کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,836
وێنە
  123,942
پەرتووک PDF
  22,084
فایلی پەیوەندیدار
  125,663
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,087
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
965
وێنە و پێناس 
9,463
کارە هونەرییەکان 
1,573
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,952
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
761
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,051
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,676
کورتەباس 
22,144
شەهیدان 
11,899
کۆمەڵکوژی 
11,366
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,063
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
735
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
906
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
55
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   تێکڕا 
273,542
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Piştî 95 salan Lozan... Kî bi ser ket û kî bi bin ket?
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هاوکارانی کوردیپێدیا، بابەتییانە، بێلایەنانە، بەرپرسانە و پیشەییانە، ئەرشیڤی نەتەوەییمان تۆماردەکەن..
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Piştî 95 salan Lozan... Kî bi ser ket û kî bi bin ket?
Piştî 95 salan Lozan... Kî bi ser ket û kî bi bin ket?
Piştî 95 salan Lozan... Kî bi ser ket û kî bi bin ket?
SÎHANOK DÎBO
Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, dewletên hevpeymanê xwedî du fikr û armancên sereke bûn; yek jê; modernîteya kapîtalîzmê ji pêvajoya bazirganiyê veguhêzin pêvajoya endustriyal. Di aliyê siyasî de; ferzkirina fikra netewdewletê ya navendî li Rojhilata Navîn û ji aliyê aborî ve jî ew e ku dest deyne ser petrola Rojhilata Navîn.
Armancên imparatoriyê yekgirtî (bilok) ku jî (Almanya, Awisturya, Meceristan, Bulgaristan û Tirkiya Osmanî) pêk tê, ew bû ku Rojhilata Navîn dagir bikin û di nav xwe de dabeş bikin. Hat tercîhkirin ku Rûsya Qeyser ku zêdetir nêzî aliyê Yekgirtî bû ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn xwe dûr xist, ji ber ku xeta komunistî pejirandin.
Li ser serkeftinên Brîtanyayê li hin deverên di bin serweriya Dewleta Osmanî de, wekî ku Amond Ellenbi kir ne ji daketina Lîwa/Paşa Mustefa Kemal kurê Selanik ji Engêlreya nedikarîbûn bi lez herêman bigire. Mustefa Kemal ê ku nû ji bo Amedê hate veguhastin, wekî berpirsyarê Artêşa Duyemîn bû, bû fermandarê Eniya Filistînê.
Di şeva vekişîna ji Nablus, Ellunbî de derbas bû, di êvara 19'ê Îlona 1917'an de ji Nablus, rojhilatê Urdun, Şam û çiyayê Torosê vekişiya. Vekişîn bi lezekê mîna birûskê çêbû. D. Elî Hesûn di pirtûka xwe ya bi navê Zilamê Peyker û Mihemed Ferîd Beg jî di pirtûka xwe ya Dewleta Osmanî ya Bilind ev yek bi bîr xistiye.
Di wê demê de, nakokî di navbera hikumeta Enqera ya (laîk) bi serokatiya Mustefa Kemal û Hikumeta Xîlafetê ya li Qestentîn / Stenbolê gûr bû. Li gorî belgeyan aliyê hevpeymanî zexta vekişandinê li Yewnanistanê dikir, ev yek jî sedema sereke ku Mustefa Kemal xwe wekî fermandarekî efsaneyî bi nav bike. Lê ya rast hemû şanoyeke bû, wekî çawa di şerê Sakarya û Afyon û Îzmîr de derket pêş. Hevpeyamî her wiha ji bajarê Eskîşehîr û Konyayê ji bo Mustefa Kemal re vekişiya, paşê di 16'ê Adara 1920'an de jî Îngilistanê Stenbol dagir kir.
Hemû wekî gavên meydanî yên ji bo lidarxistina Kongreya Aştiyê ango Peymana Sêver ku ji 13 madeyan û 433 bendan pêk tê, hatiye kirin. Made û bendên wê ji aliyê 5 komîteyên taybet ên ku di Kongreya Silih de ya 29'ê Mijdara 1919'an de li Parîsê hatibû lidarxistin ve hate amadekirin, ku tê de biryara avakirina Kurdistanê hate girtin.
Em dikarin bibêjin ku Kongreya Silin bingeha Peymana Sêver a ku 10'ê Tebaxa 1920'an de di navbera Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Belçîka, Yewnanistan, Romanya, Bolonya, Portugal, Çekoslovakya, Yugoslavya, Hicaz û Ermemistan û Dewleta Osmanî de hate îmzekirin. Lê hikumeta Enqerayê dît ku Peyama Sêver îxanetek e li djiî tirkan, bi taybet piştî ku Mustefa Kemal xwe ji kurdan ve nêzîk kir û soz da ku ew mafên wan ên ku di Sêverê de hatine rêzkirin, pêk bîne. Ya balkêş ew bû ku 72 nûnerên kurd ên di hikumeta Enqerayê de şandin aliyê Hevpeyamî û bi nameyekê xwest ku Peyama Sêver were îptalkirin. Her wiha jî Îsmet Înonu wekî şandeyê tirkî ji bo Lozanê îlan dike ku Tirkiye ya gelên kurd û tirk e, her du di dewletê de wekî hev in di erk û peywiran de. Tirkiye paş du salan ji Lozanê zêdetirî nîv milyon kurd qetil kirin.
Li aliyekî din jî rewşa hindîrin di Tirkiya Osmanî de aloz bû, di navbera hikumeta Stenbolê ku bi serokatiya Sultan Mihemed El-Sadis û Sedir El-Ezem û hikumeta Enqereyê. Vekişîna Amerîka ji Kongreya Silihê bandorek li ser windakirina demokrasiyê li hilbijartinên Amerîka yên sala 1921'an de û binketina Doro Wilson (Xwediyê rêgeza mafên gelan ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike) kir, ji ber ku Amerîka bi vê yekê dixwest ku hêviyên Fransa û Brîtanyayê di Rojhilata Navîn de kêm bike. Paris û London jî hewl didan ku nêzîbûna Tirkiyeyê û Sovyetê asteng bikin (Peyama Moskov ango Peymana Biratî di navbera Komeleya Niştimanî ya Tirkiyeyê bi serokatiya Mustefa Kemal û Rûsya bi serokatiya Vladimir Lenîn di 16'ê Adara 1921'an de hate mohrkirin. Brîtanyayê jî ji ber zextên şêniyan li ser leşkerên wê dixwest ku diyalogan her du aliyan xirab bike. Li aliyekî din jî pirsgirêka Îranda bû sedem ku nakokî di navbera siyasetmedarên engliz derkeve. Ev hemû jî hişt ku Tirkiyê di Lozana 1923'yan de gelek gelek daxwazan qezenc bike. Lozanek nû ji Lozana 1 cuda ya ku 18'ê Cotmeha 1912'an di navbera Îtalya û dewleta Osmanî de hate îmzekirin. Peymama Lozana Nû ji 143 madeyan ji 17 belgeyên ji Peyman,Mîsaq,Daxuyanî ûBroşûr ango sererastkirina têkiliyên dîplomasî di navbera welatên peymanê de pêk tê. Pêkanîna Peymana Lozana nû 8 mehan bi awayekî dem dem dewam kir, herî dawî di 24'ê Tîrmeha 1923'an li otêla Borîvac Plus a bajarê Lozan a Swîsreyê bi temamî hate îmzekirin.
Derket ku peymana hatî mohrkirin, di navbera dizî û sahiran de pêk hatî. Xwediyê pirtûka Kûrahiya Stratejîk Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu di civînekê de bi nûnerên AKP'ê li wargeha ''Qizilcehemam'' ya li Enqereyê gelek caran axaftina xwe dûbare dikir ku Tirkiyê di vegere li Osmanî de bi israr e got: “Çima dema ku Ewropa hewl dide ji bo yekitiya cîhanê û rakirina sînoran dixebitî ku kes wê bi 'împratoriya roman a nû' an 'Ronamiyên nû' wesif neke, lê em dema ku em bang li her kesî ku di nava sed salî de di bin ala yek dewletê de jiyan kirin, dikin em dibin 'Osmaniyên nû? Cardin.. ew ji me re dibêjin osmaniyên nû.. belê em osmaniyên nû ne.”
Di rastiyê de veguhestina Tirkiyeyê ku hatiye gurandin an piştî 95 salan ji hevpeymana Lozanê veguhestina tişta ku ji destên sultaniya Osmaniyan derketiye, tenê komkirineke desthilatdariya oldarî bû û niha faşista netewperestiya Tirkiyatiyê lê hatiye zêdekirin. Di encamê de berhemeke herî metirsîdar li hemberî gelên li Tirkiyeyê û giştî gelên Rojhilata Navîn derket holê. Sîstema Tirkiyatî di hemû qonaxên wê de çi di bin sîwana laîktî û çi jî di paşperdeya niha ya îslamiya radîkal de. Armanca Tirkiyeyê yek e û di yek belgenameyê de ye û ew jî (Mîsaqî Millî) ye. Bi nêrîna Tirkiyeyê divê hemû gel weke gelê Kurd bêne pişaftin an jî koletiya wê bikin weke gelê Ereb an jî xewna wê ya serkeftina li hemberî dijminên dîrokî Farisan. Di rastiyê de hemû gelên li ser erdê li dijî nêrîna Tirkiyeyê ya desthilatdariyê ne û bi taybet li dijî nêrîna sultanê wê yê Osmanî yê serdema nû Erdogan. Erdogan niha eşkere behsa Heleb û Mûsilê dike û çavên xwe dibe ser Misir, Sûdan û kendavê, di heman dema ku hêjî xwîna welatiyên Efrînê û pêkhateyên Sûriyeyê ji devê wî diherike.
Lê 24'ê Tîrmehê ne tenê dîroka Lozanê ye. Beriya wê di heman dîrokê de ya sala 1920'an de jî fermandarê kurd Yûsif El-Ezmê şerê Meyselûn li dijî dagirkeriya Fransa li Şamê da meşandin. Her wiha di heman dîrokê de piştî 90 salî ji hevpeymana Lozanê, Komîteya Hûnandina Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di sala 2013'an de xebatên xwe bi dawî kir. Vê rêveberiyê herî zêde neviyên osmaniyan tengezar dikin û ji ber ku ev rêveberî hêviya xelasiya ji aloziya Sûriyeyê ye û çareseriya demokratîk ya herî guncaw ji aloziya Sûriyeyê re ye, hê jî neviyên osmaniyan tengezar dike. Di vê çarçoveyê de ev dîrok eşkere dike ku yan em ê azad jiyan bikin yan em ê xizmeta ajandeyên aliyên derve bikin. Xwîna Lozan 2 êdî qirêj bûye û êdî xwediyên wê nikarin dagirkeriya xwe bi riya sultaniyeta xwe û bi darê zorê berdewam bikin. Rêxistina civakî mîsogeriya rêveberiya gelan e û di jiyana hevbeş û biratiya gelan de bi israr e û di hevpeymana wê ya civakî de hatiye çespandin. Wisa em ê bijîn – tenê wisa – qedera jiyana me ye. Bi taybet ji ber ku desthilatdar nikaribûn bi ser bikevin û di bin çi rêbazî de be jî ne pêkan e gelên herêmê bi bin bikevin.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,383 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 11-06-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 67
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 24-07-2018 (7 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 11-06-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 12-06-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 21-07-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,383 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.625 چرکە!