کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,542
وێنە
  123,860
پەرتووک PDF
  22,077
فایلی پەیوەندیدار
  125,499
ڤیدیۆ
  2,192
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
31,939
شوێنەکان 
17,028
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
945
وێنە و پێناس 
9,461
کارە هونەرییەکان 
1,522
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,943
نەخشەکان 
277
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
747
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,045
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,658
کورتەباس 
22,137
شەهیدان 
11,890
کۆمەڵکوژی 
11,364
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,062
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
902
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
54
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   تێکڕا 
273,051
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Nevzat Şervan - Tûrgût Oslû
پۆل: شەهیدان
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
زانیارییەکانی کوردیپێدیا لە هەموو کات و شوێنێکەوەیە و بۆ هەموو کات و شوێنێکیشە!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Nevzat Şervan
Nevzat Şervan
$:Agahiyên şehîd$
Nasnav: Nevzat Şervan
Nav û paşnav: Tûrgût Oslû
Cihê jidayikbûnê: #Şirnex#
Navê dê û bav: Xunav - Sadiq
Dîrok û cihê şehadetê: 30’ê Îlona 2022’an / Besta

$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Nevzat li navçeya Qileban a Şirnexê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû û Qilaban herêmeke di bin bandora gerîlaya Azadiya Kurdistanê de bû, ji biçûkatiya xwe de navê Partiya me bihîst û nas kir. Rêhevalê me Nevzat ku bi destanên lehengiya gerîla mezin bû jî xeyal dikir ku rojekê bibe lehengê van destanan. Rêhevalê me Nevzat ku di hawîrdora gundê Qilebanê de mezin bû û bi çand û exlaqê kevnar kesayeta eşîra Goyî ava kir, roj bi roj hişyariya xwe ya Kurdewariyê zêde kir. Bi taybet dema zilma dijmin û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser gelê dît, ev tişt bûn sedem ku hêrsa hevrê Nevzat zêde bibe. Hevrêyê me Nevzat di sala 2011’an de, di komkujiya ku dewleta Tirk a qirker li Roboskî li dijî ciwan û zarokên Kurd pêk anî, 2 mam û gelek hevalên wî ên zarokatiyê şehîd ketin. Hevrêyê me hemû têkiliyên xwe yên bi dewleta dagirker re qut kir û xwest xwe nas bike. Hevrêyê me Nevzat piştî vê qetlîama ku li heval û xizmên wî yên zarokatiyê hat kirin, fikirî ku divê teqez tola vê komkujiyê bê hildan û da zanîn ku ev yek bi tevlîbûna nava refên gerîla dibe.
Li ser vê bingehê hevrêyê me Nevzat di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû, li qada Qendîlê perwerdehiya şervanên nû dît û di vê qadê de demekê tevlî xebatên pratîkî bû. Di dema mayîna xwe ya li Qendîlê de, bi yekkirina çand û exlaqê ku ji malbat û eşîra Goyî ya welatparêz wergirtî bi bîrdoziya PKK’ê re, di kesayeta xwe de serkeftinên girîng afirandin. Di vê pêvajoyê de partiya me ji nêz ve nas kir û xwest fêm bike. Piştî ku ezmûnek bîrdozî û rêxistinî bi dest xist, berê xwe da qada Zapê. Li vir zêdetir tevlî xebatên biryargehê dibe û di warê rêxistinî û leşkerî de dest bi tecrubeyên xwe dike. Hevrêyê me Nevzat ê ku dixwest xwe li ser taktîkên gerîla yên serdema nû perwerde bike û bi pêş ve bibe, bi vê armancê perwerdeya sûîqestê dît û ji ber serkeftina xwe ya di van perwerdeyan de bi baweriya rêxistina me perwerdehiya hevalên xwe girt. Rêhevalê me Nevzat ku bi qasî 3 salan rêhevalên xwe di taktîkên sûîqestê de perwerde kiriye, weke milîtanên Apoyî yên li hemberî dijmin kedeke girîng daye têkoşîna bi sedan hevalên xwe. Hem di warê teorîk û hem jî di warê pratîkî de hemû zehmetiyên taktîka sûîqestê nîşanî hevrêyên xwe da û ji bo pêşketina wan bi hemû hêza xwe hewl da. Di vê pêvajoyê de ji bi dehan rêhevalên ku pê re jiya û xebat kir, gelek tişt fêr bû û her roj xwe bi wî ruhî perwerde kir. Ji her rêhevalekî fêrbûna tiştekî ji xwe re kiriye armanca xwe ya sereke, her rêhevalekî weke parçeyek ji xwe dibîne û di her kêliya jiyana xwe de vê hîs kiriye. Rêhevalê me Nevzat ku hest dike ku piştî her rêhevalekî ku digihêje şehadetê parçeyek ji xwe winda dike, hîn bêhtir xwe xurt bike û vê hêzê ji bo tolhildana şehîdên me bi kar bîne, kiriye yek ji armancên xwe yên sereke. Difikirî ku dilsoziya bi şehîdan re ancax bi vî rengî tê fêmkirin û bi mezinkirina têkoşînê wê xeyalên wî pêk werin. Ji ber vê yekê her tim xwest biçe Bakurê Kurdistanê ku têkoşîna me ya azadiyê û şerê gelê me yê hebûn û tinebûnê herî zêde lê diqewime û di sala 2018’an de ev daxwaza xwe bi cih anî.
Rêheval Nevzat, ku piştî çûyîna Bakurê Kurdistanê xwest perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî bi hemû aliyên xwe ve bi kar bîne û ji bo vê yekê xwedî kelecaneke kûr bû, di vî warî de hewldaneke girîng daye. Rêheval Nevzat ku bi pratîka xwe ya ji bo pêkanîna jiyana gerîla û şêwaza şer a serdema nû û bi vî rengî serkeftinê bi dest dixe, bi vê taybetmendiya xwe bûye mînak û pêşengtiya rêhevalên xwe kiriye. Bi beşdarbûna di gelek çalakiyan de bersiv da êrîşên dijmin ên li dijî gelê me. Di van çalakiyan de xwedî şêwazeke ku derbe li dijmin dixist û bi ezmûna xwe ya şer, bû yek ji fermandarên pêşeng ên serdema nû ya gerîlatiyê. Di vê astê de fermandariya herêmê girt ser xwe û ji bo vê berpirsyariyê bi awayekî herî bi bandor bixe pratîkê de xebitî. Rêhevalê me Nevzat ku xwedî jiyaneke kedkar, sade, fedekar û pir nefsbiçûk e, weke rêheval û fermandarekî li qada Botanê cihê xwe di dilê hevalên xwe de girtiye.
Herî dawî di êrîşa dagirkeriyê ya dijmin a li herêma Besta de, tevî hevrêyên me Piling û Sîpan bi ruhê Apoyî li hemberî hêza dijmin mudaxele kir û derbeke giran li dijmin xistin û heta nefesa xwe ya dawî bi awayekî fedaî şer kir û gihişte şehadetê. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê tola hevrê Nevzat hilînin û xeyalên wî yên azadiyê pêk bînin.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,100 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | موقع https://anfkurdi.com/ - 28-12-2022
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 2
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی شەهیدبوون: 30-09-2022
پلەی سەربازی: سەرباز
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
شار و شارۆچکەکان (لەدایکبوون): شڕناخ
نەتەوە: کورد
هۆکاری گیان لەدەستدان: بۆردوومانی فڕۆکە
وڵات - هەرێم (شەهیدبوون): باکووری کوردستان
وڵات - هەرێم (لەدایکبوون): باکووری کوردستان
ڕەگەزی کەس: نێر
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئەڤین تەیفوور )ەوە لە: 28-12-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 29-12-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 30-04-2025 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,100 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.641 چرکە!