کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,664
وێنە
  123,884
پەرتووک PDF
  22,079
فایلی پەیوەندیدار
  125,547
ڤیدیۆ
  2,192
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
31,939
شوێنەکان 
17,028
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
945
وێنە و پێناس 
9,461
کارە هونەرییەکان 
1,522
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,943
نەخشەکان 
277
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
747
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,045
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,658
کورتەباس 
22,137
شەهیدان 
11,890
کۆمەڵکوژی 
11,364
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,062
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
902
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
54
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   تێکڕا 
273,051
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
TÊATROYA KURDA YA ELEGEZÊ
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، مێژووی ڕۆژ بە ڕۆژی کوردستان و کورد دەنووسێتەوە..
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Eskerê Boyîk
Eskerê Boyîk
TÊATROYA KURDA YA ELEGEZÊ
Salên dema Sovyêtê, li nav çand û kûltûra gelê Kurd, ji welêt dûr, gelek çirayên ronayîyê û pêşdaçûyînê hatine vêxistin. Ji wan yek jî têatro bû. Sala 1937an, bi qirara hukumata Komara Ermenistanê, li merkeza nehya Elegezê, li gundê Kurdên êzdî yê Elegezê (Camûşvana Mezin), Têatiroya Kurda ya dewletê hate damezirandin.
Dewleta Sovyêtîyê, hema di salên xwe yên ewlin da, weke gelên din yên biçûk yen li komarên Pişkavkazê dijyan, ji gelê me ra jî mecalê pêşdaçûyînê vekir. Dew û dozên wan salan ku navbera Tirk, Rûs û Ermenya da hebûn halê kurdên wê navçê pir xirav kiribûn. Kurdên êzdî yên Surmelyê, Qersê, Wanê hatibûn qirê, koçber û malwêran bûbûn. Lêşkerên Tirkan û alayên Hemîdyan hatibûn derketibûn êla Elegezê jî, gund û şênên wê heremê jî talan û wêran kiribûn, bi sedan mêrên wan gundan kom kiribûn, kuştibûn, hêsîr biribûn, koka wan anîbûn. Talan, xelayê, nexweşya hal di xelkê da nehîştibûn. Hatina desthilatdarya Sovyêtê jiyaneke nû ji wê para Kurda ra jî anî. Gel ji anarşîyê, qir û birên zordestya olî, serekeşîr û serok rêbazên dînî xilaz bûbûn. Lê xelk nexwendî, şûndamayî bû, jîyana koçerye û nîvkoçeryê dimeşand, pak haj ji çûyîn, hatin, bûyarên cihanê tunebû. Eger di nava gelê Ermenî hesavên evdên xwendî ji sedî digihîşte bîstî, di nava kurdên wê heremê da nedigihîşte yekî jî.
Raste destpêka vê sedsalê da, li sê gundên Kurdên êzdî yên qezayên di bin desthiletdarya împêratorya Rûsyayê da dibistanên bi zimanê rûsî ji bo zarokên Kurdan vebûn Qundexsaz li navça Elegezê, Zor li Surmelyê, Bacurlû li Qersê. Lê emrê wan dibistanan dirêj nekişand û bandora wan li ser pêşdaçûyînê ewqas nehate kivşê. Eyan bû, ku ji bo pêşdaçûyîna Kurdên Pişkavkazê pirobilêma here mezin hildana nexwendîtyê bû. Di vê pirsê da ewlede gelê dost, ermenya, alîkarîke pir mezin dane wê beşa gelê me. Gelek xwendevanên Ermenî, ku kurmancî zanibûn ketine li nav wê tevgerê, vî karê kêrhatî.
Ji bo dibistanên gundên Kurdan, di sala 1921'ê da kitêba dersê ŞEMS hate weşandin. Ev kitêb, ku bi herfên Ermenî, lê bi zimanê kurdî, zaravê kurmancî hatibû nivîsîn ji Kurdên wê heremê ra bû kitêba destpêkê, ku pê hînî xwendin û nivîsandinê bûn. Alfabêya Kurdî, li ser girafîka herfên Ermenî hatibû çêkirin. Kitêb ji aliyê zimanzan û pisporê çanda kurdî, dost û pismamê gelê me, ewledê gelê Ermenî Lazo (Hakob Xazaryan ) hatibû hazirkirin… Bi vê kitêbê, di wextekî kin da mamoste hatine hazirkirin û di gundên Kurdan da dibistan vebûn. Mamostayê wan yên ewlin hemî Ermenî bûn.
Me berê jî got, ku bûyarên salên 1918- 1920'î zîyane pir mezin dabûn kurdên wê heremê. Qers û Surmelî û gelek deverên ku binelyên hîmlî Kurd bûn ketin bin destên Tirkan. Neyarên Kurdan nakokyên cudetya olê dane kêranîn û kurdên musulman - êzdî rakirin dijî hev. Qira Êzdîyên wê heremê hat. Sêwîxanê Ennenistanê, kûçên bajarên Komara Gurcistanê Tilbîsê, Têlavê, Batimê tije zarokên Êzdîyan yên sêwî û bêxweyî bûn.
Di sala 1922'an da Lazo diçe bajarê Tilbîsê, bi însîatîva wî û çend rewşembirên Kurdan, hukumata Gurcistanê, ya li bajarê Tilbîsê ji bo zarokên Kurdan dibistana jimara 103 vedke. Li vê derê zarok hînî kar dikirin û wan him dixwend û him jî radizan. Lazo li wir 60 zarokên Êzdiyan kom dike. Ew di dibistanê da dersê zimanê Kurdî, lê pîreka wî dersên zimanê Ermenî dide.
Bi kitêba ŞEMS çawa di wê dibistanê da usan jî gundên kurda yên Ermenistanê da gelek zarokên Kurd hînî xwendin-nivîsarê bûn. Ji wan gelek paşê bûne kadrên bi nav û deng. Ji wan zaneyên mezin yên wek Qanatê Kurdo, Çetkez Bakayêv, nivîskar û berpirsyarê rojnema RÎYA TEZE yê, ewlin Cerdoyê Gênco, Mêrxwesê Yekîtya Soyêtê Semend Sîyabendov û gelekên din derketin.
Xwendevanên Kurdên Ermenîstanê û Gurcistanê yên wê demê, tu bawar bikî tev jî bi wê kitêbê hatine perwerdekirin û tevan jî paşê karê Lazo, wek karekî giranbiha dihesibandin. Lazo tevî komek rewşembirên Kurd, di nav karkirên Kurdên bajêrê Tilbîsê da jî karekî kûltûrî yê hêja dikir. Wî, Ahmedê Mîrazî û çend rewşenbirên din, li kilûba ser navê Lûkaşîn, ya bajarê Tilbîsê da êvaryên kûltûrî, pêşandanên têatroya çê dikirin, doklad bi têmên cihê - cihê dixwendin.
Di nava Kurden Tilbîsê da, wê demê nivîskar Ahmedê Mîrazî karekî berbiçev dikir. Nivîskarê bi şuret rola tîatroyê di pêşdabirin û perwerdekirina gel da gelek bi qîmet didît. Texmîn dikir, ku ji bo gelê nexwendî serwext bikin, divê zêndî jê ra biaxivin, zîyan û xeterên erf edetên kevn û bêkêr bi têatiroyê nîşanî wan bidin. Ew koma têatroyê çê dikeji bo komê şanoyan dinivîse, rêjîsoryê û aktyoryê dike. Gelek bi pesin derheqa şanoya wî DEMA DERBASBÛYÎ da tê bîranîn. Tê gotin ku wê şanoyê hukumekî mezin li ser temaşevana dihîşt. Naveroka şanoyê ji jîyana kurdên Bazîdê hatibû hildan, ango li ku nivîskar ji dayka xwe bûbû, zarotî, xortanya xwe derbaz kiribû, xwendibû. Koma şanoyê usan jî şanoyên Lazo yên bi navên GUSTÎL û QELEN lîstin.
Di jîyana Kurda da, çêkirina alfabe, ya nû bûyareke mezin bû. Di sala 1928an da, bi biryara hukumata Erenistanê, Î. Mêrangûlov û Erebê Şemo li ser hîmê elfabêya latînî, alfabêya Kurdî çê kirin. Di sala 1930î beşa nivîskarên Kurd li rex Yekîtya Nivîskarên Ermenistanê tê demezirandin. Dest bi weşandina pirtûkên bi zimanê Kurdî bûn. Wê demê jî şanoyên ewlin jî hatin weşandin. Sala 1934an şanoya Hecîyê Cindî ya QUTIYA DÛ - DERMANAN, sala 1935 - an şanoya Ahmedê Mîrazî ZIMANÊ ÇÎYA û ya Wezîrê Nadirî bi navê REVA JINÊ hatine weşendin.
Pêşdahatina wan şanoyan di jîyana Kurdên Pişkavkazê da pêşdaçûyîna mezin bû. Wê demê komên şanoyê yê xwe efrandinêye biçûk hebûn û têkstan usa wan ra pir pêwûst bûn. Pirofêsor Hecîyê Cindî qîmetekî bilind dida şanoya Wezîrê Nadirî ya REVA JINÊ û bîr tîne, ku ew efrandinan, ji alyê xwendevan û dersdarên têxnîkûma dersdarhazirkirnê ya kurdîye bajarê Yêrêvanê dihate lîstin. Ew tim li ber temaşevanê Yêrêvanê û gundên Kurdan derdiketin. Şano ji alyê temaşevana va rind dihate qebûlbûn. Hêjayî gotinê ye, ku di werê şanogeryê da alîkarya rewşembirên êrmenî mezin bû. Sala 1926'an hîmdareki sinemaya Ermenistanê Hamo Bêk - Nazarov dest bi çêkirina fîlmeke bedewetyê kir. Naveroka wê ji jîyana Kurdên Êzdî hatibû hildan. Fîlm ser hîmê kurdeçîroka Lazo ya bi navê Zerê hate kişandin. Serecema fîlmê jîyana koçeran, erfedetên wan, deb û tirajêdya keça Êzdî Zerê ye. Ew li zozanê Elegezê, warê Kurdan hatye kişandin. Dilqa da aktyorên Ermenyan, yên here bijare û binav û deng dilîstin.
Fîlm, ewlî bêdeng bû. Vê dewyê fîlm kirin bi deng. Bêtir 75 sal ji pey kişandina fîlmê ra derbaz bûye, lê saya naveroka xwe ya aktûal û lîstika aktyoran ya bêqisûr, hewaskarya xwe wunda nekirye û niha jî bi hizkirin tê temaşekirin. Ew bi heqî dikeve li nav fonda sinema Ermenistanê, ya zêrîn.
Awa, li ser wî hîmî, di sala 1937 - an, li gundê kurda: Elegezê Têatiroya Kurdî ya Dewletê hate demezirandin. Serokê têatiroyê yê ewlin, binelyê gundê Qundexsazê (niha Riya Teze ), nehya Elegezê Celatê Koto, rêjîsyor Solak Nîkoxosyan, serokê para bedewetyê aktyorê ermenî, yê bi nav û deng Mikirtîç Canan hatine kivşkirin. Bi rast gotî têatiroya Kurdî cîyê vala hatibû demezirandin. Ne kadroyên netewî, yên zane, ne şanogerên pispor, û ne jî şanoyên pirî - hindikî baş hebûn. Hema ji rojên demezirandina têatroyê yê ewlin da nivîskar, zana û pisporên şanogerya Ermenîstanê alîkarya mezin dane kolêktîva nû.
Lîstikvanê têatroyê yên ewlinji nava keç-xortên gunda, ên Kurdên nehya Elegezê (Qundexsaz, Elegez, Mîrek; Pampa Kurda, Cercerîs, Qurubxaz, Çobangermes, Senger, Korbilax, Karvabsere, Camişlû ) hatine bijartin. Aktyorên bijartî, him ji mirovên sade, yên bi xwendina nimz û navîn bûn. Hinek jî wan qet haj şanogeryê û têatroyê tune bûn. Loma jî salên ewlin ji bo kolêktîvê salên lêgerîn, hînbûn û gîhîştina pisporya şanogeryê bûn. Wan salan nivîskar û şanogerên Ermenî li ser hîmê zargotin û jîyana Kurdan gelek şano ji têatroya cîwan ra hazir kirin. Hinek ji wan evin: Keça Mîrekê, Ker û Kulik , Heso (S. Gênosyan), Xuliqandina Rojê ( S. Kojoyan), Kenerê Elegezê (V.Şoxêryan), Nêçîra Lalvarê (V. Manvêlyan) û hinekên mayîn. Alîkarya dewletê jî hebû. Lîstikvan û xebatçiyên têatroyê mîna karkirên hemû têatroyên welêt yên dewletêji dewletê maş distandin. Şanoyên ji bo têatroyên dihatin nivîsar alyê dewletê va dihatin kirîn, yanê diramatûrga (şanonivîsa) ji bo şanoya xwe dirav distand. Pisporên şanogerya Ermenyan tim dibûne mêvanên têatroyê, ji bo bilindkirina dereca lîstikvana/aktyora/ sêmînar çê dikirin, kûrsên hînbûnê vedikirin.
Têatro di nav jîyana wê para Kutda da bûyareke nû bû, ji alyê temaşevana va bi hewaskarî û hizkirin dihat qebûlbûn. Şedê wê demê gilî dikin, ku hewaskarya temaşevanan usan pir bû, ku dema nîşandana sipêktatla hundurê salonê da cî têra xelkê nedikir, zarokên biçûk girtî heta rîspyan hildişyane serayê. Dîroknas û zanyarekî şanogerya Ermenyan H. Hovakîmyan, di pirtûka xwe ya bi navê Ji Dîroka Têatroyên Azeryan û Kurdan yên Ermenistanê da wa dinivîse: Têatroya Kurda ya Dewletê di nava pênc salên xwe yên ewlin da gihîşte destanînên efrandaryê, yên hêja, bû merkezeke kûltûrî. Di nav wan salan da gelek ji wan lîstekvanên gênce sade gihîştin destanînên efrandaryê yên hêja, gihîştin bilindaya aktyorên pirofêsyonal. Wam êdî karibûn bi dereca bedewetyê ya bilind dilqa da bilîzin, bikevin li nav kûraya fikir û puhên dilqan û bala temaşevana bikşînin li ser xwe.
Rojneme û kovarên Ermenistanê yên wê demê, di rûpelên xwe da gelek miqale û gotar derheqa têatroya Kurdan da weşandine û qîmetê hêja dane lîstika aktyorên wê. Di sala 1939an rojnema Somara Ermenistanê ya sereke Sovêtakan Hayastan dinivîse: Şanoya KEÇA MÎREKÊ pir hewaskar bû. Bi lîstika xwe ya hêja Zozan, Elî, Qeremanê Reşo, Hemîdê Ûsiv, Egîtê Xudo, Ahmê Xudo, Cebarê Mîrzo, Edoyê Sultan û yên din berbiçev ketin…
Sala 1940- î têatro diçe Komara Gurcistanê bajarê Tilbîsê gastrola. Gilî dikin ku di wan rojan da, teyê bigota ji kurdên bajêr ra eyd bû. Kurdan tu sipêktatil bernedidan. Rojnema Sovêtakan Gurcistan ê, di hejmara xwe ya 209an da. Sala 1940'î waha dinivîse: Ger em hesab bikin, ku têatro sê salî ye û aktyorên wê hemû gênc in û di nav îskûstvanya şanogeryê da gavên nû davêjin, dive bi xwe mukur bin, ku pêşdahatina wan destanîneke mezin e. Salon, ku sipêktatil tê da dihate nîşandan bi temaşevanan dagertî bû, her peyvek û gotineke aktyoran bi hewaskarî dihate bihîstin.
Di derheqa têatroyê da miqalên pesindayînê her usan jî rojnema Komûnîst û gelek rojnemên mayîn nivîsîn. Têatro pênc salî bû dema Herba Cihanê ya duyemîn dest pê bû. Welatê Sovêtyê kete li nav şerekî dijwer. Kolêktîva têatroyê jî bi gorî demê û halê welêt rêpêrtûar, kar-barên xwe guhest. Di nava pirogirama wê da şanoyên welatparêzyê, efatyê, mêrxwesyê cîyê xwe girtin. Ji wan şanoyan hinek ev bûn: Heso (Ş.Gênosyan), Heyfhildan (Nayrî Zaryan ), Mêrgên Elegezê ( H.Şaybûn), Jêlêznyakê Partîzan ( B. Staffl ).
Salên herbê yê dijwar, serokî kolêktîva têatroyê dikir nivîskar Cerdoyê Gênco, berpirsyarê rojnema RYA TEZE. Ev rojname wê demê hatibû girtin. Wan salan wî du şanoyên bi têma herbê ji bo têatroyê nivîsîn:Xûşka Doxtiryê û Bira. Ev herdu şano jî wextekî dirêj ji dika têatroyê danediketin.
Şanoya Mem û Zîn ku nivîskarê Ermenî Soxomon Tarons, di ser hîmê wê destana zargotina gelêrî nivîsî bû heta niha jî ji bîra temaşevana naçe. S. Taronsî dostekî gelê me bû. Wî rind kurmancî zanibû û gelek efirandinên nivîskarên kurd wergerandine zimanê ermenî. Têatroyê êdî dest avît şanoyên giran û dijwer. Wan salan şanoyên wusa giran derxistin li ser dikayê wek Pêpo (G.Sindûkyan), Ruhê xirav (A. Şîrvanzadê), Qeya ( V. Papazyan), Nezerê Mêrxwes ji şanogerya Ermenya, Sîyaneta Welat (Midîvanî ) ji şanogerya Gurca, Sivêrîl, Keça Wekat (Cefer Cabarêlî) ji şanogerya Azeryan. Evan şanoyên wan gela yên here eyan in û derxistina li der dikê rehet nîn bû. Çend şano jî bi zimanê ermenî hatin lîstin û ji alyê temaşevan, zanyar û şanogeran va bilind hatin qîmetkirin.
Di salên dewyê da êdî, gotar û miqalên derheqa têatroyê yên qîmetkirina xebata wan da, seva profêsyonalîzma aktyoran, têgihîştina wan û kûraya lîstikvanya şanogeryê da tê nivîsar. Di sala 1947an ji alyê hukumata Komara Ermenistanê da nehya Elegezê hate betalkirin. Gundên wê belayî li ser gundên cînar kirin. Derê Têatroya Kurdî ya Dewletê jî hate dadan. Ev ocaxa kûltûra Kurdan dema geşbûna wê da temirandin, bi wê ra gelek kar, xewn û merem jî nîvcî man.
Têatroyê di nava 10 salên jîyana xwe da nêzîkî 30 şano derxiste li ser dikê, ji wan çar nivîskarên Kurd nivîsîbûn: Lûr de lûe Celatê Koto, Miraz Hecîyê Cindî û herd şanoyên jorgotî yên Cerdoyê Gênco. Wan salan serokatya kolêktîvê Celatê Koto, Silêman Ceferov, Mîroyê Esed, Cerdoyê Gênco, Elîyê Hecî, Emerîkê Delo kirine. Rêjîsyor û serokên bedewetyê şanoger û şanozanên ermenya yê bi nav û deng bûne.
Salên xebata têatroyê ketine wedekî pir dijwer. Gelên welatê Sovyêtê şerekî pir dijwer dimeşandin dijî Almanya Hîtlêryê. Xelk halê pir dijwer da bû. Kurdên wî welatî jî şêr da pir şihîd dan. Bi hezaran mêr çûn pêşenya şêrr. Dewsa pirany kaxazên reş hatin. Halê aborî xirab bû. Nenihêrî hemû astengyan û dijweryan kolêktîva têatroyê gîhîşte destanînên berbiçev, gelek aktyorên wê êdî di warê pirofêsyonalyê da gelek pêş ketibûn. Ger mecal bidana, ku têatro karê xwe berdewam bike, ez bawarim, wê belgekî hêja yê delal di dîroka hunermendiya kurdî da zêde bibya. Têatroya Elegezê bû bîranîneke xweş û di nav gelê wê heremê da ma. Tê bîra min, (wî çaxî êdî zû da têatro hatibû dadan) dema navê têatroyê didan, temaşevanan bi carekê ra Mem û Zîn, Xecê û Sîyabend, Ker û Kulik ji bîr tanîn. Ev şanoyan usa kûr ketibûn li nav ruhê temaşevanan, ku nedhatin ji bîr kirin.
Min gelek serok, aktyor û karkirnê têatorê dîtin, bi wan ra axivîm. Teva jî bi hiskirin û hisret têatroya xwe ji bîr tanîn û ji bo bê menî dadana wê keser dikşandin. Solak Nîkoxosyan evdekî Ermenî bû, mirovekî zaneyî, hunermend bû. Kurmancî pak diaxivî. Dostê gelê Kurd bû. Dema ez xwendevan bûm, destpêka salên heftêyî, di radyoya Yêrêvanê beşa Kurdî da radyokompozîsya çê dikirin. Rêjîsyorî wî dikir. Carekê - dudya ez jî bi dilqên sivik beşdarî wan bûm. S. Nîkxosyan wê demê êdî extyar bû. Tê bîra min jîrtî û zanebûnên wîye bilind.
Mîroyê Esed rewşembirekî Kurdî esl bû. Gelek rewşembirên Ermenyan ji min ra salix dane ku zanebûn û rastnivîsandina zimanê êrmenî da, hindik Ermenî hene, ku karibin weke wî derên.. Bi bejin - bal, seke - sifetê xwe, rabûn - rûniştandina xwe da jî camêrekî bêqisûr û maqûl bû.
Ji sala 1955an heta 1989an berpirsyarê rojnema RYA TEZE bû. Her wuha endemê Parlamênta Ermenistanê û u'zvê Kommerkezya partya Komûnîstya Komarê bû. Karekî berbiçev di pêşdaçûyîna kûltûra Kurdên wê heremê da kir. Mîroyê Esed akryorî, demekê jî serokatya têatroyê kiribû… Temaşevanê wê demê gilî dikirin, digotin, ku Mîroyê aktyor usa rind dilqa da dilîst, ku hazira nikaribûn hisên xwe zevtkirana. Carekê, wexta Mîro di dilqê Beko da dilîze (şanoya Mem û Zîn) temaşevanek kevirekî hildide û kewkî wî dike.
Elyê Hacî mirovekî welatparêz bû. Bi salan serokatya gundê xwe: Çobangernesê dikir, wek mamostayê zimanê kurdî jî xebitîbû… Eî jî aktyorî û demekê jî serokatya teatroyê kiribû. Elyê aktyor bi saya lîstika xwe ya baş, ji bîra temaşevana nediçû. Geleka bi laqirdî jêra digotin: Artîstê me. Her du bira Qaçax û Bekirê Miho, binelyê gundê Elegezê, aktyorên têatroyê yên sereke bûn. Miqale û gotarên wê demê, ku derheqa têatroyê da, bawerkî bi tevan da qîmetekî bilind didine hunermendîya Qaçax. Qaçaxê remetî salên dirêj kopêrasya nehya Aparanê da karên cawdar dikir. Birayê wî yê biçûk, Bekir mirovekî xweyê hisên nazik bû. Eger têatro nehata girtin wê nibya aktyorekî pir mezin. Hostakî govend û dîlana kurdî bû. Salên dirêj serokatî Kilûba gundê Elegezê dikir. Lîstika wî di dilqê Memê ya di şanoya “Mem û Zîn” da ji bîra temaşevana nediçû. Di dilqê Zînê da jî keçeke ermenî: Xanim Ayvazyanê lîstibû. Usan bûbû ku herdan: Bekir û Xanimê mîna Memê û zînê ji hev hiz kiribûn. Nenhêrî astengyên olî zewicî bûn. Heta dewya jîyana xwe jî herda bi hizkirin jîtin. Bûn xweyî keç, law, nebî, nebîçirk. Mala wan maleke êzdya ya qedîmî bû.
Divê em bi heyf binivîsin ku wê demê mecalên têknîkî, yên wek niha tune bûne, ku kar û barê têatroyê zêndî ji me ra bima. Xanim Ayvazyanê min ra got, ku pey dadana têatroyê gelek rêklam, sûretê dîdemên lîstika, dokûmênt li cem wê mabûn, ew jî nivîskar Emînê Evdal jê distîne dive. Wunda bûn, çawa bûn? Kes nizane.
Ji têatroya Elegezê ya Dewletê, rastî jî, tek bîranîn man.
(Dr. #Eskerê Boyîk# )[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,644 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://cetoyezedo.blogspot.com/ - 06-08-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 13
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 06-12-2013 (12 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: شانۆ / شانۆگەری
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 06-08-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 12-08-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 12-08-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,644 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 1.312 چرکە!