=KTML_Bold=SERÊ KANÎYÊ… SÊ QONAX=KTML_End=
(Serîhildana kurdan a 2004an-şerê li dij #SerêKaniyê# 2012/2013- dagîrkirina Serê Kanîyê 2019 )
ŞOREŞ DERWÎŞ-Navenda Kurdî ya Lêkolînan 2023
=KTML_Bold=PÊŞGOTIN=KTML_End=
Em ê di vê lêkolînê da, sê qonaxên sereke ku bi serê Serê Kanîyê da hatine ji destpêka salên 2000 î heta roja me ya îro, bigirin dest. Di vê çarçoveyê da, em ê datayên hewldana sedemên ku ev herêm bibe navenda kiryarên hovane û binpêkirinan li ser destê rejîmê û alîgirên wê sala 2004 an dema serîhildana kurdan. Her wiha, hewldanên dagîrkirina wê di dema şerê navxweyî yê Sûrîyayê da û binpêkirinên piştî wê û daxwaza dagîrkirina tevahîya herêma Cizîrê ku destpêkê ji Serê Kanîyê ji alîyê komên cîhadîst û komên “Artêşa Azad” û pişta wan Tirkîyayê, di heman demê da dagîrkirina bajar ji alîyê Tirkîyayê ve sala 2019 an û binpêkirinên ku li dij wê ji alîyê artêşa Tirkîyayê û komên çekdar ên Sûrîyayê yên alîgirên Tirkîyayê ku heta nivîsandina vê madeyê berdewam dikin, hatine kirin.
Serê Kanîyê wekî nimûneya Sûrîyaya piçûk dihat binavkirin, ji ber pirbûna ol û etnîkan. Di vir da, em behsa kurd, ereb, siryan, aşûrî, ermen, tirkumen û misliman, xiristîyan û êzidîyan, dikin. Eger hizira bihevrejîyankirinê heta asteka mezin rast be, lê faktor û bandorên derve rolek di zelalkirina lawazîya hevjîyana civakî di navbera gelê herêmê da, lîstin û hêza alîyên derve di sorkirina beşek ji civakê li dij yê din hebû; bo nimûne rola ku rejîma Sûrîyayê di dema serîhildana 12ê adara 2004 an û roja Tirkîyayê di şerê 2012/2013 an û rola yekeser a Tirkîyayê di şerê li dij Serê Kanîyê sala 2019 an.
Bi her halî, paşguhkirina gelê Sûrîyayê ji rewşa li Serê Kanîyê û jibîrkirina êş û azarên wê, ji bo nivîsandina vê madeyê rolek lîst. Di madeyê da, em ê hewl bidin ku beşek ji siyasetên bindestîyê arşîf bikin, tevî ku şerê Tirkîyayê yê li dij Serê Kanîyê û Girê Spî rûyê herî hovane ye di nava rêzebûyerên li dij bajar pêk hatine. Armanc ji vê lêkolînê, jinûverêzkirina bûyerên ku li dijî Serê Kanîyê pêk hatine û hewldana komkirina agahîyan e ku em dibînin girîng e ji bo em fêm bikin ji bo çi wiha bû. Lewra, ev made ne nirxandineka dîrokî ye, lê belê hewldana arşîfkirina bûyerên di salên 2004 û 2012/2013 û 2019 û heta roja me ya îro ye.
Rêbazê ku di vê lêkolînê da hatiye bikaranîn, xwe dispêre 6 hevdîtinên ku Navenda Kurdî ya Lêkolînan bi kesayetên ku di her sê qonaxan da amade bûn, her wiha hevdîtin û şahidbûna wan bi nûçe û agahîyên berdest ra hatin komkirin. Di heman demê da, lêkolînê xwe spart pirtûk, nûçe û analîzan.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=520729&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin SERÊ KANÎYÊ… SÊ QONAX=KTML_Link_External_End=