کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  585,162
وێنە
  124,132
پەرتووک PDF
  22,098
فایلی پەیوەندیدار
  126,005
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,121
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
1,000
وێنە و پێناس 
9,464
کارە هونەرییەکان 
1,710
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,968
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
780
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,053
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,156
شەهیدان 
11,930
کۆمەڵکوژی 
11,388
بەڵگەنامەکان 
8,730
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
735
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
908
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
928
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   تێکڕا 
274,249
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Nav, wate û cewherê Newrozê di sitranên Kurdî de
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
وێنە مێژووییەکان موڵکی نەتەوەییمانە! تکایە بە لۆگۆ و تێکستەکانتان و ڕەنگکردنیان بەهاکانیان مەشکێنن!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Nav, wate û cewherê Newrozê di sitranên Kurdî de
Nav, wate û cewherê Newrozê di sitranên Kurdî de
#Kakşar Oremar#
Nav, wate û cewherê Newrozê di stranên Kurdî de
Meha Adarê ye û dîsa şahiyên vê cejina dîrokî bala raya giştî a cihanê kişandiye ser axa Kurdistanê. Kurda Newroz û Adar kirine amrazek ku dengê wan yê azadîxwaziyê bigehîne guhê her kesî û her dera cihanê. Ew bûye dengê wan daxwazên ku hezaran sale Kurd jê re xwîn û mal, rih û canê xwe pêşkêş dikin.
Îro Newroz e. Cejina hemû komên êtnîkî ku ji bihar û sirûştê hez dikin. Tevî ku bi hezaran sale Newroz bi awayên hinek cuda ji hev tê pîroz kirin, lê di nava teva da armanceke hevpar heye: pêşwaziya ji bihar, demsala nû û destpêkek nû ji sirûşt û jiyanê re.
Newroz roja şahiyan, roja liv û lebata sirûştê ye. Mirov jî bê sirûşt nikarin bijîn, çimkî ew jî pareke sirûştê ne. Ev roja nû roja me ye, divê Newroz bimîne. Ji ber wê jî min bi fer dît ku vê carê li ser cih û navê Newrozê di stran û hunera Kurdî da binivîsim.
Xwedî derketina ji mîras û çandê tê wateya dewlemendiya her netewekê ku ji nasnama xwe ya netewî hez dike. Bawerim razeke mayîn û nehelandina me Kurda jî di vir da veşartiye.
Di 50-60 salên dawiyê da qêrîn û banga Newroz û Adarê bi dengên xweş bêtir li Kurdistana mezin belav bûye. Helbestvan, hunermend û stranbêjan destê xwe dane hev û li ser vê yadigara bav-kalan newa û stranên xweş afirandine.
Ji salên 60an dengê mamosta Aram Dîkran(1934 – 2009) bi rêya radioya Êrîvanê belav dibû. Wî bêtir ji hemû hunermendên Kurd li ser Newroz, bihar û Adarê stran gotine. Tevî ku ew Ermen e, lê bêtir ji Kurdekî agehdarî orf û adetên Kurdewarî ye. Ji ber wê jî carna wiha diqêre:
„ Adare ax adar e / Newroz û xweş bihar e
Adare xweş rengîn e / Ew dem û cenga şîn e
Zivistan weke dûj e / Adar e û Newroz e
Dijimina derda ye / Ser sala me Kurda ye”
http://www.youtube.com/watç?v=ToJf5NtTXpE
Li vira hinek zêdetr balê bidenê ka Aram çawa bi zanebûn ceng û rizgariya Kurda bi hatina Newrozê ve girêda ye.
Herwiha mamosta Aramê hunermend di straneke din da jî hez û evîna mirova ya ji bihar û Newrozê re wiha beyan dike:
“Newroze, Newroze sibe ye Newroze / Maçek bide min yar cejina te pîroze”
Ew ji dêla xelata ji aliyê yarê ve tenê daxwaza maçekê jê dike. Ev jî nîşanek bihêze ji bo îspata dewlemendiyên orf û adetên Kurdewarî.
Bihar, sersal û Newroz an jî Nûroj mukemilî hevin. Aram vê rastiya sirûştê wiha bi lêv dike:
“Newroze û bihare / belbûne gul û dare
Mîna gulê hare / Destê mi bi destê yare
Newroz û ser sale / Nêva gulê ale…”
Di dema hatina Newrozê de mirov li dora hev dicivin. Rûgeşiya mirova bi germahiya sirûştê re tê guherandin. Heza ji jiyan û daxwazên nû re jî zêdetir dibe. Hêzeke nû di laş û ramanên mirovan da peyda dibe. Ji ber wê jî Kurda hatina bihar û Newrozê ji xwe re kirine hêcetek ji bo standina mafên xwe yên siyasî. Ev rewş ji salên 1950an û pêda heya roja îro li Kurdistanê berdewame. Demekê li Silêmaniyê mamosta Pîremêrd(1867-1950) serkêşiya vê xebatê kir û heya salên 1950an berdewam bû. Li pey wê li parên din yên welatê bindest û bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê hereketa azadiyê Newroz wek mîrasekî çend hezar salî kiriye sembolek li dijî rejîma dagirkera Tirkiyê ku heya roja îro jî hebûna Kurd û Kurdistanê napejirîne. Îro agirê geş û gorê Newrozê êdî ronahiyek nû li pêşberî jiyan û qedera Kurda vekiriye. Mamosta Aram dema rewşeke wiha dibîne, wiha gazî Kurda dike:
“Newroz Newroz e li vê cîhanê / Cejina Kurda ye li Kurdistanê
Ala me yî rengîn bînin meydanê, rabine dîlanê / Hevalno rabin serê zozana
Ji şiva çêkin tîr û kemana / Nema em bitirsin ji koledara û ji neyara”
Hewriha li dereke din jî wiha distire:
“Newroz sersala me ye / Welat welatê me ye
Cî merkez warê me ye / Dor çiyê pêşmerge ye”
Aram biqasî ku ji Kurda dixwaze ji Newoza xwe xwedî derkevin û şerê ji bo azadiyê bimeşînin, ewqas jî behsa bedewiyên demsala biharê dike:
“Newroz sersala me ye / Gulên sor reng reng geşin
Dengê bilbilan xweşin / Dost û yar tên dimeşin
Nêrgiz şalûl serxweşin.”
Hemçax bi vê xebata mamosta Aram re bawerim kesê duyê li Kurdistanê hunermendê dengxweş Hesen Zîrek e ku li ser biha û girîngiya Newrozê straye. Nemir Hesen Zîrek(1921 – 1972) jî bi rêya radioya Kirmaşan û Tehranê helbesta nemir Pîremêrd ya li ser Newrozê bi awazek xweş dixemilîne û bi dengê xwe yê bilind li her dera Kurdistanê belav dike:
“Em rojî salî taze ye Newroze hatewe / Cêjnêkî konî Kurde be xuşî be hatewe
Wa roj helat le bendenî berzî welatewe / Xiwênî şehîd rengî şefeq şewiq her edatewe
Çend sal gulî hîway ême pêpest (bê ber) bû taku par / Her xwênî lawekan bû gulî alî newbehar
Pêy nawê bo, şehîdî weten şîwen û girîn / Namirin ewaney wa le dilî milleta her ejîn
Newroz bû agirekî wehay xiste cergewe / Lawan be eşiq eçûn be berew pîrî mergewe
Ew renge sore bûke le asoy bilindî Kurd / Mojdey beyanî bû gelî dûr û nêzîk ebird.”
Hunermend Dilovan jî di straneke xwe da wiha behsa Newroz û doza Kurda dike:
„Newoz hatiye biharê / govend geriya li meydanê
werin herin dîlanê / ev cejina Kurdistanê
newroz sersala me ye / Kurdistan warê me ye
çek û rext li mile me ye / Serxwebîn doza me ye..“
Hunermendê canemerg Eyaz Zaxoy î(1961 – 1986) tevî ku demeke kurt jiya, lê strana wî ya li ser Newrozê heya roja îro hê jî ji bîra xelkê neçûye. Ji bîra nekin ku ev stran di demekê da hate gotin û belav kirin ku rejîma Baasiyên Kurdkuj li başûrê Kurdistanê bêrawestan Enfal û qira Kurda ji xwe re kiribû karê herî sereke. Eyaz hingî ew Baasî û xwînmêjiya wan şibandinbû zilma Zehak û wiha qêriya bû:
„ Newroz hat û bi gul û rîhan / Cejna me ye li bist û êkê
Ew Newroza bîka ciwan / Agirî hilkin serê rêkê
Yadigare ji bab û bapîran / Wa şikandî qeyda zincîran
Der kirin rojhelata me / Dê rabin hilkin xetîran“
Ev dêrên helbesta jor ku ji hiş û ramanên nivîskarê nemir Segvan Ebdulhekîm derketine, bi bîra dagîrkeran tîne ku Kurd di rewşên herî nexweş da dev ji doza xwe ber nadin. Ji ber wê jî wiha behsa armancên Newrozê dike:
„Newroz hat û roja nû ye / Bi deskê gulan xemlandiye
hemî waran dîlan rabî / Cejn û aheng û kenî ye
Wan celalan av lê boşe / Seyran li wan milan xweşe
Kar û rewiştê milletî / Cejna Newroz mendehoşe”
Wan sala li başûrê Kurdistanê bizava siyasî pir qels bû, lê ronahiyek ji hêla çiyayên Kurdistanê ve dihat dîtin. Eyazê dengxweş û hunermend vê hesreta xwe wiha beyan dike:
“Newroz hat û roja mêra / Millet xurî wekî şêra
Rûxandin koşka neyara / Bilind bû ala dilêra
Newrozê hey lê lê Newroz / Tu roja mêrêt xwedan soz
Dê mînî bişkujekî geş / Bo me Kurda cêjnek pîroz”.
Pirensîsa bêtac û text Eyşe Şan(1938 – 1996) jî ku ji salên 1979an û pêde ketibû nava bêdengiyek xemgîn, li pey geşbûna agirê şoreşa bakurê Kurdistanê careke din dengê xwe yê şilik û nazik li çar aliyên welat belav kir. Lê vê carê serhildanên li Cizîr, Amed û Şirnexê bandora xwe li ser wê jî danîbûn. Wê ji salên 1960an û pêde tama êş û elemên bindestiyê bêtir û zêdetir ji hunermendên din kişandibû. Çimkî ew yekemîn jina Kurd bû ku li bakurê Kurdistanê bi zimanê xwe yê zikmakî stran gotibûn. Nav û dengê wê sinor bezandibûn û bibû sembol û serkêşeke şoreşa Kurda ya çandî. Dema ew serhildana Kurda li Newroza salên 1990an dibîne, hovîtiyên rayedarên komara Tirkiyê jî nikar tehemul bike. Ew bi hastên xwe yên nazik li ser Newrozê wiha dike gazî:
“Lê dayê dêranê îro biharê Newroza me Kurdane / Li me hatî bi top û tifenga şerekî giran e
De bêje em ê hatanî kingê li welatê xwe xerîb bin / Emê bikşînin bindestî û zilm wan dijmina
Dayê Ax aman aman aman aman derdê min girane dayê / Kula me welate dayê Newrozê Newrozê dayê Newroz dîlane
Newroz Newrozê keko ew îda Kurdan e / Kula me welate dayê derdê me giran e“
Dengbêj Şemdîn jî di yekemîn berhemê xwe(Ala Rengîn 1989) de, biha û cihê Newrozê yê siyasî-civakî wiha bi bîra dîrokê tîne:
“ Newroz cejinek bihaye / dîlana me Kurda ye
Kêf û şahiya Kurda ye / Agirê li ser çiya ye
Nîşana keç xorta ye / ewa dengê Kawa ye
Bihara me tu şengî / tu ji me re şan û cengî
Tu ji me re nav û dengî / bîst û yekê Adarê
Tu sorgula sê rengî / keske sora sê rengî”
Stranbêja nemir şehîd Mizgîn(1962-1992) ku xebata ji şoreşa Kurdistanê re ketibû nav rih û cane wê, sala 1986an di kaseta Koma Berxwedan ya 4mîn da li ser Newrozê mesajeke wiha dide û ji me re eyan dike ku xwîna ciwanên Kurd, yê agirê Newrozê gortir bike:
“Îro newroze, li welat dîlane / Tîrêj û birûske cenga giran(şêrane)
Vaye bi rêket şoreşa Kurdan / Newroze ku ji me re lê darxistin
Kawey hemdemî Mazlum Dogan….
Bêfeyde naçe şûna xwîna sor / Hukimê zordara hilweşe bi zor
Bin ala enî pîroz be newroz”
Endamê Koma Berxwedan yê herî dengxweş Xelîl Xemgîn jî di rewşeke hessas da ku Kurda hêdî-hêdî li bakurê Kurdistanê li dijî sîstema totalîtera Kemalîstan serî hildidan, wiha behsa biha û rolê Newroz û biharê di jiyana Kurdan da dike:
“Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulilk û simbila / Newroz û sersala dila, kengî bixêr tu bê bihar
Îsal zivistana me sar e, berfa spî hur tê xwar e / Xemilandin deşt û zinar, kengî bi xê tu bê bihar
Baran li berfa şevnîvê bê û li pey roj derkevî / Dîsa bi ser çiyan Kevin, kengî bi xêr tu bê bihar.”
Helbest ya mamosta Cegerxwîne û di naveroka wê da xuya ye ku ew di etmosfêrekî tije zulim û tepeserî de bi hesreta kişandina hewayekî azad e.
Di van salên dawiyê da marşek li ser Newrozê gelek tê bihîstin û guhdarkirin. Ew marş ji hêla koma Azad ya girêdayî NÇMê ye ku mesajek dewlemend û tejî coş tê da ye:
“Newroz tu cajna gelê Arî Newrozê Newrozê / Em karkirê vî karî Newrozê Newrozê
Emê hildin vî barî Newrozê Newrozê / Werin geş kin vî arî Newrozê cejna me
Newrozê Newrozê Newrozê cejna me / Newrozê Newrozê Newrozê cejna me
Bêhna te gelek xweş e Newrozê Newrozê / Por sor e çav reş e Newrozê cejna me
Bi çiya ve hildikşe Newrozê Newrozê / Govenda te şûr reş e
Newroza gelê bindest Newrozê Newrozê / Te jiyaneka nû dixwest Newrozê cejna me
Ezê pêçim çek û rext, Newrozê Newrozê / Te bibînim ser text.”
Endameke din ya koma Berxwedan stranbêja dengxweş Zozan e ku demekê gelek aktîv û dengê wê di nava stranbêjên Koma Berxwedan da xwedî tam û xweşiyek taybetî bû. Ew jî li ser Newrozê wiha distire:
“Bihar xweşe bi nave te Newroz Newroz / Kesk sor zer bi xemila te Newroz Newroz
Xorta agir dadane ji boy te canfîdane / Keça agir dadane ji boy te canfîda ne
Newroz, Newroz….
Girtin periya dîlanê Newroz, Newroz / Bi hêza şoreşvaniyê Newroz, Newroz…
Deng belav bû li cîhanê, ji bo jîna Kurdistanê / Newroz, newroz…”
Bav kalên me beriya hatiyan îslamê di yekemîn roja Newrozê da li ser qencî û kirina karên çê, şîret li kesên derdora xwe dikirn. Ji roja yekê heya roja sêzdê merasimên cûr bi cûr hebûn, lê padisahên wê serdemê hunermend û sazbend li dora xwe kom dikirin û şahîyên taybetî di huzûra wan da li dardiketin. Hingî roja xelata jî hebûye. Ji ber wê jî em heta roja îro dibînin ku bi hatina Newrozê re bav û dê an jî kesên nêzî hev bi pêşkêşkirina xelatan diçine dîtina hev û ceijna hev û din pîroz dikin. Li rojhelatê Kurdistan, Efxanistan, Tacîkstan û Îranê sahiyên Newrozê bi cejina çarşemba sor(bi farsî çarşembê sûrî) dest pêdike û bi sêzdebederê jî bidawî dibe.
Hesen Şerîf jî bi dengê xwe yê xweş û germ wiha li ser Newrozê distire:
Adar hat kûlîk vebûn / Sergelan agir helbûn
Hezar car bixêr bêy Newroz / Cejina azadiyê pîroz
Li qadan, ser çiyan / Li girtiyan, bindestan
Silav ken pir ji dil û can / Şahîye xweş bikin dîlan
Newroz, newroz…./ Cejina gelê me pîroz“
Û di dawiyê da dixwazim bêjim ku di dawiya salên 70an da bi dengê Şivan û Gulistan Perwerê peyam û heza ji Newrozê gehişte her çar aliyên Kurdistanê. Gulistan tevî ku hingî di karê xwe da keçeke nûgihiştî û ciwan jî bû, lê bi baştirîn şêwe û hissên gelek kûr wiha evîn û dîroka Newrozê radixe ber çavan:
“Ey Newroz, ey Newroz tu li gelê Arî pîroz / Dema hîva Adarê li destpêka biharê
Gul û gulçîn kemlîn, şax û deşt tev xemlîn / Gelêm cejina we bixêr be li her derê pîroz be
Cejina Newroz dîsa hat weke rojê li me hilat / Li çiyan û li baniyan agirê Newroz tê dadan
Ev agirê rizgarî li Kurdistanê dibarî / Nîşana cejina Newroz gelê me li we pîroz
Dema Newroz tunebû, gelê Arî bindest bû / Dehakê hovê xwînxwar mêşkê mirovan dixwar
Dijî vê zulma giran şoreşek bi şerf dan / Gel û Kaweyê Hesinkar Newroz ji bo me kir diyar
Armanca pîroziyê ji bo serefiraziyê / Newrozek nû lidarxin, gelê bindest pê şakin
Li ser xakê Kurdistanê bidin kana û jinyan / Bi rindî û xweşî û dîlan em şên bikin Kurdistan.”
Gelî xwîndevanên hêja: Li vira min tenê wek nimune nav çend hunermend û stranbêjên Kurd anî ku li ser Newrozê stran gotine, lê stranbêj û hunermendên weke:
Beser Şahîn, Birader, Nasir Rezazî, Canê, Ciwan Haco, Necmedîn Xûlamî, Mihemed Şêxo, Seîd Yusif, Şiyar Farqînî, Dilgeş, Fatê, Koma Agirî, Şehîd Sefkan, Şehrîbana Kurdî, Dîno, Xêro Abbas û çend komên weke Agirê Jiyan, Geliyê Zîlan, Cizîra Botan, Dengê Gerîla, Koma Çiya, Dengê Azadî, Dîlan, Çar Newa û….hwd jî li ser Newrozê stran û awaz gotine û afirandine.
Sipas bo wan stranbêj, hunermend, rewşenbîr û helbestvanên ku bi afirandina stran û awazan ji mîrasê me yê çandî û çend hezar salî re xwedîtî kirin. Qeb-qeba wan ji ya kewê Ribad xweştir e. Bi vî awayî wan jî nav, hurmet, ked û karê xwe kirin malê dîrokê û ji bîra civakê naçin.
Bi vê re ji dil û can Newroza we teva û bi taybetî jî girtiyên azadiyê û rojnamevanên zindankirî pîroz dikim.
KAKŞAR OREMAR / 20. 03. 2014 Düsseldorf
[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,625 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | موقع https://www.rewanbej.com/- 02-03-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 35
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 21-03-2014 (11 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
پۆلێنی ناوەڕۆک: کلتوور / فۆلکلۆر
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 02-03-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 02-03-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 02-03-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,625 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.469 چرکە!