wê Împeretorîyê da, em baş dizanin ku kurd desthilatdarîyeke mezin û bihêz afrandibûn, çand û zimanê xwe jî gelek pêş va biribûn, lê dîsa mixabin ev desthilatdarîya bê hempa, bi destê xwarzîyan (Persan), hatbû hilweşandin û Persan van desthilatdarîyê û vê çanda bêhempa, a ku ji hêla Medan va hatbû afrandin, kirin malê xwe û bi vê bingeha zexm û hêja ya Medan meşîyan, nêzîkî hezar salan, bi saya vê çandê û rêxistinê, li Îranê, Kurdistanê, Mezopotamyayê jêrîn û Anatolyayê desthilatdar bûn. Axa Kurdistanê derûdora hezar salan, bibû qada şerên Yewnanîi-Romî û Persan. Kurdistan sinora van dewletên dijwar û împeryalîst bû. Tu carî şer ji Kurdistanê kêm nedibû.
Ev rewş ji derûdora sala 2000-an(b.z), heya sala 640-an dewam kirye. Piştî van dagirkeran, vêca hêzên Ereb-Îslamî dest bi êrîşan kirne. Ev êrîş jî heya sedsala 10-em, dem bi dem bi şeran, carnan jî bi aştî dewam kirye. Wê demê jî, tevî bêderfetîyan, Kurd ji hêla Şeddadî, Rewadî, Merwanî û Eyyûbîyan, dest bi afrandina sazîyên dewlemend û bihêz jî kirne. Lê, ev aramî û dewlemendî mixabin kurt maye, lewra piştî van dagirkerên bihêz, vêca tofanê mezin, anku êrîşên Mongol û tirkan, ji alîyê navenda Asîyayê ve dest pê kirne. Ev dewletên bihêz û dewlemend ên kurdan, her çi qas bihêz bin jî, li ber êrîş û talana van dagirkerên dijwartirîn, mixabin xwe negirtine û belav bûne,û dîsa ber bi çiyayên xwe ve vekişîyane. Li vira xalên giring hene, ên ku divê bên destnîşan kirin. Di vê demê kurt da (nêzîkî 100-150salan), dîsa hunermend û hikûmdarên kurdan berhemên giranbuha afrandine û diyarîya mirovahîyê kirne. Di dema Merwanîyan, Eyyûbîyan û Şeddadîyan da, gelek berhemên weke Pira Mala Badê, Pira Belek -vêga dibêjin Pira Dehderî (!)-, gelek mizgeftên mezin, xan û rawestgehên ên bi îhtîşam hatne çêkirin. #Amed#, Wan, Erzorom, Qers, Agirî, Silîvan, Xerzan, Riha,Cizîra #Botan#, #Hewlêr#, #Kirkûk# û gelek bajêrên din dewlemendtir bûne û ji van bajêran , gelek zanyar, dîroknas, wêjenas û helbestvan derketine. Li vira jî, tiştekê din heye ku, ew jî bandora çand û zimanê erebî ye, ew jî ji ber bandora dînî pêk hatye. Her çi qas, di nava gel da ev bandora erebî tine bûye jî, li medreseyan û qesran ev bandor xwe nîşan daye. Û ji ber vê yekê, gelekên wan heya îro jî wek zanyarê ereb tên nasîn. Wek mînak, Îbn-ûl Esîr û Îbn-ûl Ezrak em dikarin nîşan bidin. Berhema Îbn-ûl Esîr a bi navê “El Kamîl fî’ttar’ix”, hê jî berhemeka sereke ya tarîxa Îslamê ye, her weha berhema Îbn-ûl Ezrak a bi navê “ Dîroka Amed û Meyyafarqînê” jî, bi heman hêjayîyê tê nirxandin.
Ev dema aramî û desthilatdarîyên kurdan, bi destê dagirkerên nû ve hatne hilweşandin. Pêşî da Selçûkîyan, piştre jî Hûlagûyê mongol li Kurdistanê hilweşandineke giran pêk anîne. Ne hewce ye ku em kirinên mongol û tirkmenan rave bikin, lewra dîroka mirovahîyê kirinên wan ên qirêj û bê însanî heb bi heb tomar kirye. Dema diketine bajêrekî, bi taybetî mongol, heya pirtûkan Jî dişewtandana. Ka kî dizane, wê demê çend berhemên giranbûha ên nivîskar û zanyarên kurdan hatne şewitandin, ka çend pirtûkxane hatne xerakirin û ka çend zanyarên bênav hatne kuştin. Ev tev li benda bersîvan e.
Piştî Selçûkî û mongolan, dagir bixwe dîsa berdewam bû. Vêca şaxên Oxûzan, weke Aqqoyûn û Qarakoyûn dest bi dagirê kirbûn û baş e ku, ji bo wê demê gelek çavkanî û agahîyên me hene. Zirarê ku ev her du desthilatdarên xwînxwar dane Kurdistanê û gelê kurd, baş tê zanîn. Dema wan (nêzîkê 300 sal) demeka wenda ye ji bo kurdan. Dîsa şer, dagir, talan û nexweşî… Di van demên dijwar da, helbet afrandina berhemên zanyarî û wêjeyî bê îmkan bûye. Piştî van dagirkeran, her şer û dagirker zêde bûne. Li rojhilatê Safewîyan û Şêx Îsmaîl, li Rojavayê jî Osmanîyan û Selîm (I) ê dijwar (yavuz). Vêca ew dest bi şer kirne, mijar dîsa Kurdistan bûye. Vêca kurd însîyatîfê li ser milên xwe girtine û bi hewlên Îdrîsê Bedlîsî, bi piranî alîkarya Osmanîyan kirine û bi vê Osmanî bi ser ketye. Berovajî hin têzan, bi ya min ev ji bo kurdan ne rewşeke xerab bûye, lewra derûdora 350 salan, kurdan di qadên desthilatdarîyên xwe da, mîrekîyên xwe saz kirne, damezrandine û ji bo vê jî Osmanîyan ra peymanan îmze kirne ( Peymana Amasyayê). Her çi qas, paşayên Osmanî ji bo talanê dem bi dem berê xwe dabin Kurdistanê jî, ev êrîşên hovane kurt mane, û piştî demên kin, mîrên kurdan dîsa desthilatdarîya xwe a serbixwe heya 1850-an bi dest xistine. Serbixwe û nîvserbixwetîya xwe dîsa bi dest xistine û em dikarin bibêjin ku ev 350 sal, a ku di aramî û dewlemendîyê da derbas bûye, ji bo pêşveçûna zimanê kurdî, û afrandina berhemên zanistî, wêjeyî û dîrokî demeke baş bûye. Piştrastkirina vê jî berhem û kesayetên navdarên kurdên wê demê ne, weke #Melayê Cizîrî#, #Ehmedê Xanî#, #Feqîyê Teyran#, #Şerefxanê Bedlîsî#, Salih Begê Şêrwî û hwd… Ev dem jî, bi ji holêrakirina Mîrekîya Botan, di sala 1855-an (dema Êzdîn Şêr) da dawî bûye û heya dema me a îroyîn, an jî bi gotineka din heya sala 1980-an wiha dewam kirye. Her dagir û înkar û hewla asîmîlasyonê va. Piştî hişyarbûna gelê kurd û ji seravêtina axa mirî, wêje, dîroknûsî, helbestvanî û bi gelek hewlên din, asta kurdî, li gel mîratê pêşîyan ku ji me ra hiştne, roj bi roj geş dibe û dighîje asteke jortir. Helbet qedexekirin û polîtîkayên asîmîlasyonên dewletên dagirker tine bûna, pêşveçûn bêtir bûya, lê dîsa jî tevî bêderfetî û zordestîyan, hewla gelê kurd û rewşenbîrên wî, hêjayî teqdîrkirinê ne. Divê ev hewla ku di cih da ye, bidome.
Lê dîsa jî berovajîkirina dîroka gelê kurd ji hêla biyanîyan va, ne mimkûne ku demeke kin da bê rastkirin. Divê hemû sazî, rêxistin û rewşenbîrên kurdan li ser vê mijarê bifikrin, û hêjayîyên me ên dîrokî, her wiha lêp û çewtkirina dîroka me û lehengîyên me derxine holê. Ji bo vê jî, lêkolînên nû, berhemên zanistî ên nû û ya sereke hiş û ramaneke neteweyî pêwîst e. Kurd, bi çanda xwe, bi zimanê xwe û bi dîroka xwe divê serbilind û şanaz be û li hemberî hewla berovajîkirina dîroka xwe ji hêla biyanîyan va, însîyatîfa xwe nîşan bide û biafrîne. Em, weke hinekan ne hewceyê derew û fetlan in. Dîroka me a rast ger bête nivsandin, têra me dike û ew wazîfe jî, yê nifşên nû ye.
Wek mînak, berîya mehekî, kolaneka Başûrê Kurdistanê wek “Kolana Sîmko ê Şikak” hatbû bi nav kirin û bi rastî em pê kêfxweş bibûn, lê berê hefteyekî me bihîst ku, ji ber nerazîbûna hin asûrîyan, navê kolanê hatye rakirin. Sedem jî, xwedêgiravî zilma Simko bûye, a ku li hemberî asûrîyan di sala 1915-an da. Bi rastî, ger dîroka xwe me baş zanibûya, ev mesele jî nediqewimîya. Tu kes nikaribû lehengiyekî kurd ê welatparêz tawanbar bikira û dawî da (anegorî xwe) bê îtîbar jî bikira. Ji ber vê jî divê em biafrînin, lêbikolin, lêbigerin û dawî da jî binvîsin, da ku lêkolîn û agahîyên me bighîjine nifşên nû û dahatû ra . Wazîfa me jî divê nivîsandina çavkaniyên nû û rast be ji îro pê da. Ew berpirsyarek e ku, wek nifşên nû, li ser milên me da hatye barkirin ji hêla dîrokê va.
( Ji îro pê va, heya ji destê min bê, ez ê raman û nêrînên xwe, her wiha lêkolînên xwe, bi xwendevanên rêzdar ên Rewanbêj-ê ra par ve bikim. Ji bo vê derfetdayînê û her wiha ji bo ked û xebatên wan ên li ber zimanê kurdî, çand û dîroka kurdî, ez sipasîyên xwe ji berpirsyarên Rewanbêj-ê ra dibêjim û di pêşerojê da, ji bo wan serketînê hêvî dikim)[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,962 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://rewanbej.com/- 12-12-2022
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 38
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 27-11-2013 (12 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: مێژوو
پۆلێنی ناوەڕۆک: دۆزی کورد
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 12-12-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 13-12-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 12-12-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,962 جار بینراوە
QR Code
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.1104 KB 12-12-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.14 چرکە!