Qada Jina Azad
#Aras Hiso#
Li gorî ku bav û kalên me digotin ku berê bajarê #kobanî# yê xwedî dar, zevî û kanî bûne, hema hema bajar di nava şînkahiyeke newaze de bûye. Lê hema piştî salên 2000'î ji ber kêmbûna vê ev kanî û şînkahî ji holê rabûn. Bajar bi cih û warên xwe yê xweşik û dîrokî têne naskirin û di rûyên cîhanê de dibiriqe. Gava ku tê gotin Kobanî yekser Miştenûr, Qereberkel, Mikletê û qada jina azad bala mirovan dikşîne. Ev bajarê biçûk her çendî gelek cihên mezin ên ger û geştê tê de nebin jî, her demê di dûyê mirovên xwe de bûye cihekî lêvegera bîranîn û serpêhatiyên zaroketiyê. Me her demê ji bavê xwe dibirsî çima ewqas cihê ger û geştê li bajarê me tune ye. Ji me re digot ku rêjîma Baas li sûriyayê ji bilî ku derfetên kar ji xortan re dabîn nedikir û xortên wê li bajarê mezin ên mîna Şam û Libnanê belav dibûn û li derfetên kar digeriyan, jê zêdetir ev bajarên kurdan ên sînorî paşguhd dikirin û ti tiştên xweşik tê de ava nedikirin, ne kargehek, ne karmendiyek, ne avakirinek û ne jî tişt ji ber vê yekê her wiha ev bajar bê xwedî dima.
Roj, meh û sal derbas bûn. Her kes dizane li bajarê berxwedanê, li Kobaniyê di sala 2014'an de ji aliyê şervanên xwe ve şerekî bê navber li hember çeteyên Daişê hate meşandin û di berdêla vî bajarî de bi hezarn şervanên kurd şehîd ketin, bûne qubanî û birîndar bûn. Ji wan deskeftiyan gelek tiştên pîroz ji Rojavayê Kurdistanê, bajar û miletên wê re hatin pêşkêşkirin.
Di sala 2016'an de, ji ber şerê di bajêr de qewimî %70 ji avahiya bajêr hate rûxandin, piraniya milet bi destên xwe mal û xaniyên xwe ava kirin. Di adareke buharîn de, di 16.03.2016'an de carekê me dît bi erebeyeke mezin peykerekî mezin di nava kolana 48'an de anîn û komek zarokan xwe li pey wê erebeyê didin lotikan û bang dikirin. Me jî berê xwe da wê derê hêdî hêdî ew peyker ji nava erebeyê danîn û pê re jin û keçan dest bi zilxistan kirin. Gava ku perdeya spî di ser wî peykerî re hat xuşandin, rûkenî û azadî ji rûyê wî miletî diforiya ku nayê wesifkirin, wê rojê dengê jin, zarok, xort û stranan tevlihev bûbû. Paşê peykersazê ku peyker bi alîkariya deh hunermendên din çêkiribû, Zîrek Mîra ku bi eslê xwe ji Başûrê Kurdistanê ye dest bi axaftina xwe kir û di axaftina xwe de bi me da zanîn ku ev peyker wekî diyarî û spasiyekê ji şervanên YPJ'ê û berxwedana jinê re ye, jina ku li hember terora Daişê canê xwe feda kir da ku pariyek azadî ji miletê xwe re pêşkêş bike. Li rex wî peykerî jî du tangên çeteyên Daşiê ku ji aliyê şervanan ve hatibûn teqandin, danîn. Hingê ji wê çaxê û şûn ve ev peyker û ev cih bû xwedî sembol û wateyeke netewî. Li gorî ku Hesen Mîra dibêje ev peyker bilindahiya wê 10 metre ye û nûnertiya jina kurd a şoreşger dike. Ev peykera jinê rûyê wê li asîman, destekî xwe dirêjî rojê kiriye û destê din jî li ser dilê wê ye, her du firîna baskên li ser milên wê jî nîşaneya azadiyê ye û rengê spî jî nîşaneya aşitiyê ye.
Îro jî xelkên kobanî navên cuda cuda li vî cihî kirine, ''Qada jina azad, Qada Arîn Mîrkan û Qada berxwedanê''. Îro me fêhm dikir ku çawa bajar xweşik û dewlemend dibin, bajar tenê bi xwediyê xwe dibiriqin. Her kesê/a ku ji mala xwe derdikeve û dixwaze bêhna xwe vede, yekser berê xwe dide vî cih, ev cihê ku bûye bêhnavedana miletê xwe, ev cihê ku xwîn lê hatiye rijandin û niha berdelê, zarokên bajêr bi vî peykerî ve hirdipelik in û dixwazin mîna wî peykerî hilmeke azad bidin û bistînin.
Wênegirtin: Şivan Mêsî[1]