کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,911
وێنە
  123,963
پەرتووک PDF
  22,086
فایلی پەیوەندیدار
  125,777
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,111
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
971
وێنە و پێناس 
9,464
کارە هونەرییەکان 
1,634
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,956
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
765
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,052
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,152
شەهیدان 
11,899
کۆمەڵکوژی 
11,375
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
735
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
906
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   تێکڕا 
273,795
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Welî Sebrî: Yar û Mirad - 11
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، (مافی گەییشتن بە زانیاریی گشتی) بۆ هەموو تاکێکی کورد دەستەبەردەکات!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Yar û Mirad I
Yar û Mirad I
=KTML_Bold=Welî Sebrî: Yar û Mirad -11-=KTML_End=
Weli Sebrî

Mala Xeloyê kalik ava be.
Ji mala wan ra jî meriv digot qey mala xanedanan e. Xeloyê kalik û xanedanî…? Na, camêr ne xanedan bû, lê dilê wî dewlemend û derê mala wî jî ji her kesî ra vekirî bû. Dîwana wî ciyê xwezenan û ger ku yek biçûya yek jî dihat. Rastî ew e ku pirs ne hatin û çûyîna mêvanan jî bû. Pirs, bi hatina mêvanan coş û kelecan a hûrikê malê bû. Tu yê bibêjî Dildar li ciyê xwe bimîne, nebû. Her û her diqilqilî, dihat û diçû.
Geh berê xwe dida aliyê malê û ji Pîrika xwe pirsên xwe dikir, geh dihat li ber derê oda mêvanan disekinî û guhdarî dikir.
Dema ku bi revokî berê xwe dida Pîrika xwe jî, ji wê pirs dikir û digot:
“Pîrikê, mêvanên me kê ne û ji ku ne…?
Gundê wan li ku ye û li kîjan aliyê dikeve? Tu jî qet çûyî wî gundî û bûyî mêvan? Ewê heta çi waxtê li gel me bin? Pîrikê, îca tu ji bo şîva mêvanan dixwazî çi amade bikî…? “Pirs bûn û yek biqediya yek jî dihat. Dildaro û nexwaze, pir dixwest derbasî odê bibe û wek her gavî li paş derî cihê xwe bigre û di pey ra jî guh bide axftinên camêran û ji axaftinan jî qet ne tu tiştekî birevîne. Ji ber ku ew her bi meraqa xwe bû. Dixwaze bila şîrove û dixwaze gengeşî be, ji wî ra ne girîng û bila axaftin be û wek din jî di naveroka xwe da çi dibe ew dizane.
Wî bi xwe jî dizanî ku ew çi bigre ji ber axaftinan û bi guhdariya xwe digre. Dil ku xwestibe çima, na. Helbet, meriv dikarê jê mefayê bibîne. Belê, wele jê sûd digire û hem jî xweş û xweş digre.
Her weha Dildarê Pîrika xwe jî, her bi meraq û ji hînbûnê ra jî dilê wî timî germ û babet jî çi dibe bila bibe her bi guhdariya xwe bû.
Guh dida axaftinên camêran û di pey ra jî çi girtibe hema dibir; di mejiyê xwe da qeyd dikir û mora kalikê xwe lê dida.
Camêrê ku carê carek neviyê xwe temî dikir û rê dida ber jî Xeloyê kalik bû.
Wî timî digot:
”Lawiko, bila temiya min li te be, wexta camêrekî hatibe mala me û bi axaftin bûye, ji te xwaziya min e ku tu yê ji dil û can guh bidî. Belê, baş guh bide axaftinên wan ku tu bizanbî ka di mebestê da dixawazin çi bibêjin. Na! Ne girîng e, ka di naveroka xwe da babet li ser çi ye. Helbet, çaxa ku balkêş bûye guh didî û jê mefayê dibînî. Heta ku meriv guh nede axaftinan nikare bibêje ka çi rind û çi xirab e. Dema ku te guh da, tu bixwe dikarî reş û spî ji hev veqetînî. Di encamê da axaftin axaftin e û qet nabe meriv guh nede.
Ma qey axaftin heye ku tê da fikir û raman, temî û şîret nebin.
Lewma jî ji te delalî ra dibêjim, di her qisedan, gufteguh û şîroveyê da miheqeq hîkmet û kerametek heye.
Her weha ji xwezanan ra jî wek xezene û xezne jî vala naçe. Helbet, roja wê ku hatibe tu bi xwe jî dikarî bi yekî ra jî parva bikî û jê ra bibêjî. De çi zanim, berxo. Fikir û raman e, meriv dikare jê mefayê jî bibîne û zirarê jî…”
Belê, berxê malê niha li kêleka Pîrika xwe û li ber agirê gurr rûniştî û bi wê darika destê xwe jî mijul bû. Bi nişka va axaftinên Xeloyê kalik hat bîra wî û wî jî Pîrika xwe niqurçand.
Niqurçand û got:
“Pîrikê! Duh ne pêr di odê da mêvanên me û ez jî li gel wan bûm. Di wê rojê da kalikê min her bi axaftin û mêvan jî bi guhdariya xwe bûn. Eha, ji guhdaran yek jî ez û ez jî ne mêvan im, ha…! Wek mêvanan min jî guh da kalikê xwe û de Xeloyê kalik e, Pîrikê…Çaxa kalikê min jî diaxife, erikk bavoo…! Qet nabejê êdî bes e…” Got, lê kir tîqetîq û pêra jî keniya.
Piştî kena xwe jî dîsa axifî û got:
“Erê, ma îca ez bi xwe jî ne li wir bûm, Pîrikê. Min jî hema weha li paş derî çok dabû erdê û bi guhdariya xwe bûm. Ji bo min jî babeta wan babetek pirr û pirr xweş û bi hewqasî jî balkêş bû. Na, wele ne ji ciyê xwe liviyam û ne jî min xwest di şûna xwe da bileqim. Na, na! Di axaftinê da kalikê min ne niheq bû. Ji ber ku pirs ji wî hatibûn kirin û qet nedibû kalikê min neaxife û bersivê nede.
Pîrikê! Tu jî dizanî ku dema yek bi axaftin bûye divê meriv bi guhdariya xwe be, ma ne weha ye. Na, min tu bêrêzî nekir û wek her gavî bi guhdariya xwe bûm.
Pîrikê, nizanim ka tê bîra te em li ser kanika berderî û te teşiya destê xwe dirist û min jî ji xwe ra kap diavêt û dilizt. Ji ku va derket û çawa hat qet nizanim, lê bi carekê kalkê min xuya kir û bi hêrs û xeber berê xwe da min û hat.
Di hatinê da jî gopalê xwe liba kir, dengê xwe bilind kir û min jî got qey nuha li min dide. Na, kalkê min tu car li min nedaye û nade jî, lê belê carînan xwe gij dike, hêrs dibe, çend jî ji gotinên nexweş dike û di pey ra jî diçe.
Pîrikê, wele ku ji te nebûya kalik zû bi zû nediçû… Erê, wele xera te bû û te berê xwe dabû wî û gotibû:
”Lo, dîno! Îca tu dîn bûyî tu berê xwe didî berxê min û dengê xwe bilind dikî. Ew çi ye te weha gopalê xwe girtiye û tu liba dikî.
De were bibêje bibêje, îca çima tu bersiva min nadî û deng nakî, hi…! Ka bibêje, vî feqîrê min kişê mirîşka kê kiriye ku tu hewqasî harbûyî û berê xwe didî wî…? Mala te mîratbûyo, mêrik! Qaşo min digot tu ji vî delalîyê xwe hizdikî, lê ne weha bûye; wey la li min rebenê, min nezanê, min korê… De here, heta Bexdayê here û carekê din jî li me venegere…
De tu were ji vî şindokî mêran ra bibêje, mêrik. Nabînî çawa çav li serî sor bûye, kûfe kûfa pozê wî ye. Mêrik digijgije û meriv dibeje qey ne kal, lê xortê çarde salî ye; wey bavo, wey ku wey…! Wele, Pîrikê ev gotin gotina te bû. De nizanim ka îca tê bîra te an, ne…?”
Pîrika Muhbê keniya û di pey ra jî got:
“ Erê, çer nayê bîra min. Wele, tê bîra Pîrikê û pir jî xweş tê. Li ser hêrsa vê Pîrikê jî kalikê te dengê xwe biribû û di pey ra jî serê xwe kiribû nav şeqên xwe û ji me jî dûr ketibû. Erê, erê…! Tu bibêje xwezî bi wê çaxê… Xwezî bi wê çaxê ku bavê…”
Belê, wê xwestibû bibêje bavê te, lê…Na, Pîrikê ne ji bo hêrsa wê rojê, lê ji ber wê sedemê gotibû ‘xwezî bi wê çaxê ku bavê…’ û nexwestibû zêde vebike. Ew bi van gotinên xwe ma û îca nebiyê wê ket dorê û wî axaftina xwe kir.
Got:
“Rast e, Pîrikê! Lê belê di êvara wê rojê da dîsa min û kalikê xwe me bi hev ra hembêz anîbû. Kalik e û kalik jî eynen wek te ye. Hûn herdu jî, nizanin ji maçkirinê têr bibin. We ku dev kir suretên min xwedê star; ne berdana we heye û ne jî hûn ji hizkirinê têr dibin. Pîrikê! Piştî lihev hatina me jî Xeloyê kalik, gotibû:
“Berxo, ne min ji te ra carekê gotibû her birêz û giraniya xwe be û tu car tinazê xwe bi kesî neke. Lê te li hember kalekî, mixabin…! Na, ezê nebêjim, lê tu dizanî ka ez çi dibêjim û te jî çi kiriye. Çê û neçê bi hev ra ne û rind bi rindiya xwe ye, her weha xirab jî ji xwe xirab e. Ji bîra neke ku her tişt di dema xwe da xweş e. Rastî tal e, lê rastî ye. Nizanim ka te got, erê…”
Keniya û piştî kena xwe jî got:
“Eha, Pîrikê! Ji wê rojê bigre heta roja îroyîn şaştiya ku min kiribe nebûye û nabe jî…”
Pîrika Muhbê ket navbeyna axaftina wî û got:
“Ez bi qurbana te biaqil î. Helbet, berxê min rê nade tu şaştiyê û nake jî. Her weha şîret û temiyên kalikê te jî ne ji bo xirabiya te ye.
Tu bigrî bigrî ji axaftinên kalikê xwe tenê sûd û mefayê digrî. Na! Na, meriv tu car ji gotinên kalikê xwe zirarê nabîne. Me çi gotiye û kiriye ne ji bo xwe, lê me ji bo te gotiye û kiriye. Ji ber ku tu xezneyek ji xezneya vî malê û ezîzê ber dilê min û kalikê xwe yî. Min qidayê te girto, bavê Pîrika xwe…”
Dildar, ber bi Pîrika xwe mêze kir û xolekî bêdeng ma.
Piştre got:
“Pîrikê! De meraq e, lê…” Got û di pey jî ber bi tîna agir herdu destên xwe vekir û bi hev ra kir û mizda.
Lê axftina xwe jî domand û got:
“Wê rojê kalikê min axafî û axifî, lê tu yê bibêjî kalik biqefile, nebû. Helbet, ji min jî pirsek hatibe kirin ez jî naqefilim, lê…?”
Lê, got û bêdeng ma. Bêdengiya wî bala Pîrikê kişand.
Ji ber wê yekê jî wê pîrsî û got:
“Min qida! Îca ew çi bû te got ‘lê…’ û sekinî…!? Ka de bibêje, lo. Îca tu ji min fedî dikî ku tu nabêjî. Wele, îca jî te ez di meraqê da hîştim û…” Got, lê zêde dirêj nekir û bi kurtî birî û di mebestê da jî dixwest bila Dildarê wê biaxife.
Dildar û neaxife, got:
“Dadkê, di wê rojê da yê ku herî zêde bi axaftin bû ew jî kalikê min bû. Na, wele mêvanan qet nehîşt ku kalikê min hema weha xolekî behna xwe bigre. Ger ku hatibe pirsîn helbet, helbet Xeloyê kalik diaxife û hem jî xweş diaxife. Axaftin ku zîv be, guhdarîkirin jî zêr û ez jî wek mêvanên me bi guhdariya xwe bûm, Pîrikê. Kalik û bersiv nede. Nizanim ka êdî çi watê da got, lê di axaftina xwe da du sê caran wek bavê min çawa gotibe wî jî digot; zêr zane, zor zane, devê tivinga mor zane…
Ax, de çi zanim, Pîrikê…”
Ji nav agir darek hilda û di destên xwe da bir û anî û dîsa axifî.
Axifî û got:
“Pîrikê, tu dizanî di axaftinên kalikî da çi bala mi kişand. Çaxa ku diaxifî jî hem qala navê camêrekî dikir hem jî bi wî navî ra xemgîn dibû. Camêrê ku bi navê xwe hatibû qalkirin jî ji min ra bû meraq, lê min nekarî û nedibû ezê ji Xeloyê kalik bipirsim. Min ji wî nepirsî, lê dixwazim niha ji te bipirsim. Kalik e û çaxa meriv ji wî jî tiştekî bipirse eger nehatibe hesabê wî diqehire û bêbersiv dihêle.
Qey ji min ra hindik gotiye: “Kuro lawo, îca ji ku îcab kiriye ku tu pirsên weha tînî ji min dikî, hela hela…! De here lo, ne xulamokê bavê te me û tu here vê pirsa xwe ji Muhba Pîrika xwe bike. Belê, ji wê bipirse, ew dizane…”
Pîrikê, ne min got kalik e û kalik jî geh bi ken û geh bi hêrsa xwe ye. Eha, ji ber wê yekê ye ku dixwazim pirsa xwe ji te bikim. Îca te got çi…!?”
Kengî wê bersiva Dildarê xwe nedaye ku îca jî nede. Qey Pîrik dikare bibêje; na, ez benî û Dadê nikare.
Wê bersiv da û di bersiva xwe da jî got:
“Na! Na, berxê min! Îca Xeloyê kalikê te çima hêrs bibe û çima biqahir e. Çaxa îcab kiriye dibersivîne û îcab nekiriye jî dikene û derbas dibe. Ka de îca ev pirsa te pirsekî çawa ye, min bi qurban. Tu wê pirsa xwe ji min bipirse ku min zaniye ji xwe dibersivînim. Ax, de ku min nekariye jî ji xwe ji te ra dibêjim, ez nizanim.
Eha, de niha jî emê werin pirsa te û tu jî wê pirsa xwe ji min nezanê bike. Dê fermo, li benda te me… Ger ku riyek girtî be, riyek jî vekiriye. Îca bû…?”
De axaftin e û axaftin jî ne bi zor, dor bi dor e.
Dor hatibû Dildar û wî jî bi kurtî got:
“Pîrikê! Peyvên ku ji devê kalikê min dipekiyan bi janî û hevokên wî jî birîndar bûn û bi xwe jî di axaftinên xwe da ne rehet, pir û pir dilgiran bû. Ji ber axaftinên kalik her kes xemgin bû ku ji wan yek jî ez…
Çaxa ku kalik bi xembariya xwe be, îca Dildar çawa nabe. Wele, çaxa ku min xemgîniya kalikê xwe li rûyê wî dixwend ji wî zêdetirîn jî li min kar dikir û Dildaro de bila ber xwe neke…”
Eger Dildar bi vî awayî biaxife îca Pîrika Muhbê jî ber xwe nakeve û xemgîn nabe. Pîrika Muhbê hem xemgîn û hem jî bi meraqa xwe bû. Meraq, lê ya wê jî ji meraqa Dildar zêdetirîn meraq…
Got:
“Min bi qurban! Îca navê ku kalikê te qalê kiribû navekî çawa û çi bû? Dibînim nav navekî giran û pir jî bibandor e. Belê, ji Dildarê min ra navekî balkêş û bi bandor. Xuya dike ku pirsa Diladarê min jî pirsekî heta bêjî giran û pê hejiya ye.
Madem ku tu bi meraqa xwe yî, de nesekine û bibêje. Tu bibêje ger ku min zaniye ji xwe dibersivînim û dibêjim…”
Ne di zû da hatiye gotin ku pirs bi xwe ra pirsan tîne û pirsa ku bêbersiv jî be, nîne. Delalê Pîrika xwe, carekê ji wê ra rê vekiribû û negota jî nedibû.
Bi aqilê Pîrika xwe vegeriya wê û bi dengekî nazik got:
“Xalid…!!!???”[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,397 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://navkurd.net/ - 14-07-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 18
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 00-00-2022 (3 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: ڕانانی پەرتووک
پۆلێنی ناوەڕۆک: ڕۆمان
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 14-07-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 15-07-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 15-07-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,397 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.688 چرکە!