LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LÊKOLÎNEK LI SER ROJNAMEGERÎYA KURDÎ.
#Kovara Kurdinameyê ya Navnetewî#, Jimar: 7 Mijdar, 2022.
Dîroka rojnamegerîya Kurdî bi awayekê giştî ji rojnameya Kurdstanê (1898-1902) ku li Qahîreyê sala 1898an derçû, dest pê dike. Li Başûrê Kurdstanê jî vê yekê wek despêka dîroka rojnamegerîya li Başûrê Kurdistanê dihesibînin û her sal vê dîrokê li Başûrê Kurdstanê bi awayê curbicur bi bîr diînin. Li piştî 1991ê de, Kovara Peyvê yek ji wan kovaran bû ku rolekê baş hebû ji bo pêşxistina edebiyata Kurdî bi awyekê giştî û dema em li naveroka vê kovarê binêrin, ev yek xuya dibe ku kovara Peyvê ji du beşan pêk dihê. Beşek bi Kurdîya tîpên Erebî bi devoka Badînî dihê nivîsandin beşa dîtîr jî bi Kurmancî û bi tîpên Latînî dihê nivîsandin. Kovara Peyvê li kîve dihê weşandin? Cihê Kovarê di edebiyata Kûrrmancî da çawa ye? Li Başûrê Kurdstanê Kovara Peyvê yekemîn kovar e ku bi tîpên Erebî û Latînî hatîye weşandin. Mekanê kovarê di edebyata Kûrmancî da xuya ye. Nivîskarên hemû perçên Kûrdstanê nivîsên xwe di vê kovarê da diweşînin. Ev dibe eger ku piranîya nivîskar û xwendevanê kurd bi rêya kovara Peyvê agehdarî edebiyata Kûrmancî bibin. Bi awayekê din anku em dikarîn bibêjîn kovara Peyvê bû rêyek ku hevnîzîkbûnekê di navbera edebiyata hemû perçeyên Kurdistanê da dirust dike ku bikarin nivîsên xwe di nav da biweşînin. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=459215&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LÊKOLÎNEK LI SER ROJNAMEGERÎYA KURDÎ=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,339 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!