$Agahiyên şehîd:$
Nasnav:Hêjar Botan
Nav û paşnav: Vedat Azan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Mevlude - Celalettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Hêjar bi eslê xwe ji Geverê ye û li Wanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Heval Hêjar ji bo ku layiqî gelê xwe be û li hemberî dijmin şer bike ketiye nav lêgerînan. Heval Hêjar di pêvajoya aştî û çareseriyê de ya ku bi ked û têkoşîna mezin a Rêber Apo dihat domandin, Rêber Apo û PKK nas kiriye û piştî ku rûyê sixtekar ê rejîma faşîst a AKP ‘ê dîtiye, biryar daye ku tevlî nav refên gerîlayan bibe. Heval Hêjar di nava demeke kurt de hînî jiyana li çiyayên Kurdistanê bûye û ji bo ku bibe milîtanekî Apoyî xwe her dem perwerde kirriye. Wî girêdana bi Rêber Apo û welat bi helwesta xwe ya jiyanê daye nîşandan. Ji ber helwesta xwe ya fedakar û ji dil hemû hevrêyên wî jê hez kirine. Heval Hêjar di warê îdeolojîk û leşkerî de xwe pêş xistiye û her tişta ku hîn bûye xistiye xizmeta partî, gel û hevalên xwe. Hevrê Hêjar xwedî kesayetiyeke hunermend bû û tevlêbûna wî ya nav gerîlatiyê jî hunerî bû. Di pêvajoya pratîk de ya ku dibistaneke mezin e, wî dîtiye ku hevaltiya PKK’ê ji têkiliyên malbatî bilindtir û hêjatir e. Wî bêyî fikar her dem tevlî têkoşînê bûye, hevaltî û jiyan dewlemend û watedar kiriye. Heval Hêjar meşa li ser xeta şehîdan ji xwe re kiriye esas û hewl daye layiqî hevrêyên xwe be. Bi tevlêbûna xwe ya dirust ew ji pêvajoyê re bûye bersiv û pratîkeke serkeftî derxistiye holê.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 306 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!