Çima 25‘ê Mijdarê wekî Roja Cîhanê ya Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinê hate ragihandin?
MEDYA HENAN / NAVENDA NÛÇEYAN
25`ê Mijdarê di qanên navdewletî de wekî roja têkoşîna şideta li dijî jinê tê naskirin. Di vê rojê de li serasnserî cîhanê şideta li dijî jinê tê şermezarkirin û banga bidawîkirina şidetê tê kirin. Li gorî hin daneyan ji destpêka aloziya Sûriyê ve heya niha nêzî 10 hezar jin ji ber şer hatin qetilkirin, hejmarek ji wan di bin êşkenceyê de hatin kuştin.
Çima 25‘ê Mijdarê wekî Roja Cîhanê ya Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinê hate ragihandin?
Neteweyên Yekbûyî 25‘ê Mijdarê ango piştî qetilkirina sê xwişkên Mirebal ên ku li hemberî Dîktatoriya Trojîllo serî rakirin ev roj wekî Roja Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinê ragihand. Şidet gelek cureyên xwe hen. Şidet ne tenê ji aliyê fîzîkî ve tê kirin. Şidet di warê psîkolojîk, zayendî û aborî û hwd de hene ku bandorên pir xeternak li ser jiyana jinan û tevahî civakê dike.
Her wiha hin cureyên dîtir ên tuundiya li dijî jinan hene. Dibe ku ferdî be anî jî civakî be. Dibe ku fîzîkî mîna lêdan û destdirêjî an jî gotin be. Her wiha cureyên xwe yê civakî heye (Tundiya Civakî) ku di encamên polîtîkeyên nejatperestî, etnîkî, çandî de tê kirin ji vê cureyê de tê gotin (Tundiya desthilatdar) ev yek di tundiya siyasî li dijî û tevahî beşên civakê tê meşandin.
Li tevahî cîhanê jin rastî her cure tundiya fîzîkî, psîkolojîk, cinsî, ruhî, civakî û axaftin tê. Ji cureyên herî zêde ku di civaka me rû dide, tundiya fizîkî, psîkolojîk û devkî, ji gef heya lêdan bi her cureyên wê, her wiha mirin, şewitandin, hewldanên xeniqandin û hwd.
Jin a herî zêde ku bi tundiya sîstematîk bi bandor dibe
Ji destpêka aloziya Sûriyê ve di encamên zihniyeta baviksalarî jin rastî azarên herî mezin tên û hîna jî dibin qurbaniya tundiya sîstematîk him ji aliyê rêjîma Sûriyê ve him jî ji aliyê komên çekdar.
Li gorî encamên lêkolînên rêxistinên hiqûqî ji destpêka aloziya Sûriyê ve derdora 10 hezar jin di encama şer de, darvekirin yan jî di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan. Di nav de 3 hezar û 614 zarok, zêdeyî 461 jin bi guleyên sekvanan, 29 jin di bin êşkenceyê de hatin qetilkirin. Her wiha zêdeyî mîlyonek jin koçberî dewletên derdorê bûne.
Di encamên kiryarên komên çekdar û hişmendiya bavilsalarî ku hewl didina azadiya jinê tine bikin, bi taybet li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de deyardeya şideda li dijî jinan zêdetir e, kuştina jina ciwan a bi navê Reşa Bisês ji aliyê birayê xwe yên çete ve li Cerablusê rastiya vê yekê diyar dike.
Mixabin heta niha bi sedan jinên mîna Reşa Bisês ji aliyê hêzên dagirker rastî şidetê tên. Gelek jin jî di bin navê ol, kevneşopiyên civakî cesaret nakin ku dengê xwe derxînin.
Mîraseya xwişkên Mirebal
25'ê Mijdara 1960'ê li Komara Domînîk, Xwişkên Mirabal (Minerva, Maria Teresa û Patria) ên li dijî dîktatoriya Trojîllo serî rakirin, piştî ku li girtîgehê hevserên xwe ziyaret kirin rastî destavêtinê hatin û hatin kuştin. Piştî vê bûyerê, li tevahiya cîhanê li dijî tundiya li hemberî jinê çalakiyên cur bi cur hatin destpêkirin û sala 1981'ê, li Kongreya Jinên Karayîp û Latîn Amerîka ya Yekemîn a li paytexta Kolombiya Bogota de, roja Xwişkên Mirabal hatin kuştin yanî 25'ê Mijdarê weke Roja têkoşîn û piştevaniya navneteweyî ya li dijî tundiya li li ser jinê hatibû ragihandin.
Roja cîhanî ya têkoşîna li dijî şidetê û rewşa heyî
Neteweyên Yekbûyî 25'ê Mijdarê li qada navneteweyî weke roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê pejirand û bang li hikumet û rêxistinên navdewletî û rêxistinên ne hikûmî kir ku di vê rojê de çalakiyan li dar bixin.
Di vê çarçoveyê de her sal 25'ê Mijdarê li tevahiya welatan çalakî tên lidarxistin. Feministan ji roja 1981'an ve 25'ê Mijdarê wekî roja têkoşînê li dijî ji tundiyê pîroz dikin.
Tevî pêşketinên mezin ku jinan ji wê dîrokê ve bidestxistine, lê hê jî jin rastî şidetê tên û dibin qurbanî. Li gorî belgeyên navdewletî li cîhanê yek ji her sê jinan ji aliyê hevser an jî hezkiriyê xwe, anî komên çekdar şidetê dibîne û zêdeyî 60 mîlyon jin ku gef li ser wan hene windayî ne her wiha bi mîlyonan jî têne tecawizkirin.[1]