Dîroka Firatê bi şarisantiyên #Minbicê# hatiye nivîsandin- 1
ERKEM BEREKAT/NAVENDA NÛÇEYAN
Bajarê Minbicê yê Bakurê Sûriyeyê dikeve bakur rojhilatê bajarê Helebê û 80 km dûrî çemê Firatê ye. Bajarê Minbicê xwedî girîngiyeke dîrokî û strastejîk e û wekî paytexta Sûriyeyê ya herêma Firatê dihat nasîn.
Bajarê Minbicê girêdayî parêzgeha Helebê bû û li gorî hejmartina sala 2004′an hejmara şêniyên wê 408 hezar û 143 sivîl bûn.
Binavkirina Minbicê
Bajarê Minbicê xwedî gelek şarsitaniyan bû, ji ber vê yek wek bajarê nivîskaran tê naskirin.
Di dîrokê de navên ku li bajarê Minbicê hatî kirin ev in, ″Hierapolis (bajarê pîroz), Ebroqîş an Ebroqlîs (bajarê rahiban), bajarê Lita Aşûr, bajarê Edessa, bajarê paytextan, bajarê Menbeh û bajarê Seryas.
Di dema Hûsiyan navê bajar Mabog lê kirin. Lê dema Aşûriyan bajar desteser kirin navê Nampige lê kirin. Aramiyan jî navê Nappigu lê kirin. Bi demê re navê bajar bû Mabug (Çem), Yewnaniyan navê Bambyce lê kirin. Romaniyan jî navê Hierapolis lê kirin. Bajarê Minbicê xwedî girîngiyeke olî, leşkerî û bazirganî ye.
Dîroka Minbicê
Li gorî lêkolînên ku li ser bajarê Minbicê hatin kirin, bajarê Minbicê girêdayî memleketa ″Beyt Edînî″ ya Ermenî ku dikeve navbera çemê Belîx û çemê Firatê. Paytexta wê jî bajarê Bersîb (niha navê bajar Til Ehmer e) a dikeve başûrê bajarê Cerablusê.
Dema ku Iskender El-Meqdûnî serweriya xwe li ser bajar ferz kir, bajar ji aliyê malbata Ebid Heded a Ermenî ve dihat birêvebirin. Wê demê Minbic bû bajarê îbadeta xwedayên Atar Gatîs. Bi vê yekê girîngiya bajar zêde bû û di serdemên Hilnistî, Romanî û Bêzentî de, veguherî xeta parastina li dijî Firasan. Li derdora bajar sûreke parastinê hebû, lê pitşre hat rûxandin û welatiyan kevirên wê ji bo lêkirina malan bi kar anîn.
Di dema fitûhatên Îslamî de bajarê Minbicê di bin serweryia Bêzentiyan de bû.
Di dema Seyfûdelah El-Hemedanî de, li herêmê şer di navbera dewleta Hemedanî û Bêzentî de rû da. El-Hemedanî di sala 945 pz de herêmeke berfireh ku ji paytextên Entakiya û Minbicê pêk tê bi dest xist. Di vê demê de bajarê Minbicê ji aliyê çandiniyê de xwedî girîngiyeke mezin bû, ji ber ku nêzî bajarê Helebê û çemê Firatê bû. Lê heta serdema 10′emîn de, şerê di navbera Bêzentî û Hemedaniyan de dom kir.
Piştre bajarê Minbicê ket bin serweriya Zenkiyan û di sala 1176′an de ji aliyê Selahdîn Eyûbî ve hat rizgarkirin. Piştre jî bajar ket bin serweriya Memalîkan de.
Di sala 1401′an de bi fermandariya Teymûrlenk li Bakurê Sûriyeyê şerek derket. Di encamê de Teymûrlenk dest danî ser bajarên Heleb û Minbicê. Piştre Teymûrlenk leşkerên xwe tevî gelê Minbicê kuştin û bajar rûxand.
Di şerê Merc Dabiq de serweriya Minbicê ket destê Osmaniyan. Di vê serdemê de tu girîngiya bajar nema. Guhertina ku di vê serdemê rû dabû ew bû ku di sala 1878′an welatiyên Çerkes koçî Minbicê kirin û bûn hemwelatiyên herêmê.
Di dîrokê de gelek caran hatiye rûxandin
Di sala 53 bz Kerasûsan bajarê wêran kirin. Di sala 600 bz de jî bajarê Minbicê ji aliyê Firewn El-Erec ve hat şewitandin. Sasaniyan jî sala 363 pz jî bajar bi temamî rûxandin. Di sala 540 pz jî Emperetor Kisra bajar rûxand. Festentîniyan jî bi sedan gelê herêmê kuştin û dîl girtin. Di sala 1240 pz jî Xawerizmiyan bajar tar û mar kirin û serweriya xwe li ser bajar ferz kirin. Serdema Xewarizmiyan serdema herî hovane û bi êş bû.
Di sala 1258 pz de Holanko bajar rûxand. Di di sdala 1344 pz de jî bajar ji ber erdheja bi pileya 6,5 bi temamî hat rûxandin û 57 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.
Nivîskarê Sûrî Welîd Mişoh pirtûka ″Şaristaniya geliyê Firatê″ li ser Minbicê nivîsadn û tê de behsa dîroka herêmê kir.
Hiqûqnas Ebdulqadir Eyaş sala 117 lêkolînek li ser geliyê Firatê çêkir.
Zanyarê erdnîgarî Ebû Huseyn Mihemed Bin Ehmed Cibêr sala 580 pz pirtûkek li ser xwezaya bajarê Minbicê nivîsand.
Gelê Minbicê tevî hemû perasyonbên qirkirin û rûxandinê, şaristanî û xweşikbûna bajarê xwe parastin. Bajarê Minbicê xwedî girîngiyeke dîrokî û stratejîk e. [1]