Navê pirtûkê: Bextê Dagirkirî
Navê nivîskar: #Fêrgîn Melîk Aykoç#
Cihê çapkirina pirtûkê: Almanya
Navê çapxaneyê: AR
Sala çapê: 2015
Romana bi navê Bextê Dagirkirî ya Fêrgîn Melîk Aykoç ji Weşanên Ar derket. Aykoç qedexekirina PKK'ê ya li Almanyayê wekî mijara sereke ji bo romana xwe girtiye û bi zimanek herikbar romana xwe rêstiye. Di romanê de ji gelek aliyan ve meseleya sosyolojîk a civakî cih girtiye. Serokê Enstîtuya ji bo Lêkolîn û Zanistê Fewzî Ozmen romanê wiha dinirxîne: Fêrgîn wekî mijar; li diyasporayê trajediya malbateke di nav bûyerên siyasî yên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de hilbijartiye. Bi şêwaz û vegotineke xurt û herikbar roman hûnandiye. Ez bawer dikim wê ev roman bibe mijara gelek nirxandin, nîqaşan û wê di qada romana kurdî de şopeke nû veke. Bi gotineke bê pesin; Fêrgîn di vê romanê de şêwazeke nû, vegotineke nû, şayesandineke nû, sêwirandineke nû û zimanekî nû bi awayekî serkeftî bi kar aniye. Her kesên ku vê romanê bixwîne, wê bikare xwe, yan jî aliyekî xwe jî tê de bibîne.. [1]
تێبینی: ئەم پەرتووکە فایلی پی دی ئێفی لەگەڵدا نییە، تکایە یارمەتیی کوردیپێدیا بدە بۆ بەدەستهێنانی!. ناردنی پەرتووک ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,334 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!