کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  585,587
وێنە
  124,250
پەرتووک PDF
  22,111
فایلی پەیوەندیدار
  126,152
ڤیدیۆ
  2,187
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,126
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
1,006
وێنە و پێناس 
9,467
کارە هونەرییەکان 
1,725
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,997
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,182
شوێنەوار و کۆنینە 
780
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,055
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,159
شەهیدان 
11,970
کۆمەڵکوژی 
11,388
بەڵگەنامەکان 
8,741
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,630
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,638
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
909
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   تێکڕا 
274,453
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Hedef, rûxandina Hewlêra Paytext bû!
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
بەهۆی کوردیپێدیاوە دەزانیت هەر ڕۆژێکی ڕۆژژمێرەکەمان چیی تیادا ڕوویداوە!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hedef, rûxandina #Hewlêr# a Paytext bû!
Siddîq Bozarslan

”Her neteweyek ku dixwaze bijî, divê têbikoşe. Her neteweyek ku dixwaze li cîhanê xwedîyê cîyek be, divê şer bike. Qaîdeya dîrokê ku naguhore ev e. Qanuna hebûna alema heywanî, nebatî û kimyayî ev e. ” (Dr.Nurî Dersimî)
Di 18,19 û 20´ê Kanûnê da li navçeyên Silêmanî, Ranya, Seyidsadiq, Qeladiz, Sengeser, Koye, Derbendîxan,Kelar,Teqteq, Çemçemal û Halepçeyê xwepêşandanên protestoyê çêbûn. Li gorî agahdarîyên Berdevkê Rêveberîya Giştî ya Tendurustîya Ranyayê Teha Mihemed ku di 19´yê Kanûnê da daye Rûdawê; li Ranyayê 5 kes canê xwe ji dest dane û 80 kes jî birîndar bûne. Tê gotin ku li Koyê jî hemwelatîyek canê xwe ji dest daye. Dîsa li gorî nûçeyan jimareya birîndaran bûye 103. Hatîye ragihandin ku Weşana Televizyona NRT jibo hefteyek hatîye rawestandin û xwedîyê wê Şasiwar Ebdilwehîd hatîye desteserkirin. Li gorî agahdarîyên Berpirsê Malbenda YNKê ya Koyê Rehber Seyîd Îbrahîm ku Rûdawê weşandîye; li bajarokên Koye û Teqteqê xisarên gelek mezin çêbûne. Mizexane, tapû, çandinî, avahîyên partiyan û komeleyên sivil, qaymeqamî, elektrik û wd hatine şewitandin ku di avahîya qaymeqamîyê da arşiva 300 salî hebûye. R. S. Îbrahîm dibêje ku ”bajarokê Teqteqê heta 50 salên dî dê ava nebe û dê venegere ser rewşa xwe ya berê.” Di encama alozî û tevlîhevîyeke mezin da tiştên ku hatine kirin; rûxandin, şewitandin, wêrankirin û kavilkirina Kurdistanê bi xwe ye. Bi tabîreke dî, hedefa van hewildanan; rûxandina Hewlêra Paytext û ji ortê rakirina Kurdistana Federe bi xwe ye.
Di derbarê bûyerên ku di sînorên Silêmanîye û Halepçeyê da rûdabû; raporeke balkêş di Rojnameya El Ekhbar da derçûye ku Basnewsê wê kiribû nûçe. Ev rojname, nêzîkî Hizbullaha Lubnanî ye ku dijminatîya Kurd û Kurdistanê dike. Rojname, destnîşan dike ku bûyerên Silêmanîye firsendê dide Serokwezîrê Îraqê Haydar Ebadî ku midaxeleya herêmê bike û bajarê Silêmanîyeyê bi Baxdayê ra bide girêdan. Rojname di heman nivîsê da ji devê siyasetmedarekî nav YNK ku di hewildana xîyaneta 16´yê Oktobrê da cih sitandiye û gotîye; bûyerên Silêmanîye firsenda zemîna îzolekirina siyasi bo Serokê PDK Mesûd Barzanî çêdike û jibo Baxdayê dibe keysek ku Silêmanîye ji Kurdistanê cuda bike û bide ser Baxdayê.
Cîyê kêfxweşîyê ye ku parlamenterê gruba Goran li Baxdayê Mehmud Reza bi rîya Basnewsê ragihandîye ku Şaredarê Silêmanîyê Heval Ebubekir divê ya berpirsîyarîya xwe bîne şûnê an dest ji karê xwe berde. Ji ber ku H. Ebubekir wek Şaredarê Silêmanîyê ye û berpirsê yekemînê ewlehîya tevayîya bajar e jî; ew mesûl e ku can û malê xelkê Silêmanîyê biparêze. Eger ew nikare vî karî bike, divê ji berpirsîyarîya şaredarîyê vekêşe û her weha digel wî Tevgera Goran jî heta hilbijartina pêş, wek grup xwe ji xebatên bajêr vekêşînin ku ji Hukûmata Kurdistanê jî vekêşîyane. Wek tê zanîn, Goran û Komele xwe ji Hukûmata Hewlêrê vekêşandine. Her çiqas di nav Goran da gelek qadirên Kurdperwer hebin jî rêveberîya Goranê heta niha tu pratikeke baş nîşan nedaye. Di qonaxa referandumê da û piştî wê hewildanên ku têxistîye jîyanê, mixabin tenê kêrî dagirkerên welatê me kirîye. Mixabin heman pratik ji alîyê Komele ve jî hatîye nîşandan. Di van bûyerên dawîyê da jî para wan a negatif (nehênî) gelek bûye. Lê di warê parastina gel li hemberî xwepêşandanan da tiştên ku li Silêmanîye û Halepçeyê hat dîtin bi gotineke vekirî rezaletek an skandalek bû ku ev bi serê xwe cîyê nirxandinek e.
Wek tê zanîn du meh berîya van hewildanên dawîyê, yanê di 16.10.2017´an da bi xîyaneta grubeke nav YNK, hêzen Îraqê bajarê Kerkûkê û derdorên wê yên niqaşê destûrê bûn, dagir kirin. Di dagirkirina Kerkûkê da jî hedefa Baxdayê ew bû kû Kerkûkê dîsa bidin ser Baxdayê; bi rîya şerê navxweyîya pêşmerge, wê bajarê Silêmanîyê jî bihata veqetandin û li pey wan gafan Hewlêr jî biketaya bin dagirgerîya Baxdayê. Yanê bi tabîreke dî hedef, ne tenê dagirkirina Kerkûkê bû; digel wê rûxandina Hewlêra Paytext û ji holê rakirina Kurdistana Federe bû. Du meh piştî Trajediya Kerkûkê, îcar proveya duyemîn ya xîyanetê li Silêmanîye û Halepçeyê hat ceribandin. Digel derdora 2500 xwepêşanderan gelek avahî hatin wêrankirin, mirî û birîndar çêbûn. Xwepêşandan di bin diruşmeyên xizmetguzarî û meaş da destpêkir ku daxwazên heqîyê bûn; lê di demeke kurt da ev daxwaza heqîyê ji xeta xwe derket û ket ser xeta xîyanetê û wêrankarî û malxirabîyê bi xwe ra anî.
Li ber çavên Amerika û Britanyayê û hemî hêzên koalisyonê; ordiya Iraqê di bin pêşengîya Pasdarên Iranê da li ser navê Haşdî Şabî û bi çekên Amerikayê Kerkûk û herêmên gengeşeya madeya 140´ê ya destûrê dagir kirin û heta nêzîkî Hewlêrê ketin nav hewildanan. Bi van kirinan Amerika û koalisyonê mesaj dan Serok Barzanî û hemî gelên Kurdistanê ku dengên xwe jibo serxwebûna Kurdistanê bi kar anîbûn; eger piştgirîya wan nebe, Hewlêr nikare li hemberî Baxdayê li ber xwe bide. Wer xuya bû ku Amerika û Britanya ji hewildanên Kurda di warê bazara neftê da jî ne memnun in. Ev acizî, ji nav kulisên diplomasiyê ve di çapemenîyê da hatine eşkerakirin. Eger kulisên diplomatan rast bin; wê çaxê em dikarin bêjin ku Amerika û Britanya ceza dan Kurdistanê: Wek tê zanîn; Hewlêr, ewil bi Ankarayê ra peymana neftê jibo 50 salî çêkir. Vê dawîyê jî digel Moskovayê peymanên neftê û gazê jibo 20 salî çêkir. Lê rojtira piştî dagirkirina Kerkûkê (17.10-2017) eşkera bû ku Baxdayê peymana petrolê bi Britanyayê ra çêkirîye. Baxdayê digel Îranê jî peymana petrolê çêkirîye û ji nûha ve petrola Kerkûkê bi tankêran dibin Îranê. Baxdayê gotîye ku ew li ser çêkirina xeta petrolê ji Kerkûkê bo Turkîyeyê (Ceyhan) jî dixebitin. Li gorî agahdarîya Misteşarê Ewlekarîya Neteweyîya Îraqê Falih Feyaz, berpirsên Amerikayî ji wan ra; ”Piştî referandumê dema em bêçare bimînin, em dê Baxdayê hilbijêrin, ne Hewlêrê.” gotine. Ji xwe di pratikê da jî wek hat dîtinê; niha Amerika yekparetîya Îraqê dixwaze. Loma wan xwest ku Serok Barzanî li hemberî Malikî alîyê Ebadî biparêze da ku Baxda zêdetir nekeve bin bandora Tahranê. Lê Koşka Spî ji bîr dike ku %60´ê nifusa Îraqê Şîa ne û ew bixwazin nexwazin wê di nav pêvajoyê da Baxda bikeve bin kontrola Tahranê û ev pêvajo ji niha ve gelek bi pêş ketîye. Ebadî ji niha ve Berpirsê Supayên Tahranê Qasim Silêmanî kirîye Mifetişê Heşdî Şabî li Baxdayê. Ji xwe di operasyona Kerkûkê da jî derket holê ku Q. Silêman li wir bûye.
Enîya Anti-Kurd ya cîhanê, ev sedsal e ku Kurdistanê di bin dagirkerîya Ankara-Tahran-Baxda-Şam da bênasname û bêstatu hiştîye. Herçiqas di destpêka avakirina Enîya Anti-Kurd ya Cîhanê da, Britanya û Fransa serkêşîyê bikêşînin jî ew ne bi tena serê xwe bûne. Digel wan Rusya, Almanya, Italya û Amerika jî hebûne û îro serkêşîya vê enîyê di destê Amerikayê da ye. Xaleke balkêş e ku li ser daxwaza Fransa û Swedê di 27´ê îlona 2017´an da civîna Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî çêbûbû ku ji 15 endaman pêk hatibû. Di nivîsa ku hatibû qebûlkirin da ”Divê ji mafên Kurda ra hirmet were nîşandan” cîh sitandibû. Lê Sefîrê Britanî yê Neteweyê Yekbûyî Matthew Rycroft, li hemberî wê hevoka derbarê Kurdî da derketibû û ew hevok ji taslaxa nivîsê hatibû derxistin. Divê were destnîşankirin ku ev hevok jibo herêmên li dervayê sînorê Kurdistanê ku li gorî madeya 140´ê destûrê dihat gengeşekirin hatibû nivîsîn. Wek tê dîtin, menfeetên Britanyayê yên petrolê ji menfeetên neteweyên Kurdistanê girantir hatîye ku %93´yî Kurdistanîyan ji referandumê ra erê gotibû. Wek hat dîtinê Britanya û Amerika bi dizî lihev kiribûn û li gorî lihevhatinê neteweyên Kurdistanê pêşkêşî qatilên wan ên Tahran, Ankara û Baxdayê kirin û bi vî awayî Kerkûk û herêmên dî yên mebesta gengeşeyê bûn, radestî Baxdayê hat kirin. Wer xuyaye ku Britanya politika xwe ya gemarî ya sedsalî hê jî didomîne. Loma rojtira piştî radestkirina Kerkûkê, derket holê ku Baxda petrola Kerkûkê daye Britanyayê. Di esasê xwe da Britanya ku ji 2013´an vir ve bi rîya qanûnê petrola Kerkûkê nikaribû bi dest bixe, di 17.10.2017´an da bi rîya dagirkerîyê heman petrolê bi dest xist. Britanya, bi vê kirina xwe ya dawîyê nîşan da ku ew hê jî Peymana Sykec-Picot (1916)´ê û Lozanê dimeşîne û di warê doza Kurd û Kurdistanê da xwedî dîrokeke qirêj e. Wan timî politika ”bera hev bide, parçe bike û birêve bibe” xistîye jîyanê. Peyama Xulamtîyê ya vê politika gemarî ku ji alîyê Pavil Talabanî ve ji çapemenîyê ra hat pêşkêşkirin jî bi zimanê Ingilizî bû. Eger ev hewildana xulamîyê di çarçeweya Tahran û Bexdayê da bi sînorkirî bûya, zimanê wê bêguman dê Erebî bûya; lê wek hat dîtinê, zimanê wê Ingilizî bû û ew jî sînorê politika xulamtîyê firehtir û zelaltir dike.
Wêneya ku nuha derketîye holê; Tahran di warê askerî, aborî û siyasi da kontrolkirina Baxda û Şamê bi dest xistîye û li herêmê Moskova ji wê ra bûye piştgireke herî mezin. Amerika, Britanya û hemî dewletên Rojhilatî jî bûne piştgir da ku xeta Şîa ya Îranê xurt bibe. Ji alîyek ve Koşka Spî biryar li ser Tahranê û Hêzên Pasdar û Şabî digre; lê di pratika xwe da li ser navê ”parastina yekitiya Îraqê” piştgirîya Baxdayê û Ebadî dike.
Wek em ji Başûrê Kurdistanê hîn bûn; li hemberî hewildanên ordiya Îraqê û Hizbî Şabî digel Îraq û Îranê di derbarê dagirkirina Kerkûk û herêmên dî wek Celevla, Xaneqîn û Xurmatû da gelek pirs hene ku heta niha nehatine bersivdan. Em bêjin di vê şerîdê da bi tabîra rêzdar Mesûd Barzanî, xencera jehrî yanî xîyanet li pişta Kurd hat xistin û herêmên ku pêşmergeyên YNK li wir bûn; paşve vekêşîyan û Kerkûk û derên dî hatin teslîmkirin. Baş e çima pêşmergeyên PDK ji herêmên Rabîa, Şengal, Başîka û Maxmûrê vekêşîyan û van deran jî radestê cejên Îraqê û cejên Şabî kirin. Di warê stratejiya askerî da ev şerîda ku hêzên PDK jê vekêşîyan, ma ne giring bûn? Dibe ku di vê vekêşandinê da jî peymanek hebe? Wek xuya dibe gelek pirs hene ku bersiva wan heta niha nehatine dayîn. Ez hêvîdar im di demeke pêş da bersivên van pirsan werin zelalkirin. Di serên kesan da pirseke dî jî heye ku wek di nimûneya êrîşa Îraqê bo Kuweytê hat dîtin; Amerika, hewildanên îranê li ser Îraqê û pêşmerge bike semed û paşê êrîşê wê bike. Di ihtîmaleke weha da wê helqeya şer gelek fireh bibe û serxwebûna Kurdistanê di rojevê da aktiftir û germtir bibe.
Jibo parastina dewletek//neteweyek/ hêzeke parastinê hewce ye ku ev di çarçeweya dewletan da wek ordî an artêş tê binavkirin. Lê wek di pratika 25 salên başûrê Kurdistanê da hat dîtin, hêzên pêşmerge, ne tenê pêşmergeyên PDK û YNK bûn. Digel vê dualîtîyê pêşmerge, di nav YNK da jî wek hat dîtinê; bi hindikayî du parçe hebûne. Heman tişt dikare di nav PDK da jî hebe. Eger ev dualîtî di nav PDK da heta niha xwe nîşan nedaye; dibe ku bi xêra Serokê PDK Mesûd Barzanî bûye. Heta Mam Celal Talabanî nexweş neketibû; ev dualîtî û berdanberdayî xwe nîşan nedida. Me hemîyan dît ku piştî nexweşketina Mam Celal, çi hate serê YNK´yê. Rewşa Mam Celal û Kek Mesûd, nîşan da ku ew her du aktorên sîyasî ne tenê di nav rêxistinên xwe da otorite bûn; digel wê rastîyê ew xwedîyê balansê jî bûn ku pirsgirêkên heyî leztir çareser dikirin. Ez di wê bawerîyê da me ku eger pişta Kek Mesûd û Kek Xosret baş qeîm bûna; wan dikaribûn di van 5 salên dawîyê da yekkirina pêşmerge û asayişa polês pêk bianîyana. Lê sed mixabin ev hê jî çênebûye. Bila rêvebirên PDK û YNK li min biborin û nebêjin ku ji ber şerê li dijî DAÎŞê wan nikaribûne yekrêzî ango çêkirina hêza pêşmerge pêkbînin. Di pratika sêsalê Kerkûkê da hat dîtin ku rêvebirên her du alîyan, vatinî û berpirsîyarîya xwe ya dîrokî neanîne şûnê û di encamê da bûne semedê trajediyeke mezin. JI ber ku ew jî baş dizanibûn ku Bajarê Kerkûkê xwedî dîrokeke ji sedsalî kevintir e û ne tenê jibo Hewlêr û Baxda; her weha jibo Tahran, Ankara, Şam û paytaxtên navdewletî jî gelek girîng e û her gav dikare li ser serê wê qiyamet rabe. Eger her du alîyên rêvebir bi şîar ango slogana ”Kerkûk dilê Kurdistanê ye!” tevbigerîyana; divê li hemberî menfeetên xwe yên partîtî tavîzan bidana hev u du, menfeeta Kerkûkê li ser menfeetên her tiştî bigirtana û li gorî realiteya navxweyî û navdewletî tevbigerîyana û hîmê avakirina Ordîya Kurdistanê li Kerkûkê bixistana jîyanê.
Pratika 25 salên rêveberîyê nîşan dide ku di nav rêveberîya aborî, burokrasi, rêxistinî, leşkerî, perwerdeyî û wd. da kes hene ku menfeetên xwe yên şexsî, malbatî, partitî an rêxistinî di ser menfeetên her tiştî da digrin û dibin asteng da ku dewlet were avakirin. Piştî xwenîşandana ev trajedî, di serî da PDK û YNK û hemî partî û rêxistinên heyî divê bikevin nav hewildanek ku ji nuve hunandinek modern û militan ava bikin û kesayetên ku li pêşîya wan dibin asteng, ji rêveberîyên xwe werin dûrxistin. Di vê çarçeweyê da têkilîyên bi dewletên derdorê ra û yên navdewletî, careke dî divê were nirxandin û li gorî wê politikayên taze were avakirin. Divê hemî hêzên Kurdistanî baş bizanibin ku dewletên dagirkerên welatê me nikarin bibin dostên Kurda yên stratejik. Ji ber ku her yek ji wan dewletan problema Kurdî û Kurdistanê di nav xwe da bi awayeke demokratik û adîlane çareser nekirine û naxwazin çareser jî bikin. Loma van dewletan di nav tirseke mezin da ne ku eger parçeyeke Kurdistanê rizgar bibe, ew dê wek qeweteke miknatisî tesîrê li ser parçeyên din jî bike û ew jî dê rizgar bibin. Ev tirs jibo Tahran, Ankara, Baxda û Şamê bûye nexweşîyeke wek paranoyayê. Di têkilîyên diplomasiyê da jî divê em ji bîr nekin ku dost û dijmin di heqîqetê da tune ne. Dewletek ku îro dost be, dikare sibê bibe dijmin. Di pratikê da her dewlet li gorî menfeetên xwe yên jeopolitik, stratejik, ekonomik û wd. dikevin nav hewildanan. Bi tabîreke dî oportunizm û rasyonalizm, jibo hemî dewletan dibe bingeha diplomasiyê. Lê jibo gelên Kurdistanê û doza wan a heqîyê ya rizgarî û serxwebûnê di serî da Amerika û hemî dewletên rojhelatî dikarin bibin dostên me yên stratehik û divê xebatên piralî di wê çarçoweyê da werin meşandin.
Wek Dr. Nuri Dersimî (bila cîyê wî bihişt be) 70-75 sal berê bi xetek qalind destnîşan kirîye; ”Her neteweyek ku dixwaze bijî, divê têbikoşe. Her neteweyek ku dixwaze li cîhanê xwedîyê cîyek be, divê şer bike. Qaîdeya dîrokê ku naguhore ev e. Qanuna hebûna alema heywanî, nebatî û kimyayî ev e. ” ji bilî têkoşînê di destê Kurdistanîyan da tişteke din tune ye. Divê têkoşîneke piralî û bêwestandin were domandin. Başûrê Kurdistanê xwedîyê pratika sedsalî zêdetir a rabûn û ketinê ye û ez bawer dikim ku bi nirxandineke kûr û fireh û reorganizekirina navxwe; wê bikaribe dîsa rabe ser xwe û li ser şopeke nû bi serkeve. Bi milyonan Kurd îro li ser pîyan in û pêwist e hemî bikevin nav yek hewildanek ku ev damezrandina Kurdistana Serbixwe bike amac. Divê serhildana bi milyonan Kurd li Waşingtonê û Londonê destpê bike û li Paris-Berlin-Moskova´yê bête domandin. Lê berî van xebatan, ewil divê yekrêzîya Kurd bixwe li mala Kurdî ava bibe. Heta ev tişt çênebe; çalakîyên navdewletî bi ser nakevin û nagihin amancek. Nûha keysa Baxdayê hatîye da ku destkeftîyên Kurdistana Federe qelstir bike. Lê ev wê weha dirêj nedome. Vexwendin û zîyaretkirina Hukûmeta Kurdistanê bo Paris û Berlînê û paşê dê jibo londonê hemî îşaretên piştgirîya navdewletî wê her ku biçe xurttir bibe. Lê ji alîyeke dî ve jî teda û zilma xwînmijên Tahran û Ankara li ser gelên me yên Bakûr û Rojhilat zêdetir dibe. Ew jî baş dizanin ku wê nîrên koledarîyê zu an dereng li Ankara û Tahranê jî were şikenandin. Bûyerên ku di dawîya salê da li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rûdan, wê temenê hovîtîya melayan kintir bike. Wê tehdîdên Ankarayê li ser Efrînê jî badilhewa here. Ji ber ku neteweyên Kurd û Kurdistanî xwedî têkoşîneke heqîyê ye û dagirker her tim neheq bûne û wê di çala neheqîya xwe da werin fetisandin. Dîrok, şahidê rûpelên paqij bo bindestan û rûpelên qirêj bo hemî dagiirkeran e.
Bi hêvîya Kurdistaneke serbixwe, azad û demokratik ez sala 2018´an li hemî Kurdistanîyan pîroz dikim.
20.01.2018/ Swed[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 257 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://portal.netewe.com/ - 07-05-2025
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 1
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 21-01-2018 (8 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: لێکۆڵینەوە
پۆلێنی ناوەڕۆک: دۆزی کورد
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
شار و شارۆچکەکان: هەولێر
وڵات - هەرێم: باشووری کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 06-05-2025 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 08-05-2025 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 08-05-2025 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 257 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.344 چرکە!