کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
فەرهەنگی کوردیپێدیا 🆕
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  595,424
وێنە
  125,772
پەرتووک PDF
  22,277
فایلی پەیوەندیدار
  131,179
ڤیدیۆ
  2,202
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
320,678
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,183
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,973
عربي - Arabic 
45,646
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,081
فارسی - Farsi 
16,960
English - English 
8,581
Türkçe - Turkish 
3,874
Deutsch - German 
2,048
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
364
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
96
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
63
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
中国的 - Chinese 
22
עברית - Hebrew 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,865
شوێنەکان 
17,040
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,475
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە، ماڵپەڕ و دەزگا میدیاییەکان و ...) 
1,327
وێنە و پێناس 
9,548
کارە هونەرییەکان 
2,547
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
16,349
نەخشەکان 
297
ناوی کوردی 
2,821
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,186
شوێنەوار و کۆنینە 
791
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,151
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,740
کورتەباس 
22,661
شەهیدان 
12,284
کۆمەڵکوژی 
11,536
بەڵگەنامەکان 
8,832
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,631
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,072
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,649
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,151
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
912
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
938
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
2,339
PDF 
35,019
MP4 
4,265
IMG 
239,596
∑   تێکڕا 
281,219
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Kurd Mirovan Serjê Dikin
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هاوکارانی کوردیپێدیا، بابەتییانە، بێلایەنانە، بەرپرسانە و پیشەییانە، ئەرشیڤی نەتەوەییمان تۆماردەکەن..
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
#Kurd# Mirovan Serjê Dikin
Qadir Egîd
Taxek li Amûdê hebû jê re digotin taxa Filehan; ji ber ku xelkên wê tev de fileh bûn. Gelek çîrok di mejiyên me de li ser vê taxê hatibûn avakirin. M
e ew jî ji devê meznan girtibûn:
“Nerin wê taxê, wê Fileh we bidizin, zarokên wan şeytan in, ha ji xwe hebin wê we serjê bikin…..!”
Di pirtûkên me yên dibistanê de, carinan di qorzîka rûpela pirtûkê de û ji neqencbûna çapê, mîna wêneyê xaç dihat çapkirin. Çi rûpela ku ev wêne tê de derbas dibû, hevalên min qorzîka wê diqetandin, lê ez bi vê yekê razî nedibûm û kela dilê min li filehên gawir -li gor civakê digot- hênik nedibû; min rûpel ji kokê de diqetand, û agir pê dixist.
Di jiyana xwe de ez rastî mirovê Fileh nehatibûm, û min ew nedîtibû. Min dîmenin kirêt ji wan re di mejiyê xwe de çê dikir; porê wan heta rûyê wan nixumandiye, neynûkên wan ê dirêj li hev hatine badan, çavên wan di tariyê de diçirisînin, devên wan piçûk in lê dema dixwazin yekî bixwin mîna ê mar vedizile û wê çaxê serê mirov dirêyê.
Ev bingeha şaş dîsan civaka bav û kalên me li ser gawiran di serê me de çandibû; û ew jî gawir in, ew bêhna bihuştê ji dûrbûna heftê salî jî nakin, cihê wan qata nizimtirîn ji agirê dojehê ye, bi Nemrûd û Firewn re ne…
Rojekê ji rojan hevalê min yê halxweş di serê min de xwend:
“Ez nema têm dibistanê, rêvebirê dibistanê (mudîr) hatiye guhertin û yekî Fileh hatiye dewsa wî”
Xwedê ji min re xirab kir, îca ez ê çawa bikim çilo bikim..!?
Wê şevê xew bi çavên miriya bûn bi ê min nebû, tarîtî û qaçaxçî ne bes bûn, îca kula ev ê Fileh jî xwe da ser wan. Sibehê min li deriyê hevalê xwe xist, diya wî ji min re derî vekir, hevalê min hîn di hal û derdê xwe de ye, tenê çavekî xwe vekir, dema dît ku ez im bû ax û ofa wî û di bin lêvê re keniya. Diya wî ji min re got:
– “Serê wî diêşe û îro nayê dibistanê”.
Xwe bi derewa xwe xelas kir û ez di pirkê de hiştim.
Ma ez ji ku ceger dikim derewek wisa bikim, bi Xwedê wê bavê min min daleqîne û ji zarokê taxê re bike ibret. Min paş histê xwe xurand û wê sibeha zû ketim kezeba rê de. Ramanek min dibe û yek min tîne, heta ez li devê deriyê dibistanê rawestiyam.
Min serê xwe dirêj kir hundirê hewşê, şagirt tev mîna bizmarê ku tu wan di erdê de bikutî, di silava alê de ne, deng ji wan dernakeve, tenê dengekî biyan li guhê min ket, min jî ew xweş nas kir; dengê rêvebirê nû, yê Fileh e.
Derkirina serê min di derî re bala hemû şagirtan û hindek mamosteyan jî kişand, yekî ji wan mamosteyan bi ser û çavê xwe bê ku biaxive ji min re got derbas be.
Ev çi ye bavo ma mamoste jî ditirsin ..!
Wekî dizan, li ser serê tiliyên xwe ên piçûk min bazda û xwe li dawiya şagirtan girt. Yê ez li paş wî sekinîm dirêjtirîn şagirt di nav wan de bû, wekî dîwarekî bû, ez jî bê deng rawestiyam. Dengê biyan qut bû, dengê pêlavekê ket dewsê. Bi nêzîkbûna dengê pêlavê, gurmegurma dilê min bilintir dibe, û laşê min di paş wî şagirtê dîwarî de tê hev. Pêlavek reş, nûboyaxkirî, şerwalekî reş bi ser de berdayî li ber min rawestiya. Dilê min ji cihê xwe derket, bi Xwedê îca serjêkirina min e.
– Çima tu dereng mayî? Bi dengekî nerm got.
Ez xweş -tev ku nizanim Erebî- li ber pirsa wî ketim. Min serê xwe ranekir û min bersiv jî neda, tenê min piyên xwe hejan û serê xwe xist ber xwe de. Destê xwe yê hilmxweş di nav porê min re bir, dû re li pişta min xist û vegeriya pêşiya şagirtan.
Porê wî ne dirêj bû, neynûkên wî li hev nebadayî bûn, ez nedizîm, ne jî serjê kirim…!
Min nema bawer dikir ku bibe nîvro, ez bighêm malê û çîroka lehengiya xwe ji hevalê xwe yê xwe nexweş xistî re bêjim.
Piştî pazdeh salan… Di leşkeriya xwe de, ez pêrgî yekî ji bajarê Swêda bûm. Dema min jê re got ku ez kurd im veciniqî û mat ma. Min jê pirsî:
– Çi bi te hat?
Keniya û got:
– Min guman dikir ku kurd por û neynûk dirêj in, çavên wan di tariyê de diçirisînin…. Mirovan serjê dikin…!
[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,719 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 08-12-2024
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 51
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 08-03-2015 (11 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: لێکۆڵینەوە
پۆلێنی ناوەڕۆک: دۆزی کورد
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆئـ.ح.)ەوە لە: 08-12-2024 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلاس.ک.)ەوە لە: 09-12-2024 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلاس.ک.)ەوە لە: 09-12-2024 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,719 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
زۆرتر

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.33
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.422 چرکە!