Li Kurdistanê Pêjna Tenzîmatê (Emînê Emaneta Me’denan Yûsûf Zîya Paşa û Terzê Rêveberîya Wî Wekî Numûne).
Navê Weşanê: Kaplan, Yaşar, Li Kurdistanê, Pêşketina Tanzîmatê (Me'den Emînî Yûsif Ziya Paşa û Rêvebiriya Rêvebiriya Wî Wek Nimûne), Heftemîn Konferansa Navneteweyî ya Zanîngeha Zaxoyê, 3-4- 05-2023, Zaxo, Kurdistan/ Iraq.
Di dîroka Dewleta Osmanî û kurdan da ragehandina Fermana Tenzîmatê werçerxeke gelek girîng e. Bi vê fermanê ve her çend desthelatdarîya sultanan hinek hatibe kêmkirin jî otorîteya hukmê merkezî li ser her kuncekî dewletê hatîye sepandin. Mîrgehên kurdan piranî bi şiklê hukûmet û yûrtlûq ocaqliq bi dewletê ve hatibûn girêdan û di rêveberîya navxweyî da xudan selahîyeteke berfireh bûn. Di çarçova sepandina hukmê merkezî da mîrgehên kurdan yek bi yek hatin rakirin û deverên wan bi rê ve dibirin, bi hemî alîyan ve keftine bin destê rêveberîya merkezî. Lê belê pêvajoya cîbecîkirina hukmê merkezî bi şiklekî sanahî û bi carekê pêk nehat. Mîrên kurdan li dijî vê çendê derkeftin û encama şer û pevçûnên giran ev pêvajo gehişte encamê. Bizavên Dewleta Osmanî yên ji bo sepandina hukmê merkezî xudan paşxaneyeke encama hinek guhorînên sîyasî, îdarî, aborî û civakî ye. Hêj di berî ragehandina Fermana Tenzîmatê bizavên derbarê sepandina hukmê merkezî bi şiklekî dest pê kirine. Taybetî di serdemê Yûsûf Zîya Paşayê (m. 1817) rêveberê Emaneta Me’denên Humayûn da ku yek ji girîngtirîn dahata malî ya Dewleta Osmanî bû, li Bakûrê Kurdistanê dest bi sepandina hukmê merkezî û kêmkirina desthelatdarîya mîrên kurdan hatîye kirin. Yûsûf Paşa ji bilî rêveberîya Emaneta Me’denan a domdirêj, di eyaletên Kurdistana Osmanî di nav da hatî dabeşkirin ên wekî Dîyarbekir, Erzerûm, Heleb û Bexdayê jî walîtî kiribû û ev çende, derbarê ehwalê kurdan da bûbû egerê şarezabûna wî. Bizavên Yûsûf Paşa yên derbarê cîbecîkirina hukmê merkezî yên Kurdistanê bala sultanî kêşabû û ew hatibû teqdîrkirin û bi payeyên sedrezamî û sereskerî ve hatibû teltîfkirin. Di vê meqalê da bi berfirehî li ser bizavên Yûsûf Zîya Paşa yên derbarê sepandina hukmê merkezî li Kurdistanê yên di dawîya sedsala 18an û despêka sedsala 19an, terzê reveberî û desthelatdarîya wî ya berfireh, peywendîyên wî yên di gel kurdan, bikarînana hêza leşkerî li dijî kurdan û encamên polîtîkayên wî yên rê li ber cîbecîkirina Tenzîmatê sanahî kirî, bête rawestan. Armanca gotarê, berî Fermana Tenzîmatê, di çarçova rêveberîya Yûsûf Zîya Paşa da pêşkêşkirina wêneyekî giştî yê Bakûrê Kurdistanê an jî bakûrê Feratê ye. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=493991&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Li Kurdistanê Pêjna Tenzîmatê (Emînê Emaneta Me’denan Yûsûf Zîya Paşa û Terzê Rêveberîya Wî Wekî Numûne)=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,007 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!