Nivîskarekî misirî: Azadiya #Ocalan# ji bo aştiya Rojhilata Navîn pêwîstiyek e
Reportaj Summay
Nivîskar û rojnamgerê misirî Fethî Mehmûd ku pêngava ‘Ber bi pêngava navneteweyî ya serbestberdana Ocalan ve’ ragihandiye, got: “Armanca pêngavê jinûve danasîna doza Kurd e û guhertinên ku Ocalan bi pêşniyarkirina netewa demokratîk çêkirine, ye. Bêyî serbestberdana Ocalan aştiya li Rojhilata Navîn ne pêkan e.”Nivîskar, rojnameger û endamê Meclisa Misirê yê karûbarê derve, Fethî Mehmûd gotarek di rojnameya Ehram a Misirê de belav kiriye. Gotara bi navê ‘Ber bi pêngava navneteweyî ya serbestberdana Ocalan ve’ bala gelê Kurd û Ereb kişand. Her wiha nivîskdar di gotara xwe de bal kişand ser doza Kurd û bandora wê ya li Rojhilata Navîn.
ANHA’yê li ser bang û gotara Fethî Mehmûd, hevpeyvînek bi wî re çêkir.
Naveroka diyalogê wiha ye...
GELO ARMANCA PÊŞNIYARIYA PÊNGAVÊ ÇI YE?
Gelek armancên destpêkirina pêngava navneteweyî ya serbestberdana Abdullah Ocalan hene. Yek ji wan jî jinûve danasîna doza Kurd ji cîhanê re ye. Ji ber di salên borî de gelek dozên cîhanî hatin pêşniyarkirin, dibe ku doza Kurd hatibe paşguhkirin. Ji lew re pêdiviya me bi jinûve danasîna girîngiya doza Kurd heye. Dibe ku xebata jinûve arambûna herêma Rojhilata Navîn bilîze.
Armanca duyemîn jî danasîna netewa demokratîk e. Ev fikr jî pir pêşketî ye. Dibe ku bibe çareseriya pirsgirêkên li herêmên ku Kurd têde hene. Ya din jî pir giringe ku ev pêşketina ku bi fikrê Ocalan çêbûye bi cîhanê bê nasandin. Dibe ku raya giştî ya cîhanê Ocalan tenê weke serokê partiyekê bibîne, em dixwazin nêrîna li Ocalan were sererastkirin.
Abdullah Ocalan tevgera rizgariya neteweyî ku ne kêmî tevgerên berê yê li cîhanê pêk hatine, birêve dibe. Ne tenê wekî partiyekî ye, daxwaza maf û xaka xwe dike.
Yek ji armancên pêngavê jî serbestberdana vî Rêberê dîrokî ku ev 21 sale di girtîgehê de ye. Di girtîgehên de di rewşên dijwar re derbas dibe. Ya giring niha divê ji girtîgehê derkeve û gel di çarçoveya fikra aştiyê ya bi rêya neteweya demokratîk re bi rê ve bibe. Da ku aştiya herêmê bandorê li cîhanê bike. Bêyî serbestberdana vî Rêberê dîrokî aştî ne pêkan e.
GELO DI VÎ WARÎ DE TU PÊNGAVÊN PRATÎKÎ HATIN AVÊTIN?
Li gorî agahiyên min, komîteyeke qanûnî ya navneteweyî heye bê navber tedbîrên qanûnî ji bo doza Ocalan û serbestberdana wî li ser astên Ewropa û cîhanê digire. Her wiha li ser asta dewleta Tirkiyê jî digire. Lê di dawiyê de bi dozê re ji aliyên qanûnî ve didin û distînin. Lê em dixwazin dan û standinên di aliyê mirovahiyê de pêk werin, ku ew jî ji qanûnê mezintir e û raya giştî ya cîhanê li ser mijarê baldar e ku aştî li herêma Rojhilata Navîn pêk were.
GELO GIRÎNGIYA SERBESTBERDANA OCALAN ÇI YE?
Bê gûman serbestberdana Rêberê dîrokî yê gelê Kurd dê bi xwe doza Kurd çareser bike. Bi wê re jî dê aştî li herêmên ku tê de gelê Kurd dijîn pêk bîne. Her wiha aştiyê li tevahî Rojhilata Navîn pêk bîne. Ji ber doza Kurd berê jî û niha jî ji ber gelek sedeman mijarên girîng ên ku bi salane negihiştiye çareseriyekê.
Texmîn dikim ku serbestberdana Ocalan dê bibe destpêka rêya rast a ber bi çareserkirina doza Kurd ve. Ev jî dê bi xwe re gelek encamên erênî bîne û deryayên ji xwînê qedexe bike.
GELO WE DI VÎ WARÎ DE TÊKILÎ BI TU KESÎ RE DANÎNE?
Na, min di derbarê mijarê de bi tu kesî re têkilî nedanîne. Lê ez bi fikrê rêberê afrîkî Nelson Mandela ku 28 salan di rewşeke mîna rewşa Ocalan de bû, bandor bûm. Her wiha piştre Nelson Mandela ji girtîgehê derket û bû rêberê başûrê Afrîkayê.
Min tu têkilî beriya nivîsandinê bi kesekî re jî pêk neaniye. Lê belê piştî ku gotara min bi gelek zimanan ên wek Kurdî, Tirkî û hwd… li cîhan û Rojhilata Navîn belav bû, hin hevalên Kurd bi min re axivîn. Her wiha hinan li ser çawaniya pêkanîna pêngavê nîqaş kirin, hê jî nîqaş û şêwr berdewam in.
ROLA EREBAN DI EŞKEREKIRINA RASTIYA TÊKOŞÎNA KURD Û MAFÊN KURD ÊN REWA DE ÇI YE?
Di rastiyê de rola Ereban di danasîna doza Kurd de pir mezin e, yekser di nava vê dozê de ne. Her wiha çawa Kurd azaran ji sûcên rejîma Tirkiyê dikişînin, Ereb jî dikişînin. Ji lew re divê rola Ereban di danasîna doza Kurd de pir mezin be û rastiya têkoşîna gelê Kurd û mafên wê yên rewa eşkere bikin. Her wiha çîroka rastîn a vî gelî ku mezintirîn gelê cîhanê li ser xaka xwe ya dîrokî bêyî dewlet dijîn, eşkere bikin.
Rola Ereban gelekî mezin e, divê jibîr nekin ku di dirêjiya dîrokê de têkiliyeke mezin di navbera Kurd û Ereb de heye. Ji Kurdan Selahedîn El-Eyûbî derket û Quds rizgar kir, her wiha gelek fermandarên din jî derketin. Di navbera Ereb û Kurd de hevkariyeke mezin, ne tenê di dîroka nêz de, heman demê de di serdemên Firewinan de jî heye. Divê jibîr nekin ku Nefertîtî ku yek ji hakimên Firewinan bû, bi xwe Kurd bû. Ji lew re têkiliyên erebî-kurdî di vê çarçoveyê de pir girîng in.
GELO ÇI MIJARÊN ÇEWT KU EREBAN LI SER GELÊ KURD WERGIRTINE Û DÊ ÇAWA VÊ NÊRÎNA ÇEWT SERERAST BIKIN?
Hebûna dewleta Osmanî bi demeke dirêj û serweriya wan a li gelek welatên Ereb, hişt têgehên çewt li gel Ereban li ser Kurd û têkoşîna wan a rewa çêbibe. Heta li ser xwezabûna wan jî. Tu nêrîneke eşkere li gel gelek Ereban li ser doza Kurd tune ye. Her wiha tu nêrîneke eşkere jî li ser aloziya ku gelê Kurd têre derbas dibe, tune ye. Tu nêrîneke eşkere tune ye ku doza gelê Kurd dozek aşîtxwaz û doza Ereban e. Her wiha sekna li gel wan sekna li kêleka Ereban bi xwe ye. Di vî warî de, kedeke mezin ji her du aliyan tê xwestin ku têgehên çewt ên li ser gelê Kurd hatine belavkirin, sererast bikin.
Ji girîng têgehên ku divê bên sererastkirin, tevgera Kurd ne tevgereke parçekirinê ye. Kurd gelekin ku li ser axa xwe ya dîrokî dijîn, mafê wan e ku doza serbixebûn û rêveberiya demokratîk bikin. Divê bi dewlemendiya xwe kêfxweş bin, jiyana xwezayî wek her gelekî dîtir bijîn. Her wiha ev tişt tu bandorê li gelên Ereb nake, berovajî wê piştevaniya gelê Ereb û dîroka ereb-kurdî ya hevpar dike.
Gelek Ereb nizanin ku dîrokeke girîng di navbera gelên Kurd û Ereb de heye, rêberê dîrokî Selahedîn El-Eyûbî ku pê serbilind in rêberekî Kurd e û damezrînerê dewleta El-Eyûbî ye. Her wiha rêberê rizgarkirina Qudsê ye. Divê balê bikişînin li ser van parçeyên dîrokî ku têgeh, wêneya Kurd û dozan wan li gel wijdana Ereban sererast bikin.
GELO PÊKAN E KU KOALÎSYONEKE EREB-KURD LI HEMBER BERJEWENDIYÊN TIRKIYÊ YÊN LI HERÊMÊ BÊ AVAKIRIN?
Belê, pêkan e koalîsyona erebî-kurdî li hember berjewendiyên Tirkiyê yên li herêmê bê avakirin. Lê belê divê avakirina koalîsyona erebî-kurdî li hember berjewendiyên Erdogan be. Ji ber berjewendiyên Tirkiyê ne tenê di xaka Kurd ne. Ne tenê di tunekirina doza Kurd û wesifandina bi terorê de ye. Her wiha komên terorîst mîna DAIŞ’ê ji bo vegerandina xewnên împratoriya Osmanî bi kar tîne. Ez texmîn dikim ku ev tevahî xeyal in û rojekê jî pêk nayê. Her wiha çendîn Erdogan vê yekê israr dike, wê demê koalîsyona erebî-kurdî ji bo van berjewendiyan a herî bingehîn e. Lê belê beriya avakirina koalîsyona erebî-kurdî divê têkiliyên di navbera Kurd û raya giştî ya Ereb de, ne tenê li ser asta hikumetan, di heman demê de li ser asta tevahî gelan ku ew jî girîng e, bên xurtkirin.
Divê raya giştî ya erebî bi gelek têgehên ku li ser doza Kurd û gelê wê bên fêrkirin. Ez texmîn dikim ku hin hewldanên cidî ber bi vê yekê ve hene. Her wiha gelek lêkolînên li ser Kurdan di hin dewletên ereb ên mîna Misirê de belav bûne.
Her wiha çalakiyên Kurdan li gelek dewletên erebî rewa bûne, çapxane gelek in, malper gelek in. Lê belê hê jî pêdivî bi gelek agahiyên li ser Kurdan ên bi zimanê Erebî hene. Her wiha pêdivî bi pêşdeçûna doza Kurd heye ku raya giştî ya Ereb bi awayekî baş binase.[1]