=KTML_Bold=Tesewirên Nasnameyî yên Kurdên Elewî û Êzîdî di Pêwendîya Vegotinên Gelêrî da=KTML_End=
Hikmettin ATLI
Kurte
Di avabûna nasnameya kolektîf da, li kêleka çend dîyardeyên giring, dîn û bawerî hêmanên gelekî xurt in ku carinan, di hin perîyodên dîrokê da, rê lê vedikin ku civak xwe li ser bingeha wan pênase bikin. Di nava civaka kurd da jî, di gel nîqaşên giştî li ser nasnameya kurdbûnê, hin civakên etno-dînî hene ku, pênaseyên wan yên nasnameyî yên derbarê xwe da, hem nîqaşa li ser nasnameya kurdî kûrtir dikin û hem jî nîqaşa li ser nasnameya wan bi xwe jî derdixe meydanê. Dema ku em seyra dîrokî ya van nîqaşan datînin pêş xwe, tê dîtin ku ev nîqaş hem di asta civakê da û hem jî di asta lêkoleran da, tu car bi temamî li dû prensîbên zanistî bi rê ve neçûye. Di vê kontekstê da civakên elewî û êzîdî yên kurd, ji alîyê şênberîya vê nîqaşê ve, du mînakên gelekî giring in. Wekî îlaweyekê li vê nîqaşê, em ê berê xwe bidin metinên folklorî ku li wê derê ji tesbîtên derveyî bêtir, tesewirên civakî derdikevin pêşberî me ku ev yek meyla civakê ya objektîf dide der.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=493797&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Tesewirên Nasnameyî yên Kurdên Elewî û Êzîdî di Pêwendîya Vegotinên Gelêrî da=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,729 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!