کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,669
وێنە
  123,888
پەرتووک PDF
  22,080
فایلی پەیوەندیدار
  125,556
ڤیدیۆ
  2,192
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
31,939
شوێنەکان 
17,028
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
945
وێنە و پێناس 
9,461
کارە هونەرییەکان 
1,522
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,943
نەخشەکان 
277
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
747
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,045
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,658
کورتەباس 
22,137
شەهیدان 
11,890
کۆمەڵکوژی 
11,364
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,062
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
902
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
54
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   تێکڕا 
273,051
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Delalê li ber dilê Edûlê -V
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
بەهۆی کوردیپێدیاوە دەزانیت هەر ڕۆژێکی ڕۆژژمێرەکەمان چیی تیادا ڕوویداوە!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Delalê li ber dilê Edûlê -V
Delalê li ber dilê Edûlê -V
#Agîd Yazar#
#Dewrêşê Evdî#, ligel yazdeh hogiran ji ber konê Zortemîr Paşayê Milî, ku bi hezaran mirov di binî de hildihat, bi rê ket. Ji hogiran pênc êzdî, şeş jî Milî bûn. Tevî Dewrêş bi giştî dowazdeh siwar bûn; dowazdeh şûrên
ji kalê kaşkirî; dowazdeh rimên li ber avêtinê; dowazdeh gurzên hilteqilandî.
Her dowazdeh egîd, yek ji yê din wêrektir bûn. Ji bo em bizanibin ev egîdin çawa xofdar bûn, werin em guhan li ser vebêjer ve pêl bikin, bê ka ew lehengiya wan egîdan çawa ji me re disêwirînin:
“Dibê wê çaxa li mecalê raketinê zarê çûk di hembêzê dayikan de nehewyana, dayikên wan destê xwe li pişta wan dixistin, digo ‘berxino rakevin, hat’ne we çeqel û rovî çolan, cin û cinawirên çiyan!/Ew zariyana ker nebûna, dibê dûre digotin: berxino rakevin, hat’ne we gurê ordiyan, qilçixê çavê dijminan, her du zarê Emer Axayê Şerqî, Ûsib û Bozan!/Dibê ew zariyana ker dibûn, çavê wan qurç dibûn, lê dilê wan payi bûn, ji sawê wan nikarîbûn deng bikirana hetanî bi êrkana sibê, mecala nimiya berbangê/Dibê hingê dayikên wan destê xwe li pişta wan dixist, digot ‘serî xwe rakin, ji ser we çûn Ûsib û Bozan!/Dibê wan zarya hinga serî xwe radikirin ji hembêza dayikan…”
Dowazdeh egîdên kurdan aha ev egîd bûn. Her dowazdeh bi tengala hev dikevin, şabûrên zîvînî diziqitînin kêlekê hespên xwe yên hur, yên li ser nenûkan direqisîn. Dibê hingê hespên wan jî, cotê guhan bi xwe ve dadigirin, serê wan li pêş dibin nola serê riman û de haydê xwe ji bin wan çing dikin. Lîrelîra jin û bûkan, fîzefîza ciwanên kurya simbêlan nû xwêdandayî, heytehoya yekûna hiropçiyan li dû xwe dihêlin û di asayoa erdê beriyê de diçin xwar. Hinekan got, gavka din ev her dowazdeh siwar li vir bûn, hinekan tilaqê xwe avêtin gotin, na ne li vir bûn.
$Dowazdeh siwarên efsanewî$
Sal li derdorê 1768’an e. Dem, dawiya biharê, destpêka havînê ye. Ev dem ji bo beriya Wêranşarê û Serêkaniyê, destpêka kelekela germê ye. Erdê beriyê, şargên bi gûman xalî maye ji pale û şivanan. Heta xezalên pişt-sor û pêxîl-spî mîna kefa şîr jî, xwe avitine devdelingê çiyayê Qerejdax û Dêrika Çiyayê Mazî. Heçî bîrên avêne, ew nema dikarin devê moz û mozqirtikan jî şil bikin; yekûna wan miciqîne. Sê roj û sê şev di ser çûyina Dewrêş û her yazdeh hogiran re derbas dibe. Xwarin û vexwarinên wan û yê hespên wan tev dawî lê hatine. Hespên wan manin li ser zenga diranan; bi hisreta kirtîna hebikek ceh, dikewijin. Ji tîna, ji birçîna û ji kelekela havînê, hal û hinir di wan de namîne; bijangên wan zo bi zo bi heve dizeliqin. Qapaxên çavan, lê giran dibin mîna ferê destaran. Serê sê şev û sê rojane, xewa şevan bûye xîz û şujik, ketiye çavên wan. Êdî rewrewk li ber çavên wan hildibe û dadikeve; leylan, li ber çavan dibe pîrebokek porgijik, kinc-qerpalî (?)
Gava dengbêj Baqî Xwudo û vebêjer Şahîn Bekirê Soreglî vê rewşa han ji guhdarvanan re disêwirînin, hingê bêhemdê xwe guhdarvanên guhpêlkirî, destê xwe ji çavên xwe re dikin sîper û li asoya ku xala erd û ezman lê digihêjin hev dinerin: “Va hîro roja sisêyane em derketine ji binaniya konê paşê milane/m daketine erdî berî şargê bi gûmane/Erdî berî xalî zengilê bi dûmişqî, taliya biharê cezer û pala can e/Koçer di erdî berî da nemane, daketine gundane/Çiqa bîrê erdê berî hene, xalî mane/Hetanî bi xezalê sor be, xwe avêtine honkahiya pişt çiyane/Va hîro roja sisêyan e ku hevalan ez kirime ziyareta ta û bawiyane; ecizîn xwe bavêne min, ramûsin pozê cûzman bid’ne ser seryane/Li hêlekê girê didin doçika şara keserrewanî li fena ereban/…/Hîro roja sisêyane, xew di çavî me da bû kevir û şijikê çolane/Di qursaxê me re derbas nebî êmegê cotane/Kirtînî cê çi ye, nektî devê va heywanane/Erdî berî xalî, zengilê bi dûmişqî; pêpirka germa biharê xwe bera didê dev û newalê çolane/Ji dûr va ji me va dixwînê li tertîbê avê Ferat û behrane/Em çiqa va heywanana radikin serî çargaviyan, em balê xwe didinêkê, pêpirka erdî berî, tim li pêşiya me dibê xewane…”
$Civîna yazdeh hogiran ji bo vegerê$
Yazdeh hogir di navbera xwe de tevdîrekê digerîne. Sahdûnê bira erkdar dikin, da ku ew biçe ji Dewrêş tika bike ku êdî li mal vegerin.
Li ser daxwaza hogiran, Sahdûn dê biçe li ba Dewrêş. Ka em binerin bê vebêjerê me çawa gotinan di nava hingiv de dike û ji me re disêwirîne: “Birawo, em dikin ricakê ji te bikin û tu jî herî wê ji Dewrêş rica bikî/Va hîro sê ro û sê şevin em bi erdî berrî ketine û tu bi xwe jî zanî hêl ne di me da ma û ne di hespê me da ma/Hespê me bizmar di binî nigan de neman/Ew di bin me da zirav bûne, bûne têlê qeytanê/Dikojine debaxa dizgînê û lîwanê//Kêleka va heywanana me ji kutanê şabûran kirne goştê devê kêran û qîmane/Parsê wan gewr dikine li tertîba berfa kibêsê çiyane/Em ji te rica dikin tu here ji Dewrêş ra bibî, ma em kuda dierine?/Ma dawa sî du jezar malê milan bi me dowazdan ketiye?!…”
$Sahdûn diçe ba Dewrêş$
Sahdûn, rica her deh hogiran dibe ji birayê xwe Dewrêş re pêşkêş dike. Dewrêş ne dibêje him, ne jî dibêje gim. Tenê hêsirên siwa, nola gulolîkan ji çavan digindire û tên xwarê. Ew vê pêşniyarê rûmet-şikîner dibîne. Sahdûn, rewşa hogiran yek bi yek ji Dewrêş re rave dike; ûdê davêje li ser Dewrêş.
Dewrêş, bi bertek ji Sêhdûn re dibêje “vegere ba hogiran, ma min bedena Diyarbekirê li ber we lênekiriye?! Heçê dixwazin vegerin, herin. Lê ez venagerim.” Hooo xwîner! De werin em vê raberkirina berteka lehengê xwe yê neteweyî, Dewrêşê Evdiyê Milhim ku ev binemal ji pêşiyên xwe egîd bû, dayika xwe Eyşa Welê jî, bi culheta xwe jinxaseke şêre-şepal bû. Û Dewrêş jî, nola berxê berên yê çargurçik, ji pişta vî bav û vê dê bû.
Ho xwînerê ku dilê we jî ji xwe re mîqîm çargope lêdixê û bi van reşbelekan re hildigupe! Ez ê êdî xwe ji navbêna we û vebêjer bidim alî. Ka em binerin bê ew ê dîsa çawa me bi cizba gotinên xwe yên sêhrawî bixîne: “Min bi tenî berdin erdî berî, şargên bi guman/Tu here rûne li dîndarî bavî kal û dayika pîr, Evdiyê Milhim û Eyşa Welê, her du kokimê manî li ber dîwêran/Bigir ku Rebbê alemê ez peyda nekirim ji daw û êtega wan her duyan!/Ez hezar salî li dinyayê bimînim, ez dikim îlleh ro’kê serî xwe bid’me diyarê qebrê, axa kendal û gornan/Ez naxwazim wê miriniya taya salê, bi xelaya Nisêbînê, bi kula şevreşê, bi sanciya şivanan/ Naxwazim bi gulîşkê merzelê akinciyan serî xwe bid’me diyarê qebrê, axa kendal û gornan!/Miriniyake min hebe bira li erdî berî bê, bi lîlîniya zilxitan, bi qûrîniya hirobçiyan, bi cerqîniya darê begariyan, bi şîngîniya şûran, bi gurrîniya hiwêzî çavkildayî bê/Xwîna mine sor bira birijê li erdî berî, temiriya mine mor bigerê li mitê gewrik û belana erdê berrî, goştê mi herê-werê li qatê ezmanê heftan di destê teyr û tî çolan da; ew pir ji mi ra çêtir e ji mirina nav ciyan/Sehdûn birawo, serî xwe rake bin’êr!/Mi’ dobekê rakirî barê cerd û bêregê tirk û gêsan/Eger barê Çîl Îbramê Begdilî, kekê Eyşo, padşahê tirkan, bi bîra xeyê bê, ez e xwe li ser sêrî berdimêkê, bira çûna mi hebe vegera mi tinebê li mal û xwediyan, seba xatirê qîza paşayê milan!/Eger barê Kose Weys bi arê Nêmrûd bê li bajarê Rihaya xopan, ez e xwe bavême bêşîga Xelîl Rahmanê, xwe bavême nava arê daran; seba xatirê qîza padşahê milan, bira çûna mi hebe vegera mi tinebê li mal û xwediyan/Eger barê Eyûbê Mistefa, kekê cozam, padişahê xortan, bibe şerpê cin û pêriyan, ez e xwe biqelibînime li koma cin û pêriyan, bira çûna mi hebe vegera mi tinebê li mal û xwediyan, sebe xatirê qîza padşahê milan/Eger barê Eferê gêsî, kekê Utman, bibin pêlên behra emerîkan, ez e xwe çekime nêv wan pêlan, bira ez têkevime devî masîyan û hûtan…
$Dewrêş û du qîzên xemilandî$
Gava Dewrêş van gotinên li jorê, mîna bazên nikil-pola ber bi leylana asoya erdê beriyê ve berdide, li dûr, li serê şikêrekê du reş li ber çavan dikeve. Ji koma hogiran re dibêje, li vir li bende min bin. Ka ez biçim van reşan saxtî bikim, bê ew çi ne, ne çi ne. Paşê ez ê li we vegerim û em ê tevdîrekê ji xwe re bigerînin.
Hogir, dibêjim bila be. Heta tu vegere, em ê jî serî bavên xewê û hinekî çavan nerm bikin. Dewrêş, igala muêlan xar dike davê çatê biriyan, e’ba duruziyan li çengan digerîne, pozê rimê dikute nava guhê Hedbên û şabûrê zîvîn bi Hedbên da dadigre. Hedban xwe ji bin çingdike li tertîbê xezalê sor li pişt çiyan. Ne go gelî ye, ne go zinar e; yek û dudu xwe davêje li serê wê şikêra reş li ser in.
Dewrêş bala xwe didê du qîzên nola du xezalan e. Ji çelengiya wan re dibe hijmekar. Di dilê xwe de dibêje, bila xweşikahiya wan li mal û xwediyên xwe pîroz bin.
Ho xwîner! Ka em binerin bê vebêjerê min û we çawa bi çavê Dewrêş wan qîzan radiçavîne û dibe bilbilekî çil-awaz.
“Ku Dewrêş gihaşte ser gir, balê xwe dayêkê cotek qîz ji pêşî rabûn/Yek bi kincê kurmancî ye, yek bi kincê erebî/Her du rabûne ser xwe, piştê xwe dane Dewrêş û serberjêr bûn, meşiyan/Dewrêş silav li wan her du qîzan da, silava Dewrêş negirtin, bi serî zimên, bi kenarê lêvan/Dewrêş balê xwe da wan: a hane bi ilwanê kurmancî/ Taceke li serî ye, zêrê sor e, yepraxê tacê bi qulp pêde berdane, xelas kirine morê cênîkan, silavê didine kenara lêvan/Eniya xwe kale gewr e, li tertîba gobega hîva li çard’an/Birî û bijangin qemer in, biskê bi rewan şehkirine bûne kevan e, xwe dane ser henarê rûyan e/Henarê rûyane sor in li tertîba sêva gulanê, derazê zer û sor ketinêkê, dibine xuyane/Pozê teyrî ne, diran hûr in li tertîba hebê birinca Qerejdaxê li êtega çiyan e/Qirik-zirav e, deq lê kutan e, lê hêşîn dikin li tertîba sayîkî li navbera du ewran e/Bi navkela kemberan, kêleka himêliyan, bi bejna sewayan, bi newqa helaliyan, bi topigê xilxalan, bi zendê bazinê têlkarî/Di dest da çoganekî zêrîn, vediweşînê pozê qonderan li tertîba zabit û êrkanherbeke serê gemiyan/A dine di kêlekê wê da bi i’lwanê erebî/Şareke kêserewan avêtî ser sêrî û yek li dorê gerandî, li tertîba fûta şêxanû melan/Bi ser xwe da beradayî qapûtê berbişems, di nigan da zoyê çekmane/Gopalekî zêrînî di dest dê, vediweşînê pozê çekmane”
Hooo xwînerê te jî bi min re daye li ser şopa reşbelekê vê qelema nola xezalek guhan-lêzerpitî! Gelo hat bal û bîra te, vebêjerê me yê xwediyê gotinên sêhrawî ku ew bi van gotinan dikare jina mahrkirî jî berde li dû xwe, heman sêwirandin ji bo Edûla dotmîr sêwirandibû? Tedît gava Dewrêş e’ba duruziyan bi ser serê xwe werdikir û di kîşweriya xilmaşiyê de, Edûla serfiraza sî û du hezar malê Milan, lê dibû mêvan.
Hooo xwîner! Binerin bê vebêjer çawa xwe berdaye nava reh û rîçalê navdilê Dewrêş û deqên li ser gerdena Edûlê şayesandiye: “Qirik-ziraaav e, deq lê kutan e, lê hêşîn dikin li tertîba sayîkî li navbera du ewrane”
Hooo xînerê serdanpê bûye cotek guh û li vebêjerê xwediyê van gotinên sêhrawî guhdar dike! Gelo ev her du qîzên xemilandî li wê çola han li çi digerin?! Vebêjer dê di xeleka li pêş ji we xwînerên ezîz re pêşkêş bike…[1]
(Dê bidome)

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,522 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | موقع https://xwebun1.org/- 27-12-2022
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 12
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 19-11-2022 (3 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: کلتوور / فۆلکلۆر
پۆلێنی ناوەڕۆک: کۆمەڵایەتی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 96%
96%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 27-12-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 27-12-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 27-12-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,522 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.312 چرکە!