کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,813
وێنە
  123,941
پەرتووک PDF
  22,083
فایلی پەیوەندیدار
  125,663
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,087
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
965
وێنە و پێناس 
9,463
کارە هونەرییەکان 
1,573
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,952
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
761
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,051
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,676
کورتەباس 
22,144
شەهیدان 
11,899
کۆمەڵکوژی 
11,366
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,063
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
735
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
906
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
55
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   تێکڕا 
273,542
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Hevpeyvîn li gel şanoger û helbestnivîs Beşîrê Mele Newaf
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، مێژووی ڕۆژ بە ڕۆژی کوردستان و کورد دەنووسێتەوە..
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Beşîrê Mele Newaf
Beşîrê Mele Newaf
Hevpeyvîn li gel şanoger û helbestnivîs #Beşîrê Mele Newaf#
Hevpeyvîner: Aram Hesen

Beşîrê Mele Newaf di sala 1956’an de li bajarê Amûdê hatiye dunyayê, ji makbateke kedkar e ku di qonaxa rewşên tarî de ji bakur (Serxetê) bi hezarên malbatan re ji ber zulm û setema cemhoriyeta Tirk, daketine binya xetê, malbata wî jî li bajarê Amûdê bi cî bû.
Di sala 1964’an de dibistana seretayî ya suryniyan a ku di bin serperiştiya kenîsê de bû qedandiye, qonaxa amadeyî jî li bajêr bi dawî kiriye. ew jî yek ji wan kesên ku ji nasnameyê mehrûm bûn, ji lewre derfeta wî ya berdewmkirina xwendina zanîngehê nebû. ji bo debar û pêdiviyên jiyanê ew niha Elktrîksazê dînamoyan e li heman bajarî, bavê çar zarokan e. Ev du sal in wek wanederê waneya şanoyê ye di beşê ziman û wêjeya kurdî de li Zanîngeha Rojava.
-Helbestvan û Şanoger Beşîrê Mele Newaf, despêkê em spasiya te dikin ji bo vê hevpeyvînê.
Ez jî hemû xebatkarên Kovara ŞERMOLA spas dikim.
-Te pêşî dest bi helbestê kir an şanoyê û di kîjanê ji wan de bêhtir dikare hest û ramanên xwe bîne ziman? Û Kê te ber bi şanogeriyê ve ajot, şanogerên ku tu bi wan bandor bûyî kî bûn?
Berya ku bi şanoyê ve mijûl bibim, hezkiryê helbestê bûm û ezberkerê sirûdên seydayê cegerxîn bûm, dibe ku sedêmên vê jî ku bavê min helbestên cegerxwîn mîna feqeyan carcaran dixwend. Hem jî malbat û dostên wê di nava gengeşe û guftûgoyên siyasî de bûn di qonaxa yekemîn ji perçebûna partiyan, lewma ez jî pê bandor bûm. Li alyekî dîtir ez li ber himîn û dîlokên dayîka xwe ya ku heta roja dawî ji jyana xwe yek kêlîkê nuxwiryê xwe yê ku di şewata sînemayê de şewitî ji bîr nekir, bi sitranî û himînî tirajîdiya şewata zarokan vedigot. Yekemîn helbesta min hunand ser ritim û kêşeyan, lê tu carî nediket bîra min ku ez ewê bextewer bim û wê helbestê ji Seydayê Cegerxwîn re bixwînim, ew jî di sala 1978’an de bû.
Nivîsandina şano û pirsa şanogeryê di qonaxên Newrozan de pê mijûl dibûm. ji ber diyardeya şnogeryê û hunera wê ne mîna helbest û romanê ye, şano gerekdarî şanogeh û lîstikvana ye, ev pirs bi rewşên siyasî û demokrasiyê ve girêdayî ye, jixwe ev atmosfer li her çar perçên kurdistanê ji bo piyaseya şnogeriya kurdî tune bû. li Rojavayê kurdistanê tenê ji bo 365 rojan, yek roj bi derfet bû da çend kêlîkan wek şano were pêşkêş kirin ji milet re. ji bo vê hunerê ne jêderek hebû, ne jî danerek ku em xew bispêrinê. Tenê di xeyala me de ku em çîrokekê, mijarekê bi guftûgo bikin, bê ku hêman û rêgezên zarevekirin û diramatîka avakirina şanoyê zanibin. Ez dikarim bêjim pediviyê ez ajotim ber bi afrandina, çêkirin û hevgirêdana şanoyê ve.
– Mamoste hinekî ji me re behsa şanoyên ku te nivîsandine bike û kîjan ji wan tu dibînî ku bandoreke mezin li cemaweran kir? Û Gelo şano di roja me ya îro de bi rola xwe ya pêwîst dilîze yan na?
Di qonaxên piyaseyên Newrozan de, lîstik bi giştî di çarçoveya sikêtşan de bûn û deqên min dinîvisandin, min rewşa dikê û tunebûna ronahiyê û eksiswaran di berçavan re derbas diki. ji bo temaşevanan tişta dihat amedekirin, bi baldarî û hestyariyeke bilind dihate pêşwazîkirin, li gel kêmaniyên wê yên hunerî û tevin û girêdanên wê. Ji hêla hizir û mijaran ve jî bê qapax û bi morên siyasî yekser nasnam û dumahya xwe şîrove dikir.
pirsa şano li ser asta cîhanê tevî aloziyekê jiyan dike ji ber hin sedemên ku niha ne qada mijara me ne, ji bo tiştek bi bandor û roldar be, ev bi asta serwextî û bingeha ezmûneya xwe ve girêdayî ye. Sedemên lawaziya hunerî û wêjeyî ji nêz ve bi rewşa çewisandina civakê ji hêla siyasî ve girêdayî ye. çawa ku şoreş bê şoreşvan ava nabe, wêje û huner jî bê hunermend û wejevan ne gengaze ku karibe rola xwe bilîze û qonaxa xwe ji dahatûyê re bi gewde bike, çendî civakek ji hêla siyasî û ragihandinê li pêş be û bi azîneyên herî pêşketî jî nikare teşe û paradîgmayên heyî civakê şîrove bikin. Ev peywera roman, helbest, şano û muzîkê ne. Ji bo pirsa we, ne şano û ne beşên dîtir jî xewdan hêz û bersivdêriyên civakî ne ji bo yekbûna hestyarî, dilnazî û bîra netewî re.
-Tu asta şanogeriya li Kurdistanê bi giştî û bi taybet li Rojava çawa dinirxînî?
pirsa huner û civakê di hev re derbasbûyî ye, ne gengaze mirov karibe civakekê binirxîne û asta pêşveçûna wê binase dûrî rewşa wêje û hunera wê civakê. Bitaybet ji bo şano, ku hem hunerê û hem jî wêjeyê hildigire. derbasbûna hunera Şanoyê ji bo Rojhilata navîn di nîvê sedsala 19’an de bû, hersê netewên kurdistan dagirkirin xwedan derfet bûn ku ji şanoya xwe re hinekî bixebitin. Ji vê hêlê ve miletê kurd rû bi rû bi qirkirina candî, giyanî û komkujiyan re ma bû. li ser asta bakurê kurdistanê di pêvajoya 1918’an de tenê yek deqa şanoyê ”Memê Alan” ji bal Evdurehîmê Hekarî ve ta sala 1959’an deqa ”Birîna reş” ji bal Mûsa Enter ve hatibû nivîsandin. 41 sal para miletekî ji vê hunerê di du deqan de hatibû gewdekirin. Bê guman wê asta şanogeriya îro ji bo tevaya kurdistanê di asta berhemdayîna serdema borî de bersivdar be.
-Di van salên dawî de gelek mihrîcanên helbest û şanoyê tên lidarxistin, tu van mihrîcanan çawa dibînî?..berhemên we jî di van mihrîcanan de dihatin pêşkêş kirin? Û Çi kêm e ji şanoya kurdî ta ku bigihêje asta şanoya derdorê?
Ji pêngava 19’ê Tîrmehê de û destkeftiyên bi cih bûn, yek ji van destkeftiyan şanogeh û navendên çandê li tevaya bajarên Rojava vebûn. ku gelê me bawer nedikir rojekê ji rojan şano, sitran û dîlanên gelêrî di van navendan de werin şanîdan. Hêjaye ku ev navend peya-pey bi aheng û çalakiyan avaker be. Mihrîcan di bingeha xwe de dualiye, aliyek ji bo piyesekirina berheman bi temaşevanan re,wek tê nasîn ku cemawer û temaşevan hêmana bingehîn e ji şanogeryê re. Da şanogerî û cemawerê wê ava bibe û têkilya wan zindî bimîne, wek fektorek ji fektorên tevgera şanogeryê li dar be.
Tenê rojên mihrîcanan têra vê pirsê nake, ji ber mihrîcan encameke ji çalakiyên berhemdayîna giştî ye, girînge rêbaz û derfetên heyî ji bo vê bên derê, rê li ber wan were vekirin.
Aliyê din jî, wek pêşbirk dibe qada pêşketina şano û şanogeriyê,di mihrîcana ku li ser bingehekî rêkûpêkirî hatibe amedekirin,mirov dikare ji vir asta şanoya kurdî û ciyawaziya wê binirxîne.
Sê miherîcan hatin li dar xistin ji sedemên ku aliyên têkildar nikare xalên hêja di mihrîcanan de bike tevna avakirina şanoyê sal bi sal şewq û teşeya mihrîcanên paşveçûnan himbêz dike. Di her sê mihrîcanan de ez bi tekest û deqên xwe beşdar dibûm. Sala yekê deqa bi navê “Êdî bes e” ji derhuneriya Hesen Remo, baştirîn xelat ji hêla tekest û lîstikvaniy ve wergirt, sala didwan bi şanoya di bin navê “Gemardank” wek mîlodrama ya nivîskarê sûrî Memdûh Edwan, min lîstikvanek lê zêdekir û hin aliyên wê ji hêla hizir ve zengîn kir, ev şano jî bi derhuneriya Hesen Remo yekemîn xelat wergirt.
Ji bo mihrîcana sisiyan jî tekesta bi navê “Kurtasya cengê ” ya nivîskarê Îraqî Mêhdî Ebdilhadî, ku min wegerandiye kurdî, hem jî hin aliyên hêja bûn zedekirinê di çarçova heman hizrê de min giftûgo jê re danî, vê deqê jî bi derhênerya Hesen Remo û heman koma bi navê Şehîd Yekta Ya bajarê Amûdê, xelata baştirîn şano wergirt.
Di baweriya min de ew qonaxa şanogeryê ji bo amedebûna newrozan ji pir hêlan ve watedartir bû û çêjeya berhema wan xweştir bû li gel hemû astengiyan, ku îro ji hêla teknîkî û şanogehan de pir derfet çêbûne û zemînek azad li dar e, rewsa şanogeryê ne bersivdar e.
şano hunereke komînal e bi sazî û dezgevanyê saz dibe, pir alî tê de beşdar dibin. Mîna avakirinê ku pêşî ji cem endezyarekî hizir û xeyala xwe datîne ser pelikan û her mesref û pêdivyaun dest nîşan dike û dide destê hostayekî û bi dehan xebetkar, hosta heta wê avahiyê saz dike û bedew radike. Ji vê hêlê de şnogerya kurdî li Rojava neketiye van war û şaneyên zanisitî de. Di dema ku dever û neteweyên dîtir xwedan pirtûkxane û bi bingehin ji her hêla berhemdayînê ve,temenê şanogerya kurdî nisbetî wan nayê pîvan, lê nayê vê wateyê ku asoyê tevgera şanoya kurdî bi yekcarî nediyar e.
–Bêguman tu rojname û kovaran dişopînî, gelek helbest di wan de tên weşandin, gelo tu wan helbestan çawa dinirxînî?
Bingeha guftûgoya şanoyê ji helbestê ye, li gel ku helbest ji bal kesekî tê hûnandin, bêhin û şewqa derûn û henaseyên wî lê mor kiriye, lê dibingeha xwe de ji civakê, zargotin, afsane û bîr û baweryên wê vegirtiye. Hêmanên avekirina helbestê di pileya yekê de, xwe dispêre dilnazyê, ev diyardeyeke mirovî ye, ne tenê helbestvan xwedanê vê xelatên e, lê ji bo helbestvavan dibe kevirê bingehîn ku mijar û hizra helbestê li ser tê avakirin. Helbesta serkeftî xwedan ev hêmane ji hêla giyanî ku bandora xwe li xwîner û guhdarên xwe bike, lê ji bo ku ev dilnazî, xeyal û nîgaş werin zimên û bibin metryalek niviskî yan dengdayînê, rola şêwaz herî sereke ye ku ew dilnazî bikeve qalikê helbestê de. Ez naxwazim yekser bikevim nirxandina helbesta heyî û tîran an jî pesnan bavêjim. Helbesvanî li ser du Sitûnan avakiriye, heyîna helbestvan wek heyberkî civakî û suruştî bandor dibe, ya dudwan xwedan şêwaz be di hevgirêdan û zarvekirinê de ku ev sitûn, çavkaniya wê ji pêmayê civaka wî û ya cîhanîn e.
–Pirsek kilasîkî heye ku ji hemû helbestvanan tê kirin, tu di kîjan demê de helbestê dinivîsî?
wek min berya niha bi bîrxist, ku helbest pêşî di dil û giyan de wek dilnazî (atîfe) şîn tê, piştî kêferatek hundirîn di navbera dil wek xwestek bi mejî re dibe hizrek, mîna hevîrê ku tirş bibe, êdî gerek bibe kulor û li tenûrê bikeve, ji ber ku bûyîna helbestê pêşî di malzaroka giyan û dil de zîl dide, ev herdû aliyên mirovî hezkiryê derdorek aram û atmosfereke bêdeng in, ku bi alîkariya benga ezmûneya helbestvan, dil, giyan û mejî bi hev re wî berî derxin himberî roka jiyanê. Di baweriya min de şev guncawtirîn deme ji bo zayîna helbestê, kengî bibe sibeh îcar helbestvan li wê zayînê dinere û aliyê wê yê gerek dide hev ji bo hêjayî şanîdan û xwendinê bibe. Ji xwe di qolinê helbestdayînê de helbesta ku pir tirş bû be li demê napirse, helbesta ku suruştî hatibe ew xwe datîne û xwedanê xwe mecbûrî danînê dike. Ji bo min bi giştî helbestên min bi şevê zane û deqên şano bi sibehan re tên
-Ji ber ku tu xwedî tecrûbeyeke dirêjî di warê şanogerî û helbestê de, şîreta te ji bo nifşên nû yên ku berê xwe didin nivîsa helbestê û şanogeriyê çi ye?
helbest û şanonivisî, heman metryal in di zarvekirinê de (qalkirinê de). Şano û helbesta serkeftî ew e ya ku qala tiştên hîn kesekî qal nekiry vebêje û vedîtina paradîgmaya ku ji pêşketin û bilindkirina bedewyê bibin malê mirovahyê ku sînorê xwe yê neteweyî derbaske, ev jî kedek mezin dixwaze ji xwendin, tevger û gera ji bo rastiya di qermîçok, koşeyên jiyanê û dîrokê de windayî ne.
-Projeyên te ji bo paşerojê çi ne?
Pir berhemên min hîn reşnivîs in, dikim ku wan bidim ser hev, ji helbest û deqên şanon e. hewil didim kû evîna Derwêşê Evdî bikim deqeke şanoyê .
-Gotina te ya dawî.
Derketina kovara Şermola pirozdikim, navê girekî bajarê Amûdê ye, sax û miryên bajêr himbêz dike, nisbetî min serenavekî tirajîdya jiyana zindî û xeyla miryan e, ew ên ku di jyana xwe de rastiya xwe nedîtin di himbêza şermola de bi rastiya dîroka xwe ve razayîne. hêvya min mezin e ku nifşê ciwan wê li wê rastiyê û li ked û nirxên miletê xwe xwedî derkevin. Demên tên ji ber qada kurdistanî qadek e xam e ji her alî ve, wê ji giyanê mirovahyê re bibe berhemdêriyek zirav. banga min ji nifşê ciwan re ew e hest û mejiyê xwe li ser vî esasî xwedî bikin.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,626 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://shermola.net/- 09-04-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 25
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 02-11-2021 (4 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: شانۆ / شانۆگەری
پۆلێنی ناوەڕۆک: هەڵبەست
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: ڕۆژاوای کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 09-04-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( زریان سەرچناری )ەوە لە: 12-04-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,626 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.296 چرکە!