‘Panêlên wiha gelekî girîng in’
Reşo Mihemed/ Qamişlo
Di mehrecana Rojava de panêlek têkildarî binpêkirinên ku li
EfrînêEfrînê çêdibin hat lidarxistin. Herwiha Welîd Bekir da zanîn ku di panêlê de binpêkirin û guhertina demografî yên ku ji hêla dagirkeriya Tirk ve tên kirin, hat nîqaşkirin û got, Panêlên wiha ji bo bidawîkirina dagirkeriyê gelekî girîng in.
Di sêyemîn roja Mehrecana Rojava ya Çand û Hunerê de, bi navê ‘Efrîn Di Navbera Çiyayê Kurmênc û Çequlê Zeytûnê De’ panêlek hat lidarxistin. Panêl ji hêla Welîd Bekir ve hat rêvebirin, Fîdan Mihemed, Fadil Mihemed û Dilşêr Ibrahîm tevlê bûn. Herwiha bi amadebûna hejmarek ji rewşenbîr, nivîskar û kesên din, panêl bi rê ve çû.
Girêdayî li darxistina panêlê çalakvanê sivîl, Welîd Bekir ji rojnameya me re axivî.
‘Di panêlê de bal hat kişandin li ser sê xalan’
Welîd Bekir dest nîşan kir ku di panêla ‘Efrîn Di Navbera Çiyayê Kurmênc û Çequlê Zeytûnê De’ bal hat kişandin ser sê mijarên girêdayî dagirkirina Efrînê û wiha got: “Me di mehrecana Rojava ya Çand û Hunerê de panêlek li dar xist. Herwiha nivîskar Fîdan Mihemed weke nivîskareke jin ku pirtûkeke wê girêdayî belgekirina qurbaniyê şer yên li Efrînê çêbûne, heye, tevlî panêlê bû. Yê din jî koçberekî efrînî yê bi navê Fadil Mihemed e û ew pêşengê Kampaniya ‘Ev der Çiyayê Kurmênc, ev der Efrîn e’ e. Kesê siyem jî çalakvanekî sivîl yê bi navê Dilşêr Ibrahîm e, ew di warê belgekirina binpêkirina li dijî mafê mirovan de ya li Efrînê kar dike. Me di vê panêlê de bal kişand li ser sê xalan. Ya yekê, li ser destpêka êrişa dagirkeriya Tirk a ku 58 rojan berdewam kir û qurbaniyên şer ên ku di wan rojên pêşîn de canê xwe ji dest dan, bû. Mijara duyan jî girêdayî hemû cureyên binpêkirinên ku ji 2018’an heya niha li Efrînê çêdibin û belgekirina wan, bû. Xala dawîn têkildarî guhertina demografî ya ku li Efrînê çêbûye û hîna didome. Xalên panêlê bi hûrbînî hatin şîrovekirin, hem jî pirs ji kesên beşdar hatin kirin û wan jî bal kişandin li ser rewşa Efrînê bi giştî.”
‘Pêwîste gelek çalakî mîna panêlên wiha çêbibin’
Bekir anî ser ziman ku pêwîstiyeke mezin bi çalakiyên curbecur ji bo bidawîkirina dagirkirina Efrînê heye û wiha domand: “Ji destpêka dagirkirina Efrîn û hemû deverên dagirkirî heya roja îro, kiriyarên binpêkirinan di derheqê welatiyan de tên kirin. Lê ev binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikin veşartî dimînin û li ser asta cîhanî nabin. Tişta ku saziyên herêmî yên parastina mafê mirovan kêm dimînin, ew e ku van kiryaran bi awayê ku tê xwestin dernaxin ji raya giştî re. Di dema heyî de kurd û saziyên li vir jî, girêdayî belgekirin û diyarkirina binpêkirinên ku komên çete û dagirkeriya Tirk, pêk tînin kêm dimînin. Di warê mafnasî û huqûqî de gelê kurd bi awayekî lawaz tevdigerin. Hetanî ku ev lawazî nemîne û binpêkirinên bi vî rengî tev bi dawî bibin pêwîste çalakiyên curbecur çêbibin, ji ber ku ev yek gelekî girîng e. Bi rêya semîner, panêl û hemû rêbazan rewşa Efrînê were naskirin, binpêkirin werin belgekirin herwiha hemû xebat bandorekê li ser asta cîhanî were avakirin.”
‘Bidawîkirina dagirkirina Efrînê erka her kesî ye’
Çalekvanê sivîl Welîd Bekir diyar kir ku pêwîste saziyên navnetewî, partî û rêxistinê kurdî û sûrî xwedî erk bin di warê dagirkirina Efrînê de û wiha bi lêv kir: “Em hemû dizanin ku ji destpêka 2018’an ve heta roja îro li Efrînê û hemû deverên dagirkirî yên din kiriyarên kuştin, revandin, guhertina demografî, wêrankirin û hemû cureyên binpêkirinan bi dawî nebûne. Em ji raya giştî re destnîşan dikin ku heya dagirkerî berdewam bike li ser van herêman wê ev binpêkirinên dijmirovî jî wê li ser şêniyên resen bidomin. Lewma pêwîste mijara bidawîkirina dagirkirina li ser Efrînê û tevahiya deverên din li ser asta cîhanê bibe mijareke sereke. Pê re jî sûcdarên van binpêkirinan werin dagehkirin. Bidawîkirina dagirkirinê li ser herêmên me, erka hemû gelê kurd, partiyên kurdî, rêxistinên mafê mirovan û erka hemû kesî ye. Partî û saziyên sûrî di vî warî de lawaz in, wekî em dizanin ku Efrîn bajarekî sûrî ye û pêwîste li hemberî dagirkeriyê bi erkê xwe rabin.”
[1]