‘Bi kongreyekê, binesaziyek
siyasîsiyasî ji bo siberoja Sûriyê ava bû’
Hemza Sêvo/ Qamişlo
Fewzî Şingalî da zanîn ku Kongreya Riya Demokratîk a Sûrî di encama civînên Stokholmê de, weke gewdeyekî siyasî bi armanca çareserkirina kirîza Sûriyê ava bû û got, Ji vê kongreyê, desteyek bi 21 kesên sûrî ji bo meşandina xebata diplomasî_ navnetewî, hat çêkirin.
Kongreya Riya Demkratîk a Sûrî di 25 û 26’ê Cotmehê de li paytexta Belçîkayê Brukselê hat lidarxistin. Herwiha 128 kes ji hundir û derveyî Sûriyeyê tevlî vê kongreyê bûn, ji wan kesên ku amade bûn, gelek siyasetmedar ji hemû pêkhateyên Sûriyê û kesên biyanî bûn. Têkildarî lidarxistina Kongireya Riya Demokratîk a Sûrî, sekretêrê Partiya Rêkeftina Demokratik a Kurd li Sûriyê, Fewzî Şingalî ji rojnameya me re axivî.
‘Kongre ji encama civînên Stokholim hat lidarxistin’
Fewzî Şingalî diyar kir ku Kongreya Riya Demokratîk a Sûriyê di encama çar civînên Stokholmê de hat lidarxistin û wiha got: “Ji sala 2020’an ve Civînên Stokholmê li dar diketin, mijara sereke ya ku dihat guftûgokirin di wan civînan de ew bû ku çawa kirîza Sûriyê çareser bikin. Herwiha hemû aliyên di civînan de li ser bingeha ku çi bikin ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê, kom dibûn. Di her çar civînan de amade dibûn, nûnertiya gelên Sûriyê, hemû ol, rêxistin û partiyên siyasî dikirin. Em jî weke partiyeke kurdî bi navê Partiya Rêkeftina Demukratîk a Kurd li Sûriyê tevlî kongreyê bûn. Di civîna çaremîn de ku di sala 2023’an de hat çêkirin, biriyara lidarxistina kongreyekê hat girtin. Bêtirî 100 kesî tevlî kongeyê bûn, herwiha gelek kesên din bi riya zomê beşdar bûn. Di nav van delegeyan de kurd, ereb, suryan, aşûr, turkmen, durzî, elewî û hwd… hebûn.”
‘Pêwîstî bi binesaziyeke siyasî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê hebû’
Fewzî destnîşan kir ku pêdivî bi rêxistin û binesaziyek ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê hebû wiha axivî: “Me li gel Rêveberiya Xweser û MSD xwest gewdeyekî siyasî demokratî-Sûrî kongreyekê weke riyeke çareseriyê ji bo bidawîkirina kirîza Sûriyê li dar bixin. Di kongreyê de belgename hat îmzekirin, vê kongreyê li ser gelek xalên girîng tekez kir. Yek ji wan xalan ew e ku hemû pêkhateyên Sûriyê nasnameya sûrî bingeh digirin, lê her pêkhateyek nûnertiya xwe dike û garantiya mafê xwe ji hemû aliyan ve dike. Gelê kurd jî pêkhateyek bingehîn e di Sûriyê de, li gorî belgeyên dîrok pêwîste kurd mafê xwe bi dest bixin. Li aliyekî din çareseriya kirîza Sûriyê li gorî pîvana navnetewî ya 2254’an e. Di heman demê de çareseriya siyasî li Sûriyê pêk were, şer û pevçûn raweste, Sûreyeke nenavendî_demokratîk_pirrnetewî were avakirin. Kongreya Riya Demokratîk a Sûrî, serweriya Sûriyê tiştekî sereke dibîne, pêdiviya bi guhertina destûra Sûriyê heye, hem jî divê navê Komara Erebî ya Sûrî were guhertin bi Sûriyeke demokratîk. Hem jî ev kongr destnîşan dike ku hemû rengên dagirkeriyê û destwerdanên derveyî bên bidawîkirin. Li şûna wê jî diyaloga sûrî_sûrî li pêş bikeve û gelên Sûriyê pêşeroja xwe diyar bikin.”
‘Bi 21 kesan, ji bo xebata diplomasî desteyek ava bû’
Şingalî eşkere kir ku bi armanca bicihkirina belgenameya çareserkirina kirîza Sûriyê û pêkanîna xebata diplomasî desteyek hat avakirin û wiha doman: “Kongreya Riya Demokratîk a Sûrî guhertinek ji warê nîqaş û guftûgoyê ber bi pêngava xebata rêxistinî û piratîkî ve, di warê diplomasî de bû. Di encama vê kongreyê de Desteya Berpirsiyariyê bi 21 kesan hate avakirin, ev deste ji hemû pêkhate û aliyên siyasî ava bû. Bê şert û merc kes bi rengekî hatin hilbijartin endamên desteyê hatin hilbijartin û di nav xwe de desteya rêvever damezirand. Ew deste li Rojava, Sûriyê, Amerîka û hemû dewletên Ewripayê heye. Ji ber vê jî di nav geşedanên siyasî yên herêmê û cîhanê de wê ev deste tevlî xebata siyasî bibe. Helbet wê xebat ji bo pêkanîna belgenameya ku di kongreyê de hate li ser tekezkirin be. Xebata diplomasî wê bi riya ofîsên kongreyê were kirin, wê ev ofîs li hundirê Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, welatên Ewripayê di siberojê de vebin.”
‘Aliyên navnetewî kongre û civînên Stokholmê dişopandin’
Piştî zêdeyî 12 salan ji destpêkirina aloziya Sûriyê û lidarxistina civînên me yên Stokholmê, hewcedarî bi binesaziyeke siyasî li ser ruyê erdê hebû. Ji ber ku di dema heyî de piştî evqas sal, ne hikumeta Şamê û ne jî hêzên ku navê muxalefetê li xwe dikin, nekarîn kirîza Sûriyê çareser bikin. Ji ber ku her hikumeta Şamê, ne xwedî biryar e û hêzên navê muxalefetê li xwe dikin, di destê Tirkiye û dewletên Kendava Erebî de ne. Ji ber wê jî ev çar sal in ku em ji bo xebata hevbeş ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hevdîtinan dikin. Civînên Stokholmê tev bi riya Navenda Olifbalimê bi rê ve diçûn. Herwiha Meclisa Rûrsipiyên Amerîkayê, ferensî, emrîkî, belcîkî û hwd… weke şopîner û guhdar tevlî civînan dibûn. Navenda Olfbalimê bi riya onlinê re di kongreyê de amade bû û pîrozbahî kir ji bo lidarxisitina kongreyê. Em dibînin ku ev aliyên navneteweyî yên civînên Stokholmê dişopandin, wê bibin şopdarên encamên Kongreya Demokratîk
[1]