کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,935
وێنە
  123,987
پەرتووک PDF
  22,086
فایلی پەیوەندیدار
  125,787
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,111
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
971
وێنە و پێناس 
9,464
کارە هونەرییەکان 
1,634
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,956
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
765
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,052
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,152
شەهیدان 
11,899
کۆمەڵکوژی 
11,375
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
735
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
906
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   تێکڕا 
273,795
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Nufûs û Coxrafya Kurdistanê
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
وێنە مێژووییەکان موڵکی نەتەوەییمانە! تکایە بە لۆگۆ و تێکستەکانتان و ڕەنگکردنیان بەهاکانیان مەشکێنن!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Nufûs û Coxrafya Kurdistanê
Nufûs û Coxrafya Kurdistanê
=KTML_Bold=Nufûs û Coxrafya Kurdistanê=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN

”Ev welat dê rojek bikaribe bibe Swisreya Rojhilatanavîn” (Akhbar El Harb, no: 53, 29 çileya paşîn 1944)
”Eger mirov bixwaze sînorên etnografik ên Kurdistanê tesbît bike û bide xuyakirin, mirov dikare xetên jêrîn ragihîne we hêjayan:
Li Rojava ji Çîyayê Kurmênc (kurmanc) despêdike ber bi bakur ve Kilis, Mereş(Maraş), Divrigê (Divriği) derbas dibe digihê Çemê Kelkitê. Li Bakur ev xet Çemê Kelkîtê dişopîne, li Rojhilat qezayên Bayburt û Oltuyê derbas dike digihê Qersê (Kars). Li Rojhilat ji Qersê ber bi Başurê- Rojhilat ve dirêj dibe herêma rojavayê Gola Urmîye (Ormîye), herêmên Loristan û Bextîyaran, Sineh û Kirmanşah digire nav xwe. Li Başur jî ji Loristanê ber bi Bakur- Rojava ve dihere; Xaniqîn, Kifrî û Çîyayên Hemrîn digire nav xwe, li Rojava ji Çîyayên Şingalê ber bi jêr dihere, nêzîkî Cerablusê Çemê Firatê derbas dike, ji başurê Çîyayê Kurmênc derbas dibe û li bakurê İskenderunê digihê Derya Sipî.
Li pêşîya min xerîteyeka Kurdistanê heye ku ya herî nû û ciddî ya etnikî ye. Li wir sînorê vî welatî, ji alîyek ve Derya Sipî, ji alîyê dî ve jî Korfeza Basrayê û li Rojhilat heta Huzistanê ye. Tê xuyakirin ku mezinayîya Kurdistanê 530.000 kilometre çarkoşe ye. Li ser xeta Başur-Rojava, Bakur-Rojhilat ve gelek çîyayên bilind dirêj dibin ku li gelek deran fetilan li xwe dixin. Dîjle û Firat û milên wan, gelîyên (vadi) ava Botan û ava Muradê, li gelek deran di gelîyê da wan ji hev diqetînin. Lûtkeyên (tîtalek-zirve) Cûdî, Sîpan (Suphan) û Agrî (Ararat) heta 5000 metreyî bilind dibin. Bi taybetî li Başurê Firatê em rastî berîyan tên. Berîya Rihayê (Urfa), Berîya Dîjleyê, herêmên Dîyarbekrê û Cizîrê, kurayîyên Zapê ku dikevin nav herêmên Erbîl (Hewlêr) û Kerkûkê û di dawîyê da ”Gelîyê Bullukê yê Mûşê”.
Ez naxwazim li ser xweşikîyên vî welatî zêde cî veqetînim. Lê eger mirov ji wê qet nebehskiribe jî divê mirov li hemberî cazîbeya gerdûnê (tabietê) ker û bêhestîyar be. Li wê derê resmên herî xweşik hene ku bi hesreta çavan mirov temaşe bike. Hin herem û hin gund xwedîyê cazîbeyên fewqelade ne. Rewandûz, li ser banîyê çîya avabûye, bi Kubbe û Minareyên xwe ve meşhûr in; Amidîye, li ser lûtkeyekê tûj e ku bi hezar metreyan bilind e.
Ji wê derê, gelîyê fireh ku heta çîyayên Îranê yên dûr, raxistîye, bi hezaran xweşikîyên xwe çavên we miz dide. Bi xweşikîya xwe ya nedîtî Amidîyê, bi rastî wek bajarên perîyan e ku di çîrokan da mirov dibîne. Akre, Pencwan, Koysancak jî qezayên biçûk ên çîyayî ne ku xwedîyê cazîbeyên taybet in ku, kesên lê bigerin, dê dilên wan lêbidin. Di pirtûka xwe da Hamilton, beşeke mezin jibo resmên (menzera- wêne) Gêlîyê Alî Begê veqetandîye. Bi rastî ev Zellandiyê Nû jî xwedîyê zewqê ye.”(Lucian Rambout, Çağdaş Kürdistan Tarihi, Fırat-Dicle Y. 1992 İstanbul, s. 13-15)
Ez pêwist dibînim ku di derbarê Erdnîgarîya (coxrafya) Kurdistanê da, ”Tarihteki İlk Türkçe Ansiklopedide Kürdistan ve Kürdler” (Ansiklopediya Navên Taybet- Ansiklopediya ”Kamûs´ul A´lam”) ku Şemseddin Samî yê arnavud di 1889- 1898an da nivîsîye, wek çavkanî nîşan bidim û ji we xwendoxên hêja ra pêşkêş bikim. Ev ansiklopedi di neh salan da wek şeş cild hatîye weşandin.
Maddeya Kurdistanê cildê pêncan (cild 5) di 1896an da derçûye, yanî di navberê da 125 sal derbas bûye. Seydayê Mehmed Emîn Bozarslan, ew ji osmanî wergerandîye tirkîya xwerû û wê wek kitêbek di nav Weşanxana Deng da daye çapkirin. Seyda, 43 rûpelên ewil jibo danasîna kitêbê nivîsîye. Li gora haydarîyên Seydayê Bozarslan, her cildê vê ansiklopediyê bi destûra Wezareta Perwerde û Kultûrê (”Maarif Nezaretî”) ya ´Hukumeta Bab-î Alî´ hatîye çapkirin û li ser her cildî hatîye nivîsîn ku ew ansiklopedî ji alîyê wezaretê ve hatîye ecibandin û teqdîrkirin. Ez dixwazim bi kurtayî hin ji wan haydarîyên ku jibo me îro jî balkêş in û pêwist in, li jêr rêz bikim.
Ev ansiklopediya ku li Stanbolê hatîye çapkirin, di dîroka tirkî da ansiklopedîya ewil e. Di ansiklopedîyê da ji navên pêxemberan heta alim û zana û rewşenbîran, ji nivîskar û şaîr û resimçêkeran heta hukumdar, wezîr û fermandaran hemî şexsîyetên rojhilatî û rojavayî ku divê di ansiklopedîyek da cî bigrin, hatine nivîsîn. Wekî dî ji Norvecê heta Avustralyayê, ji Japonyayê heta Şiliyê hemî welatên cîhanê û paytextên wan û bajarên giring û herêmên giring ên coxrafî, çîya û çem û deryayên dinyayê bi hûrgilî hatine nasandin. Maddeyên ku hatine nivîsîn, li gora alfabeya erebî hatine rêzkirin.
Di ansiklopediyê da wek navên hemî welatên cîhanê navê Kurdistanê jî wek ”welatekî mezin” hatîye danasîn. Balkêş e ku di van nasandinan da wek maddeyek navê tirkî tune ye. Dema Kurdistan hatîye danasîn, welat û herêmên hawirdorên Kurdistanê tek û tek hatine nivîsîn ku di nav wan da Anatolî (Anadolu) û Îraq jî hene. Mirov dibê qey Şemseddîn Samî 125 sal berê dema wê ansiklopedîyê amade kirîye û nivîsîye, pêşeroja Kemalist û erebên nejadperest dikaribûye bibîne- bixwîne û dersek bide wan ku înkarkirin û qedexekirina gelan, zimanan ji tu şolên wan ra nabe derman.
Wek tê zanîn Kemalistan û hevalên wan ên rêvebirên tirk navê gelê kurd û welatê wan Kurdistanê û gelên dî wek laz, çerkez, boşnak û wd. înkar kirine û bi wê hewildana xwe rastîyên dîrokê û coxrafyayê serubino kirine û bi awayeke ucube Kurdistanê wek ”Anadoluya Rojhilat” û ”Anadoluya Başurêrojhilat” binavkirine. Lê wan ji bîr kirine ku tarîx û coxrafya bûye şahit ku Kurdistan ne Anadolu (Anatoli) ye.
Di ansiklopedîyê maddeya ”Anatoli”yê da hatîye nîşandan ku li sînorê Başurêrojhilatê Anatoliyê Kurdistan, Cezîre (herêma Mezopotamya) û Surîye cî girtine. Navê Anadoluyê jî esas Anatolî ye û di ansiklopediyê da jî wek maddeya Anatolîyê cî girtîye. Di zimanê ruman da Anatolî, ”Rojhilat” e û ev navlêkirin li gora rewşa yunanîyê hatîye bikaranîn. Yunanîyan û romayîyan jê ra ”Asya Biçûk” gotine.
Di ansiklopedîyê da dema herêmên derdora Kurdistanê hatine jimartin; hatîye dîyarkirin ku ji wan herêman yek jî jê ”Arap Iraqi” (Îraqa Erebî) ye. Erebên şovenist jî li başur, wek kemalistên şovenist û diktator jibo Îraqê, ”tek vatan” (welatek) îddîa kirine. Lê dîsa wek dîrok û coxrafyayê nîşan dane, Îrak herêmek e ku dikeve başurê Kurdistanê û Kurdistanê nagire nav sînorên xwe.
Di esasê xwe da Îraq, ne navê welatek e, ew navê herêmeka coxrafik e. Loma hem gotina ”Îraq-i Acem” û hem gotina ” Îraq-i Arap” hatine bikaranîn. Di erebî da jibo qeraxên bakurê Basrayê jî Îraq hatîye bikaranîn. Li wê herêmê li alîyek ereb hene û li alîyek jî ecem hene. Loma ji herêma ku ecem lê ne, jê ra gotine ”Îraq-î Ecem” û cîyê ku ereb lê ne, gotine ”Îraqî Ereb”. Jibo her du alîyan jî ”Irakayn” hatîye bikaranîn.
Dema Fransa ji herêma Surîyê vekişîya, herêma Kurdistanê Cezîre û Çîyayê Kurmênc teslîmê Surîyê kirin. Britanya jî dema ji Îraqê vekişîya Başurê Kurdistanê teslîmê ereban kirin û navê wê danîn Îraq û ereban jî wek ku ji alîyê ingilîzan ve navlêhatibûkirin, ew der kirin Îraq.
Wek tê zanîn Meclisa Osmanî ku jê ra ”Meclis-i Mebusan” gotine; di 28.01.1920an da bi biryarek ”Mîsak-î Millî” ku bi maneya ”Millî Yemîn” (Sonda Neteweyî) qebûl kirine. Di navbera ”Dewletên Îtîlafê” (dewletên ku di şer da qezenc kirine) û Dewleta Osmanî da di 30.10.1918an da Peymana Agirbesê çêdibe. Li gora wê peymanê ji dervayê erdên dewletên ereb, erdên ku di bin fermandarîya osmanîyan da bûn, wek ”erdên wetan” hatîye qebûlkirin û Hukumeta Stanbolê sond xwarîye ku van erdan biparêze û ev erd nayê parçekirin.
Di heman salê da ”Meclisa Neteweyî ya Mezin” (kurtîya wê ya nûha TBMM ye) dicive û li wir jî biryar tê dayîn ku ew jî ”Mîsak-î Millî”yê qebûl dikin. Li gora wê sonda wan jî Anadolu û Kurdistan û Lazistan wek ”Welatê Necîyêkirî” tê qebûlkirin û di navbera gelên ku li ser wan axan dijîn da wekhevîtî û birayetî dê were jîyandin. Yanî bi tabîreka dî kurd û laz û tirk, tevayîya gelan dê xwedîyê heman mafan bin û bi awayeke aştî digelhev jîyaneka wekhev bidin domandin.
Wek di pratikê da hat dîtin, Kemalîstan piştî ku rêvebirîya xwe xurt kirin û cîyê hukmê xwe qeîm kirin; wan ewil bi Peymana Lozanê ku di 24ê temuza 1923an da çêkirin û paşê bi peymaneke dî bi Britanyayê ra di 5ê hezîrana 1926an da çêkir, Başurê Kurdistanê pêşkêşî Îngilizan û Başurêrojavayê Kurdistanê jî pêşkêşî Fransayê kirin. Yanê ew sonda ku Kemalistan jibo ”Mîsak-î Millî” xwaribûn, bi carek da firotin. Li gora wê çaxê Başurê Kurdistanê ji bajarên Duhokê, Hewlêrê, Kerkûkê, Musulê û Silêmanîyê pêkhatibû. Başurêrojhilatê Kurdistanê jî, ji Cezîre û Çîyayê Kurmênc pêkdihat ku dikete bakurê Helebê. Paşê jî em hemî pê dizanin, Îngilizan wan pênc bajarên Başûrê Kurdistanê pêşkêşî erebên Îraqê kirin û Fransizan jî du bajarên Başurêrojhilatê Kurdistanê pêşkêşî erebên Surîyê kirin. Bi vî awayî piştî Peymana Qesra Şêrîn ku di 1639an da çêbûbû û cara ewil Kurdistan di navbera Dewleta Îranê û Împaratorîya Osmanîyan da bûbû du parçe û paşê Kurdistan bû çar parçe û di nav çar dewletan da hat parvekirin û bêstatu hat hiştin.
Nufûsên Gelan di bin Rêbirîya Osmanîyan da
Di Ansiklopediya ”Kamûs´ul A´lam” da nufûsên gelên ku di nav sînorên Împaratorîya Osmanî da jîyane, wek liste hatîye nivîsîn. Ev liste wiha ye:
Arap : 11.650.000
Türk : 10.000.000
Bulgar ve Pomak : 3.000.000
Arnavud : 1.800.000
Boşnak ve Sırp : 1.600.000
Kürd : 1.500.000
Rum : 1.135.000
Ermeni : 950.000
Ulah (Romen) : 300.000
Yahudi : 300.000
Çerkes : 150.000
Çingene : 150.000
Yekûn : 40.535.000
Eger mirov bi dîqet bala xwe bide vê lîsteyê, mirov dikare bêje ku nufûsên kurdan û ermenan hindik xuya dikin. Eger em çûn û hatin û şolên rîyan jibo herêma Kurdistanê û bi taybetî cîyên çîya û asê ku kurd lê dijîn bihesibîne, îhtîmaleke mezin e ku nufûsa xelkê wan herêman wek gund û nahîye nehatibin nivîsîn û loma nufûsa kurdan hindik hatîye nivîsîn. Li gora wê rewşê mirov dikare bêje ku nufûsa kurdan dibe ku derdora sê milyon bûye. Heman tişt mirov dikare jibo ermenîyan jî bêje û bi taybetî ermenên ku li nik kurdan û di nav hevda jîyane, ew jî nehatibin nivîsîn. Belam tê gotin ku di qirkirinên ermenan da 1,5 milyon hatine kuştin ku eger ew reqem rast be, di vê lîsteyê da jî nufûsa ermenan divê bi hindikayî ji 1,5 milyon an 2 milyon kêmtir nebe. (Şemseddin Samî, ”Tarihteki İlk Türkçe Ansiklopedide Kürdistan ve Kürdler” (Ansiklopediya ”Kamûs´ul A´lam”- Navên Taybet- di dîroka tirki ya ewil da Kurdistan û Kurd, wergêra ji osmanî bo tirkî: M. Emîn Bozarslan, Deng Y. 2001 Stanbol)
Ev nuqteya jibo nufûsa kurdan ku min li jor dîyar kir, tespîtên Halfin jî jibo wê demê, ev texmîna me rast derdixe. Lê tespîtên Halfin jibo nufûs û sînorên Kurdistanê jî tenê texmin in û hewcedarîyê lêkolînê pê heye. Tespîta Halfin jibo nufûsa kurdan ku di despêka sedsala XIX. an da kirîye, vaye li jêr e:
”Nufûsa kurdan digihê 4- 5 milyonî. Ji vaya milyonunîvê wê (1,5) li rojavayê Îranê û di nav sînorê Îranê da li Rojhilatê Kurdistanê dijîn. Beşek jê li Bakurê Horasanê li herêmên Koçan û Dengezin dijîn ku ew ji alîyê safewîyan ve jibo parastina sînor hatine koçberkirin. Beşê mayî jî di nav sînorê Împaratoriya Osmanî da dijîn ku ew wek Rojavayê Kurdistanê tê binavkirin. Yên ku li herêmên Karsê û Erzurumê dijîn, digel ermenan û tirkan dijîn ku ew di hindikayîyê da ne. Ji ber hebûna ermenan girtine ber çavan, gelek caran ji Bakurê Kurdistanê ra Rojavayê Ermenistanê hatîye binavkirin.” (Halfin, eynê eser, r. 18)
Nuqteyeka balkêj jî li gora tevayîya nufûsê jimareya nufûsa tirkan e; eger ev reqemên resmî werin qebûlkirin, para tirkan derdora %25 e. Yanî tirk, %25ê nufûsê bûne lê fermandarîya %100ê nufûsê kirine. Guman tune ku ev reqemên di ansiklopedîyê da cî girtine, li gora reqemên hukumetê ne û ji ber ku kargêrîya hukumetê di destê tirkan da bûye; ne dûrê aqil e ku nufûsa xwe zêde nîşan dane. Pêvajoya avakirin û rêvebirina dewletên Îraq û Surîye jî divê em bînin ber çavan. Ji ber ku Baasîyên Îraqê û Surîye jî 30 sal zêdetir hukmê Baxda û Şamê domandine, lê xwedîyê hindikayîya nufûsê bûne ku ev teqabûlê %10-15yê nufûsê kirîye. [1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,212 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://portal.netewe.com/ - 19-05-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 22
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 08-03-2022 (3 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: جوگرافیا
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئامار
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 19-05-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 19-05-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 19-05-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,212 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 2.734 چرکە!