Hediya Yûsif: Dem dema serhildana #jinan# li dijî faşîzmê ye
Reportaj Summay
Endama Desteya Rêveber a PYD`ê Hediya Yûsif got: Ji bo sînordarkirin û îmhakirina nasnameya jinan, siyaseteke qirêj û sîstematîk li dijî wan tê meşandin. Dem dema azadiya jinan û serhildana jinan li djiî siyasetên ku li ser tê meşandin e.
Di demên dawîn de bûyerên kuştina jinan û tundiya ji aliyê sîstem û hêzên hegemon li Sûriyê bi giştî û Tirkiyê bi taybetî, zêde bûn. Têkildarî mijarê, Ajanasa nûçeyan a Hawarê bi endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hediya Yûsif re hevpeyvînek çêkir.
HEVPEYVÎN WIHA YE:
BI GIŞTÎ LI JINÊN LI HEMÛ PARÇEYÊN KURDISTANÊ Û BI TABYETÎ LI DIJÎ JINÊN KURD TUNDÎ TÊ MEŞANDIN. SÎSTEMA BAVIKSALAR JI VAN SIYASETAN ÇI ARMANC DIKE Û ÇIMA DEWLET DI ASTEKE BILIND DE TUNDIYÊ LI DIJÎ JINAN BI KAR TÎNE?
Di civaka xwezayî de jinê roleke pêşeng di birêxistinkirin û pêşxistina jiyanê de lîst. Wê demê di civakê de wekehvî û edalet hebû û cuhdayî û tundiya ku sîstema baviksalar piştî şerê zêdetirî 200 hezar sal ava kiriye, tune bû. Ji ber wê armanca vê şerî girtina desthilatê ji jinan û pêşxistina civaka bi serweriya mêr bû. Sîstema baviksalariyê ku li ser civakê hatiye ferzkirin, bi vê rengî bû.
Ev sîstemê zihniyetek li ser civakê ferz kir û jin li gorî wê yekê birêxistin kir. Tevî siyasetên li dijî jinan hatine meşandin jî, lê belê ji hêza jinan ditirsin. Ji ber ku jin civakê bi rêxistin dikin. Ji ber wê yekê sîstema baviksalar ditirse ku serweriya jinan a ji dema Sumeran heta niha ya 5 hezar sal, vegere.
Sîstema baviksalar ji vê siyasetê ditirse. Da ku hêz û vîna jinan dernekeve, bi hemû rêbazan hewl da jinê biçûk bixe û di bin navê urf û adetan de azadiya wê sînordar bike.
Ji lewra tundiya malbatî di civakê de bi pêş ket da ku jin bikevin bin biryarên desthilatê. Her wiha bi navê urf û adetan jin hatin sînordadrkirin. Li kêleka wê yekê sîstema dewletê xwe li ser kolekirina jinan ava kir. Tundî yek ji rêbazên sereke yên dewletê ye. Em dibînin ku di hemû qanûnên dewletan û dewletên herî demokratîk di nav de, qanûnên girêdayî parastina jinan tune ne.
Her wiha em dibînin ku li tevahî dewletên cîhanê, zilm li dijî jinan tê kirin. Ji lewra, siyasetên li dijî jinan tên meşdandin da ku jin mafên xwe bi dest nexin û girêdayî zihniyeta baviksalar bin, pêk tên.
PARA MEZIN JI BINPÊKIRINÊN DEWLETA TIRK WEKÎ KOÇBERÎ, KUŞTIN Û TECAWIZKIRIN A JINAN BÛ. BI TAYBETÎ JINÊN JI SÛRIYÊ KOÇBERÎ TIRKIYÊ BÛNE Û WEKÎ AMÛREKÎ META HATIN BIKARANÎN Û JINÊN TEMENBIÇÛK HATIN ZEWICANDIN. HÛN VÊ YEKÊ ÇAWA ŞÎROVE DIKIN?
Sûriye yek ji dewletên ku jin tê de rastî tundiyê hatine ye. Bi taybetî ji dema destpêkirina şoreşa Sûriyê (2011) û heta niha. Jin di şoreşê de hatin bikaranîn û civak ket bin seweriya têgehên komên çete yên derketine ku zihniyeta wan li ser esasê radîkaliyê û bikranîna jinan wekî metayê ye. Van komên radîkal di radeya yekê de vîna jinan kir hedef. Ji ber wê yekê bi hezaran jin hatin kuştin û tecawizkirinê.
Bajarê Şengalê mînaka wê yekê ye. Me bi çavên xwe dît çi bi serê bi hezaran jinan hat. Em dikarin bêjin ku şerê di navbera jin û mêr de yê 5 hezar salan û bi destkeftiyên ku jinan di Şoreşa Rojava de bi dest xistine, xwestin bi rêya hedefgirtina jinên Şengalê vîna jinan têk bibin.
Li Sûriyê jî binpêkirinên bi vê rengî pêk hatin. Ji aliyekî ve şoreşa azadiyê ya bi serkêşiya jinan di şexê YPJ`ê de li dar ket û bi hezaran jinên ku li azadiyê digerin tev li wê şoreşê bûn. Li aliyekî din jî wekî şerê li dijî şoreşa azadiyê ya jinan, bûyerên tundiyê û kuştina jinan derketin.
Di heman der barê de, jinên ku rastî tundiyê hatin û azarên şer kişand koçberî Tirkiyê bûn. Em dibînin ku ew jin wekî amûrekî metayê hatin biakaranîn. Bi hezaran jinên Sûriyê di kampên koçberiyê yên Tirkiyê de bi cih dibin li dijî wan her cure zilm û tundî tê meşandin.
Tundî di roja îro de jî dewam dike û zarok tên zewicandin. Doza azadiya jinan dozeke navneteweyî ye. Ji ber ku dema jin hewl dide xwe ji koletiyê rizgar bike, tundî li ser wan tê kirin. Bi taybetî jinên li welatên ku şerê lê rû daye.
Li dijî jinan siyaseteke qirêj û sîstematîk tê meşandin, da ku azadiya wan bê têkbirin, nasnameya wan îmha bibe, negihêjin armancên xwe û pîvanên civakê bi şikandina vîna jinan têk bibin. Ji ber wê, ji bo bidawîkirina vê zihniyetê jin têkoşîneke mezin didin.
SÛCÊN KUŞTINA JINAN JI ALIYÊ XIZMÊN WAN VE, TECAWIZKIRINA ZAROKAN Û JINÊN CIWAN JI ALIYÊ POLÎSÊN HIKUMETA TIRKIYÊ VE LI TIRKIYÊ ZÊDE BÛN. LÊ BELÊ EV SÛC BÊ DARIZANDIN Û BÊ CEZA MAN. BEREVAJÎ WÊ YEKÊ SÛCDARÊ KU TECAWIZ KIRIYE TÊ BERDAN. TIRKIYÊ BI VAN SIYASETAN ÇI NIYETA DIKE?
Dewleta Tirk delweteke dagirker e, em dikarin bi vê rengî bi nav bikin. Ji serdema Osmaniyan ve û heta roja îro, Tirkiyê bi hedefkirina jinan û dagirkirina herêmên Rojhilata Navîn tê naskirin. Ji lewra Tirkiyê hewl dide ku xwe wekî dewleteke demokratîk nîşan bide û bibe endama YE`yê. Lê belê rastiyê wê berevajî vê yekê ye. Hikumeta AKP`ê hemû qanûnên girêdayî azadiya jinan bin pê dike.
Li Tirkiyê, polîsek derket û jineke ciwan tecawiz kir. Ji ber ku dewleta Tirk li ser pîvan û rêgezên faşîzmê hatiye avakirin. Qanûneke ku darizandina wê polîsî bike, tune ye. Ji ber wê, li hemberî vê kiryara xerab bertekên tund ên civakê derketin. Mixabin, li Kurdistanê gelek rewşên bi vê rengî hene. Gelek dozên tundiya li dijî jinan li dadgehên Tirkiyê hene.
Wekî em dibînin, bi hezaran jinên siyasetmedar ku ji bo azadiya jinan têkoşiyan û nûnertiya vîna gel kirin di girtîgehên Tirkiyê de ne û hemû cureyên êşkence û tundiyê li dijî wan tên kirin. Rojane em dibînin ku jin ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest didin û hinek jî dest bi girevên birçîbûnê dikin. Herî dawî jî parêzer Ebrû Tîmtîk bû ku zêdetirî 200 rojî li dijî faşîzma Tirkiyê li ber xwe da.
Tirkiyê siyasetên xwe li dijî jinên li azadiyê digerin û hewl didin ku sîstemeke demokratî ya dûrî desthilatdariyê û tundiyê ava bikin, dimeşîne.
ROLA RÊXISTINÊN HIQÛQÎ Û CÎHANÎ YÊN JINAN LI HEMBERÎ BINPÊKIRIN Û KIRYARÊN LI DIJÎ JINAN DI VÊ QONAXÊ DE, ÇI YE Û BÊDENGIYA WAN ÇI NÎŞAN DIDE?
Mixabin, li hemberî binpêkirin, zilm û tundiya li dijî jinan, rêxistinên navneteweyî bêdeng in û li hemberî dewletên ku dorê li jinan teng dikin tu refleksên xwe dernaxin. Ji ber ku xizmeta berjewendiyên dewletên desthilatdar dikin. Ji lewra, divê jin saziyên hiqûqî yên taybet bi jinan ava bikin û sîstema xwe ya serbixwe bi pêş bixin. Her wiha divê li hemberî sîstema baviksalarî û koletiyê xwedî saziyeke pêşketî bin û sînorekî ji tundiyê re deynin.[1]