Navê pirtûkê: Kurd- Nîşe û nêrîn
Navê nivîskar:
Vladimir MinorskyVladimir Minorsky
Navê wergêr:
Tosinê ReşîdTosinê Reşîd
Wergera ji ziman: Rûsî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2022
Vladimir Minorsky vê berhema xwe piştî çavdêriyên xwe yên li herêmên Kurdistanê cara ewil bi awayê kurtegotarekê di sala
1915 an de li Komeleya Rojhilatnasên Rûs dixwîne û heman salê dide çapkirin. Ev kitêba ji nîşe û nêrînên Minorsky pêkhatî bi awayekî giştî û kurtî berê xwe dide mijarên wekî erdnîgarî û belavbûna kurdan li herêmên cuda, dîrok, kevneşopî, çîn û şêwejiyana wan, ziman û zaravayên pê diaxivin, (dest)nivîs û berhemên wan ên wêjeyî, olên ku baweriyê pê tînin, xeysetên wan ên giştî, pirsgirêk û pêwendiyên wan bi miletên cîran re, rewşa jinên kurd û rewşa kurdan li Rûsyayê.
“Ev in melûmatiyên dîrokî li ser kurd û Kurdistanê. Dûrbûna ji hev, tunebûna yekîtiyê, gelek caran bi rewşa cografî ve tên makkirin. Ew ku bi zincîreçiyayên bêgêdûk, newal û deştan û bi çemên gur ji hev qetiyayî, rewşa cihêtiya siyasî û rabûn-rûniştina derebegiyê di nav wan de peyda bûye. Lê hesîna bi azadiyê û serbestiyê hê mezin bûye, ketiye nav heyîna kurdan gişkan û bi piranî jî di dîroka bizavên wan de diyar dibe. Divêt wisa jî em ji ber çavan winda nekin hukmê kurdan ê giştî li ser destpêka çanda wan çiyayan, yên ku niha ew lê dijîn.”
[1]