Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze bi
qirkirinqirkirin a siyasî îradeya gel desteser bike
Amara Baran/Qamişlo
Parlementera DEM Partî ya Merdînê Salîha Aydenîz diyar kir ku rêbazê bikaranîna qeyûman binpêkirina mafên hiqûqî ye û wiha got: “Bi tayînkirina qeyûman neçareserkirina pirsgirêka kurd kûr û dûr dikin.”
Desthilata AKP-MHP ‘ê qeyûm avêtin li ser Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredarîyên Êlih û Xelfetîyê. Bi darê zorê ji kar avêtina şaredarên hilbijartî û danîna qeymeqam li şûna wan, nîşana rejîmeke zordar e ku guh nade îradeya gel. Ew dixwezin bi reya qeyûman îradeya gel kelepçe bikin û tune bikin.
Divî çarçoveyê de parlementera DEM Partî ya Merdînê Salîhe Aydenîz ji rojnameya me re axivî.
‘Qeyûm binpêkirina mafên hiqûqî ye ‘
Salihe Aydenîz di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkaya qeyûman û wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji sala 2016’an ve polîtîkaya qeyûman xistiye dewrê û dixwaze vê polîtîkaya xwe bidomîne. Li ser vê domandina polîtîkaya qeyûman carek din awir zivirîn ser pêkanînên qeyûman. Dîsa li ser daxwaz û fermana desthilatdariyê qeyûm danîn ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê. Qeyûm tê wateya desteserkirina îradeya gel. Rêbaza bikaranîna qeyûm binpêkirina mafê hiqûqî ye. Hiqûqê binpê kirin e. Bi tayînkirina qeyûman neçareserkirina pirsgirêka kurd kûr û dûr dikin. Ev nayê qebûlkirin. Em dibînin ku neçareserkirina pirsgirêka kurd çi ye. Dij derketina qeyûm daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd e. DEM Partî ji bo her kesî çareseriya demokratîk dixwaze. Em ji bo demokrasiyê û aştiyê dixebitin û têdikoşin. Aştî sedema hebûna me ye. Gelê kurd teslîmî qeyûm nebû û wê qet jî nebe. Êdî bes e we xwe xapand, gelê kurd wê serê xwe netewîne.”
‘Dewleta Tirk bi darê zorê îradeya gel desteser dike’
Salîhe da zanîn ku ev cara sêyemîne ku gel hilbijerên xwe yên şarederiyan bi aweyek demokrasî dike û wiha domand: “Dewleta Tirk û desthilata AKP- MHP’ê bi sindoqan nikarin li Kurdistanê meşruyetê pêk bînin, bi darê zorê û bi zagonên xwe îradeya gele kurd xesp dike. Dema ku îradeya gele kurd xesp dikin hertim behsa hiqûq û darizandinê dikin. Ji bo ku ji aliye hiqûqî ve qeyûm bavêjin ser şarederiyan gotineke şênber nehatiye kirin, ev jî nîşan dide ku derbeyek siyasî ye. Niha li Tirkiyê ti wateya sandoqan nemaye.”
‘Qeyûm nenaskirina sendoq û îradeya gele’
Salîhe wiha domkir”Desthilata AKP’ê 8 salin bi qayûman rantekî mezin pêk tînin walî û qaymaqam bi rêya qeyûman dixwazin îradeya gele kurd bişkînin. Li tirkiyê di rapora saziya sayîştay de jî ev eşkere bû di hilbijartinê heremê yen 2024 an de îktîdara AKP’ê hijmareke mezin hundakir û şarederî ji destê wan çû, ji bo ku vî ranta xwe bi derdorê xwe berdevam bike qayûm avêt mesela qeyûmê mesala ne naskirina sandoq û îrada gele. Lazime gele me di tekoşîn u berxwedana xwe xurtir bikin ne tene gelê kurd lazime hemû gele tirkiyê jî li hember polîtîkayên dewleta tirk dengê xwe bilind bike ji bo îktîdara ku meşruhiyeta wî nemaye were hilweşandin.
‘Li Tirkiyê hiqûq nemaye’
Salîhe wiha anî ziman û got ” Te gotin ku li tirkiyê hiqûq heye mixabin îro ji bo gelê kurd tevahî hiqûq nemaye lê belê li hember gelê kurd bi awayek zelal hiqûqa kolonyalîzmê te karanîn li ser darizandinê qayûm avêtin vî nîşandide, pir rihet ji xwe re gerekçeyan çêdikin û navî dibêjin hiqûq û qanûn li ser vî qanûnê polîtîkayên kolonyalîzmê didomînin, li bakur şerê taybet şewitandina daran kuştin û tecawûzên jinan nêzîkatiya li hemberê ciwan û jinên kurd û polîtîkayên şerê taybet vana hemû bi kîjan hiqûqê li hember kurdan pêk tînin ev pir zelal dide nîşandan. Dewleta tirk li hemberê gelê kurd di qanûna kolanyalîzmê de bi israre.”
‘Gelê kurd di tekoşîna xwe de bi israre’
Salîhe di dawiya axaftin xwe de wiha got “Ji ber ku gel xwedî li vîna xwe derdikeve û li ser pêyan e îktîdar winda dikin. Ev zexta qeyûm ne tenê li ser gelê kurd, li ser hemû Tirkiyeyê hatiye kirin û êrîşek li dijî pergala me ya hevserokatiyê ye jî. Pergala hevserokatiyê hebûna jiyanê bi xwe ye. Desthilatên heyî bi tunehesibandina hevserokatiyê di rastiyê de jiyanê bi xwe tunedihesibîne. Em tayînkirina qeyûman nasnakin û em ê di hemû qadên jiyanê de li dijî vê yekê têbikoşin. Li hemberê van polîtîkayên ne naskirina gele kurd û îradeya gelê kurd û ne wekheviyê lazime gelê kurd û gelê tirkiyê bi hevdûre tekoşîna xwe mezin bike û vî îktîdarê û sîstema sedsala a dewletê wî aniye asta xilasbuyînê, pêwîstî bi vegûherandina sîstema sedsalî heye mesela me mesala sîtemêye sîstema îtîhat terakî yê ye di sedsaliya cûmhuriyetê de lazime cumhuriyet bi demokrasiye re were ba hevdû û li gor vî zagon werin derxistin.
[1]