Hêmayên Homoseksuel û Karakterên Queer di Destana Memê Alanî da
Aram RODER
Kurte
Cureyên edebîyata gelêrî ku bi devkî di nav gel da belav bûne, di nav xwe da gelek caran nirxên civakî û çandî dihewînin û herweha çawanîya civakî jî nîşanî me didin. Li gorî konteksta civakî ya serdest ku tê dahatine afirandin û vegotin jî hêmayên nexwestî bi awayekî veşartî di nav wan da cih digirin ku yek ji wan jî homoseksuelî ye. Di hûnana destanan da fikrên hetero-patrîarkî ku bi rêya dîyalekt/dualîzmê îqtidara xwe li ser yên din, di bin sîwana nirxên çandî-civakî û dînî da dimeşîne, dihêne pîrozkirin û bi vî awayî hestên homoerotîk di bin nirxên çandê da didin veşartin. Ji ber vê yekê vegotin li gor îqtidar û hestên heteroseksuel teşe digire. Lê dîsa jî ev hestên homoerotîk bi rêya hin karakter û hin tevgeran dikare bihê dîtin. Di vê çarçoveyê da jî ev xebata berdest analîza destana Memê Alan li gor teorîya Queerê dide ber xwe. Memê Alan destaneka kurdî ye û di nav kurdan da jî gelekî berbelav û navdar e. Di vê xebatê da ev destan bi têgihên teorîya navborî wekî zayend, zayenda civakî, nasname, ziman, çand, mirin, arezû, hez û hes hatîye analîzkirin. Di nav vê destanê da hinek hêmayên veşartî yên homoseksuelî û karakterên queer dikarin bihên dîtin.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=493801&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Hêmayên Homoseksuel û Karakterên Queer di Destana Memê Alanî da=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,354 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!